1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Xwendina bi Kurdî destketa herî hêja ya şoreşa Rojava ye'
'Xwendina bi Kurdî destketa herî hêja ya şoreşa Rojava ye','xwendina,bi,kurdî,destketa,herî,hêja,ya,şoreşa,rojava,ye'

'Xwendina bi Kurdî destketa herî hêja ya şoreşa Rojava ye'

Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê destnîşan kir ku xwendina bi Kurdî destketa herî hêja ya şoreşa Rojava ye, pêkhatina xewna bi sedan salan e û bang li ENKS'ê kir ku dev ji zimanê xwe yê li dijî destketên Kurd berde û lêborînê bixwaze

A+ A-

Daxuyaniya Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê bi sernavê "Xwedî lê derketin, parastin û pêşvebirina nirxên şoreşa Rojava erkê sereke yê her Kurdekî welatparêz û alîgirê azadiyê ye" hate weşandin.

Daxuyanî wiha ye:

"Dagirkeran bi sedan salan ji bo bikaribin hebûna gelê Kurdan ji holê rabikin, êrîşên cûrbecûr ên dirinde li ser ziman, nasname û çanda me, kevneşop û nirxên me meşandin. Êşkence, girtin, kuştin, şewitandin, bi pişt panzeran ve kişandin jî di navê de; bi hovîtî kuştina me de ti sînor nas nekirin. Li her çar beşên welat ne tenê li cihên fermî û dibisanan, nehîştin em li malên xwe jî bi zimanê xwe biaxivin.

BERDÊLÊN DI BER ZIMANÊ DAYIKÊ DE HATIN DAYIN

Bi hezaran keç û xort, jin û zarok, kal û pîr ji bo ku xwedî li hebûn û çanda xwe derketin li Efrînê, li Serêkanî û Qamişlo, li Cizîrê û Nisêbînê, li Mehabad û Sinê, li Ranya û Slêmanî û li Sûrê bi hovîtî hatin qetilkirin. Ciwanên me li welatên biyanî bi destê nîjadperestên dagirker bi tewana ku 'Kurdin û bi Kurdî dipeyvin' hatin kuştin. Çendîn caran Kurdên ji ber gotina stranên Kurdî hatî kuştin, bûn rojevê rojname û televîzyonan.
 
Lê, îro dost-dijmin herkesek baş dizane; êdî Kurdek li pêşberî wan heye ku doza mafê xwe dike, ji bo bi destxistina azadiya xwe amadeyê berdêlane û derfetên bi destxistina mafên neteweyî û demokratîk a gelê me ku hatibûn desteserkirin jî, îro ji her demekî zêdetire û şoreşa Rojava mînaka vê a herî şênbere. Ji ber vê yekê dijminên me ku hebûna xwe di tûnebûna me de dibînin; di serî de li Rojava, li her cihekî destketên me dikin hedef û li ser qad, bajar, navçe û gundên me ku di encama berdêlên giran de hatî azadkirin êrîşên piralî dikin.

'YEKRÊZIYA NETEWEYÎ ÊDÎ PÊDIVIYEKE JÊNEGERE'

Di rewşekî wisa de tê xwestin; xeta wî ya siyasî çi dibe bila bibe hemû derdorên Kurd ên welatparêz û demokrat bikaribin di bingeha mafên neteweyî û demokratîk de xwedî helwestên neteweyî bin. Ji ber ku di mercên îro de yekrêziya neteweyî êdî ji bijareyek zêdetir, ji bo me pêdiviyekî jênegere. 

Lê belê, di van rojên dawî de daxuyaniya ENKS'ê ya li dibistanên herêmên girêdayî Rêveberiya Xweser vegera minhaca hikûmeta Şam'ê û rakirina sîstema hevserokatî, bi eşkereyî tê wateya ji dijmin zêdetir dijminatiya li hember nirx û destketên gelê Kurd û gelên din ê heremê. Heman ENKS'ê ku piştî hevdîtina li gel rayedarên dewleta Tirk a faşîst bi gotina; 'Dîploma ango şehadeyê dibistanên herêma Rêveberiya Xweser li qada navdewletî ne derbasdare' xwe weke ku paşeroja Kurdan difikire nîşan bide jî, a rast eve ku; bê ziman ne tenê Kurd, ti netewek nikare xwedî nasname, hebûn û paşerojeke azad be.

'DU RASTIYÊN BI DAXWAZA ENKS'Ê EŞKERE BÛN'

Ev çêkera dij-Kurd û dij-demokrat ku her kêlî şoreşa Rojavayê bi gotina; hevkariya li gel hikûmeta Şamê tewanbar dikir, îro bi helwesta xwe a li hember perwerdeya bi zimanê Kurdî û bi piştgiriya xwe ya ji bo vegera minhaca rejîma Sûrî du rastiyan bi hevre eşkere kir:

A yekem; ENKS'ê ji ber ku bi ti şêweyî beşdarî pêvajoya têkoşîna şoreşê nebû û ti berdêl neda, lewma xwedî derketina destketên şoreşê jî wek erkê xwe nabîne û amadeye ku li ser destkeftên heyî bazariyê bike.

A duyem; Ew jî gelek baş dizane ku di serî de gelê Kurd, gelên li Bakûr-Rojhilatê Sûrî wê bi ti şêweyî ne daxwaza vegera minhaca rejîmê, ne jî rakirina sîstema hevserokatiyê qebûl nekin. Ewê jî bi van rojevên pûç  bikaribe pêvajoya hevdîtinên yekîtiya neteweyî bi qasî ji dest tê dirêj bike, bixe warekî aloz û di encam de PYNK'ê bi têkdana hevdîtinan tewanbar bike. Bi vana teva eşkere ye ku ENKS'ê bi vê helwesta xwe ne tenê dijî şoreşa Rojava ye, bi ewqasî jî li dijî ziman û çanda Kurdiye û bi vê pêşneyarê bi rengekî vekirî ji netewperestiya Tirk, Ereb û Fars dixwaze ku polîtîkayên xwe ên qirkirin û bişaftinê bidomînin. 

'HELWESTA LI DIJÎ HEBÛNA SÎSTEMA HEVSEROKATIYÊ, BERDVKIYA DIJMINANE'

ENKS'ê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku hebûna Sîstema Hevserokatî hin derdoran hêrs dike. Ev daxuyanî bi rengekî rasterast berdevkiya dijminane û bi zimanê dijminên gelê Kurd axaftine. Kurd şoreşê ne ji bo vê kirin ku bila dijmin hêrs nebe. Sîstema Hevserokatî di hemû qadên xebatê a Rêveberiya Xweser de pîvana sereke a nûnertiya wekhev ê zayendane û bi vê tê xwestin jin jî wek zilam bikaribe bi rengekî wekhev beşdarî hemû qadên jiyanê û erkê rêveberiyê be. Dijberiya ENKS'ê a vê pîvana demokrasiyê, di cewher de dijberiya wî a li hember wekheviya zayendan û xeta jina azade. 

'XUYA YE DI SEKNA HEVKARIYA LI GEL DIJMIN DE TI GUHERTIN ÇÊNEBÛYE'

Hemû derdor dizanin ku ruxmê dijîtiya ENKS'ê a li hember Şoreşa Rojava û kiryarên wî ên dûrî zanebûna neteweyî û exlaqî; gelê me hevdîtina navbera PNDK û ENKS'ê bi îhtîmala ku dikare tevkariyê avakirina yekîtiya neteweyî bike, destketên şoreşa Rojava xurtir bike û ENKS'ê jî bikaribe vegere nav rêza yekîtiyê, erê kir. Lê xuyaye ku heta niha di sekna wî ya hevkariya li gel dijminan de ti guherîn çênebûye.

'XWENDINA BI KURDÎ YA LI ROJAVA PÊKHATINA XEWNA BI SEDAN SALAN E'

Lewma, em wek Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê bi dubareyî destnîşan dikin ku ji dibistanên dayîkê heya zanîngehê xwendina bi zimanê Kurdî destketa herî bi nirx a şoreşa Rojava ye û pêkhatina xewna bi sedan salane. Ji ber vê ye ku îro li hemû qadên Bakur-Rojhilatê Sûrî heta Helebê gel li hember ENKS'ê di nav çalakiyan de ye. Li ser vê bingehê em cardin  bang li hemû Kurdên welatparêz, derdorên azadîxwaz û rayagiştî a demokratîk dikin ku li hember van daxwazên dijminane helwestên xwe xurtir bikin. Di heman demê de em bang li ENKS'ê jî dikin; da ku ji demek beriya din zûtir dest ji vê zimanê dij destketên Kurd berde, ji deh hezaran şehîdên ji bo azadiya ziman canê xwe feda kirî, ji malbatên şehîdan, ji têkoşîna xeta jina azad û ji hemû gelê Kurd lêborînê bixwaze."

ANF