1. Hemû Nûçe

  2. Zanistî

  3. Geşedanên zanistî yên sala 2018'an
Geşedanên zanistî yên sala 2018'an,geşedanên,zanistî,yên,sala,2018'an

Geşedanên zanistî yên sala 2018'an

Me geşedanên zanistî yên sala 2018'an dane ser hev

A+ A-

ÇILE
3 Çile
Li paytexta Italyayê Romayê destê biyonîk hate afirandin ku li derveyî laboratuvarê dikare were bikaranîn û hîsa destlêdanê dide.
9 Çile
Ji zanîngeha Montrealê tîmekê li derveyî Pergala Rojê komeke gerestêrkan tespît kir. Ji ber sedema ku gerestêrkên bi mezinahiyên cuda li dora van stêrikan hene, zanyar dibêjin, her stêrikek xwedî dînamîkeke resen a çêbûnê ye.
10 Çile
Li gorî lêkolîneke bi îmzeya du tîmên Împerîla College û Kîngs College ku di Scîentîfîf Reports de weşiyayî, bi teknolojiyeke nû ya biya-nivîsevana sê hêlî, di hilberandina raçînkên nazik de yên mîna kezebê de gaveke girîng hatiye avêtiye.
11 Çile
Li gorî lêkolîneke ku li Zanîngeha Pennyslvanîa hatî kirin, şaneyên pergala xweparastina tenduristiyê ji bo ku li dijî nexweşiyan bikarin li ber xwe bidin dikarin baştir werin sazkirin. Heman tîmê diyar kir bi teknîka CRÎSPR'yê şaneyên T'yê dikarin werin sazkarkirin.
18 Çile
NASA û NOAA'yê 2017 di nav wan salan e ku herka ava germ nîn e, sala herî germ bûye.
Zanyaran diyar kirin 8 celebên pençeşêrê bi testeke hêsan a xwînê dikarin werin tespîtkirin.
22 Çile
Li gorî Zanîngeha MIT'ê çîpeke nû ya kompîtireke ku nû hatiye danîn mîna noronên mêjiyê mirov, dikare zarî tevgera elektrîkê bike û daneyan bide.
24 Çile
Li Çînê DNA'yên du meymûnan bi rêbaza transferê hate kopîkirin.
25 Çile
Zanyaran diyar kirin mirov beriya bi 194 hezaran salan ji Efrîkayê koç kirine. Vê nîşan da ku berbelavbûna mirovan a li cîhanê ji ya ku tê gotin pir zûtir bûye.
SIBAT
2 Sibat
Li gorî lêkolîneke Scîence jurnalê germbûna global bandoreke neyênî li hirçên cemserê dike.
5 Sibat
Zanyaran li Uranûs û Neptûtê delîlên ava superîyonîk dîtin. Ev ava ku li cîhanê tine, ji ber sedema zexta zêde hem mîna avê ye û hem jî mîna hişkiyê ye.
6 Sibat
Navenda Barf û Qeşeyê ya DYA'yê ragihand li ser rûyê cîhanê cihên qeşayî pir kêm bûne.
9 Sibat
Li Zanîngeha Edînbûrgê ya Ingiltereyê li laboratuvarê cara pêşî hêkên mirovan hatin çêkirin.
14 Sibat
Zanyarên Avûstralyayî li ser stêrikên ku zû li dora xwe digerin lêkolînek kirin û derxistin holê ku rêya kadizê ya Andromedayê ji 3 paran ji 1'ê jê kêmtir madeya tarî vedihewîne.
14 Sibat
Li gorî lêkolîneke di Jurnala Tiba Ceribandinî de, di mişkan de piştî blokekirina enzîma BACE1 plankên ku rê li ber Alzheîmerê vedikin di mêjî de çêdibin.
16 Sibat
Zanyaran formeke nû ya ronkahiyê keşf kirin. Tê gotin ev ronkahî ku gelektir polarîzasyon tê de heye siberojê ji bo kompîtirên kuantumê wê bikaribin werin bikaranîn.
19 Sibat
Zanyaran têkiliya genetîk a di navbeyna gelê Taîno û Rîkoyiyan de kefş kir. Bi vî rengî teoriya ku gelê Taîno yê xwecih ji holê rabûye hate pûçkirin.
28 Sibat
Astronoman ronkahiyeke ku piştî Teqîna Mezin bi 180 milyon salî çêbûyî, bi azîneyeke endîrek keşf kirin.
ADAR
5 Adar
Google kompîtira pêşî ya herî bilez a kuantumê Brîstlecone da nasandin. Li gorî daxuyaniya fîrmayê Brîstlecone xwedî kargêriyeke bi 72 kubîtî ye.
8 Adar
Zanyaran ragihandin qeşayeke taybet ku beriya niha dihate gotin tenê li Enceladûs, Europa û Tîtanê heye, li Cîhanê jî peyda dibe.
9 Adar
NASA'yê li gorî lêkolîneke ku li ser cêwîkên yek hêkî kirî, gera li fezayê dibe li ser DNA'yê guhartinan dike.
13 Adar
Zanyaran li gel ku ji çûkan xwedî anatomiyeke cuda ne jî, celebekî nû yê dînozoranf keşf kir ku dikarin bifirin û jê re Archeopterx hate gotin.
22 Adar
Li zanîngeha Tibê ya Harvardê mekanîzmayeke ku di mişkan de dibe sedema yixtiyarê keşf kir. Di lêkolînê de hate dîtin têkeleke kîmyewî ya bi navê NMNE di mişkan de dibe sedema çêbûna damarên nû û mirina şaneyan kêm dike.
26 Adar
Li gorî lêkolîneke ku di Jurnala Lêkolînên Jeofîzîk de weşiyayî qeşayên li rojavayê Gronlandê gelekî heliyane.
NÎSAN
2 Nîsan
Astronoman diyar kirin yek stêrika ku li gerdûnê tê dîtin, ji cîhanê bi 9 milyar salî dûr stêrika bi navê MACS J1149 e.
5 Nîsan
Hate ragihandin antîbîyotîkeke nû ya bi navê Odîlorhabdîn hatiye keşifkirin.
10 Nîsan
Li Japonyayê hate ragihandin di encama lêkolînan de li nêzî girava Mînamî-Torîshîmayê li binê okyanûsê elementên kêm peyda ku bi sedan salan dikarin têra cîhanê bikin hatine dîtin.
11 Nîsan
Lêkolîneke di kovara Naturê de danî holê ku li Atlantîkê herka ava germ hatiye asta herî kêm a vî 1600 salî.
18 Nîsan
NASA bi mebesta ku çavdêriyê li gerestêrikên Pergala Rojê bike peyka TESS'ê şande fezayê.
19 Nîsan
Li Ingiltereyê bi azîneyên genetîk ji 22 nexweşên taleşemî 15 jê hatin tedawîkriin. 7 nexweşên din î bi neqla kêm a xwînê jiyana xwe domandin.
25 Nîsan
Zanyaran diyar kirin ava li cîhanê ji fezayê bi rêya kevirên ezmanî hatiye.
26 Nîsan
Zanyaran diyar kirin 44 guhartoyên genetîk ku meyla deprasyonê geş dikin, hene.
27 Nîsan
Lêkolîna dawî ya Stephan Hawkîng a ku beriya bimire nivîsî di Jurnala Fîzîka Enerjiya Bilind de hate weşandin.
30 Nîsan
Lêkolîneran diyar kirin 6 hezar û 331 komên genan ku bi hemû ajalan re hene, ji zindiyekî wiha yên beriya bi milyonan sal, ji dema Precambrîan tên.
GULAN
4 Gulan
Projeya Genê ku mirovan li dijî hemû enfeksiyonên vîrûs diparêze hate destpêkirin.
14 Gulan
Astronoman aşkere kirin ku gayzer hene ku avê dipijîqînin ser perka Europe ya Jupîterê. Zanyar bi vê, bi peyman wê bikaribin tespît bikin bê ka bi asta mîkroskobîk jiyan heye yan na.
24 Gulan
Astronoman ragihandin gerestêrika Plutonê dibe ku ji gelek stêrikên bidûv çêbûbe.
30 Gulan
Li Zanîngeha Newcastleyê cara pêşî bi rêya nivîsevana sê hêlî kornealên mirovî hatin hilbernadin.HEZÎRAN
1 Hezîran
Li gorî zanyarên NASA'yê ji ber sedema ecacoka qûmê ya li Marsê amûra fezayî ya Opportûnîty panêlên wê yên solar tîrêjên rojê tîrên Rojê nastînin. Li gorî daxuyaniyeke dî ya 20'ê Hezîranê ecacoka qûmê hemû gerestêrik daye ber xwe.
4 Hezîran
Di ceribandinekê de ya li CERN'ê cara pêşî bozoneke Hîggsê û quarkeke xurt gihandin hev.
6 Hezîran
Hate ragihandin şopên lingan ên beriya bi 546 milyon salî yên ku li Çînê hatine dîtin, yên ajalekî ne.
7 Hezîran
NASA'yê ragihand amûra fezayî Curîosîty li atmosfera Marsê bi rêjeya metana demsalî guherîn hatine dîtin. Ev guherîn dibe ku nîşaneya molekûlên organîk bin ku xwedî avaniyeke têkel in.
8 Hezîran
Wezareta Berevaniyê ya DYA'yê ragihand kompîtira herî xurt a cîhanê Summît e. Ev kompîtir di çirkekê de dikare 200,000 trilyon hesabî bike.
16 Hezîran
Astronoman li galaksiya AT2018cowê ji teqîna supernovayeke asayî 10-100 carî xurtir ronkahiyek tespît kirin. Nayê zanîn bê ka ev teqîn ji ber çi dibe.
26 Hezîran
Pisporên Zanîngeha Kalîforniyayê kopiya sentetîk ya şaneyên T'yê yê pergala xweragir a mirovan, hilberandin.
27 Hezîran
Astronoman diyar kirin cismê ezmanî yê bi navê Ooumaumua ya li nav Pergala Rojê stêrikeke bidûv e.
Zanyaran li peyka Satûrnê Enceladûsê molekulên komplîke tespît kirin.
TÎRMEH
2 Tîrmeh
Astronoman cara pêşî wêneyê gerestêrkeke ku nû çêbûye girtin. Ev gerestêrika bi navê PDS70b çend caran ji Jupîterê mezintir e.
10 Tîrmeh
Li Çînê amûrên kevirî yên beriya 2.12 milyon salî hatin dîtin.
12 Tîrmeh
Mala Çavdêr a ÎceCune Notrîno a li Antartîayê notrînoyeke ku 3.7 milyar sal dûr gihayî cîhanê tespît kir.
17 Tîrmeh
Tîpeke bi pêşengiya Scott S. Sheppard 12 peykên dî yên Jupîterê keşf kir. Bi van peykan re 79 peykên Jupîterê çêbûn.
19 Tîrmeh
Li cîhanê cara pêşî nexşeya hemû noronên mêjiyê zindiyekî hate derxistin. Zanyarên Amerîkî hemû têkiliyên di mêjiyê mêşeke fêkî de bi elektro mîkroskopê diyar kirin.
25 Tîrmeh
Bi çarçoweya lêkolînên radarê ya MARSÎS'ê li herêma cemsera başûr a Marsê 1,5 kîlometre bin erdê golek hate dîtin.
27 Tîrmeh
Roj hate girtin, ev girtina rojê ya herî dirêj a vê sedsalê bû.
TEBAX
1 Tebax
Kezebên ku li laboratuvarê hatine hilberandin bi berazekî zindî ve kirin.
15 Tebax
Astronoman li derdora KELT-9'ê li dora gerestêrka bi qasî Jupîterê mezin bûxra tîtanyûm û hesin tespît kirin.
18 Tebax
Zanyaran diyar kirin ava li derveyî Pergala Rojê, li gerestêrkên ku 2 an jî 4 caran li cîhanê, pêka hebûna avê zêdetir e.
20 Tebax
Li gorî qeydên fosîlan jiyana li Cîhanê beriya bi 4.5 milyar salî çêbûye.
22 Tebax
Zanyaran tespît kirin keçika ku li şikefta Denîsova hatî dîtin û beriya bi 90 hezar salî jiyayî, nîv Neandarthal e û nîv Denîsovan.
28 Tebax
Zanyarên CERN'ê cara pêşî dîtin ku bozona Hîggsê veguherîne quarkên bi du astan kêm.
ÎLON
10 Îlon
Massachusetts Institute of Technologyê pergalekek wiha ragihand ku robotê bi navê DON piştî ku çavdêrî li objeyeke dike, dikare wê zevt bike.
12 Îlon
Zanyaran diyar kriin xêzên pêşî yên Homo Sapîensan ne beriya bi 43 lê beriya bi 73 hezar salî ne.
15 Îlon
NASA'yê peyka OCESat-2 ku qeşayên cîhanê tespît dike şande fezayê.
16 Îlon
Li gorî lêkolîna ku li ser 19 hezar û 114 kesî hatî kirin ti sûda aspîrînê li mirovên yixtiyar û ne nexweş tine.
20 Îlon
Navenda Tibê ya Nexweşxaneya Zarokan Cîncînnatî cara pêşî ji şaneyên kokî raçînka qirika ku xwarin tê re diçe, çêkirin.
Lêkolînerna cara pêşî şaneyên kokî yên qaqûtên mirov pênase kirin.
Zanyaran molekûlên rûn ên ajalekî ku beriya bi 558 milyon salî tespît kirin.
COTMEH
1 Cotmeh
Li gorî lêkolîneke bi desteka NASA'yê pergala sefirandina xwarinê ya astronomên ku diçine Marsê û raçînka mêjiyê wan dibe ku ziyaneke mezin bibîne.
2 Cotmeh
Astronoman du stêrikên mezin ên sor ku ji galaksiyeke dî hatine û hatine ber bi Galaksiya Rêya Kadizê ve keşf kirin.
3 Cotmeh
Kepler-16225b ı peykeke li rêgeha dora gerestêrikê û bi qasî Neptûnê mezin dît.
5 Cotmeh
Teleskopa ji ber problemeke mekanîk ne sazkar bû. Zanyaran piştre ev problem çareser kirin.
11 Cotmeh
Li Enstîtûya Lêkolînên Zanistî ya Netewî ya Kanadayê kamerayeke pir bilez hate çêkirin ku di çirkekê de dikare 10 trîlyon wêneyî zevt bike.
16 Cotmeh
Pirtûka dawî ya Stephan Hawkîng ''Bersivên kurt ji bo pirsên mezin'' hate weşandin.
30 Cotmeh
Teleskopa Kepler a fezayê ku 9 salan ji bo gerestêrikên Pergala Rojê tespît bike hatî xebitandin, hate malnişînkirin.
MIJDAR
1 Mijdar
Projeya Bîogenome ya Cîhanê ku wê lêkolîn li ser nexşeya 1.5 milyon ajal û nebatê were kirin, hate destpêkirin. Armanc ew e ku proje di nav 10 salan de temam bibe.
4 Mijdar
Li gorî lêkolîna amûra fezayê ya li Marsê Curîosîtyê li gerestêrkê berê gelek av hebûye.
5 Mijdar
Astronoman stêrika herî kevn a gerdûnê a bi temenê 13.5 milyar salî tespît kirin. Tê gotin stêrik bi temamî piştî teqîna mezin ji materyalên ku belav bûyî, çêbûbe.
14 Mijdar
Li dora Barnardê ya ku tenê 6 sal tîrêjan dûrî cîhanê, gerestêrikeke mezin a latî hatiye dîtin.
19 Mijdar
NASA ji bo cihê ku amûra fezayê ya ku 2021'an wê bişîne Marsê kratera Jezero hilbijart. Tê payin ku amûra fezayî 18'ê Sibata 2021'an bigihije stêrika sor.
25 Mijdar
Li Çînê du keçikên cêwî yên ku bi genetîka wan hatî lîstin çêbûn. Genên cêwiyan li gorî ku li dijî vîrûsa HIV'ê xweragir bin, hate çêkirin.
26 Mijdar
Amûra fezayê ya bi navê InSîght dakete Marsê. Amûra fezayê dengê bayê li Marsê şande cîhanê.
KANÛN
2-14 Kanûn
Neteweyên Yekbûyî Konferansa Iqlîmê li bajarê Katowice ya Polonya pêk anîn.
3 Kanûn
Amûra fezayê ya NASA'yê Osirîs-REx gihişte kevirê ezmanê Bennû. Di lêkolînan de ya li ser kevirê ezmanî hate tespîtkirin ku dema çêbûna Bennûyê bi demeke kurt bi avê re temaseke wê çêbûye.
8 Kanûn
Çînê amûreke fezayê şande cihê tarî yê Heyvê.
10 Kanûn
Hate piştrastkirin 2 amûrên fezayê Voyager ku şandibûn fezayê derketiye derveyî Pergala Rojê û li fezaya navstêrikan e.
17 Kanûn
Zanyaran stêrika 2018 VG18 cismê ezmanî yê herî dûrî Galaksiya Rêya Kadizê keşf kir. Stêrik nêzî 120 salên tîrêjê dûrî cîhana me ye.
19 Kanûn
Amûra fezayê ya Marsê InSîght li ser gerestêrkê sîsmometreyek danî. Ev sîsmometreya pêşî bû ku li derveyî cîhanê li gerestêrkekê hate danîn.
2018 xelatên herî girîng ên di qada zanistê de
Madalyaya Fîeldsê: : Caucher Bîrkar, Alessio Figalli, Peter Scholze, Akshay Venkatesh
Xelata Tibê ya Nobelê: Ji ber lêkolînên li ser pençeşêrê dane Jamer P. Allison ve Tasuku Honjo
Xelata Nobelê ya Fizîkê: Arthur Ashkin, Gerard Mourou ve Donna Strickland
Xelata Nobelê ya Kîmyayê: Frances H. Arnold, George P. Smith ve Gregory P. Winter

ANF