1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Referandûm a serxwebûnê ye, ya jî ji bo desthiladariya PDK'ê ye?
Referandûm a serxwebûnê ye, ya jî ji bo desthiladariya PDK'ê ye?,referandûm,a,serxwebûnê,ye,ya,jî,ji,bo,desthiladariya,pdk'ê,ye

Referandûm a serxwebûnê ye, ya jî ji bo desthiladariya PDK'ê ye?

Mijara referandûma serxwebûnê ku PDK'ê xiste rojevê, gelek nîqaş û pirs bi xwe re anî. Me hewl da raxin pêş çavan, bê referandûma li Başûrê Kurdistanê ji bo 'serxwebûnê' ye, ya jî hewldanek ji bo mayindekirina desthilatdariya PDK'ê ye

A+ A-

 ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) a bi pêşengiya malbata Barzanî, piştî civîna 7'ê Hezîranê ya bi hin partiyên siyasî re kir, biryara referandûma serxwebûnê da. Bi vê biryarê re rojeva siyasî ya li herêmê ber bi vî alî ve çû. Di serî de Tirkiye, Iraq, DYA û Elmanya, gelek welatan di astên cuda de reaksiyon nîşan dan. Lê ji reaksiyona derve wêdetir, partiyên siyasî û civaka li Başûrê Kurdistanê dest bi lêpirsîna vê gava PDK'ê kirin. Pêvajoya referandûmê ya ku 'pirsên xwe gelek in, bersiva xwe kêm e' ya li Başûrê Kurdistanê, ANF'ê hewl da rave bike.

BIRYARA REFERANDÛMÊ KENGÎ HATE GIRTIN?

Di nava krîza siyasî, civakî û aborî ya Başûrê Kurdistanê de PDK û YNK'ê di 24'ê Adara 2017'an de ji bo nirxandina mijara referandûma li ser serxwebûna Herêma Kurdistanê heyeteke hevpar ava kirin û bi partiyên siyasî re dest bi hevdîtinê kirin.

Piştî van hevdîtinan, ku bi Tevgera Goran re nehate kirin, heyeta PDK-YNK'ê di meha Adarê de bi civîneke çapemeniyê ya hevpar ragihandin ku wê di sala 2017'an de 'referandûma serxwebûnê' were kirin.

Endamê polîtburo ya PDK'ê Fazil Mîranî li vê civîna çapemeniyê axivî û got, "Ji bo me referandûm ji vekirina parlamentê girîngtir e." Tevgera Goran û Komala Îslamî ji destpêkê ve dixwazin mijara referandûmê li paramentê bê nîqaşkirin û biryar li wir bê girtin.

Piştî civîna hin partiyên siyasî, ku di 7'ê Hezîranê de bi serokatiya Serokê Giştî Yê PDK'ê Mesûd Barzanî li Pîrmamê hate lidarxistin, dema referandûmê weke 25'ê Îlona 2017'an hate diyarkirin.

Di heman daxuyaniya piştî civînê de hate ragihandin, hilbijartinên parlamenta Başûrê Kurdistanê ku diviyabû di 21'ê Îlona 2017'and e bihata kirin û hilbijartina Serokatiya Herêma Kurdistanê ku Mesû barzanî ev 2 sal in dest daniye ser, di 6'ê Mijdara 2017'an de werin lidarxistin.

KÎ TEVLÎ CIVÎNÊ BÛN, KÎ TEVLÎ NEBÛN?

Civîna li ser referandûmê bi beşdariya PDK, YNK, Yekgirtû Îslamî, Tevgera Îslamî, Partiya Komunîst a Kurdistanê, Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê, Partiya Kedkaran, Partiya Kedkar û Karkeran a Kurdistanê, Partiya Referom û Pêşvebirinê ya Kurdistanê, Lîsteya Tirkmen a Hewlêrê, Eniya Tirkmen a Iraqê (ITC), Partiya Pêşvebirinê ya Tirkmen, Lîsteya Ermenî ya Parlamenta Kurdistanê, Tevgera Demokratîk a Asûrî û Meclîsa Asûrî û Kildanî pêk hat.

Di nava van partiyan de li Parlamenta Başûrê Kurdistanê 38 parlamenterên PDK'ê, 18 ên YNK'ê û 10 ên Yekgirtû Îslamî hene. Kursiyên din jî ji ber kotayê yên hindikahiyan e.

Tevgera Goran ku li Parlamenta Başûrê Kurdistanê xwedî 24 kursiyan e û Komeleya Îslamî ku xwedî 6 parlamenteran e tevlî civînê nebûn. Her du partiyan di daxuyaniyên xwe de gotin, ew ne li dijî serxwebûnê û ne li dijî referandûmê ne, lê belê PDK lîstikeke siyasî dilîze.

Di daxuyaniyên her du partiyan de hate destnîşankirin, ku PDK referandûmê ji bo taloqkirina hilbijartinên parlamentê û serokatiyê, ya jî ji bo van hilbijartinan nede kirin, bi kar tîne. Krîza navbera Goran û PDK'ê di sala 2015'an de dest pê kir û hê jî dewam dike.

ÇIMA BI ÇAVEKÎ GUMANBARIYÊ LI REFERANDÛMÊ TÊ TEMAŞEKIRIN?

Partiyên siyasî û gelê Başûrê Kurdistanê, ji ber van sedeman bi çavekî gumanbar li referandûmê dinerin:

1- Tê destnîşankirin, ku biryara serxwebûnê divê li parlamentê were nîqaşkirin û ji ber ku ev nehatiye kirin, mijara referandûmê ji bo berjewendiyên şexsî yên partiyekê tê bikaranîn: Pirsgirêka rewabûnê.

Berdevkê Tevgera Goran Şoreş Hecî bi van gotinan, vê sedemê bi rengekî berbiçav radixe pêş çavan: "Divê mijara referandûmê ji bo berjewendiyên şexsî, partî, malbatî û eşîrî neyê bikaranîn. Pêwîste weke serketina partiyekê, kesekî ya jî malbatekê neyê nîşandan."

2- Piştî ku mijara referandûmê kete rojevê, li ser nerazîbûna derve (Iraq, Îran, Tirkiye, DYA û hwd.), PDK a ku bi îdîaya 'referandûma serxwebûnê' tevdigere dest bi bilêvkirina gotinên wekî 'referandûm nayê wateya ragihandina serxwebûnê' kir. Van gotinên PDK'ê bêbawerî zêdetir kir.

3- Di destûra bingehîn a Iraqê ya heyî de, ti xaleke ku rê li ber referandûm û serxwebûnê vedike, nîne.

4- Li 'herêmên bi nîqaş' ên weke Kerkûk, Xurmatû, Celawla, ku di çarçoveya xala 140. a destûra bingehîn a Iraqê de ye, ne diyar e ku referandûm li van cihan bê kirin.

Di civîna Pîrmamê de hat ragihandin ku referandûm wê li van herêman jî were kirin. Lê belê, piştî nerazîbûnên hatin nîşandan, rayedarên PDK'ê ji çapemeniya navneteweyî re gotin, 'li van cihan şert û mercên referandûmê nîne' û paş ve gav avêtin. Vê yekê kir ku baweriya bi niyeta PDK'ê bibe cihê nîqaşê.

Serokê Koma Komala ya li Parlamenta Iraqê Ahmed Hecî Reşîd bi van gotinan bal kişand ser xeteriya vê sedemê: "Kirina referandûmê li van herêman, karekî gelekî xetere ye. Lîstina bi agir e. Ji ber ku eger welatiyên li wan hereman dijîn bersivê nedin referandûmê, dibe ku ev herêm ji dest biçin. Ji dest çûna van herêman di berpirsyariya wî serokî de ye ku parlament girtiye û daxwaza referandûmê kiriye."

5- Li 'herêmên cihê nîqaşê', ku di kontrola hêzên mîna Pêşmerge, artêşa Iraqê, Heşdî Şebî û DAIŞ'ê de ne, kirina referandûmê cihê gumanan e.

6- Tê gotin, PDK wê referandûmê ji bo qezençkirina hilbijartinên serokatiya herêmê û parlamentê, weke argumaneke siyasî bi kar bîne, bi referandûmeke sembolîk bi hestên neteweyî yên gel bilîze û bi vî awayî hewl bide di hilbijartinan de bi ser bikeve.

7- Li gorî qanûnên Başûrê Kurdistanê, ji bo hilbijartinên parlamentê divê 6 meh berê biryar were girtin û ev jî ji Desteya Hilbijartinê ya Bilind re bê ragihandin. Di vê rewşê de, referandûm were kirin an jî neyê kirin, nepêkan e ku hilbijartinên parlamentê di 6'ê Mijdarê de bên kirin.

8- Ji ber ku PDK li pêşberî nerazîbûnên Iraq, Îran, Tirkiye, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Elmanya û gelek welatên din bêdeng e, ev rewş rê li ber gumaneke din vedike.

DU NÊRÎNÊN LI SER PÊVAJOYA REFERANDÛMÊ

Di warê pîvanî de ti partiyên li Başûrê Kurdistanê ne li dijî kirina referandûmê ye. Ji bo pêkanîna referandûmê du nêrînên sereke hene.

Weke dibetiya destpêkê, gumanên li jorê hatine ragihandin derdikevin pêş, ku li gorî van gumanan PDK referandûmê ji bo siberoja xwe ya siyasî bi kar tîne. Di rewşeke bi vî rengî de, kengî ku PDK'ê Tirkiye îqna kir ku 'referandûm wê rê li ber serxwebûnê veneke û ji bo qezençkirina hilbijartinê weke argumanekê bi kar tîne' û temînata 'wê li herêmên bi nîqaş referandûm neyê kirin' bide Îran û Iraqê, hingî wê karibe pêk bîne.

Tê gotin, ev yek dikare bandoreke erênî li nêzîhevbûna Tirk û Îranê ya piştî krîza Qatarê bike û hin qelemşorên PDK'ê ji niha ve dest bi nivîsandina teza "AKP ne li dijî serxwebûnê ye, ji bo dengên nîjadperestan bi dest bixe, mîna ku li dij e tevdigere" kirin.

Dibetiya duyemîn jî, ji bo niha qels e. Lê li gorî vê dibetiyê, wê PDK li dijî gefên Tirkiye, Îran û Iraqê, guh bide partiyên din ên Başûrê Kurdistanê, beriya referandûmê di nava rewşeke demokratîk de hilbijartinên parlamentê beriya referandûmê pêk bîne û referandûm jî ji aliyê parlamenteke ku baweriya bi xwe teze kiriye, bê lidarxistin.

Xuya ye, eger ev dibetiya duyemîn bê tercîhkirin, wê Kurdên li hemû parçeyên din piştgiriyê bidin hemû biryarên gelê Başûrê Kurdistanê û dibe ku ev yek bibe bingeheke xurt ji bo Kongreyeke Neteweyî ya Kurd.

REFERANDÛM ÇAWA DIKARE WERE KIRIN?

Li Herêma Başûrê Kurdistanê, di rewşa heyî de ji bo derbaskirina rojeva referandûmê ya ku PDK'ê ji bo mayindekirina desthliatdariya xwe xistiye rojevê, pirsgirêkan dijî. Di serî de YNK, partiyên siyasî di wê baweriyê de ne ku eger bêjin, 'bi rewşa heyî referandûm nikare were kirin, bê kirin jî wê girêdar be' wê zerarê bide partiyên wan.

Lê belê, atmosfera siyasî ya li Rojhilata Navîn firsend û derfetên mezin dide gelê Kurd û gelên pê re dijîn. Firsendên ji bo diyarkirina çarenûsa gelê Kurd -ku ev dikare serxwebûn, federasyon, otonomî ya jî bi rengekî din be' hatine bidestxistin, gelo wê bibe qurbanê peymanên bazirganî û desthilatdariyê yên partiyekê? Pirsa bingehîn a di rojevê de ev e.

Gavên ku di sala 2013'an de ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurd hatin avêtin, hem ji bo çareserkirina krîza siyasî û aborî ya li Başûrê Kurdistanê, hem jî ji bo gihandina daxwazên Kurdan bi 'yek dengî' ji cîhanê re, zemîneke xurt ava kiribû.

Referandûmeek ku ji siyaseta hegemonîk a partiyekê hatiye rizgarkirin, hem ji aliyê bandorê, hem jî ji aliyê giraniyê ve wê hê bi xurtî li cîhanê deng vede.

Di rewşeke berevajî de, eger PDK helwesta xwe bidomîne û bi vî rengî referandûmekê bike, dibe ku rewşeke xetere derkeve holê, ku Başûrê Kurdistanê li demên destpêkê vegerîne.