1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Rojeva herî grîng a 2019'an germbûna global' bû
Rojeva herî grîng a 2019'an germbûna global' bû,rojeva,herî,grîng,a,2019'an,germbûna,global',bû

Rojeva herî grîng a 2019'an germbûna global' bû

Di sala 2019'an de bihîstyariya li dijî guherînên avhewayî li hemû cîhanê bilind bû. Lê heman bihîstyarî bi rêveberiyên dewletan re tunebû û hêvî mane ji sala 2020'an re

A+ A-

Hemû cîhanê îsal jî dahatuya Peymana Avûhewayê hate nîqaşkirin, ku 2016'an ji hêla Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hema hema hemû welatan îmzeya xwe lêdabûn. Li ser Kombûna Avûhewayê (COP21) ya 2015'an ji dema ku peyman hatî qebûlkirin ve, li gel ku 4 sal derbas bûne jî kombûna îsal (COP 25) bi şîroveya, ''vî çiyayî çi zelq kir'' bidawî bû. Lê hem bi asta civakan û hem jî bi asta şîrketan îsal bihistyariyeke zêde hebû.

METIRSî ÇINE?

Hişyariyên pisporên Panêla Guherîna Avûhewayê ya Navhikûmetan a Neteweyên Yekbûyî (IPCC) yên ji salên 90'î û vir ve, van  salên dawî bi bobelatên sirûştî zêdetir girîng bûn. Van salên dawî piraniya lêkolîna zanistî nîşan didin ku germbûna global ji ber kirinên mirovî ye û heke pêşî lê neyê girtin, dawiya sedsalê wê bobelatên mezin bi ser serê mirovan de werin.

Di hemû lêkolînan de germahiya giştî ya global a beriya 1881'ê esas têne girtin, ku cara pêşî wê demê hatibû pîvan, germbûn heta 2100'î herî pir divê di navbeyna 1,5 û 2 pîleyî de bin. Sersedema germbûna global jî gazên karîger têne nîşandan ku bi atmosferê ve têne berdan. Di serê van de jî karbondîoksî (CO2) heye.

Lêkolîn diyar dikin CO2 ku rê li ber germbûna global vedikin, beriya ku bi derengî bikeve divê werin kêmkirin, heke ev neyê kirin, ji ber sedema ku li atmosferê wê komî ser hev bibe, wê ne pêkan be ku zêdebûna germahiyê were rawestandin. Hilberandina enerjiyê ya bi petrola berdest an jî bi navenda komirê, bi zêdebûna nifûsê re xebatên çandiniyê û hilberandina goşt û şîr, ku CO2'yê zêde dikin, heke bi vî rengî bidome, zêdebûna germahiyê ya sedsala 19'an ku li  derdora 1,1 pîleyî ye, wê bibe 3 pîle an jî jê zêdetir bibe.

Heke germbûna global wiha bidome, ev tê maneya ku salên pêş me wê bobelatên avûhewayê çêbibin. Pêşbîniya wê tê kirin, di serî de li gelek welatên giravê, li welatên li peravên okyanosan wê ji vê karîger bibin, bobelat wê bibin  sedem ku beşek ji qadên çandiniyê yên cîhanê nema karibin werin çandin û bi giştî bi sedan milyon mirov wê ji bêgavî ji şûnwarên xwe bibin.

BOBLEATÊN SIRÛŞTÎ YÊN 2019'AN HIŞYARÎ PIŞTRAST KIRIN

Bi dehan sal in li gel ku hişyarî têne kirin jî, welat li dijî germahiya global helwesteke hevpar nîşan nadin û ev jî fikaran çêdike. Bobelatên sirûştî yên ku îsal çêbûn nîşan da bê ka hişyariyên zanyaran çendî di cih de bûn. Li gelek herêm û welatan, ku di nav wan de bajarên mezin jî hebûn, ziwabûn hebû, şewatên mezin çêbûn, bager çêbû û her wiha ji ber bandora rasterast a germahiyê qeşa heliyan.

Qurbanê pêşî yê guherîna avûhewayê bû şîrketa hilberandina elektîk û belavkirinê ya Emerîkî ya bi navê Pacific Gas & Electric Company (PG & E). Ji ber şewata xeta elektrîkê ya şîrketê 2018'an Cotmehê, li Kalîforniyayê şewateke mezin derket û 65 hezar hektar aristan û qadên din tine bûn, her wiha 20 hezar mal şewitîn. Di encama şewatê de 86 kes miribûn, şîrket bû sedema ziyana 16 milyar dolarî, hîsseyên şîrketê ji ber vê ketin, li borsayê li binî da û şîrketê biryara îflasê da. Pacific Gas & Electric Company di çapemeniya cîhanê de wekî 'qûrbanê pêşî yê mezin ê di qada aboriyê de ya ji ber guherîna avûhewayê' hatibû binavkirin.

2019'an li welatên Ewropayê germahî ji 40 pîleyî zêdetir bû, ji ber sedema ku germahî mîna ya 2003'an zêde neajot bi hezaran kes ji mirinê filitîn.

AV KÊM BÛ, ŞEWAT ZÊDE BÛN Û QEŞA HELIYAN

Li gel ziwabûna îsal, li herêmên ku zêde baran bariyabû jî bobelat çêbûbûn. Mînak Tîrmehê li Hindistanê ji ber ziwabûna li bajarê Chennaî ya bi nifûsa 7 milyonî ya Hindistanê hema hema ava nav malan a tevahiya bajêr hatibû ber nemanê. He rwiha li  bajarê Capê yê Efrîkaya Başûr jî ji 2018'an û vir ve av kêm bûbû.

Ziwanbûna li eyaleta Kalîforniyayê ya DYE'yê 2019'an jî domand, bi sed hezaran hektar daristan û qada çandinî şewitî. Li Efrîkayê jî, di serî de Sûdana Başûr, li gelek welatan ji ber ziwabûna li welatan û lehiyê bi milyona mirov hatibûn ber rewşa birçîmayinê. Li Başûrê Sûdanê 5 milyon mirov, li Zîmababweyê ya ku ziwabûn lê heye jî 60 ji 100'î yê 15 milyon mirov hewceyî zad e.

Her wiha li daristanên Amazonê jî, ku mîna 'kezeba cîhanê' têne binavkirin, ji 5 milyon kîlometre bi dirêjî û firehiyê zêdetir daristan û qad şewitîn. Havînî li hezaran cihî şewat derketibûn û tenê beşek ji van vemirîbûn. Şewat hê jî dewam dikin û her çendî çarçoweya wê tam teqez nebûbe jî, şewat bûne sedem ku bi milyonan hekyar daristan bibe xwelî.

Tebaxê piştî ku qeşaya 700 salî ya bi navVê Okjokull a Izlandayê bi temamî heliya, bi danîna 'plaketa bîranînê' asta germbûna global hatibû destnîşankirin. Qeşaya ku destpêka sedsala 20'an bi dirêjahî û berfirehiya  12 kîlometre bû, êdî nîne û tê texmînkirin 400 qeşayê dî yê li welêt di nav vî 200 salî de wê bihele.

Li gorî IPCC'yê 80 ji 100'î yê qeşaya li cîhanê heta 2100'î wê bihele. Ev ê jî bibe sedem ku ava okyanosan bi metroyan rabe. Tê zanîn ava li okyanosan 1 metroyî jî rabe gefê li gelek bajar û welatên li ber peravan dixwe.

BIHISTYARÎ ZÊDE BÛ

Di têkoşîna dijî guherînên avûhewayê de tişta ku hêviyê dide ew e ku li dijî germbûna global cara pêşî helwesteke mezin hate nîşandan. Neteweyên Yekbûyî (NY) xwestibû ku îsal li hemû welatên cîhanê dawî li santralên komirê were.

Li dijî germbûna global ji ber ku tevdîr bi derengî hatine xistin, herî pir ciwan û zarokan helwest nîşan dan. Greta Thunberg a Swêdî bal kişandibû ser çalakiya ''Ji bo Avûhewayê Greva Dibistanê'' ku Tebaxa 2018'an dest pê kiribû û Adara 2019'an li hemû cîhanê belav bûbû. Ev çalakî ji Adarê û wir ve bi navê, ''Ji bo Avûhewayê Roja Çalakiya Global'' domand, her roj li sedan bajarên cîhanê eynî demê bi sed hezaran mirov derketin kolanan. Li Madrîdê û Montrealê û Newyorkê ku kombûna COP 25'ê çêbû li hezaran bajarî dirûşma, ''dahatuya me rizgar bikin'' li kolanan olan da.

PÊŞÎ GIRINGÎ DANE DAXWAZÊN ŞÎRKETÊN MEZIN

Dewletên dinyayê bersiv nedan hêviyên ku ji civîna bilind a COP 25 dihatin kirin. Mijara destnîşankirina armancên der barê belavkirina karbondîoksîtê jî ji civîna bilind a COP 26 re man. Lê belê şîrketên mezin ên ku para xwe di belavkirina karbondîoksîtê de hene, nerazîbûna mirovan a li tevahiya dinyayê dîtin û dest bi destnîşankirina armancên ji bo avhewayê kirin.
Nêzî 300 şîrketên sereke yên li dinyayê îsal ragihandin ku wê emîsyonên gaza bi bandora serayê bi pêşniyarên IPCC ji nû ve sererast bikin û kêm bikin. di çarçoveya însiyatîfa Scîence Based Targets de van şîrketan soz dan ku wê li gorî armancên hatin destnîşankirin tevbigerin. Nêzî 400 şîrketên din ên mezin jî soz dan ku wê heta salên 2020 û 2021'ê armancên xwe yên ji bo kêmkirina belavkirina karbondîoksîtê ragihînin.
Ji aliyê hikumetan ve jî ji bo danûstandinên li civîna bilind a COP 25 a li Madrîdê şîroveya 'bersiv ji hêviyan re nedan' hatibû kirin. Ji ber ku armancên ji bo têkoşîna li dijî germahiya global ji civîna bilind a COP 26 re man hate fêhmkirin ku hestiyariya sala 2019'an hîn ji aliyê dewlet û hikumetan ve bi têrkerî nehatiye fêhmkirin.