1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Mizgîniya biharê 'Guldexwîn' vebûn
Mizgîniya biharê 'Guldexwîn' vebûn,mizgîniya,biharê,'guldexwîn',vebûn

Mizgîniya biharê 'Guldexwîn' vebûn

Li Colemêrgê guldexwînên ku mizgîniya hatina biharê dan, îsal ji ber sar û sermaya zêde mehekê dereng vekirin

A+ A-

COLEMÊRG - Li Colemêrgê guldexwînên ku mizgîniya hatina biharê dan, îsal ji ber sar û sermaya zêde mehekê dereng vekirin û niha çiyayan dixemilînin.

Li Colemêrgê guldexwînên ku mizgîniya hatina biharê dan, îsal ji ber sar û seqemeke zêde mehekê dereng vekirin û niha çiyayan dixemilînin. Guldexwînên ku warê wan Zagros in û her sal di Adarê de şîn tên, îsal di dawiya Nîsanê de vekirin. Guldexwînin ku bûtikên xwe vedikin, nêzî 15 rojan dikarin bijîn. Piştî hişk dibin, salek şûn de dîsa vedikin û dubare çiyayan dixemilînin. Her wiha di salên dawî de, bi awayekî nebîrewer kixsên guldexwînan tên jêkirin û bi vî awayî bi tunebûyînê re rû bi rû dimînin.

DI DEMA ASÛRIYAN DE PÎROZ BÛN

Li cîhanê, guldexwîn tenê li herêma Colemêrgê şîn tên û di nav kategoriya nebatên endemîk de cih digirin. Li gor rîwayetê; ji ber her sibehê asûriyan ji navoka wê av belav kirine, jê re gotina "Laleya kelegirî" û wê wek kulîlkeke pîrozwer dîtine. Qama her guldexwînekê 75 santîm e û li her şaxeke wê 6 laleyên ters vedibin. Her çi qas ji aliyê Desteya Parastina Heyînên Çandî û Xwezayê hatibe parastin jî, gelek caran qîmeta wê nayê zanîn. Her wiha li bajêr, gelek kes di peyzaja baxçeyan de jî bi kar tînin.

KIRIN AMÛRA BAZIRGANIYÊ

Guldexwîna ku ji aliyê riweknasan ve mijara lêkolînê ye, lê berê hin turîst û qaçaxçiyên nebatan, kixsên wan wek amûreke bazirganiyê bi kar dinaîn. Guldexwînin ku birin gelek welatên Ewropayê, di çêkirina berên kozmetîk û dermanan de tên bikaranîn.

'DIVÊ EM XWEDÎ LI GULDEXWÎNAN DERKEVIN'

Lezgin Yigit ê ku li Taxa Kêrîser a Gundê Dêzê şivantiyê dike, diyar kir ku kixsa wê baş nayê parastin û wiha got: "Ev guldexwîn bedewiyên xwezayî yên çiyayên me ne. Tenê li herêma Colemêrgê şîn tên. Guldexwîn nirxeke me ye. Divê em hemû xwedî li wan derkevin, heke em xwedî li wan dernekevin dibe ku rojekê tune bibin. Çimkî hin kes wan ji kokê radikin. Wek xişra bexçeyan bi kar tînin, lê belê ji bilî nêvengên xwezayî tenê salekê dikarin bijîn. Divê ji cihê xwe neyên rakirin û divê em wan biparêzin."