1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. HDP'ê dest bi kampanya Kurdî kir
HDP'ê dest bi kampanya Kurdî kir,hdp'ê,dest,bi,kampanya,kurdî,kir

HDP'ê dest bi kampanya Kurdî kir

A+ A-

HDP'ê dest bi kampanya zimanê dayikê kir. Komîsyona Ziman a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Platforma Zimanê Kurd ku ji partiyên Kurdan pêk tê wê piştevaniya kampanyayê bikin.


HDP di çarçoveya kampanya zimanê Kurdî de wê li nobedên demokrasiyê bi rengekî sembolîk dersên Kurdî bide.


Berdevkê Platforma Zimanê Kurd Şerefhan Cizîrî diyar kir, divê zimanê Kurdî li her qada jiyanê bê bikaranîn.

Cizîrî destnîşan kir, ji bo Kurdî weke zimanê propagandayê li her deverê bê bikaranîn û pêş ve birin, divê li her qadê kar bê kirin.

Berdevk got, "Divê em zimanê Kurd li her deverê belav bikin. Ev yek naye wê wateyê ku em li dijî zimanên din in. Bila bi hemû zimanan bê axaftin, lê belê em Kurd in û mafê me ye ku em bi zimanê xwe biaxivin."

ANF