1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Mûnzûr: Em ê bibin sedema têkçûna AKP'ê
Mûnzûr: Em ê bibin sedema têkçûna AKP'ê,mûnzûr,em,ê,bibin,sedema,têkçûna,akp'ê

Mûnzûr: Em ê bibin sedema têkçûna AKP'ê

A+ A-

Endama Kevana Zêrîn Pelşîn Mûnzûr diyar kir, destavêtina ku weke şêweyekî şerê taybet ê li Kurdistanê tê kirin, li dibistan, girtîgeh, qereqol û wargehan belav bûye û got, ew ê pêşî li siyaseta 'nabe ku Kurd bi hişmendiya azadiyê mezin bibe' ya mêtîngeriyê bigirin.

 

Endama Kevana Zêrîn Pelşîn Mûnzûr ji ANF'ê re axivî û bibîr xist, AKP ji bo tinekirina Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan bûye desthilatdar. Mûnzûr anî ziman, ji ber ku polîtîkayên kevneşop û faşîzan ên dewleta Tirk bê encam man û xitimîn, bi konsepteke berfireh ev wezîfe ji AKP'ê re hate dayin. Mûnzûr destnîşan kir, AKP'ê bi hemû hêza dewletê li dijî jin û ciwanên Kurd siyaset meşandiye û ji bo desthilatdariya xwe qewîn bike, polîtîkayên herî giran, bi xwîn û bê exlaq li dijî gelê Kurd xistiye meriyetê.

BI TIRS Û PSÎKOLOJIYA TÊKÇÛNÊ ŞERÊ TAYBET DIMEŞÎNE

Mûnzûr anî ziman, di çarçoveya fermana 'zarok jî be, jin jî be...' ya Erdogan de, 15 salan êrîş li her qada jiyanê hatiye kirin û got, tevî hemû hewldanan jî AKP bi ser neketiye. Pelşîn Mûnzûr da zanîn, li dijî faşîzmê her carê berxwedan xurt bûye û AKP a ku bê encam ma, her gavê êrîşên xwe derxist asteke bilindtir. Mûnzûr destnîşan kir, AKP niha bi vê tirs û psîkolojiya têkçûnê, şerê taybet dimeşîne.

DESTDIRÊJIYA DI BINÊ ÇAVAN DE POLÎTÎKAYA DEWLETÊ YE

Mûnzûr ragihand, destê AKP'ê di xwîna jin û zarokên Kurd de heye û got, "Di dema dawî de, bi hemû rêbazên tinekirin, înkar, tecrîd, êrîş û şer hewl dide encamê bigire." Mûnzûr diyar kir, ev êrîşkarî bêçaretiya AKP'ê radixe pêş çavan û êrîşa bi taybetî ya li dijî jinan, bi pêşengiya jinê ya di berxwedanê de girê da: "Ji bo vînê bişikîne, di vê demê de hema bêjin di her binçavkirinê de destdirêjî tê kirin. Dest avêtin gelek kesan. Bêguman êdî ev yek polîtîkayeke bi rêk û pêk a dewletê ye."

RÊBAZA BÊ EXLAQ A MÊTÎNGERIYÊ

Mûnzûr diyar kir, destavêtina ku weke şêweyekî şerê taybet ê li Kurdistanê tê kirin, li dibistan, girtîgeh, qereqol û wargehan belav bûye û got, dixwazin di zarokatiyê de mêtîngeriyê nîşanî Kurdan bidin û bi vî rengî bêdeng bikin. Pelşîn Mûnzûr anî ziman, bi vê rêbazê hewl didin bandorê li karakter, psîkolojî û  kesayetiya wan bikin û vê mesajê bidin: "Hûn dikarin weke Kurdekî ji dayik bibin, lê nikarin bi hişmendiya azadiyê mezin bibin." Mûnzûr wiha dewam kir: "Çanda destavêtinê, ji bo civakeke bi zaenbûn were kolekirin, vîna xwe bê şikandin, bê qirkirin, kesaiyeta xwe bê dejenerekirin û pûçkirin, tê kirin."

AXAFTINA LI ENSAR, MIKURHATIN E

Mûnzûr bal kişand ser axaftina Erdogan a li kongreya Weqfa Ensar, ku bi destavêtina li 45 zarokan tê naskirin û diyar kir, Erdogan di vê axaftina xwe de hewl da destavêtinê rewa nîşan bide. Mûnzûr axaftina Erdogan a li kongreya navborî wiha şîrove kir: "Di vê axaftina xwe de li vê yekê mikur hat; 'Ev 15 sal in li pêşberî hêza pêşeng û parastina çandê ya berxwedana Kurdan, li pêşberî jinan têk çûm. Ji ber vê yekê min nekarî asîmîle bikim, nekarî kodên çandî yên jinên Kurd ji hev bixim. Ji niha û pê ve ez ê rêbaza destavêtinê li Kurdistanê bi kar bînim'."

EM Ê BIBIN SEDEMA TÊKÇÛNA AKP'Ê

Pelşîn Mûnzûr destnîşan kir, zêdebûna destavêtina li ziman, çand, beden û jiyana civakî û siyasî ya li Kurdistanê, parçeyek ji şerê taybet ê nû ye û got, "Hêviya AKP'ê li ser tinekirina hêza rêxistinbûyî û jinên kurd e. Eger karibe vê bike, wê bêhn were ber, dibe ku hemûna xwe jî biparêze. Em jî, çawa ku di nava 15 salan de me bi berxwedan, sekn, çalakî û rêxistiniya xwe nehişt AKP bi ser bikeve, ji niha û pê ve jî bi berxwedana xwe em ê bibin sedema têkçûna AKP'ê."