1. Hemû Nûçe

  2. Hevpeyvîn

  3. Enwer Muslim: 1'ê Mijdarê doza kurdî gihand asta navneteweyî
Enwer Muslim: 1'ê Mijdarê doza kurdî gihand asta navneteweyî,enwer,muslim,1'ê,mijdarê,doza,kurdî,gihand,asta,navneteweyî

Enwer Muslim: 1'ê Mijdarê doza kurdî gihand asta navneteweyî

A+ A-

Enwer Muslim Roja Piştgiriya Kobanê ya Cîhanê bi xaleke girîng bi nav kir û got: "Êdî gelên cîhanê nema rehînên biryarên hikumetên xwe ne, lê yekser biryara piştgiriya Kobanê dan. Piştî berxwedana Kobanê doza Kurd bû dozeke cîhanî."

Gelên cîhanê 1'ê Mijdara 2014'an Roja Piştgiriya Kobanê ya Cîhanê ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê ragihandin. Bi milyonan mirov li gelek dewletan bi hemû ol, netew, mezheb û etnîkan bi hildana alên YPG û YPJ'ê daketin qadan û dirûşmeyên silavkirina berxwedana kurdan û şermezarkirina êrişên DAIŞ'ê qîr kirin, her wiha bang li civaka navneteweyî kirin ku destwerdanê bikin û ji bo piştgiriya Kobanê tedbîran bigirin.

Li ser vê mijarê Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Enwer Muslim bersiva pirsên ANHA'yê dan.

Hevpeyvîn wiha ye:

KOBANÊ BI MEHAN LI HEMBERÎ ÇETEYÊN DAIŞ'Ê BERXWEDANEKE MEZIN RABER KIR, GELÊN CÎHANÊ JI BO PIŞTGIRIYA VÊ BERXWEDANÊ DAKETIN QADAN Û 1'Ê MIJDARÊ WEKÎ ROJA PIŞTGIRIYA KOBANÊ YA CÎHANÊ RAGIHAND. GELO SEDEMA VÊ PIŞTGIRIYÊ ÇI YE?

Sedema vê piştgiriyê tirsa ku qetlîma li Şengalê ya li dijî gelê Kurd ê Êzidî, qetilkirin, revandin û koçberkirin dubare bibe. Ji ber vê yekê li gund û bajaran a li dijî DAIŞ'ê berxwedanî hate meşandin, vê yekê hişt ku alîgirên demokrasî û mirovahiyê li sedan bajaran piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê.

PIŞTGIRIYA CÎHANÊ DI ALIYÊ SIYASÎ DE JI BO GELÊ KURD TÊ ÇI WATEYÊ?

Piştgiriya cîhanê ya di aliyê siyasî de wê dide nîşandan ku, gelên cîhanê êdî li benda hikumetên xwe neman ku biryara piştgiriyê bide, lê belê yekser helwesta xwe diyar kir. Mîna vê piştgiriyê nuqteyeke veguherînê di doza Kurd de li ser asta cîhanê ye, êdî doza Kurd nema rehînê berjewendiyên dewletên herêmê ye.

GELO EM DIKARIN ROJA 1'Ê MIJDARÊ WEKÎ XALEKE DÎROKÎ LI SER ASTA VEKIRINA CÎHANÎ LI SER DOZA KURDÎ BI NAV BIKIN?

Helbet, nuqteyeke veguherînê li ser asta cîhanê ye, tevî azarên ku gelê Kurd di serdeman de, bi taybet di sedsala 20'an de ji aliyê pergalên serwer ve çi li Sûriyê be, an Iraq an jî Tirkiyê be kişandine, lê doza Kurd di nava serdeman de dûrî qadên navnetewî bû. Ji ber wê berxwedana Kobanê û piştgiriya navneteweyî roleke mezin di rakirina tarîtiya li ser doza kurdî lîst.

DEWLETA TIRK PÎROZKIRINA VÊ ROJÊ WEKÎ SÛC DIBÎNE, LI SER VÊ LI DIJÎ ENDAMÊN PARTIYA DEMOKRATÎK A GELAN (HDP) OPERASYONÊN QIRKIRINA SIYASÎ PÊK TÎNE. ÇIMA VÊ YEKÊ DIKE?

Mixabin dewleta Tirk ne tenê pîrozkirina vê munasebeta cîhanî naxwaze, heman demê kesên ku vê munasebetê bi bîr tîne digire, heta rojnameyên tirkî ditirsin ku qala vê rojê bikin.

AKP'ê ji piştgiriya navnetewî ya bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ditirse, ji ber ku li van herêmên, di serî de Kobanê û dawî li Baxozê DAIŞ'ê ya terorîst hate têkbirin. Ji wê zêdetir ew e ku armanc ji hemû hewldanên Tirkiyê têkbirina jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên Sûriyê ye de ku tovên wê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin dîtin.

BERXWEDANA KOBANÊ ÇAWA HIŞT KU DAIŞ TUNE BIBE? DÎSA ÇAWA BERXWEDANA KOBANÊ BANDOR LI SIYASETÊN DEWLETÊN HERÊMÊ YÊN KU DESTEK DIDAN DAIŞ'Ê KIR?

Dema DAIŞ'ê dest danî ser bajarê Mûsil ê Iraqê, piştre jî bajarê Reqa yê Sûriyê texmîn kir ku biçe kîjan bajarî dê karibe dest deyne ser, lê li Kobanê rewş cûda bû. Ji ber neqebûna şêniyan DAIŞ'ê û berxwedana li hemberî wê destpêka bidawîbûna DAIŞ’ê li Kobanê bû.

Dewletên cîhanê yên digotin ku dê DAIŞ li Kobanê bi ser bikeve armancên wê bi bin ketin û kaxezên wê veşartî eşkere bûn, vê yekê bandoreke neyinî li wan û siyasetên wan ên herêmî û cîhanî kir.

HÛN ROLA JINAN DI BERXWEDANA KOBANÊ DE ÇAWA DINIRXÎNIN?

Rola YPJ'ê di berxwedana Kobanê de sereke û gelekî girîng bû. Nemaze nêrîna li jinan a di herêmê de şeklî bû, bêyî ku rola wê ya aktîv di civakê de hebe. Lê bi êrişên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê re, ev nêrîna klasîkî hate guhertin. Êdî di berxwedana Kobanê de û piştî wê wekî şervan û fermandar hate naskirin, û jin beşdarî rêvebirina civakî bû. Ev bi xwe pêngaveke fikirî di civakê de ava kir.

JI BO PARASTINA PIŞTEVANIYA BI BERXWEDANA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ Û BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ ÇI TÊ XWESTIN?

Ji bo parastina vê piştgiriyê têkoşîna fikirî û rêveberî ya hevpar tê xwestin da ku em bibin bingeha yekemîn a Sûriya pêşerojê. Li hemberî şerê taybet ku piraniya pergalên herêmî li ser herêmên me dimeşînin ji bo ku projeya Rêveberiya Xweser têk bibin û tevliheviyê di navbera pêkhateyan de çêbikin, divê ev têkoşîn were xurtkirin.

Divê em li kêleka Hêzên Sûriya Demokratîk bin ku sîwan û hembêzgeha hemû pêkhateyan e. Her wiha em destekê bibin saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku destkeftiyên berxwedana Kobanê û piştevaniya navnetewî biparêzin.

ANHA