1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê: Berxwedan bû hêviya cîhanê
1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê: Berxwedan bû hêviya cîhanê,1'ê,mijdarê,roja,kobanê,ya,cîhanê,berxwedan,bû,hêviya,cîhanê

1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê: Berxwedan bû hêviya cîhanê

Sazî û partiyên siyasî têkildarî 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyanî dan û destnîşan kirin ku Berxwedana Kobanê bû hêviya şoreşê ji gelên cîhanê re

A+ A-

Di daxuyaniyan de yên bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hatin dayin, hate destnîşankirin ku daxwaz û bendewariya yên li benda ketina Kobanê bûn di ber wan de man.

DPB: ŞOREŞA LI KOBANÊ BÛ HÊVIYA CÎHANÊ

Navenda Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) têkildarî 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyanî da û diyar kir ku şoreşa jinê ya li Kobanê bû hêvî ji cîhanê re.

Navenda Giştî ya DBP'ê diyar kir ku berxwedana herî bi hêz a li dijî mêtîngeriyê li ser axa Mezopotamya rû da û şoreşa jinê ya li Kobanê bû hêviya gelên cîhanê.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Erdnîgariya Rojhilata Navîn û Mezopotamyatê, cihên destpêkê ne ku şaristanî lê ava bûye. Ji ber vê yekê komkujî û şer jî herî zêde li ser vê xakê qewimîne. Hêzên mêtinger li ser axa Mezopotamyayê bêhtir zalim dibin û li dijî mazlumên berxwedêr komkujiyan dikin. Li dijî hêzên mêtînger berxwedana herî bêhempa dîsa li ser axa Mezopotamya tê kirin."

Navenda Giştî ya DBP'ê ragihand ku salên dawî komkujiya herî mezin li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin kirin û daxuyaniya xwe wiha dewam kir: "Sala 2012'an gelên Kurt, Arap, Suryanî u Tirkmen jî di nav de gelek netewe li hev kom bûn û xweseriya xwe ava kirin. Gelên li hev kom bûn û rêveberiya xweser ava kirin, bi bawerî, ziman, nasnameyên cuda bi hev re di nava wekhevî, demokrasî û azadiyê de jiyan û modelek nû ya mînak ava kirin. Di vê pêvajoyê de DAÎŞ'ê ya ku li dijî mirovahî, xweza û çandê bû dijmin, sala 2014'an êrîşî bir ser Kobanê û xwest mirovahiyê li vir bifetisîne. Lê li dijî êrîşa DAÎŞ'ê têkoşîna gelan a hevpar dest pê kir. Bi pêşengiya Arin Mirkan, Paramaz Kizilbaşan berxwedanê rû da û eniya hevpar a gelan ava bû. Li vir şoreşa jinê pêk hat û şoreşa jinê ya li Kobanê rû da bû heviya gelên cîhanê."

TŞK: EM Ê BI RUHÊ BERXWEDANA KOBANÊ ŞOREŞA XWE BIPARÊZIN

Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ) jî bi daxuyaniyekê ev peyam da: "Çeteyên Îslamî yên hovane ji hemû dewletan sûd girtin û ji bo agirê şoreşa Rojava vemirînin bi hemû hêza xwe êrişî Şoreşa Rojava kirin. Wek ku tê zanîn DAÎŞ bi piştgiriya Erdogan ê faşîst berê xwe dabû Kobanê û dixwest şoreşa azadiya gelê Kurd têk bibe. Ev xwesteka xwe jî li qadên mîtîngan bi kêf û coş bang dikir.

Lê Kobanê bû Stalîngrad a serdemê û kolan bi kolan, mal bi mal li ber xwe da. Her deverê Kobanê bû keleheke berxwedanê. Şervanên weke Arîn Mîrkan, Sarya Ozgur, Paramaz Kizilbaş û komunîstên Kurdistanê bi awayekî canbexşane li ber xwe dan û xwe feda kirin. Gelê Bakurê Kurdistanê jî li hember van êrişan rabûn ser piyan û berxwedana Kobanê sînorên Rojava derbas kir. Ji her deverên cîhanê şervanên înternasyonalîst berê xwe dan Kobanê û tevlî berxwedanê bûn.

Di Kobanê de berxwedana gel bi ser ket û êdî pêvajoya binketina DAÎŞ'ê û hevalbendên wê dest pê kir. Wê pêvajoyê heta ku di Reqa û Dêra Zorê  de alên azadiyê hatin çikandin berdewam kir. Dewleta Tirk a faşîst ku bi çeteyên xwe bi ser neket êdî bi xwe êrişî Şoreşa Rojava kir. Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî berdewama van êrîşan in. Dewleta Tirk dixwaze li ku Kurdek destketinan bi dest bixe êrişî wir bike. Bi hemû hêza xwe dijminahiya Kurdan dike.

Gelên me bi hêza ji berxwedana Kobanê girtiye wê li hember van êrişan şoreşa xwe heta dawî biparêze.

Gel û jinên azadîxwaz pêwîste di 1'ê Mijdarê Roja Piştgiriya Kobanê ya Cîhanê de ji bo parastina azadî, rûmet û şoreşê biherikin qadan. Şoreşa yekemîn a sedsala 21'emîn ji bo azadiya hemû gelan deriyekî girîng e. Em ê bi ruhê berxwedana Kobanê şoreşa xwe heta dawiyê biparêzin."

ANF