1. Hemû Nûçe

  2. Hevpeyvîn

  3. Fermandarê YPG'ê Sîpan Hemo: Wê nikaribin Efrînê dagir bikin
Fermandarê YPG'ê Sîpan Hemo: Wê nikaribin Efrînê dagir bikin,fermandarê,ypg'ê,sîpan,hemo,wê,nikaribin,efrînê,dagir,bikin

Fermandarê YPG'ê Sîpan Hemo: Wê nikaribin Efrînê dagir bikin

Fermandarê YPG'ê Sîpan Hemo diyar kir ku ew ê ti carî dagirkeriya Tirk qebûl nekin û wiha got: "Efrîn wê neyê dagirkirin, berevajî em ê xeta di navbera Ezaz û Cerablûsê de azad bikin."

A+ A-

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

 

Fermandarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Sîpan Hemû der barê hewldana dagirkirina xaka Efrînê de, bersiv da pirsên rojnameya Yenîozgur Polîtîkayê.

Sîpan Hemo zêdebûna veguhestina leşkerên Tirk ji bo sînorê Efrînê nirxand û got: "Dewleta Tirk bi awayekî fermî herêmên di navbera Cerablûs, Exterîn û Babê dagir kiriyee. Ev yek bi rêya komên xwe yên çete kir. Piştî vê dagikeriyê, dewleta Tirk niha berê xwe daye şoreşa Rojava. Ev demeke, hejmareke zêde yal eşkerên Tirk li xetên Ezaz û Şehbayê tên bicihkirin."

'DEWLETA TIRK DIXWAZE CERABLÛS Û ÎDLIBÊ BI HEV VE GIRÊ BIDE'

Der barê pirsa 'armanca dewleta Tirk ji vê veguhestinê çiye?' fermandarê YPG ev bersiv da:

"Dewleta Tirk hewl dide herêma di navbera Cerablûs û Efrînê de bi temamî dagir bike. Bi vê operasyonê jî dixwaze Cerablûs û Îdlibê bi hev girê bide. Wê komên xwe yên çete derxe pêş, lê di asil de serwerî wê ya dewleta Tirk be. Piştî ku desthilatdariya xwe li herêma Efrînê saxlem bike, wê berê xwe bide deverên din ên Rojava. Dewleta Tirk dixwaze şoreşa Rojava tesfiye bike."

Fermandarê YPG'ê diyar kir, ew li bendê ne ku dewleta Tirk êrîşî Şehba û Efrînê bike û wiha got:

"Di rojên pêş de dibe ku dewleta Tirk ji Ezaz û Îdlibê êrîşî Şehba û Efrînê bike. Ji bo vê yekê rojane leşkerên xwe vedughezîne herêmê. Hin caran êrîş jî dikin. Şervanên me heta niha di cih de bersiv dane êrîşên wan."

'BILA HER KES ZANIBE; EFRÎN WÊ HEM XWE BIPARÊZE, HEM JÎ ŞEHBAYÊ AZAD BIKE'

Li ser pirsa 'gelo Efrîn a di bin dorpêçê de heta kîjan asta li hemberî êrîşan amade ye?' Sîpan Hemo wiha got:

"Wek tê zanîn Efrîn, demeke dirêj dor lê hatiye girtin. Ji sala 2012'an ve di nava têkoşînê de ye. Di pêvajoya 5 salên derbasbûyî de, şervanên me li Efrînê xeteke bi hêz a parastinê saz kirine. Şervanên me ji her alî ve xwe amade kirine. Ji xwe xelkê Efrînê jî fedekar û leheng e. Tevî hemû zor û zehmetiyan jî, bû xwedî helwesteke bi rûmet. Eger dewleta Tirk dest bi êrîşê bike, wê xelkê Efrînê mil bide milên şervanên xwe. Bila her kes zanibe, Efrîn hem wê xwe biparêze û hem jî deverên dagirkirî yên Şehbayê wê azad bike."

Li ser îdîaya ku rejîma Sûrî wê destekê bide êrîşa dewleta Tirk û helwesta Rûsya û Îranê ya li hemberî hewldana dagirkirina Efrînê, fermandarê YPG'ê ev nirxandin kirin:

"Bê guman serketinên QSD'ê bi pêşengiya YPG'ê û herî dawî destpêkirina Pêngava Rizgarkirina Reqayê, bloka li hember nerehet kir. Ev yek pir eşkere ye. Tiştek xwezayî ye û elbbete wê aciz bibin. Li hemberî van serketinên me, dikare ji bo hewldana dagirkeriyê ya dewleta Tirk derfetan pêşkêş bikin. Serketinên me, bloka li dora Rûsyayê aciz dike."

Fermandarê YPG'ê diyar kir ku ev rewş di pêvajoya pêş de wê bi awayekî zelal xwe bide der û wiha got:

Helwesta van hêzan li hemberî ve ji bo me ne mesele ye. Tiştên em ji bo demokratîkbûyîna Sûrî dikin li holê ne. Em li gorî projeyên xwe rêya xwe dewam dikin. Ji ber vê çendê, ji Rûsya û Emerîkayê zêdetir, em giraniyê didin proje û pêngavên xwe. Hevkariya me ya bi hêzên navdewletî re jî xwe dispêre armanca Azadkirina Rojava û demokratîkirina Sûrî. Divç Rûsya û Emerîka rêzê nîşanî van projeyên me bidin. 

'GELÊN ROJAVA Û SÛRÎ LI BENDÊ NE KU KOALÎSYON DI VÊ DERBARÊ DE HELWESTA XWE ZELAL BIKE'

Li ser pirsa 'gelo Amerîka li hemberî planên dewleta Tirk wê xwedî helwesteke çawa be?', Sîpan Hemû wiha got:

"Muxatebê vê mesele Fermandariya Koalîsyona Navdewletî ye. Divê ew helwesta xwe zelal bikin. Gelên Rojava û Sûrî li bendê ne ku Koalîsyona helwesta xwe zelal bike. Pêngava rizgarkirina Reqayê dewam dike. Serketina vê pêngavê jî ne tenê Rojava û Bakurê Sûrî, wê ev serketin bibe hîmê demokratîkbûyînê. Ji xwe ev pêvajo bi rizgarkirina Minbicê re destpê kir. Têkoşîna me li hemberî terorê wê li her deverê dewam bike. Ti armancên me yên veşartî jî tine ne."

'EM DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK TI CARÎ QEBÛL NAKIN'

Li hemberî daxuyaniya Serokkomarê Tirk a "Em ê destûrê nedin Kurd li Bakurê Sûrî bibin xwedî statû" Fermandarê YPG'ê ev bersiv da:

Em bi awayekî zelal dibêjin, hebûn û dagirkeriya dewleta Tirk li herêmê wê ti carî ji aliyê me ve neyê pejirandin. Em peyman û hevkariya dewleta Tirk bi hêzên navdewletî re jî nas nakin. Rizgarkirina herêma di navbera Cerablûs û Ezazê de hedefa me ye."