1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Ligel OHAL'ê dê Serê Gulanê bê pîrozkirin
Ligel OHAL'ê dê Serê Gulanê bê pîrozkirin,ligel,ohal'ê,dê,serê,gulanê,bê,pîrozkirin

Ligel OHAL'ê dê Serê Gulanê bê pîrozkirin

A+ A-

AMED - Li Farqînê Serê Gulanê ya sembola hatina biharê ye ligel OHAL'ê dê bê pîrozkirin. 

Navçeya Farqînê ya Amedê ku bûye paytexta dewleta Merwanî û cewherên neolîtîkê heta roja îroyên diparêze Serê Gulanê ya ku her sal wekî kevneşopiyekî tê pîrozkirin îsal jî ligel OHAL'ê dê bê pîrozkirin. Beriya qeyûm bê tayînkirin şahiyên Serê Gulanê ya ji aliyê şaredariyê ve dihat organîzekirin îsal dê bi beşdariya HDP, DBP û rêxistinên civakî yên sivîl pêk bê. 

Di Serê Gulanê de welatî diçin cihên dîrokî û pîroz ên navçeyê û li vir hatina biharê pîroz dikin. Di çarçoveya şahiyan de serê sibehê zû welatî diçin qada ku pîrozbahî û şahî bê lidarxistin û li vir hemû karên xwe yên rojane dihêlin û tevlî pîrozbahiyê dibin. Ji bo rojê xwarin tê çêkirin û pêşwazîkirin, dengbêj kilamên xwe distrên, hunermer stranan dibêjin, welatiyên ku tevlî pîrozbahiyê dibin jî bi def û zirneyê govendê digerînin.