1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Sydneyê çalakiya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê
Li Sydneyê çalakiya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê,li,sydneyê,çalakiya,1'ê,mijdarê,roja,kobanê,ya,cîhanê

Li Sydneyê çalakiya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê

Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê, Kurdistanî tevî dostên xwe daketin qadan û ji bo 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê çalakiyek li dar xistin

A+ A-

Kurdistaniyên li bajarê Sydney ê Awûstralyayê tevî dostên xwe li qada Town Hallê li hevDi çalakiyê de alên YPJ, YPG'ê hatin hildan û destpêkê bi navê komîteya amadekar daxuyaniyek hate dayin. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku berxwedana Kobanê destketiya destpêkê ye ya li dijî zîhniyeta DAÎŞ'ê ya faşîst paşverû û hate gotin, "Mirovahî wê şoreşa li Rojava ti carî ji bîr neke."

Bi navê Tevgera Jinê ya Tifaqa Sosyalîst Sûsan Pîrîce piştre axivî û got, "Bi navê jinên Awûstralyayî, em gelek tiştan deyndarê jinên YPJ'î ne ku pêşengên şoreşa Rojava ne. Tarîtiya DAÎŞ'ê û hêzên li pişt wê ji aliyê jinên Kurdistanî ve hatin têkbirin."

Aktîvîstê Kurd Mansoûr Rezakî piştre axivî û bi bîr xist ku zêdeyî 10 hezar şervan di şoreşa Rojava de jiyana xwe ji dest dan. Her wiha bang li Kurdan û dostên wan hemûyan hate kirin ku li dora Kobanê û Rojava bibin xwedî yek helwest. Piştre Koma Govendê ya Zarokan a Rojava derkete ser dikê. Çalakî bi gerandina govendê û xwendina helbestan bi dawî bû.

ANF