1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Kurd divê bi hev re li ber asîmîlasyonê rabin'
'Kurd divê bi hev re li ber asîmîlasyonê rabin','kurd,divê,bi,hev,re,li,ber,asîmîlasyonê,rabin'

'Kurd divê bi hev re li ber asîmîlasyonê rabin'

Zana Farqînî û Cevahîr Sadak Duzgun diyar kirin, zimanê Kurdî ku bi salan e li dijî asîmîlasyonê li ber xwe dide di rewşeke metirsîdar de ye û gotin, divê her Kurd nêrîna xwe ya siyasî deyne aliyekî û bi hev re li ber asîmîlasyonê rabe

A+ A-

Komxebata Yekemîn a Tora Ziman û Çandan ku li navçeya Sûr a Amedê pêk hat, piştî rûniştinên du rojan bi dawî bû. Di roja destpêkê ya komxebatê de 12 maseyên tematîk ku hatibûn avakirin, pêşniyarên xwe radestî desteya tevnê kirin. Pêşniyar di roja duyem a komxebatê de hatin xwendin. Piştre beşdaran li ser pêşniyarên xwe ji bo rêzikname, nexşerê û desteya rêveber kirin. Di encama nîqaş û pêşniyarên doh de desteya rêveber a ji 27 kesan hate hilbijartin.

Têkildarî Komxebata Yekemîn a Tora Ziman û Çandan, ji sekreteryaya wê zimanzan Zana Farqînî û Cevahîr Sadak Duzgun ji ANF’ê re axivin.
 
'ZIMAN XEMEKE HEVPAR E'

Zimanzan Zana Farqînî anî ziman ku armanca sereke diyarkirina nexşerê ye û wiha axivî: "Di civîna yekemîn de Tevna Çand û Ziman hate avakirin, sekreterya hate destnîşankirin. Di civîna yekemîn de biryar hate girtin ku komcivînek berfireh were lidarxistin. Armanc û mebest jî ziman û çand e, her wiha rabûna li asîmîlasyonê ye. Sazî û dezgehên Kurdan kîjan bin ferq nake, ev xemeke hevpar e. Lazime em aliyên xwe yên siyasî deynin hêlekê û em rê li ber asîmlasiyonê bigirin. Ji ber vê yekê me komcivînek li dar xist û di vê komcivînê de 12 maseyên tematîk ên wek Maseya Weşangeran, Maseya Nivîskaran, Maseya Çandê, Maseya Hunerê, Maseya Ziman û Perwerdeyê, Maseya Odeyên Pîşeyî, Maseya Saziyên Hiqûq û Mafan, Maseya Karsazan, Maseya Ragihandinê, Maseya Akademîsyen û Sosyo-Lengûîstîkê, Maseya Saziyên Jinan û Maseya Saziyên Zarokan hatin avakirin. Her maseyek li gorî başa xwe pirsgirêkên hene tespît kirin û piştre hatin li ba hevdû. Di vê çarçoveyê de em ê ji bo nexşerêyê xebatan bidin meşandin.”

'ZIMAN NASNAMEYA ÇANDÊ YE'

Farqînî da zanîn ku Tora Ziman û Çandan xebateke sivîl e û got, "Ev xebat li derveyî partî û rêxistinên sivîl e. Fikir çi dibe bila bibe, ziman û çand yê me hemûyane, ziman me dike xwedî nasname û me tîne gel hev. Ji bo vê yekê divê em ni hevre bi awayek sivîl bixebitin. Ev komxebat wê rê û rêbazên tevna xwe jî diyar bike. Ji niha û pê ve divê em gavên pratîk biavêjin. Der barê ziman, çand, perwerdehî, hînkirin, asîmîlasyon, hişmendî, geşepêdanên ziman û aliyên hiqûqî  em ê bixebitin. Em ê du aliyan binirxînin, yek Kurd bi xwe dikarin çi bikin. Ya duyemîn Kurd dikarin ji dewletê çi bixwazin û ji raya giştî ya cîhanê çi dixwazin. Divê çarçoveyê de em ê gavên berbiçav biavêjin. Niha ya herî girîng em kêmahiyên hene tespît bikin û piştre jî pratîkkirin e."

'ZIMANÊ PERWERDEHIYÊ'
  
Di dewama axaftina xwe de Farqînî destnîşan kir ku herî zêde li Bakur zimanê Kurdî di bin xeteriyê de ye û got: "Li çar parçeyên Kurdistanê zimanê Kurdî di bin xeteriyê de. Lê belê li Bakur rewş cuda ye û xeteriyek mezin heye. Li hemû welatên ku Kurdistan desteser kirine çavên wan li Tirkiyeyê ne. Li Bakur dema polîtîkayên dewletê tên guhertin ev bandorê li parçeyên din ên Kurdistanê dike. Ji ber vê yekê em xebatên niha li vir girîngtir dibînin. Her wiha ji her parçeyê zêdetir polîtîkayên asîmlasiyon û pişaftinê li vir hatine meşandin. Berê Tirkiyê bi xwe qebûl nedikir ku asîmîlasyon înkar, red û pişaftin heye. Lê belê serokomarê niha bi xwe anî ziman ku wan dawî li asîmlasiyonê aniye. Lê mixabin ji her demê zêdetir ev polîtîka berdewam dike. Divê her neteweyek bi hebûna xwe were naskirin û hemû mafên hatine xespkirin û destgirin divê werin dayin. Her wiha divê tezmîna vê yekê jî bê dayîn. Divê Kurd li hebûn û zimanê xwe xwedî derkeve. Bila tu kes ji bîr neke ku heta zimanek nebe zimanê perwerdehiyê em ê nekaribin zimanê xwe teslîmî zarokên xwe bikin. Ev ziman emanetê dayik û bavê me ye û ji bo em vî emanetî teslîmî zarokên xwe bikin divê em bixebitin. Ji bo vê yekê ya girîng perwerdehiya bi zimane ne hîn kirine." 

'ZAROK DEST JI ZIMAN BERDIDIN'

Farqînî bi bîr xist ku li Kurdistanê zarokên Kurdan dest ji zimanê xwe berdidin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev ne guneh yan jî sûçê zarokan, ev tekane sûçê malbatane. Ji bo ku zarok li dibistanê tengaviyê nekîşine malbat dibêjin bila zarok destpêkê Tirkî hîn bibin. Lê belê mejiyê zarokan weke miqletîsê ye û zarok dikarin 5 zimanan bi hevre hîn bibin. Divê her malbat di mala xwe û di jiyana rojane de bi zimanê xwe biaxive û hînî zarokên xwe bikin.”

'HÎMA SEREKE YA NETEWEYEKÊ ZIMAN E'

Ji sekreteryayê Cevahîr Sadak Duzgun jî destnîşan kir ku hîmên bingehîn ên xwenaskirin û xwebûnê jî ziman û çand e û got: "Berî meh û nîvê weke 45 kesan ji bo komxebatê me bangaxwazî kir û ji bo nexşerê em kom bibin. Komcivîna me ya yekemîn bi tevlîbûna 300 kesî pêk hat. Ziman û çand ne pirsgirêka çend kesane û ev pirsgirêka netewa Kurd e. Hîma sereke ya neteweyekê ziman e. Dema zimanê gelekî ji dest biçe, nepêkane ku ew netewe bikare hebûna xwe bidomîne. Ev tor jî bi vê hişmendiyê hate avakirin. Niha li dijî çand û zimanê Kurdî êrîşeke dijwar heye. Tovên vê êrîşê ji destpêka avakirina vê komarê re hatine çandin. Hemû hikûmetên vê dewletê weke karê destpêkê êrîşî neteweya Kurd dikin."

Duzgun bilêv kir ku li Bakurê Kurdistanê zimanê Kurdî di bin xeteriyê de ye û wiha got: "Li Tirkiyeyê û Kurdistanê tevahiya ziman di bin xeteriyê de ye. Ji vanan jî xetereya herî mezin li pêş zaravayê Kurdî kirmanckî ye. Ev xebata me ne tenê li ser zaravayekê ye ev xebat li ser Ziman û Çanda Kurdî ye. Her ku diçe zarokên Kurd ji zimanê xwe dur dikevin. Divir de berpirsyariya mezin dikeve li ser milê malbatê. Hîmên bingehîn ên xwenaskirinê ziman û çand e. Divê her kes bi vê hişmendiyê be."