1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Ev welat bi polîtîkayên tecrîdê têk diçe‘
'Ev welat bi polîtîkayên tecrîdê têk diçe‘,'ev,welat,bi,polîtîkayên,tecrîdê,têk,diçe

'Ev welat bi polîtîkayên tecrîdê têk diçe‘

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay ku li Dersimê bi rêxistinên civaka sivîl re civiya bal kişand ser Tifaqa Ked û Demokrasiyê û got: "Tecrîd di serî de li Girava Îmraliyê, li ser birêz Abdullah Ocalan, û bi giştî jî li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye."

A+ A-

Heyeta Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku Berdevka HDP‘ê Ebrû Gunay, parlementer Necdet Îpekyuz û Alîcan Onlu jî di nav da, hevdîtinên xwe yên li Dersimê temam kir. Heyet ku di nava rojê de hevdîtin bi esnaf û welatiyan re kir, di dawiya bernameya xwe de bi nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên bajêr re li hev civiya. Civîn li hêwaneke dawetê hat kirin. Berdevka HDP'ê Gunay di civînê de axivî.

‘EM Ê QÊRÎNA CÛDÎ Û MÛNZÛRÊ BIKIN YEK'

Gunay di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser dîrok û berxwedana Dersimê û wiha got: “Li Dersimê berxwedan û bedel heye. Em li axa Seyîd Riza ne. Seyîd Riza, Elîşêr û Zarîfe, Aysel Dogan... pêşengên me ne û em li ser rêya wan in. Em dibînin ku li Mûnzûrê bi polîtîkayên xwe yên ewlehiyê ekolojiyê qir dikin. Xwedîderketina li Cûdî û Mûnzûrê, rabûna li ber desthilata rantê ya vê desthilatê ye. Di 17’ê Îlonê de ji bo xwedîderketina li Cûdiyê em ê bimeşin. Em ê qêrîna Cûdî û Mûnzûrê bikin yek û dengê têkoşîna hevpar bilind bikin.”

‘HEVDÎTINA BI ABDULLAH OCALAN DÊ BI KÊRÎ TIRKIYEYÊ BÊ'

Gunay destnîşan kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê li hemberî hemû derdorên ne li gel xwe polîtîkaya êrîşkariyê dimeşîne, lê dê niakribe bi polîtîkayên dijminatiyê bi ser bikeve. Gunay axaftina xwe wiha domand: “Di encama polîtîkayên şer de wêrankirina xwezayê pêk tê. Tecrîd di serî de li Girava Îmraliyê, li ser birêz Abdullah Ocalan, û bi giştî jî li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye. Ev welat bi polîtîkayên tecrîdê têk diçe. Hevdîtina bi birêz Abdullah Ocalan re wê bi kêrî Tirkiyeyê bê. Rabûna li ber vê qirkirina xwezayê, tecrîd û polîtîkayên şer; tê wateya rabûne li ber faşîzmê."

‘DÊ JI BO TIRKIYEYÊ BIBE ÎLHAM'

Gunay destnîşan kir ku Dersim bi çanda xwe ya berxwedanê berbiçav e û bal kişand ser pêvajoya heyî û têkoşîna hevpar. Gunay got: “Em di Tifaqa Ked û Azadiyê de ne. Her wiha haya me jê heye ku divê ji bo ziman, çandê û li dijî asîmîlasyonê xeteke têkoşînê ya pirberfireh bê avakirin. Ev jî bi awayekî herî berfireh tifaqa demokrasiyê ye. Têkoşîna hevpar a li Dersimê helbet dê ji bo tevahiya Tirkiyeyê bibe îlham."

RÊYA SÊYEM

Gunay destnîşan kir ku kesên nasnameya wan û zimanên wan tune tên hesibandin ne mehkûmî siyaseta desthilat û muxalefetê ne û got: "Li dijî van avakirina Rêya Sêyem pêkan e. Em ji bo vê li vir in û em dixwazin guh li we bikin."

Ên tev li civînê bûn jî destnîşan kirin ku Tifaqa Ked û Demokrasiyê tifaqeke girîng e û divê tenê ne ji bo hilbijartin, ji hilbijartinan wêdetir be.

Piştî civînê hevdîtinên heyetê yên li Dersimê bi dawî bûn.

ANF