1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. HPG: PDK'ê li wesayitên gerîla reşand
HPG: PDK'ê li wesayitên gerîla reşand,hpg,pdk'ê,li,wesayitên,gerîla,reşand

HPG: PDK'ê li wesayitên gerîla reşand

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên PDK'ê roja 13'ê Kanûnê li du wesayitên gerîla reşandine û di encama van êrişan de 3 gerîla birîndar bûne ku rewşa 2 ji wan giran e

A+ A-

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî êrişa 13'ê Kanûnê ya li dijî gerîla hate kirin, daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"13'ê Kanûnê serê sibehê saet di 10:00 de li nêzî gundê Reşankê yê nehiya Zawite ya navçeya Duhokê, hêzên taybet ên PDK'ê wesayitek rawestand ku tê de hevalên me û endamên rêxistineke dost tê de bûn. Hêzên PDK'ê ku dîtin ên di hundirê wesayitê de ne, gerîla ne, bi rengekî giran gule li wesayitê reşandin.

DI ÊRIŞA ÊVARÊ DE 2 JÊ BI GIRANÎ 3 GERÎLA BIRÎNDAR BÛN

13'ê Kanûnê danê êvarê saet di 20:30'î de, li herêmek navbera gundên Kanê û Sergelê yên navçeya Amediyê ku bi salan e wesayitên me lê diçin û tên, wesayiteke me ya di rê de bû ji aliyê wesayitên zirxî yên bi çekên giran ên PDK'ê ve hate dorpêçkirin. Wesayita me bêyî bisekine rêya xwe dewam kir, lê hêzên PDK'ê bi dijwarî gule lê reşandin. Li ser vê yekê şer qewimî û di encamê de 3 hevalên me birîndar bûn ku rewşa 2 ji wan giran e.

BI RÊK Û PÊK ÊRIŞÎ WESAYITÊN ME KIRIN

Eşkere ye ku biryar dane bi rêk û pêk pêşî li wesayitên me bigirin, wesayitên me bikin hedef. Bûyerên ku qewimîne ji ber vê êrişkariyê ye. Berpirsyariya van bûyeran li stuyê yên ku ev êriş plan kirine û bi cih anîne."