13 salên 19ˊê Tîrmehê
Rêveberiya Xweser û temsîlkirina adilane ya pêkhateyan.
Ji destpêka damezirandinê ve, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê modeleke demokratîk a bêhempa temsîl kiriye, wê derfet daye her kesî ku li gorî Hevpeymana Civakî, bi awayekî çalak beşdarî birêvebirina kar û barên xwe bibin. Rêveberiya Xweser tevahî pêkhate hembêz kirin û bala Elewî û Durziyan kişand
Di vê dosyayê de em ê bi rêya balkişandina ser tecrubeyên rastîn û şahidiyên pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan, bandorê van tecrubeyan li ser baweriyên li Sûriyeyê wekî Êzidî, Durzî û Elewî, damezirandina pergala Rêveberiya Xweser û çawa têgeha hevkariyê bi pêş ketiye, şîrove bikin.
RÊVEBERIYA XWESER ÇAWA HAT DAMEZIRANDIN?
Şoreşa 19ˊê Tîrmeha 2012ˊan, bi beşdariya Kurd û pêkhateyên din weke Ereb, Suryan, Asûr, li bajarê Kobanê dest pê kir. Armanc ew bû ku rêveberiyek demokratîk li şûna aloziyên mezhebî yên ji ber aloziya Sûriyeyê ya di 15ˊê Adara 2011ˊan de derketiye û digel destwerdanên derve de veguheriye êrişên leşkerî, were avakirin.
Di 18ˊê Îlona 2013ˊyan de Meclisa Gel a Rojava û Encûmena Niştîmanî ya Kurdî, ji bo destpêkirina prpjeya "rêveberina pêvajoyê", peymanek ji 9 bendan îmze kir. Bi pêkhateyên din ji Ereb, Suryan-Asûr, Tirkmen, Çeçen û Ermen re hevdîtinên ji bo lihevkirina ser teşeyê projeyê hatin kirin.
Di 12ˊê Mijdara 2013ˊan de, weke saziyekê amadekarî ku piştre Rêveberiyên Xweser werin avakirin, Meclisa Giştî ya Damezrîner a Rêveberiya Demkî ya Hevbeş hat ragihandin, lê beriya rojekê ji ragihandinê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî ji vê ragihandinê vekişiya, lê vê yekê bandor li biryara gelên herêmê nekir. Dûre di 21ˊê Çileya 2014ˊan de bi awayekî fermî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li kantona Cizîrê hat îlankirin, piştre Efrîn û Kobanê jî di heman mehê de hatin ragihandin.
Dema bajarê Reqayê di Cotmeha 2017ˊan de ji çeteyên DAIŞˊê hat rizgarkirin, hejmara Rêveberiya Xweser û sivîl bûn 7; Cizîr, Efrîn, Firat, Minbic, Reqa, Tebqa û Dêrazor. Di 16ˊê Tîrmeha 2018ˊan de Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) di kongreya xwe ya 3ˊyemîn de biryar da ku pêwîstî bi avakirina yek rêveberiyê heye. Di 6ˊê Îlona 2018ˊan de komîteyek amadekar ku ji 70 endamî pêk hat, hat avakirin. Bi rêya wê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sazûmaniya xwe ya rêxistinî; ku ji Meclisa Giştî, Meclisa Rêveber û Meclisa Edaletê pêk hat, hat avakirin.
PROJEYA RÊVEBERIYA XWESER WEK MODELA ALTERNATÎFA RÊVEBERIYA NAVENDÎ
Rêveberiya Xweser xwe dispêre felsefeya neteweya demokratîk a Rêber Adullah Ocalan ku di gelek parêznameyên xwe de bi taybet di parêznameya Sosyolojiya Azadiyê de behsa wê yekê dike. Dema parêzerên Rêber Apo pê re hevdîtin kirin û behsa têgeha Rêveberiya Xweseriya Demokratîk kir, ev yek ne tenê di çarçoveya modeleke Kurdî de girt dest, lê weke modela herî serkeftî ji bo çareserkirina tevahî pirsgirêkên Rojhilata Navîn nîşan da. Rêber Apo diyar kir ku modela netewe-dewletê ne li gorî xwezaya pêkhatina civakên li Rojhilata Navîn e.
Rêber Apo dibêje ku Rêveberiya Xweser ne li ser bingeha pransîba yek netewe, yek erdnîgarî û yek ol hatiye avakirin, lê li ser bingehên gelan, civakên cihêreng û li ser bingehên demokrasiyê hatiye avakirin. Ev yek zihniyeta netewe-dewletê derbas dike.
Rêber Apo dibêje: "Di pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de, ya girîng vîna rêvebirina civakê ye. Civak erkên dewleta navnedî hêsan dike û xwe bi xwe bi rê ve dibe. Ez li vir dibêjim ku navend erkên xwe radestî civakê dike. Di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tu dijberiya dewletê nîn e."
Ji ber vê yekê, rêveberiya xweser rêbazek rêveberiyê li derveyî çarçoveya dewletê ye. Di wê rêveberiyê de civak kar û barên xwe li derveyî dewletê bi rê ve dibin. Ew di naverok û felsefeya rêveberiyê de ji rêbaza dewletê cuda ye. Rêveberiya Xweser xwe bi hikumeta navendî ve girê nade, heta di aliyê bersivdana pêdiviyên civakê û xwerêxistinkirina di gund, tax, bajar û herêman de hewl dide navendîbûna dewletê, tegeh, zihniyeta nijadperestiyê ya dewletê lawaz bike.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di hundirê civakê de ye û hemû civakê hembêz dike, bingehên wê vîn, daxwaz û pêdiviyên civakê ne.
ÇI BINGEH JI BO MISOGERIYA TEMSÎLKIRINA RAST A PÊKHATEYAN HAT PEJIRANDIN?
Ji dema damezrandina Rêveberiya Xweser ve, wê hewl da modeleke rêveberî ya nû ya xwe dispêre rêzgirtina pirrengî û jiyana hevbeş di nava pêkhateyên netewe, ol û civakî de, ava bike. Ji bo pêkanîna vê yekê, rêveberiyê xwe spart komek ji rêgezên ku nûnertiya adilane di her beşek civakê de dike. Divê ev yek dûrî siyasetên dûrxistin û paşguhkirinê bin.
Yek ji van rêgezan têgeha neteweya demokratîk e. Ew jî bingeha fikrî û siyasî ya ku Rêveberiya Xweser jê dest pê kiriye. Li gorî vê têgehê, her pêkhateyek çi Kurd, Ereb, Suryan-Asûr, Ermenî, Tirkmenî yan jî hwd xwedî maf in ku beşdarî rêvebirina kar û barên herêmê be. Divê nasnameya yek netewe û yek ol li ser tevan jî neyê ferzkirin.
Ji bo pêkanîna vê rêgezê bi awayekî pratîk, Rêveberiya Xweser di tevahî saziyên xwe de sîstema hevserokatiyê pejirand. Mêr û jin ji pêkhateyên cud di rêveberiya meclis û rêveberiyan de hene. Ev ne tenê hevsengiyekê di navbera her du zayendan de pêk tîne, lê temsîlkirina wekhev a neteweyan misoger dike, nahêle desthilat ji aliyekî ve were keysbazkirin.
Rêveberiyê di meclis û desteyan de rêbaza beşdarî û temsîlkirina her pêkhateyekê bi kar anîn. Di van saziyan de nûnerên ji tevahî pêkhateyan li gorî rêjeya niştecihbûnê û hebûna wan a erdnîgarî hene. Endamên van saziyan an bi rêya hilbijartinan an jî bi rêya lihevkirinên di navbera meclisên gel tên vebijartin, ji bo ku were misogerkirin ku her pêkhateyek temsîla xwe hebe, bi taybet a ku berê hatibû paşguhkirin.
Rêveberiyê girîngiyek mezn da ziman û çandê. Zimanê Kurdî, Erebî û Suryanî wekî zimanên fermî nas kir û ev ziman di dibistanan de hatiye pejirandin. Dezgehên çapemeniyê bi her zimanekî hatin avakirin, derbirîna çandî û olî ya serbest hat teşwîqkirin. Wê jî hişt nasnameya her pêkhateyekê were parastin û hestên wan ên aîdiyetê were xurtkirin.
Ev pergala rêveberî bi rêya komînan û meclisên gel li ser bingeheke gel a berfireh hat avakirin. Ev sazûmanî ji hêla şêniyên li taxa û gundan bi xwe tê birêvebirin. Ew şênî yekser beşdarî dayîna biryaran û çavdêriya performansa rojane ya xizmetguzariyan dibin.
Vê rêveberiyê saziyên ewlehî û parastinê ava kirin. xelkê tevahî pêkhateyan di avakirina Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSDˊê de beşdar bûn. Wê yekê ruhê hevgirtin û hevkariyê ya parastina herêmê li dijî gefan xurt kir.
ŞAHIDÊN ZINDÎ
Şahidên ji nûnerên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku çawa Rêveberiya Xweser hat avakirin û bû modeleke hevakariya demokratîk ya berfireh û vîna tevahî gelên herêmê nîşan da.
REWŞA PAŞGUHKIRINA DÎROKÎ HAT DERBASKIRIN
Girêdayî mijarê, siyasetmedar Ferhan Dawûd diyar kir ku Kurd "xwediyê şoreşa rastîn in" û di avakirina projeya Rêveberiya Xweser de "stûna bingehîn" in. Dawûd anî ziman ku rola Kurdan a pêşeng, parastina mafên mirovan û pêşxistina pergala demokratîk a berfireh hişt ku Kurd rewşa paşguhkirina dîrokî derbas bikin, li ser asta neteweyî bibin xwedî proje û hêzeke birêxistinkirî.
Berdevkê Partiya El Weten El Sûrî Dr. Mihemed El Derwêş Rêveberiya Xweser bi "Tecrûbeya demokratîk a nimûne" wesif kir, ku pirrengî û piraliyê xurt dike, birêvebirina yekalî weke "rêveberiya Kurd" red dike. Di Rêveberiya Xweser de tevahî pêkhate hene, bi ruhekî hevkar tê birêvebirin. Rêveberiya Xweser Hevpeymanek Civakî îmze kir û weke destûreke berfireh a parastina mafên mirovan û misogeriya beşdariya adilane tê dîtin.
PÊŞXISTINA MAFÊN SIYASÎ Û CIVAKÎ
Endama Partiya Yekitiay Suryanî Sewsen Ebid El Ehed jî li ser rola pêşeng a Suriyayan di şoreşê û Rêveberiya Xweser de axivî. Sewsen diyar kir ku rêveberiya ji wan re derfet vekir ku nasnameya xwe ya netweeyî û çandî pîroz bikin weke cejna Ekîto.
DI NAVBERA TEVAN DE WEKHEVÎ
Endamê Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê Farûq Tozo Şoreşa 19ˊê Tîrmehê bi "Şoreşa avakirin û yekkirinê" wesif kir û diyar kir ku Rêveberiya Xweser di nava pêkhateyan de wekhevî bingeh girt, derfeteke dîrokî ji pêkhateyên biçûk re vekir ku xwe îsbat bikin, rê li ber kiryarên dûrxistin, hegemoniya siyasî ya ku berê serwer bû, girt.
Ev şahid, rastiya Rêveberiya Xweser ku modelek demokratîk a berfireh û hevkarî ye, pirrengiyê xurt dike, nîşan dide. Li kêlek wê jî destekê dide mafên tevahî pêkhateyan bi rêya beşdariya aktîv a li ser bingeha edalet û rêzgirtinê.
BANDORA RÊVEBERIYA XWESER LI SER ELEWÎ Û DURZIYAN
Piştî şikandna têgeha navendî ya li Sûriyeyê bi salan serwer bû, modela Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di hişmendiya siyasî û civakî ya Sûriyeyiyan de veguherîneke cewherî ava kir. Bi hilweşîna saziyên navendê piştî şer re, ev model weke altarnatîfeke partîkî derket pêş. Vê yekê hişt ku gelek Sûriyeyê di nav de Elewî û Durzî girîngiyê bidinê.
Rojnamevan û çalakvan Însaf Silêtîn a ji mezheba Elewî diyar kir ku modela Rêveberiya Xweser pêngavek kalîteyê hişmendiya tevahî Sûriyeyiyan de avêt, nemaze piştî ku vê modelê xwe îsbat kir ku heta di şer û parçebûnê de demokrasî pêkan e. Însaf anî ziman ku ev modela ku ji Kobanê ve dest pê kiriye, heta bi Dêrik û Efrînê çûye xwe îsbat kir ku şiyana wê heye ku rêxistinbûyîneke berfireh a birêvebirina kar û barên welatiyan ava bike, bêyî ku yekser ew û saziyên dewletê bikevin nava hev.
Der barê Elewiyan de Însaf destnîşan kir ku vê mezhebê ji ber nebûna edalet û hemwelatiya wekhev berdêleke giran da û ji ber vala desthilatê li perava Sûriyeyê rastî komkujî û binpêkirinan hat. Vê yekê piranî teşwîq kir ku bi modeleya Rêveberiya Xweser a di pratîkê de ye bifikirin.
Însaf bal kişand ser rola jinan di vê modelê de û diyar kir ku ev jêdera îlhamê ye. Însaf aşkera kir ku beşardiya jinê di rêvebirî û siyasetê de modelek girîng pêşkêş kir û ev yek dikare bi taybetmendiyên li perava Sûriyeyê re were adaptekirin. Ji ber ku li peravê pirrengiyek dişibe ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye.
Têkildarî girîngîdayîna Elewiyan û fikirandina wan ji bo vê modelê Însaf got vê modelê, bêyî ku bikeve xefka tolhildanê û bertekan, navendî û destpotî derbas kiriye.
Însafê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ev model nîşan dide ku ger gel xwedî biryar be, dikare modeleke adilantir ava bike û ji mafên Sûriyeyiyan e ku di pergaleke wekhev û adilane de bijîn.
GELO RÊVEBERIYA XWESER PROJEYEKE XWECIH AN DENDIKA ÇARESERIYA NETEWEYÎ YE?
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hema dikare bibe modela yekane ku hişmendiya dûrxistinê ya klasîk li Sûriyeyê derbas kiriye û modelek demokratîk a hevbeş ku xwe dispêre pirrengî û hevdu naskirinê. Di demekê de ku Sûriyê di aloziyekê de ye, ev proje weke çirûksa hêviyê tê pêşkêşkirin û rêyek ber bi avakirina Sûriyeya pirrengî ya nenavendî ve ye.
(fr)
ANHA
