1. Hemû Nûçe

  2. Hevpeyvîn

  3. Bi Îbrahîm Seydo Aydogan, hevberdevkê HDK'a Fransayê re çîroka van salên dawîn
Bi Îbrahîm Seydo Aydogan, hevberdevkê HDK'a Fransayê re çîroka van salên dawîn,bi,îbrahîm,seydo,aydogan,hevberdevkê,hdk'a,fransayê,re,çîroka,van,salên,dawîn

Bi Îbrahîm Seydo Aydogan, hevberdevkê HDK'a Fransayê re çîroka van salên dawîn

Hevberdevkê HDK'ê Îbrahîm Seydo Aydoganî pirsên Amîda Kurd ên der barê Rojava û hêzên navnetewî de bersivandin.

A+ A-

Rêzan Tovjîn: Birêz Îbrahîm Seydo Aydogan, hevberdevkê HDK'a Fransayê,parçeyekî din ê Kurdistanê ji nav destên dagirkeriyê bi piranî hat rizgarkirin, hîn jî rizgarkirina wê didome. Tu kesekî weha yî ku ji ciwaniya xwe ve rojeva Kurdistanê dişopînî, te texmîn dikir ku rojekê Rojava berî Bakur rizgar bibe? Di çavên te de, dora wê di nav çar parçeyan de çendemîn bû?

Îbrahîm Seydo Aydogan: Heger mirov bala xwe bide dîrokê û tundî û xurtiya desthilatdariya li Sûriyeyê, tu hêvî ji bo Rojavayê Kurdistanê nebû. Lewre, ji bilî çend hêz û partiyên ku ji ber zextên muxaberata sûrî ve nikarîbûn di nava gelî de belav bibûna, tevgereke siyasî ya xurt jî li wira nebû ku gel bi rêxistin bikiraya. Me jê re digot "Binxetê", lewre bi xwe weke herêmekê jî nedihat pejirandin. Rojava, heta berî nuha bi çend salan, bêtir, weke baxçeyekî ji bo hemû tevgerên kurd dihat naskirin. Serê sedsala 20'an, rewşenbîrên kurd li wira civiyabûn û Xoybûn pêk anîbû. Her ji wê demê ve, Binxet bûbû stargehek. Di salên 80'î de jî, hemû partiyên kurd yên parçeyên din ew herêm weke kelehekê bi kar dianî; lê belê berî sala 2004'an tevgereke girseyî li wira pêk nehatibû. Ji xwe, hişmendiyeke polîtîze ji berê de li wira hebû, lê belê ji bilî alîkariya parçeyên din, navê Binxetê di qada siyasî de nedihat bihîstin. Lewma, heta ku rejîma sûrî neşikestaya, kesî hêvî nedikir ku rewş li Rojavayê Kurdistanê biguhertaya. Dora wê ya dawîn bû. Lê belê, şoreş li doran nanihere. Ya ku şoreşan pêk tîne, rewş e. Rewş yan musaît dibin, yan jî ji nişka ve bûyerek dikare rewşê amade bike.

R. Tovjîn: Çi bû tişta ku Rojava wiha (li gor me) zûtir ji nav destên dagirkeriyê rizgar kir?

Î. S. Aydogan: .Gava ku Bihara Erebî gihîşt Sûriyeyê, desthilatdariya wî welatî nikarîbû êdî mîna berê rê li ber tevgerên cuda bigirtaya. Kesên ku bi diyalektîka dîrokî dizanin, dê fahm bikin ku Bihara Erebî ne tiştekî weha bû bi demê re kemiliye. Gîhandina hesta muxalefetê têrî şoreşan nake. Lewre, di şikestina dîktatoriyan de alava sereke qelsiya wan e. Ev qelsî ji wê tirsê tê ku rejîmên tundrew ji bo parastina xwe li welêt ava dikin. Gava ku bingehê wê hilweşe, tiştek jê namîne. Di vira de, xaleke din jî heye ku hemû xwendinan têk dibe: Kurd di nava Sûriyeyê de xurt nebûn jî, bi rêxistina xwe ya siyasî ve û bi berxwedana xwe ya şêrane ve bi awayekî weha ve bi ser ketin ku kesî ji wan hêvî nedikir. Tişta ku berxwedana Kobanê di dîroka Kurdan de kir, dê bi tu awayê din ve nikarîbûya bihataya kirin! Rejîm têk çûbû û herêm dê biketaya nav destên Barbaran. Vê tevliheviya herêmê derfeteke nedîtî da destê Kurdan. Divê neyê jibîrkirin ku heta wê demê kesî navê YPG'ê nizanîbû. Lê, YPG'ê hassasiyeteke weha ava kir ku Kurdên ji çar aliyan xwe di bin alaya wê de li hevdu girt û di dîroka Kurdistanê de mezintirîn şerrê doza kurdî kir. Siyaset û dîplomasiya ku Tevgera kurdî di wê dewra tevlihev de bi zîrekî meşand, dê demeke dirêj di dersên siyaseta şoreşan de were nîqaşkirin; lewre cara yekem bû ku her tişt amade bû û stratejiya Kurdan bi ser diket. Dev ji neyarên Kurdan berde, di nava Kurdan de jî, muxalifên vê Tevgerê hê jî bawer nakin bê ev tevger çawa li wira bi ser ketiye, lewre wan nizanîbû ku rêxistiniya amade dikare şoreşan di demine weha de biteqîne ku xelk lê ecêb bimînin. Kî amade be, ew bêtir û xurttir bi ser dikeve. PKK'ê di vira de derseke mezin da dîroka şoreşan. Lê, rastiyeke din jî heye. Em hîn jî nikarin bibêjin ku Rojava rizgar bûye, lewre xetereya mezin nuha dest pê dike; mesele ne rizgarkirina wê ye; ya girîng, parastina wê ye. Dersa herî mezin û şoreşa herî mezin dê di parastina wê de be ku ancax bi yekîtiya Kurdan ve dikare guncaw bibe. Lewma, ji dêleva ku em qetan ji canê hevdu bikin, divê em pişta hevdu bigirin.


R. Tovjîn: Li gor te, heke şerê navxweyî yê Sûrî wekî planeke navnetewî be, di vê planê de aktorê sereke yê Kurdên wir KDP bû, an PKK bû?

Î. S. Aydogan: Ez bawer nakim ku di şerrê Sûriyeyê de hesabekî mezin li ser Kurdan hatibe kirin. Lewre, di komcivînên berî şoreşê de diyar dibû ku hêzên muxalif yên Sûriyeyê zêde guh nedida Kurdan. Lê belê, pratîka ku PKK'ê li wira nîşan da, hesabê hemû hêzan tev li hev kir, lewre kesî bawer nedikir ku Kurd bikarin weha li ber xwe bidin. Heger Rojava têk neçe, PKK û modela wê ya "neteweya demokratîk" dikare bandora xwe li seranserê Rojhilata Navîn bike; lewre ew ê êdî ne tevgereke şoreşger be, lê êdî ew ê bibe modeleke şoreşgeriyê ku hatiye cerribandin. Lewma aktorên sereke xwe di şerrî de nîşan didin. Ya rast, PKK jî û PDK jî di vê tevliheviyê de, bûn aktorên girîng, lewre hêzên bejayî tenê ew in. Lê, daxuyaniyên ku ji destpêka şerrî ve li dijî hev didin, bi tenê kêfa dijminan tîne. Hêvî dikim ku Kurd ji vî şerrî bi serfirazî derkevin, beyî ku di nava wan de cudabendiyên kûr pêk werin. Heger PKK neçûya alîkariya Başûrî, rewşa Herêma Kurdistanê di xetereyeke mezin de bû, lewre em giş dizanin ku DAES gihîştibû ber Hewlêrê. Her weha Pêşmerge jî bi hêzeke piçûk be jî çûn hawara birayên xwe yên YPG'ê ku xelkê me yê Bakurî mîna cejnekê derbasbûyina wan pîroz dikir. Îroj li Iraqê PDK û PKK, li Sûriyeyê jî YPG û YPJ pêşengiyeke mezin li qada şerrî dikin. Çiqas nêzîkî hev bibin, li xêra me hemûyan e, lewre destkevtiyên me ancax bi yekîtiyeke neteweyî ve dikarin werin parastin, ne bi cudahiyan ve. Lê, daxuyaniyên birêvebirên siyasî ku em di çapemeniyê de dixwînin, ku dibêjin "heger ji vira neçin, em ê çekan bi kar bînin", mixabin wan li ber çavên mirov reş dikin û hemû sempatiya mirov ya ji bo wan kêm dikin.


R. Tovjîn: Tu rola Turkî di nav plana destpêkê ya Sûrî de çawa dinirxînî? Rola wê ya destpêkê çi bû? Dû re li gor rola xwe meşiya, an bi planê re hat hemberî hev?

Î. S. Aydogan: Tirkiye rasterast neket nava pirsgirêka Sûriyeyê, lewre hesabekî wê yê zîrek hebû. Ji ber ku Sûriye welatekî cîran bû, rayedarên tirk bi hêzine cuda ve hesabên wergirtina axa cîranê xwe kiribû. El Nusra û DAES an hêzên Tirkmenan an jî Artêşa Sûrî ya Azad, hemûyan pişta xwe sipartibû Tirkiyeyê. Qey hesabekî Tirkiyeyê jî di wan de hebû; lê belê berxwedana YPG'ê ya Kobanê hemû hesabên wan tev li hev kirin. Lewma Tirkiye mecbûr ma ku bikeve erda Sûriyeyê, lê belê ji dêleva ku li DAES'ê bixe, berê topên xwe dide YPG'ê ku ev ne li xêra Tirkiyeyê ye, lewre ew dever dê bibe Vietnama Tirkiyeyê.

R. Tovjîn: Me dît ku Turkî hêzên FSA bi alîkariya Amerîkayê perwerde kir û destekeke mezin da wan. Îran û Rûsya ji ber van kirinên xwe anî hemberî xwe. Bûyerên mezin çêbûn. Ma Turkî nizanibû ku Sûrî têkilhev bibe dê Kurd jê sûdeyê wergirin? Tişta ku Turkî ev qasî xist xefletê gelo kîjan rewşa Kurdan bû?

Î. S. Aydogan: Tirkiye îroj çiqas înkar bike jî, siyaseteke kirêt meşand û alîkariya mucahîdan kir. Di bin navê perwerdehiya muxalifan de, hêzên muxabereta xwe şandin wira û alîkariya lojîstîk da mucahîdan ku Neteweyên Yekbûyî jî di vî warî de bi aşkereyî guman bir ser rola Tirkiyeyê. Tirkiyeyê zêde guh nedida Kurdan û hesabê wê nekiribû ku PKK hêzên xwe bişîne Rojavayê. Her weha hesabê wê nekiribû ku Kurdên Bakurî bi fiîlî tev li refên YPG'ê bibin. Hikumeta Anqereyê xeşîm bû. Qumareke mezin danîbû ber xwe û ji dêleva ku bi destê Kurdan bigire û bi wan re li hev were, pişta dijminên Kurdan girt. Ji xwe, ji ber ku berxwedana Kobanê bi ser ket, pêvajoya çareseriyê jî têk bir; lewre hesabê wê ew bû ku tevgera kurdî qels bikeve û serî li ber daxwazên Tirkiyeyê bitewîne. Weha nebû û hemû hesab têk çûn. Lê, ji ber ku bi dilê wê ve nebû, Tirkiye dikeve nava xeletiyine xirabtir, lewre dijminahiya leşkerî ya bi Kurdan re û li ser eniyên weha aşkere dê nîşan bide ku xeletiya dîrokî ew bû ku Tirkiye ketiye Sûriyeyê. Divê em vê jî bizanin ku berî şoreşê, li Sûriyê, hêzên kurd yên çekdar tunebûn. Tirkiyeyê digot qey dê DAES Kurdan qir bike, lê weha nebû, lewre hêzên kurd yên çekdar li Sûriyê nebûna jî, ne li dûrî wê bûn. Binxet ji bo Bakuriyan ne mîna Başûr bû; binxet parçeyekî wêneyê mezin bû ku Tirkiyeyê ji xwe ev dereng fahm kir.


R. Tovjîn: Amerîka jî, Îran û Rûsya jî li Sûrî hatin astekê. Tu bawer dikî ku Amerîka keda xwe ya ku li nav Sûrî ji Îran, Rûsya û Sûrî re rojekê bihêle û biterikîne?

Î. S. Aydogan: Amerîka dê nehêle ku ji bilî wê ve çareseriyek were avakirin. Lewma Tirkiye bi ser Rûsyayê de şand, lê belê Tirkiye ji sînorên xwe yên bi Îranê û ji nêzîkahiya Rûsyayê tirsiya. Hesabê li ser Yekîtiya Ewropayê jî dîsa bi rêya Amerîkayê ve xitimî. Sedem jî ew e ku baweriya kesî nema bi AKP'ê û Erdogan ve tê. Hikumeta Anqereyê jî ev fahm kiriye. Lewma ji xwe re li dostine nuh gerriya û berê xwe da Rûsyayê û Îranê. Lê belê, Îran li ser du textik û bizmarekî maye û Rûsya jî ne ewqasî xurt e ku bikare beyî Îranê li herêmê bibe xwedan peyv. Waye desthilatdariya Amerîkayê guherî. Nuha, em ê dîsa bibînin ku Rûsya dê para xwe ji vê bazara nû wergire û ji Sûriyeyê derkeve û paşê Amerîka dê bi navê Yekîtiya Neteweyan ve çareseriyeke li gorî dilê xwe ava bike, lê belê kes dê bi hesabên paş perdeyan ve nizanibe, lewre ew bazar tu caran ji raya giştî re nayên aşkerekirin. Kîmyaya siyaseta navneteweyî weha ye: mirov fortan li ber çapemeniyê li hevdu dike, lê belê hesabên aborî û niyetên li ser bazara navneteweyî li hevdu nakin, lewma axir Amerîka dê biryarê bide. Ji ber wê ye ku hevdîtinên Astanayê pûç man û paşê Rûsyayê hevdîtin bi PYD'ê re pêk anîn. Lewre heta ku Kurd nebêjin erê, tu çareseriya daîmî nikare pêk were û êdî her kes bi vê dizane.

R. Tovjîn: Li gor te li Başûr û Rojava Amerîka Kurdan di warê serxwebûnê de destek dike, an hîn jî ji wan re dibêje "bi dewleta navendî re bixebitin"?

Î. S. Aydogan: Hesabê Amerîkayê an jî welatine din yên Ewropayê ne ew e ku Kurd serbixwe bin an na. Ew li deshilatdariyên hevbend digerrin. Me meha 12'an li Senatoya Fransayê behsa Sykes-Picotê kir û min li wira jî got ku nuha Sykes-Picota duyem pêk hatiye, lê ya ku dê qedera herêmê tayin bike jî Sykes-Picoteke sêyem e ku ji her duyên din cuda ye. Lewre vê carê Kurd bi xwe dê şiklê dawîn bidin herêmê. Cara yekem e ku xwediyê herêmê dê bi xwe sînoran diyar bikin. Ji bo vê jî divê Yekîtiya Kurdan pêk were. Nuha hemû çalakiyên Tirkiyeyê û bandora wê ya li ser Başûr jî ew e ku rêyê li ber vê yekîtiyê bigire. Lewre, ew jî dizanin ku heger ew yekîtî pêk were, hemû nexşeyên dunyayê dê ji nû ve werin çêkirin. Ez aşkere bibêjim: Başûr dê serbixwe bibe û Rojava jî dê bibe otonomî. Di pratîkê de ji xwe her du jî pêk hatine, lê dîplomasî warekî weha ye ku em hê fêrî wê dibin û em ê di ber şerrê xwe re ancax bi dîplomasiyê bi ser bikevin.

R. Tovjîn: Kurdên Rojava Komara Demokratîk a Federal wekî sîwan, herêma xwe jî wekî Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûrî îlan kirin. Li gor te Kurdên Rojava stratejiyeke rast digerînin, an şaş dikin?

Î. S. Aydogan: Di nava Kurdan de, li ser navan nîqaşeke bêwate heye. Siyaset tiştekî weha ye ku ji bo ku tu bigihîjî armancên xwe tu divê bikarî stratejiyan li ser navan jî bikî. Nav çi be jî, bila Kurd ji bindestiyê azad bibin, besî me ye. Asêbûyina di navan de têgihîştineke siyasî ya teng e ku ancax kesên ji vîzyoneke siyasî bêpar dikarin bikevin nava ramanên weha. Ya ku nîşan dide bê stratejî şaş e an na, dê encama wê be. Heta ku encam bi dest nekeve jî rê ji hemû nîqaşan re vekirî ye. Rewş ewqasî tevlihev e, lê mirov dibîne ku nîqaşên bêwate li ser navan tên meşandin ku ev yek xizaniya me ya rewşenbîrî û siyasî ye.

R. Tovjîn: Kurdên Rojava ji sala 2011'an heta nuha jin derxistin pêş. Jinên YPJ'ê li qada navnetewî bûn semola Rojava û Kurdan. Her wisa xwe wekî rizgarkerên Êzdî, Ermenî, Suryanî, Îsewî û olên din nîşanî cîhanê dan. Ji vî alî ve jî li qada navnetewî nav dan, bi sempatî hatin şopandin. Li gor te ev vîzyon û stratejiyeke plankirî bû, an sîmultane geriya?

Î. S. Aydogan: Tevgera PKK'ê tekane tevgera rojhilatî ye ku bi avakirina "mirovê nû" ve tev rabûye. Mijara "jinê" di nava vê têgihîştinê de prensîbeke bingehîn e. Jina ku ev raman lê digerre, jina azad e. Lewre, jin ne bi tenê bindesta mêran e, lê her weha bindesta rola xwe ya dîrokî û civakî ye ku perwerdehiya wê li gorî wê rolê ava bûye. Ji bo ku ev rol biguhere, divê qad hebe ku jin xwe weke endameke civakê ya hilbêr û çalak bide xuyakirin. Her çend kêm be jî, me di siyaset û hunerê de gellek jinên kurd dîtine heta nuha. Di şerrî de, bi tenê gerîllayên PKK'ê yên jin hebûn, lê belê YPJ'ê yekîneyên jinan ava kirin ku li Rojhilata Navîn yekem artêşa jinan e. Berê, di artêşa finlandî de, di ya brîtanî de û hetta di ya rûsî de jî yekîneyên jinan di dîrokê de hatine dîtin, lê li Rojhilata Navîn û tew di nava gelekî musulman de, tiştekî wusa peyda nebûye ku jin rahîjin sîlehan û biçin şerrî. Jina kurd di nav şer de azad bû û ev ne stratejiyek e, ev felsefeya PKK'ê bi xwe ye ku me li jorê jî behs kir. Li Ewropayê gellek kovaran şervanên jin di berga xwe de nîşan didin û li ser wan bi dehan fîlm û bername hatine çêkirin.

R. Tovjîn: Piştî Rojava, gelo tu texmîn dikî ku hîn jî derfet maye ku Îran û Turkî dagirkeriya xwe li ser Kurdan dirêjtir bidomînin?

Î. S. Aydogan: Ha îroj ha sibê, Kurd dê rizgar bibin, lê em nizanin bê ev yek dê kengî pêk were. Elbet, hebûna Rojava û teqezkirina wê û avakirina û parastina wê dikare bandorê li parçeyên din jî bike.

R. Tovjîn: Em wekî Amîda Kurd spasiya te dikin ji bo te dema xwe ji me re veqetand. Ya rast, em pir kêvxweş bûn bi rola te ya di HDK'ê de. Em di karê te û hevberdevkiya HDK'ê de serkeftinê ji te û hevalên te re dixwazin.

Î. S. Aydogan: Spas. Her hebin.Ez jî diweşana we de serkeftinê ji we re dixwazim.