1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Romana Şener Ozmen 'Xeyb' derket
Romana Şener Ozmen 'Xeyb' derket,romana,şener,ozmen,'xeyb',derket

Romana Şener Ozmen 'Xeyb' derket

DIHABER - NAVENDA NÛÇEYAN- Romana 'Xeyb' a nivîskar û hunermendê hunera hevçerx Şener Ozmen ji Weşanên Lîsê derket

A+ A-


Romana "Xeyb" a nivîskar, wergêr, rexnegirê hunerê û hunermendê hunera hevçerx Şener Ozmen, ji Weşanên Lîsê derket û xwegihand ber destê wêjehezan. Xeyb, ji 364 rûpela pêk tê. Ozmen, di Xeybê de, bi hostetiyeke xwemal xwendevan ber bîra xwe ve kaş dike û derûna wî/me ya binaxkirî radestî pênûsa xwe ya xwerûbiwêjî dike. Xeyb, bi hûnandineke hunerwer û narîn, bi vegotina xwe noqî deryaçeya kurmanciyeke xas bûye û hizrên merivane yên paşperdekirî, bi gilî û gotinên jiyanî li ber dilê xwendevan dide. 

Pasajek ji romana Xeybê:

“Ev qeraxa ku em raserî wê ne, li devereke welatê te yê azad e, ev der xût cinet e, qûm qûma welatê te ye, mirovên li qeraxê, giştik Kurd in, wekî ku ji te ve jî xuya ye, bêziman in, piştî ku zimanê wan ê dewlemend yekcaran ji holê rabû, ev qezîya reş bi serê wan de hat. Ji zû de ye ku bi saya serê qaqlîbazan pêwendîyê li gel hev datînin, loma bi kom û kulfet tên qeraxa vî şetî, ji kewa sibehê heta hingora êvarê li vir in, ev jî tişteke nû ye bo me Andromedayîyan...”

Şener Ozmen kî ye?

Nivîskar, wergêr, hunermendê hunera hevçerx û rexnegirê hunerê Şener Ozmen, di sala 1971'ê de li Hezexa Şirnexê ji dayik bûye. Di sala 1998'an de Beşa Perwerdehiya Nîgarkêşiyê ya Fakulteya Perwerdehiyê ya Zanîngeha Çûkûrovayê kuta kiriye. Di temenekî gelekî ciwan de nasîna wî li gel karîkatur û helbestê çêdibe, lê piştî demekê destê xwe ji her duyan jî dikşîne û ber bi hunera hevçerx û wêjeya kurdî diçe. Berhema Arjen Arî "Destana Kawa û Azhî Dehaq" û Berhema Berken Bereh "Dilê Min Palgeh e Ji Işqê Re" wergerandin tirkî û ev berhem ji Weşanên Evrenselê derçûn. Di sala 2005'an de Kunstmuseum Thunê (Swîsre) hunermend Ozmen hêjayî xelata "Prix Meuly" dît. Ozmen di navbera salên 2005-2007'an de beşdarî bernameya pevguherîna hunermendan a TRANSFER 07'ê (Munster-Almanya) bû, ku bi destê Sekreteriya Rewşenbîriyê ya Ren Vestfalyaya Bakur (NRW) hat birêvebirin, di sala 2008'an de jî beşdarî Projeya Nivîskarên Bajaran a Tirkiye-Almanyayê (Munih) bû, ku ji aliyê Enstîtuya Goethe (Stenbol) ve hat birêvebirin. Hin ji berhemên Ozmen ev in: Rojnivîska Spînoza (roman), Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî (roman), Keleh (kurteçîrok), Gramera Bêhizûr (roman)... Her wiha gelek berhemên Ozmen ên bi zimanê tirkî û der barê hunera hevçerx de jî çap bûne...