1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Destana PKK'ê 27'ê Mijdarê
Destana PKK'ê  27'ê Mijdarê,destana,pkk'ê,27'ê,mijdarê

Destana PKK'ê 27'ê Mijdarê

Destana PKK'ê ku ji damezrandina Tevgera Azadiyê ya Kurd heta bi vê serdemê qala rêveçûna dîrokî dike, di 27'ê Mijdarê de hate weşandin.

A+ A-

Destana PKK'ê fîlmekî muzîkal e ku gotin û awaza xwe ya Koma Awaza Çiya ye. Senaryo jî ji aliyê Şêro Hindê û Rêber Habash ve hate amadekirin. Şêro Hindê her wiha derhênerî ji fîlm re kir, Diyar Hesso jî jê re bû alîkar. Derhêneriya dîmenê fîlm jî ji aliyê Elî Feqe ve hate kirin. Aranjorê fîlm Mehmûd Berazî, li mîksê jî Seyîd Riza Sîlbûs cih girt.

Fîlm bi piştgiriya hêzên YPJ, YPG, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Parastina Civakî, Navendên Çand û Hunerê yên Dêrik, Hesekê, Tebqa û tîma Ronahî TV li Rojavayê Kurdistanê hate çêkirin. Alîkarê Derhêner Diyar Hesso li ser Destana PKK'ê ji ANF'ê re axivî.

VEJÎNA GELÊ KURD

Diyar Hesso Destana PKK'ê weke vejîna gelê Kurd pênase kir û got, "Gelê Kurd bi Tevgera Azadiyê ya Kurd re ji nû ve vejiya. PKK ji bo parastina hebûn û azadiya vî gelî têdikoşe. Ji bo azadî û serketinê hem ji gelê Kurdistanê hem jî ji cîhanê re dibe mînak. Ev yek jî bi ked, hewldana bi salan a Rêber Apo pêk hat."

MUZÎK Û DÎMEN BI HEV RE HATIN AMADEKIRIN

Hesso anî ziman ku karên muzîkê û dîmenan bi hev re hatin meşandin, karekî hevgirtî jî be xwedî taybetmendiyên cuda ne û got, "Ya bingehîn, mijara muzîkê bû. Ji bo hest û atmosfera têkoşînê bê nîşandan beşa muzîkê girîng bû. Zêde kar jê re diviyabû, afirînerî û pêngaveke nû jê re diviya bû. Li gel diyarkirina muzîkeke guncaw her wiha destnîşankirina dengbêj û koroyê jî gelekî girîng bû. Li Kurdistanê cara yekê ye ku di vê astê de karekî bi vî rengî tê kirin. Di dîroka me ya partiyê de cara yekê ye ku karekî di vê astê de yê hunerî tê kirin. Aliyê din ê Destana PKK'ê jî dîtbarî bû. Ji aliyekî ve hêsan bû, li aliyê din jî zehmet. Hêsan bû ji ber ku muzîk amade bû, ne projeyeke ji sifirê bû. Muzîk, rîtim, hest û çîrok amade bû. Ya mayî ew bû ku dîmen û muzîk li hev bê anîn."

DESTANA PKK'Ê GAVEKE NÛ BÛ

Hesso ragihand ku çarçove, amadekarî û karên perwerdeyê yên Destana PKK'ê gaveke nû ye û got, "Hem ji aliyê muzîkê hem jî ji aliyê dîmen ve karekî nû bû. Karê pwerdeya xwe û tîma xwe bi hev re hate meşandin. Muzîk karekî hîn ziravtir bû, lewma hîn bêhtir demdirêj bû. Di dîmen de jî ji aliyê dans û folklorê ve zehmet bû. Sê, çar meh dem tenê ji bo tîmên govendê û dansê hate veqetandin. Danseke nû bû. Girîng bû ahengî di navbera muzîk û koreografiyê de hebe. Gelekî zehmet bû ku dansa hêjayî têkoşîn û berxwedana mezin a PKK'ê bê diyarkirin."

KEDA MEZIN A GEL

Diyar Hesso destnîşan kir ku Destana PKK'ê berhema bi hezaran kesî ye, li Rojavayê Kurdistanê hate kişandin û got, "Li gundê Susê yê Dêrikê, li herêma Koçeratê û li gelek navçe û bajarokan dîmen hatin kişandin. Gel cihê xwe di nava vê projeyê de girt. Ya nepêkan hate biserxistin. Bingeha Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê û paradîgmaya Rêber Apo azadiya jinê, civak û xweza ye. Ev yek jî aliyekî girîng ê dîroka têkoşînê ye. Lewma di dîroka têkoşînê de azadiya jinê, civak û xweza li pêş e. Di dîmen de jî me xwest vê nîşan bidin."

DESTANA VEJÎNÊ YA GELEKÎ

Li ser sedema destankirina PKK'ê Diyar Hesso got, "Em di sala 50'î ya meşa Rêber Apo ya ber bi azadiyê de ne. Têkoşîna Rêber Apo meşeke azadiyê ya bêhempa ye. Li bendê bûn ku lawaz bibe, têk biçe, lê roj bi roj mezin bû, bedew bû û gihîşt vê astê. Ne tenê ji bo gelê Kurd û Kurdistanê bû. Dema ku mirov rewşa dawî binirxîne, bûye têkoşîneke enternasyonal û ji ailyê cîhanê ve pejirandin. Destaneke bêeman e. Destanek bû ku nepêkan bû. Rêber Apo û PKK'ê bi îradeyeke mezin pêk anîn. Yek ji nirxên herî pîroz ên vê rêwîtiya têkoşîna azadiyê li Rojavayê Kurdistanê gihîşt asta herî bilind. Ev têkoşîn tenê bi destanekê dikarîbû bihata vegotin. Dîroka gelekî li ber tunebûnê bû, lê ji nû ve vejiya, tenê bi destanekê dikarîbû bihata vegotin. Ev destan destana vejînê ye."


          

 


Bêjeyên Miftehî