Li ser ciwanên Amedê polîtîkayên şerê taybet
9 Gulan
MEHMET CÛRAN/ EZGÎ GÛNDÛZ
AMED (DÎHA) - Ciwanên Amedê ku berê tiryakêş bûn û niha dev ji tiryakê berdane û ji rayedar û kesên ku bi vê mijarê têkildar in xwest hestiyar tev bigerin. Li herêmê di nav ciwanan de tiryakkêşî weke şerê psîkolojîk ê taybet tê zanîn. Ciwanên Amedî li hemberî vê polîtîkaya dewletê ya tiryakêşiyê ku li ser ciwanan dide meşandin bi zimanekî hişk şermezar kir. Civaknas Doç. Dr. Abdûrrahim Ozmen jî derbarê bikaranîna tiryakê de diyar kir ku temena bikaranîna tiryakê di salên dawî de gelek ketiye û gefek mezin li ewlehiya civakê dixwe.
Li herêmê ji salên 90'î û vir ve bi taybetî ji aliyên hêzên tarî û taybet ve li ser ciwan û gelê Kurd ji bilî şerê fîzîkî û tunekirinê şerê psîkolojîk ê taybet jî tê meşandin. Bi taybetî li tevî bajarên Kurdistanê tiryak, fûhûş û dizî di salên dawî de bi destê hêzên pergalê ve hat peşxistin. Her çiqas tevgera Kurd bi rêxistin û têkoşîna xwe darbe li vê mijarê bixe jî, pergala dewletê di Kurdistanê de dixwaze bi maddeyên tiryak, fuhuş û asîmîlasyonê ciwanan tev li qirêjî û aloziyê bike. Li Amedê niha gelek ciwan bi polîtîqayên qirêj yên pergalê rû bi rû ne. Ciwanên Amedê yê ku berê tiryakêş bûn û niha berdane ji kesên rayedar û eleqedar banga hestiyarî kirin û xwestin ku ciwanên Kurd ji polîtîqayên aloz rizgar bibin. Ji van ciwanan yê bi navê A. Ç diyar kir ku ji aliyê tiryakê gelek pirsgirêk kişandiye û nêzîkê 4 mehin tiryak terkindiye û got: "Min li leşkeriyê dest bi tiryakê kir. Gelek hevalên min ev îlletê dikişandin û gelek ji wan ji ber tiryakê derûniya wan xirabû. Ciwan ji bo ku aciz dibûn nedikişandin. Pirsgirêkên wan yên herî mezin hebû. Dibe ku ev pirsgirêk ji aliyê derûnî û jiyanê be. Minak gava vê tiştî min kişand, ez nikaribûm biçim cem hevalê xwe. Hevalên min yên herî baş ji min dûr diketin. Mînak carnan ji malê dûr diketim. Jiyana tiryakê tiştekî pir nebaş e. Ez dixwazim ciwanên Amedê vê tiştî nekişînin. Niha gelek hevalên min heye di nav tiryakê de ne. Tu li kîjan kuçeyê mêze bikî firoşkar tijî ne. Li vir tiryak difiroşe. Ev tişt polîs jî dibîne. Ev tiştî her kes dibîne û dizane. Ez dixwazim karê tiryakê rabe. Gelek tişt heye, lê niha nayê bîramin. Ev tişt di mêjiyê me de tiştekî nehiştiye."
'Ez dixwazim rayedar ji ciwanan re alîkar bin'
A.Ç., bûyerên ku di serê wî de derbaz bûne wiha got: "Ez ketim gelek cihan û derdoran. Me ev tiştî bi hev re dikişand û hişê me ji serê me diçû. Carnan hinek heval diçûn mal kirê dirin. Em diçûn li vê derê bi hev re diman. Mirovên cûre cûre dihatin cem me. Mirovên ku qet me texmîn nedikir, diketin nav vê tiryakê. Çend hevalên min heye ku nas dikim, êdî ewqas heb û şekir bikardanin tu hiş bi wan re nemabû. Hem ji aliyê fîzîkî hem jî, ji aliyê derûnî. Wek dîna bûbûn. Gava ku ez niha rewşa wan ya niha dibînim dilê min pir bi rewşa wan diêşe. Ez carnan dibêjim, ez çi bikim wan ji nav vê qirêjiyê derxim. Ez dixwazim rayedar, ji ciwanên me yên Amedê re alîkar bibin."
'Li leşkeriya Stenbolê de gelek ciwan di nav tiryakê de ne'
A.Ç. diyar kir ku gava di leşkeriyê de bûye rewşa tiryakbûna xwe ji qomûtan re gotiye, lê tu kes alîkarî nekiriye û wiha axivî: "Min ji qomûtan re got ku ez giredayê madde û tiryakê me. Min got ez tiryak im û dikşînim, ji ber vê yekê alîkariya me bikin. Ji me re got, tu dikişînî zirara wê ji te re ye û alikariya me nedikir. Min jî got raste me kişand me şaşitiyekî kir, lê alîkariya me bikin ku em êdî ji nav vê qirêjiyê derkevin. Leşkerî û qomûtan me bi xwe hişt û tu alîkarî nekir. Ez dikarim mînak jî bidim. Li Stenbolê ya Qomûtaniya û Leşkeri ya Sariyerê ya Herêmê, niha ez dizanim ku gelek ciwan li wir giredayê tiryakê ne. Li leşkeriyê me tiryakê hema li cem leşkeriyê distandin. Me tiryakê ji taxa Çayirbaşiyê disend. Ev tax ya çîngeneyan bû."
'Di berdana me ya tiryakê de sûda hevalan çêbû'
A.Ç., da zanîn ku ji bo ku ew dev ji tiryakê berde tu kes alîkariya wî nekiriye û di berdana tiryakê de sûda gelek mezin ji hevalê xwe girtiye û wiha domand: "Hinek hevalên me yên ku tiryak nedikişandin hebû. Ew ji me re alikar bûn. Ji me re digotin ev tişt nebaş e nekişînin. Pir caran gotin û min jî herî dawî gotina wan kir. Gava min tiryak dikişandin agahiya malbata min tûne bû. Min nedixwest agahiya malbata min hebe. Ji ber ku aciz nebin û pê neyşin min nedixwest ew hîn bibin. Piştî min dev ji tiryakê berda malbat û der dor jî guhertina ku di min de çêbû dîtin. Êdî ez pirtir diçûm malê û min malbata xwe dit. Gava ku min dikişand pir caran nediçûm malê. Lê niha rewşa min baştir e."
'Di paş belavkirina tiryakê de ajan jî polîs jî heye'
A.Ç., destnîşan kir ku gava ew tiryak dikişand hevalên wî aciz dibûn û nedixwestin ew tiryak bikşîne û wiha got: "Lê carnan min nedikişand, qrîz dahatin û min sebir nedikir. Carnan jî, ji ber qrîzê min êrîşê der dor dikir. Gava min wî dikişandin mêjiyên min disekiyan. Ez bawer dikim ku li paş van tiştan hinek kes hene, an jî tu kes ew qas nikare van tiştan bi hêsanî bifiroşe. Di pişt van tiştan polîs jî heye ajan jî heye. Ev tişt li ku tê firotan hemû dizanin. Çend caran min taxa me jî dît. Polîs dahatin taxa me ji me re digotin siyaset nekin, kevir navêjin me, çi dixwazin bikin. Heke hûn dixwazin dizîtiyê bikin, fûhuşê bikin, lê kevir navêjin me û siyasetê nekin. Ev siyaseta ku dewlet û polîs li ser me dimeşîne bi temamî bizanebûn çêdikin." A. Ç diyar kir ku heke li Amedê karekî ciwanan hebûya dê tiryak nehatana kişandin û wiha got: "Gelek ciwanên me li vir bê kar in. Ji tunebûniyê gelek ciwanên me dizîtiyê dikin. Gelek hevalên min yê wisa hene ku ji ber van tiştan mêjiyê xwe xwarine û dîn bûne. Ez berê li Îzmîrê jî mam. Li wê derê jî hevalên me û derdorê me hebû, lê rewşa vê derê xirabtir e. Ji bilî vê derê tu cîh ewqas tiryak dikşînin tune ye. Ez carnan fam nakim çima tenê li van deran pir tiryak tê bikaranîn. Heke karê ciwanan hebe bawerim dê tiryak jî nekişînin û dizîtiyê jî nekin.
A.Ç., gotina xwe wiha bi dawî kir: "Ez dikarim vê rastiyê bêjim. Gava min bi ciwanên partiyê re têkîlî danî vê tiryakê min berda. Heval alîkariya min kirin. Herî dawî j imin re gotin ya hevalê te an jî tiryak, min jî hevalê xwe bijart û gotina hevalê xwe kir."
'Bi piştgiriya hevalan û bi îradeya xwe min tiryakê berda'
Ji ciwanê bi navê E. K jî anî ziman ku heta sal û nivek berê jî ew tiryak bi kar daniyan û wiha got: "Sedema destpêkirina min ya tiryakê, ez hêj piçûk bûm û min der dorê xwe mînak girt. Hewesa min jê re çêbû. Çimkî derdorê min tev dikişandin. Piştre ez hînê tiryakê bûm. Min tenê tiryak nekişand, di ser de araq jî bikaranî. Ji ber van tiştan carnan em bi rojan nediçûn malê. Bi hevalên xwe re di malên ezeban de tiryak dikişand û alkol vedixwarin. Berê malbata min ji vê tiştî agahdar nebû. Li hemberê hevalên xwe min acizî dikişand. Hevalên min ji min re digotin nekişîne. Li vir di derbarê tiryakê de xebatên ciwanên partiyê hebû. Min jî bi wan re hevaltiyê kir. Sekna wan min kêfxweş dikir. Bi piştgiriya hevalan û bi îradeya xwe min tiryakê berda."
'Dewlet di Kurdistanê de polîtîqaya îxmalkarî û qirêjiyê dimeşîne'
E.K., diyar kir ku dewlet tenê ne li Amedê, li tevî Kurdistanê ev polîtîqaya qirêj dimeşîne û wiha dewam kir: "Pergal dibêje ku sîyasetê neke, çi dikî bike. Polîs tê dibîne, lê dengê xwe nake. Ji ber ku devlet pêşiya tiryakê nagire, ciwan jî bi hêsanî hem dikişînin hem jî difiroşin. Devlet vê polîtîqayê bi zanebûn çêdike. Dewlet di Kurdistanê de polîtîqaya îxmalkarî û qirêjiyê dimeşîne. Dewlet dibêje Molotof navêjin, keviran navêjin û nasnameya xwe, zimanê xwe neparêze çi dike bike. Ji me re dibêjin mêr bikûjin fihûş bikin, dizîtiyê bikin lê siyasetê nekin. Ewqas derfet û kamerayên dewletê heye, heke bixwaze dikare tiryakê li vir xilas bike, lê naxwaze biqedîne. Dixwaze ku mirovên me ji hinek tiştan re baldar nebin."
'Êdî ji hinek tiştan re dema bertek nîşandayinê hatiye'
E.K., destnîşan kir ku gava ew tiryakê dikişand, ji aliyê hevalên xwe tu pirsgirêk nekişandiye û wiha bi dawî kir: "Hevalên min dixwestin alikariya min bikin. Lê min bi malbata xwe re gelek pirsgirêk kişand. Pir caran di mala me de gengeşî çêdibûn, bê aramî çêdibûn. Piştre min dev ji vê tiştî berda. Niha baştir im. Peyama min ji ciwana re heye. Êdî ji hinek tiştan re dema bertek nîşandayiyê hatiye, derbaz dibejî. Bila ciwanên Kurdistanê û gelê Kurdistanê bi hev re ji wan tiştan re bertekê xwe nîşan bidin. Ev dem ev qirêjî tune bibûya."
'Di bikaranîna tiryakê de pirsgirêkên civakî, aborî û siyasî hene'
Civaknas Dç. Dr. Abdûrrahim Özmen jî derbarê bikaranîna tiryakê li herêmê û Amedê şîrovê kir û diyar kir ku temena bikaranîna tiryakê di salên dawî de gelek ketiye û ev tişt ji bo awahiya civakê pirsgirêkek mezin e û wiha got: "Bikaranîna tiryakê ketiye temenê zaroktiyê û ev pirsgirêk ji bo civakê pirsgirêkek gelek mezin e. Tiryakbûn ji aliyê psîkolojîk û biyolojîk nîne. Di pişt van tiştan de pirsgirêken civakî, siyasî û aborî hene. Ji bo me ev girîng e. Ev tiryak bûn û jiyana alozî di xwezaya mirov de nîne. Gava em li erdnîgariya Kurdistanê mêze dikin, em ev dibînin. Her çiqas ev 30 sale pêvçûnek dijvar û rewşekî ser asayî hebe jî rewşa ku li herêmê tê dijîn em nikarin tenê bi vê 30 salî binirxînin. Pir hindik em dikarin ji pirsgirêka 90-100 salî behs bikin. Bi rastî em behsa ku dema organizasyonên siyasî tunebû an jî qasê ku tunebû dikin. Her pergal an jî organizasyona siyasal ji bo ku xwe nû bike di hinek tiştan de xwedî dînamîkên hûndir in. Gava dînamîkên hûndir yên civakî tê şikestin em bi rewşên cîddî re rû bir û dimînin."
'Kurd bi şikestinên etnîkî re rû bi rû man'
Abdûrrahîm Ozmen derbarê rewş û aloziyên ku di nav Kurdistanê de tê jiyandin anî ziman ku ev alozî di gelek bingehên bûyeran de Kurdan bi şikestinên etnîkî re rû bi rû dihêle û wiha axivî: "Kurd ji bo çanda xwe biparêzin û pêşve bixin ji hinek tiştan mehrûm man. Em dikarin ev ji ziman bigirin heta kevnepoşiyan Kurdan. Ev şikestinek cîddî ye. Heke li cîhekî şikestinek çêbe tiryak û tiştên wekî bi zirar pir hêsan dikeve nav civakê. Em dikarin bi dehan mînakên van tiştan bibînin. Di demên dawî de sedema zêdebûna tiryakê ji bi awayekî cîddî pergala ku civakê biparêzê an jî kontrol bike tune ye. Mînak gava em li hinek bajaran û cîhan mêze dikin di bikaranîna tiryakê de kêmasiyên hêzên polîsan jî heye kêmasiyên rêvebiriyên herêmî û rêxistinên sîvîl yên cîvakî jî hene. Ev sazî peywirên xwe naynin cîh. Gava em Amedê digirin dest ev mijara tiryakê tenê pirsgirêka an jî mijara polîsîye nîn e. Divê rêvebiriyên herêmî û saziyên sivîl yên civakî jî li ser vê mijarê bisekine. Gava em mêze dikin rêvebiriyên herêmî jî saziyên sivîl jî li ser vê tiştê nasekinin."
'Rêvebiriyên herêmî û rêxistinên sivîl divê çi dikeve ser milan bikin'
Ozmen bibîranî ku di hawirdora pevçûna 30 salî de hinek kes ji bo fikrên xwe can û malê xwe da hinek kes jî ji vê havirdorê xwest sûd bigire û gorî ranta xwe tevbigere û wiha domand: "Di herêmê de kesên wiha jî hene. Kesên ku şer dizivîrîne rantê jî hene. Gava ev kes dikevin nav rantê exlaq jî winda dibe. Di aliyê tiryakê de gel nayê fikrandin, tenê kara firoşkaran tê fikrandin. Ji ber vê ferasetê tiryak bikaranîn di civakê de zêde bû. Di vê aliyê de hem rêvebiriyên herêmî hem jî rêxistinên sivîl yên civakî divê çi dikeve ser milên wan bikin. Ji bilî van tiştan di erdnîgariya Kurdan de divê ev tişt jî bê fikrandin. Em mêze dikin di Kurdistanê de cûdatiya çînê cîddî pêk tê. Sedema vê tiştê di hawirdora şer de gelek kes li pey rantê ket. Her çiqas bazirganî bixwe tiştekî bi exlaqî nebe jî di dîroka kapîtalîzma Ewrûpayê de exlaqekî bazirganiyê heye. Lê cîhên ku tê de organîzasyonên siyasî kêm in an jî tune ne, bazirganiya tiryakê qet karekî ne bi exlaqî ye."
'Pirsgirêkên civakî tenê bi hêzên polîsî û dadî pêşiya wê nayê girtin'
Ozmen da zanîn ku gava ev exlaq nemîne, sînora temen jî namîne û wiha bi dawî kir: Mêze dikin ku ev bazirganiya bê exlaqî di nav civakê de zêde bûye. Tabî kêmaniya hêzên polîs û dadî jî heye, lê pêwiste em vê tiştê ji bîr nekin pirsgirêkên ku di nav civakê de derdikevin hole, tev pirsgirêkên adlî nîne. Tenê bi hêzên polîsî û dadî nikarin pêşiya wê bê girtin. Divê kesên peywirdar, berpirsiyar û saziyên din jî dest biavêjin vê tiştî û ji bo çareseriya mijara tiryakê bifikirin û têkevin nav hewladanan."
(eg-mc/mae)
