1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Dibistana Fîraz Dag a li Londonê coşa 'derçûnê'
Li Dibistana Fîraz Dag a li Londonê coşa 'derçûnê',li,dibistana,fîraz,dag,a,li,londonê,coşa,'derçûnê'

Li Dibistana Fîraz Dag a li Londonê coşa 'derçûnê'

Li Dibistana Zarokan a Fîraz Dag a ser bi Meclîsa Gel a Londonê, ji bo 30 şagirtên ku derçûn, merasîmek hate lidarxistin. Di merasîmê de ji bo bîranîna Mehmet Aksoy xelata 'Hevaltî' radestî du şagirtan hate kirin

A+ A-

Dibistana Zarokan a Fîraz Dag, ku ji bo bîranîna Mehmet Aksoy (Fîraz Dag) ê YPG'î yê ku li Reqayê şehîd bû, ji aliyê Meclîsa Gelê Kurd ve hate vekirin, şagirtên xwe yên destpêkê der bir.

Dibistan 26'ê Îlona 2020'î di salvegera şehadeta Aksoy de li Navenda Civaka Kurd a Londonê hate vekirin. 30 şagirtên ji 5 heta 12 salî yên derçûn, li avahiya KCC'ê bi merasîmekê sertîfîkayên xwe wergirtin.

Di merasîma derçûnê de ku zarok gelekî bi kêf bûn, komuna piştevaniyê ya malbatan jî xwarinên ji herêma xwe pêşkêş kirin.

Di merasîmê de şagirtên ji branşên cuda yên ku perwerde qedandin, navê wan yek bi yek hate xwendin û dawetî ser dikê hatin kirin.

Zarokan li ber çepik û tilîliyan sertîfîkayên xwe standin. Zarokan gotin, li Dibistana Fîraz Dag ew hînî hevaltî, hezkirin û zanyariyê bûne.

Di merasîmê de ji bo xatiriyê hevaltiyê, ji bo bîranîna Şehîd Mehmet Aksoy xelata 'Hevaltî' hate dayin. Zarokên bi navê Atîllo û Gamze hêjayî xelata 'Hevaltî' hatin dîtin.

Her wiha malbatên zarokan jî destegul dan mamosteyên dilxwaz ên Dibistana Fîraz Dag. Şagirtên Dibistana Fîraz Dag piştî ku sertîfîkayê wergirtin, li ber wêneyê Mehmet Aksoy wêneyê derçûnê kişandin.

Piştî merasîmê zarokan bi hev re stranên "Zimanê Kurdî" û "Berxwedan jiyan e" gotin.