1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Kobanê bû destpêka bidawîbûna 'dewlet' û 'xîlafetê' -1
Kobanê bû destpêka bidawîbûna 'dewlet' û 'xîlafetê' -1,kobanê,bû,destpêka,bidawîbûna,'dewlet',û,'xîlafetê',1

Kobanê bû destpêka bidawîbûna 'dewlet' û 'xîlafetê' -1

DAÎŞ ku piştî derkete holê her devera ku berê xwe dida wê dagir dikir û dewlet jî nikarîbûn li ber bisekine, derba destpêkê li Kobanê xwar. Kobanê ji bo DAÎŞ'ê bû destpêka bidawîbûnê

A+ A-

  • ERSÎN ÇAKSÛ / KOBANÊ / ANF

Siltaniya Dewleta Îslamê ya Iraq-Şamê (DAÎŞ) ku piştî destwerdana DYE'yê ya li Iraqê derketî holê û piştre li bin erd rêxistiniya xwe kirî, 2013'an bi 'Bihara Ereb' re li Iraq û Sûriyê derketî ser rûyê erdê û 'xîlafet' û 'dewlet' ragihandî, bi têkoşîna Kurdan têk çû.

DAÎŞ ku 2013'an li Iraqê derketî holê û 2014'an derbasî Sûriyê bûyî  û cografyayeke berfireh dagir kirî, bi desteka navnetewî û hin hêzên herêmî dewlet jî anîn rêzê, li Rojhilata Navîn serweriya xwe ya tarî ava kir. DAÎŞ ku hemû çapemeniya cîhanê gotî, ''hêza ku pêşî lê nikare were girtin'', ''DAÎŞ tim pêş ve diçe û kes nikare pêşî lê bigire'',  li Kobanê şikesta xwe ya pêşî xwar û Kobanê ji bo wan bû ''destpêka bidawîbûnê''.

DAÎŞ ku piştî yek ji bajarê herî girîng ê Rojhilata Navîn Mûsil bi dest xistî û 'xîlafet'a dawî û yek ji bajarê herî qedîm ê Sûriyê Reqa bi dest xistî, ''Dewleta Îslamê' ragihandî, li Kobanê piştî ku ji şervanên YPG-YPJ'ê têkçûn xwar, li hemû cîhanê baweriya ku 'DAÎŞ dikare were têkbirin'' çêbû û li gelek deveran li dijî DAÎŞ'ê operasyon hatin destpêkirin.

Şervanên YPG-YPJ'ê ku ji Kobanê ji kuçeyeke ku di dest wan de mayî dest pê kirin û bi dorê Girê Spî, Eyn Îsa, Tişrîn, Sirîn, Minbic, Tebqa, Reqa, Til Hemis, Til Berak, Hol, Şedadê, Şehba û bi hezaran jîgehên li rojhilatê Şehba û Dêrazorê û bi milyonan sivîl ji destê DAÎŞ'ê rizgar kirin, herî dawî herêma dawî ya li Sûriyê ya di dest DAÎŞ'ê de jî rizgar kirin.
Li ser rabirdu, îro, îdeolojî, xebat, geşbûn û têkçûna pêşî ya DAÎŞ'ê û pêvajoyên têkçûna wê, ku DAÎŞ li ser Rojhilata Navîn bi planên mezin bû ANF'ê tomar kir. Di beşa pêşî ya rêzenivîsê de em ê qonaxa ''Beriya Kobanê'' ya DAÎŞ'ê vebêjin.

DESTPÊKA DAÎŞ'Ê

Rêxistina ''Cemeata Tevhîd û Cîhadê'' ya ku 2003'an li dijî destwerdana DYE'yê ya li Iraqê derketî holê bû zemîna DAÎŞ'ê. Serokê vê rêxistinê ku rajêrî Usma Bîn Ladîn bûyî û li Efganîstanê şer kirî, Ebû Musab ez -Zerkavî piştre navê rêxistinê kire ''Qaîdeya Cîhadê ya Mezopotamyayê''

Zerkawî ku piştî destwerdana DYE'yê ya li Efganîstanê vegeriyayî Iraqê û heta 2004'an li ser rêxistina ''El Qaîdeya Iraqê' bû 2006'an hin komên bi navê ''Ceyş el Fatîh, Cund es- Sahaba, Ketîbeyin Ensar el -Tevhîd el Sunne, Ceyş el-Tayife el-Mansure'' jî tevlî rêxistinê kir û ''Konseya Şewrê ya Mucahîdan'' ava kir.

Piştî ku Zerkawî 2006'an ji hêla DYE'yê ve hat kuştin şûngirên wî Ebû Eyyûb (Misrî) û Ebû Omer el Bexdadî hin bermahiyên êlên Sinî û Partiya Beasê ya Iraqê tevlî xwe kir û navê wê bû ''Dewleta Îslamê ya Iraqê''.

SERDEMA EL BEXDADÎ

Rêxistina ku li Selehaaddîn, Enbar û Diyalayê armanc dikir dewleteke Sinî ava bike, piştre bi El Qaîde re problem jiya. Pitşî ku Ebû Omer û Ebû Eyyûb 2010'an hatin kuştin rêveberiya rêxistinê kete destê Ebûbekir El Bexdadî.

Rêxisinê ku di navbeyna 2004-2012'an li gelek bajarên Iraqê çalakî kirî, bû sedema mirina bi hezaran mirov. Rêxistina ku Bakûka ji xwe re paytext didît, 2006'an li nêzî Bexdayê Dora bi dest xist û bi darê zorê kir ku gelek Xiristiyan koç bikin an jî cizyeyê bidin.

2007'an di êrîşa bombeyî ya ser Şengalê de ku bûbû sedema mirina bi dehan kesî, rola El Îslam hebû, ku piranî ji Kurdan bûn û ji hêla Mele Kirekar ve hatibû avakirin û her wiha rola ÎTC'ê hebû, ku ji hêla MÎT'a Tirk ve hatibû avakirin.

DESTPÊKA ŞERÊ NAVXWE YÊ SÛRIYÊ Û EL QAÎDE

Bi destpêka şerê navxwe yê Sûriyê re Ebûbekir El Baxdadî alîkarê xwe yê berê Muhammed Colanî danî ser rêxistiniya Sûriyê. El Qaîde ku bi navê Cephet El Nusra rêxistiniya xwe kirî di demeke kurt de gelek cih bi dest xistin.

2013'an  Nîsanê Bexdadî got El Nusra bi destê wan hatiye avakirin û êdî Dewleta Îslamê û Cephet El Nusra ya xwe kiriye yek navê wê bûye Dewleta Iraq Şamê (DAÎŞ). Lê Colanî got pê nehatiye şêwirandin û haya wî ji tiştekî wiha tine.

ÎSYANA BEXDADÎ, RAJÊRBÛNA COLANÎ

Gelemşeya di navbeyna du avaniyan des destpêkirin û Hezîrana 2013'an lîderê El Qaîde Eymen El Zevahîrî got divê Dewleta Îslamê ya Iraqê li Iraqê û El Nusra jî li Sûriyê tevbigere. Lê Bexdadî bi dengê tomarkirî ragihand ku ew vê nas nake û li dijî El Qaîde derket.

Piştî vê îsyana Bexdadî Colanî jî ragihand ku ew rajêrî El Qaîde dibe. Lîderê El Qaîde Zevahîrî Mijdara 2013'an got ti têkiliya DAÎŞ'ê bi El Qaîde re nîne û nûnerên wan ên li Sûriyê El Nusra ye.

ÎDEOLOJIYA DAÎŞ'Ê

DAÎŞ'ê îdeolojiya xwe her çendî li ser fikra 'cîhadê'' ya ku El Qaîde jî li ser vê ye ava kiribe jî, tesawûra wê şîroveyeke tund a Selefîtî û Wehabîtiyê bû. DAÎŞ bi taybetî li ser şîroveya Ibnî Termiye, Muhammed bîn Abdulwehab û Seyyîd Kutup, bi hişmendiya 'cîhada global' tevgeriya û hemû şîroveyên derveyê vê jî mîna 'murtedî' û 'tekfîr'ê sûcdar kir.

Yek ji navê girîng ê DAÎŞ'ê Ebû Enes eş-Şamî ku 'serjêkirin', 'şewirandin' û 'komkujî' disparte ser Quranê û sinetê,  bi gotina, ku tê gotin ya pêxemberê Îslamê Muhammed e, ''Her kî di rêya Xwedê de yekî ne Misilman bikuje Xwedê wê dojehê li wan qedexe bike'' nexşereyêya DAÎŞ'ê diyar dikir.

Her wiha ayeta 12'an a sûriye Enfalê ji hêla DAÎŞ'ê ve di organên wên de pir dihate bikaranîn, ku ayet dibêje, ''Wê demê Rebbê de ev wehî dida melekan: Ez li gel we me. De îmana xwe qeyîm bikin. Ez ê bobelatê bi ser dilên kafir de bînim, hema li stûyê wan bixin, li tiliyên wan bixin.''

40 JI SEDÎ YÊ IRAQÊ, 35 JI SEDÎ YÊ SÛRIYÊ HATE BIDESTXISTIN

DAÎŞ ku li Iraqê glek bajar û navçe bi dest xist, dema ku berê xwe da Sûriyê jî gelek endamên El Nusra rajêrê DAÎŞ'ê bûn û rêxistin di demeke kurt de li Sûriyê gelek jîgeh bi dest xist.

Li gorî rapora Kanûna 2015'an a Soufan Group a bi navenda New Yorkê ji derveyî Iaq û Sûriyê ji 86 welatan 27 hezar kes tevlî DAÎŞ'ê bûn.

DAÎŞ Îlona 2014'an ku herî pir wê demê xurt bû, 40 ji 100'î yê xaka Iraqê û 35 ji 100'î yê Sûriyê bi dest xistibû. Sê bajarên Iraqê, du bajarên Sûriyê û bi sedan naveçe, gund û bajarok ketin bi nîrê DAÎŞ'ê û di bin kontrola wan de ji 10 milyonî zêdetir mirov dijiyan.

'PÊŞKETINA' DAÎŞ'Ê ' YA KU NEKARÎ PÊŞÎ LÊ WERE GIRTIN'

*Sibat 2013'an: Bajarokê Silêman Beg a Kerkûkê kete destê DAÎŞ'ê.

*30'ê Kanûna 2013'an: DAÎŞ'ê wilayeta Enbarê ya Iraqê bi dest xist.

*2'yê Çile 2014'an:  DAÎŞ bajarê Ramadî ya Iraqê bi dest xist.

*8'ê Gulana 2014'an: Bajarê Felluce ya Iraqê bi temamî kete destê DAÎŞ'ê.

*Gulana 2014'an: DAÎŞ cara pêşî bi nav û alaya xwe êrîş anî ser Rojava. Li gundê Tilêliyê yê Serêkaniyê sivîl kuştin.

*Gulana 2014'an: DAÎŞ'ê bajarê dîrokî yê Sûriyê Palmîra bi dest xist.

*9'ê Hezîrana 2014'an: DAÎŞ yek ji bajarê herî mezin û dîrokî yê Rojhilata Navîn Mûsil bi dest xist.
*10'ê Hezîrana 2014'an: Wilayeta Nînovayê bi temamî kete destê DAÎŞ'ê.

*11'ê Hezîrana 2014'an: DAÎŞ kete seferatxaneya Tirk a li Mûsilê û 49 personelên wê 'rehîn' girtin. Kesên navbroî heta êrîşên ser Kobanê di dest DAÎŞ'ê de man û 20'ê Îlonê bi bazara bi dewleta Tirk re ya li ser dagirkirina Kobanê li Grê Spî radestî Tirkiyê kirin.

*11'ê Hezîrana 2014'an: DAÎŞ'ê Tikrît a Iraqê bi dest xist. DAÎŞ hê negihayî bajêr artêşa Iraqê bajar vala kir. DAÎŞ'ê heta bi nêzîkî Bexdayê gelek dever bi dest xist.

*13'ê Hezîrana 2014'an: Li Iraqê otorîteyê Şiîyan Ayettullah Sîstanî li dijî DAÎŞ'ê bang li Şiîyan kir ku rahêjin çekan û yekîneyên Heşdî Şebî hatin avakirin.

*13'ê Hezîrana 2014'an: Wezîrê Karê Derve yê DYE'yê John Kerrt got, ''DAÎŞ ne tenê ji bo Iraqê û herêmê ji bo Ewropa, DYE û hemû welatên din ên cîhanê talokeyek e.''

*16'ê Hezîranê: DAÎŞ'ê Tilefer ku piranî Tirkmen bûn bi dest xist. Tirkmenên Şiî reviyan û xwe li Şengalê girtin. Piraniya Tirkmenên Sinî bi DAÎŞ'ê re li talanê wan dan.

*17'ê Hezîrana 2014'an: DAÎŞ'ê Bakuba ya Diyalayê bi dest xist. Sefareta Bexdayê ya DYE'yê beşek jê hate valakirin, NY'yê jî personelên li Bexdayê derxistin.

*Hezîrana 2014'an: DAÎŞ'ê Reqa bi dest xist.

*Tîrmeha 2014'an: DAÎŞ'ê beşek ji Iraqê û Xurmatûyê yê Başûrê Kurdistanê, navçeya Hewîcê ya Kerkûkê, bajarokê Riyadê û nehyeya Mele Evdile bi dest xist.

*3'yê Tebaxa 2014'an: Piştî ku PDK vekişiya, DAÎŞ'ê êrîş bire ser Şengalê û yek ji komkujiya herî mezin kir, bi hezaran Êzîdî revand û li bazarên koleyan da ber firotinê.

Tebaxa 2014'an: 12 gerîlayên HPG'ê li herêmê mudaheleyî DAÎŞ'ê kirin, nehiştin ku komkujî mezintir bibe. Piştre hêzên YPG-YPJ'ê ji bajarokê Til Koçerê yê Bakurê Sûriyê dest pê kirin û li ser xeta Rabîa-Cezayê korîdorek li  Şengalê vekirin û bi deh hezaran Êzîdî derbasî Rojava kirin.

*7'ê Tebaxa 2014'an: DAÎŞ'ê Mexmûr a Mûsilê bi dest xist. Piştî ku DAÎŞ'ê êrîş bire ser Mexmûrê gerîlayên HPG-YJA Starê kamp dane valakirin, piştî şerê 3 rojan DAÎŞ hate şikandin. Ev yekem cih bû ku DAÎŞ'ê berê xwe dabûyê û nestandibû.

*8'ê Tebaxa 2014'an: DAÎŞ'ê kontrala Bendava Mûsilê bi dest xist.

*8'ê Tebaxa 2014'an: Balafirên DYE'yê operasyona hewayî li hedefên DAÎŞ'ê yên li Iraqê kir.

*24'ê Tebaxa 2014'an: DAÎŞ Tebqa û bendava wê bi dest xist.

*4'ê Îlona 2014'an: Di civîna NATO'yê de ya li Gallerê, DYE'yê anî rojevê ku li dijî DAÎŞ'ê koalîsyoneke navdewletî were avakirin. Ji herêmê û cîhanê 62  welat tevlî koalîsyonê bûn, Tirkiyê got, bi hinceta ''hin mitaleyan'' tevlî koalîsyonê nebû, bi fermî di nav de cih negirt.

*Çile 2015: Beşekî mezin ê Dêrazorê kete destê DAÎŞ'ê.

*Ji Kanûna 2013'an heta bi nîvê 2014'an DAÎŞ'ê li Sûriyê Palmîra, Şedadê, Hol, başûrê Hesekê, Eyn Îsa, GrêSpî, Sirîn, Minbic, Bab, Cerablûs û beşek ji Ezazê bi dest xist. Cîhadîst herî pir di ser Tirkiyê re tevlî nav DAÎŞ'ê dibûn û her wiha deriyê herî mezin ê bazirganî û lojîstîk ji bo DAÎŞ'ê ji Tirkiyê dihat.

*DAÎŞ'ê şeva 15'ê îlonê ji sê aliyan ve êrîş anî ser Kobanê, wê demê DAÎŞ di dema xwe ya herî xurt de bû û bajarên ku dida ber xwe di çend saet an jî rojan de bi dest xist. Lê piştî berxwedana 134 rojan a li Kobanê DAÎŞ'ê têkçûna xwe ya pêşî ya dîrokî stand û ji bo wê ev bû destpêka bidawîbûna wê.