1. Hemû Nûçe

  2. Zanistî

  3. Mirovahî wê ji 1'ê Tebaxê û pê ve bi deyn bijî
Mirovahî wê ji 1'ê Tebaxê û pê ve bi deyn bijî,mirovahî,wê,ji,1'ê,tebaxê,û,pê,ve,bi,deyn,bijî

Mirovahî wê ji 1'ê Tebaxê û pê ve bi deyn bijî

Mirovahiyê hemû çavkaniyên xwezayî yên li cîhanê bêyî ku salek biqede, ku ji bo xwenûkirina cîhanê pêwîstî bi vê wextê heye, qedand. Mirovahî wê ji 1'ê Tebaxê û pê ve pênc mehan bi deyn bijî

A+ A-

Ev tespît a rêxistina civaka sivîl a bi navê Global Footprînt Network e. Rêxistinê diyar kir ku mirovahî çavkaniyên xwe yên jiyanê êdî hîn zûtir diçikîne.

Ji Weqfa Parastina Xwezayê ya Cîhanê (WWF) ku hevparê Global Footprînt Network e Valerîe Gramond got, "Cîhan ji bo karibe me xwedî bike, her sal çavkaniyên xwe nû dike. Lê belê bêyî ku salek biqede me heta 1'ê Tebaxê hîn bêhtir dar, hîn bêhtir erdê berhemdar û masî bi kar anîn. Me gelekî karbon belav kir ku okyanûs û daristan nema dikarin xwe lê rabigirin."

Di daxuyaniya nivîskî ya WWF de hate gotin, "Em gihîştine asteke welê ku ji bo bersiv ji pêdiviyên me re bên dayin, pêwîstî bi 1.7 cîhanê heye."

Ji sala 1970'ê dema qeydkirinê û vir ve, çavkaniyên cîhanê ti carî di vê radeyê de zû nehatibûn qedandin. Çavkaniyên ku heta 29'ê Kanûna 1970'î hatibûn qedandin, sala 2017'an heta 3'ê Tebaxê hatibûn qedandin.

Gramond diyar kir ku ji ber mezaxtin û îsrafa zêde çavkanî hîn zû diqedin û bi bîr xist ku yek ji sê parên xwarina li cîhanê tê avêtin. Gramond got, mesela dema masî tên xwarin û bikaranîn, ji ber ku gelekî zêde ev yek tê kirin, kapasîteya xwenûkirinê ya cîhanê tengav dibe.

Ev yek li gorî welatan cuda ye. Ji WWF'ê Pîerre Cannet bi vê gotinê rexne kir; "Berpirsyariyên me yên cuda hene. Welatên biçûk ên weke Qatar û Luksembûrgê ku nifûsa xwe kêm e, bandoreke mezin a ekolojîk dikin." Li gorî Cannet, eger her kes li gorî van her du welatan bijiya, çavkaniyên cîhanê wê ji 9 heta 19'ê Sibatê biçikiyan. Lê berevajî van welatan eger her kes li gorî mirovên li Vîetnamê bijiyan, wê çavkaniyên li cîhanê heta 21'ê Kanûnê îdare bikira.

WWF ji bo çareseriya vê pirsgirêkê pêşniyar kir ku şêweyê pêşveçûna bajaran bê guhertin, enerjiya kesk bê bikaranîn, xwarin belasebep neyên avêtin, zêde gotş neyê xwarin û belavbûna demografîk bê bisînorkirin.

ANF