1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Sêmalkayê 72 roj in daxwaza cenazeyên gerîlayan ji PDK'ê tê kirin
Li Sêmalkayê 72 roj in daxwaza cenazeyên gerîlayan ji PDK'ê tê kirin,li,sêmalkayê,72,roj,in,daxwaza,cenazeyên,gerîlayan,ji,pdk'ê,tê,kirin

Li Sêmalkayê 72 roj in daxwaza cenazeyên gerîlayan ji PDK'ê tê kirin

Ji bo wergirtina cenazeyên gerîla yên ku di kemîna PDK'ê de şehîd bûn, nobeda li Sêmalkayê di roja 72'an de ye

A+ A-

Di kemîna hêzên çekdar ên PDK'ê de li Herêma Xelîfanê di navbera 28-29'ê Tebaxê de 5 gerîlayên HPG'ê şehîd bûbûn, yek jê bi birîndarî 2 gerîla rizgar bûbûn. Hêzên PDK'ê dest danîn ser cenazeyên gerîlayan.

Ji bo wergirtina cenazeyên gerîla li ber Deriyê Sînor ê Sêmalkayê ku di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de ye, 72 roj in çalakî tê lidarxistin. Lê belê PDK xwe kerr dike.

Malbatên şehîdan bi vê armancê gelek caran xwestin ku di ser Deriyê Sînor ê Sêmalka re derbasî Başûrê Kurdistanê bibin, lê belê her carê ji aliyê hêzên PDK'ê ve hatin astengkirin. Ji ber vê yekê jî li ber deriyê sînor kon vedane.

Rojane serdan ji bo çalakiya nobedê tê kirin. Girseyên gel ber bi deriyê sînor ve dimeşin. Malbatên şehîdan û xelkê herêmê dibêjin ku heta cenazeyên şehîdan werbigirin wê bi biryardarî çalakiya xwe dewam bikin.

ANF