1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Rojnamegeriya kurdî ket 114 saliya xwe
Rojnamegeriya kurdî ket 114 saliya xwe,rojnamegeriya,kurdî,ket,114,saliya,xwe

Rojnamegeriya kurdî ket 114 saliya xwe

Rojnamegeriya kurdî li gel hemû zextan di sala 114'emîn de ye

A+ A-

ABDURRAHMAN GOK Piştî 114 sal berê rojnamegeriya kurdî bi "Kurdistan" ê di 22'ê nîsana 1898'an de li Kahirê ji aliyê Mîqdat Mîdhat Bedîrxan ve hate çapkirin, li gel hemû zor û zahmetiyan, li gel hemû êrîş, sansur, ceza, girtin, komkirin û astengiyan niha bi dîtbarî û nivîskî rojnamegeriya kurdî her ku diçe mezin dibe. Rojnamegeriya ku bi Kurdistan dest pê kir îro bi dehan televizyon, radyo, rojnameyên rojane û heftane, kovar û malperên înternetê riya xwe berdewam dike. Digel ku di sala 113'emîn de jî gelek caran rojname hatin girtin, televizyon rastî astengiya hatin û bi dehan xebatkarên çapemeniya kurd hatin girtin jî, rojnamegeriya kurd yek gavek jî bi paş ve ne avêt û sala 114'emîn bi biryar pêşwazî kir.

Kok û kevneşopiya rojnamegeriya kurdî 114 sal berê li sirgûniyê di 22'e nîsana 1898'an de li Kahîreyê yekem car bi çapkirina rojnameya "Kurdistanê dest pê kir. Yekemîn rojnameya kurdî ku 31 hêjmar hate çapkirin û pişt re hate girtin. Pişt re vê kevneşopiyê bi rojnameyên Hawar, Riya Teze, Ozgur Gundem û Azadiya Welat berdewam kir. Van rojnameyan di nava şert û mercên pir dijwar û êrîşan de weşanên xwe kir û rastî gelek êrîşên dijwar hatin. Hatin komkirin û rastî ceza hatin. Her wiha xebatkarên wan jî hatin binçavkirin, girtin, kuştin û rastî îşkenceyê hatin. Çapemeniya kurd di sala 114'emîn de jî hejmara televizyonên xwe zêde kir û cara yekem qenala nuçeyan Nuçe Tv damezirand.

Rojnamegeriya kurdî bi Kurdistan dest pê kir

Rojnamevaniya kurd cara yekem di 22'yê Avrêla 1898'an de li Qahîreyê bi rojnameya Kurdistan, bi tîpê erebî derkete ser sahneya dîrokê. Rojnameya ku ji hêla Miqdat Mîdhat Bedirxan ve dihate derxistin ji ber zextê Osmaniyan piştî hejmara 6'an, ji hêla kurê Bedirxan ên din Abdurrahman Bey ve li Cenevreyê weşana xwe domand. Hin hejmarê Kurdistan bi tevahî kurdî bûn hin jî bi kurdî û tirkî bûn. Rojname heya sala 1902'yan li cihê wek Qahîre, Cenevre, Londra û Folkston weşana xwe domand. Rojname ji ber ku ji hêla rêvebiriya Osmaniyan ve hatibû qedexekirin bi riyên veşartî li Kurdistan, li herema Edene û Şam û hwd. li Ewropa dihate belavkirin. Zordestî ne tenê li hember kesên ku rojname derdixistin, her wiha li hember xwendevanên wê jî pir bûn. Xwendevan bi cezayên tûnd re rû bi rû diman.

Rojnameya ku 31 hêjmarê wê hate weşandin, di 1902'an de weşana wê hate rawestandin. Her wiha roja destpêka rojnameyê 22'ê Nîsanê wekî "Roja Rojnamegeriya Kurd" tê pîrozkirin.

Riya Teze

Li Paytexta Ermenîstan Êrîvanê di sala 1930'yî de ji hêla Partiya Komunîst ve Rojnameya Riya Teze di bin pêşengiya 3 hemwelatiyên ermenî ku baş bi kurdî dizanin de dest bi weşanê dike. Di sala 4'emîn de rêveberiya rojnameyê teslîmî hemwelatiyên kurd dikin. Lê di sala 1937'an de ji ber ku ziman, çand û musîkiya kurd tê qedexe kirin, Riya Teze jî tê girtin. Riya Teze, di sala 1955'an de carek din dest bi weşanê dike. Rojname di dema Yekîtiya Sovyet de wek yekem rojnameya kurd ku li Sovyet dihate weşandin kete nav rûpelê dîrokê. Rojnameya ku wek weşana Partiya Kominîst bû ne tenê li Ermenîstan her wiha li temamê Sovyetê dihate belav kirin. Rojnameya ku ji 4 rûpela pêk dihat, heya sala 1994'an hefteyê 2 rojan dihate çap kirin. Riya Teze ji ber şert û mercên aborî di sala 2003'an de neçar ma hate girtin. Rojnameya ku demekê bi tîpê Krîl dihate weşandin di salên dawî de bi tîpên latînî weşana xwe didomand. Riya Teze her wiha bi taybetiya ku herî weşana demdirêj bû jî di dîrokê de cihê xwe girt. Di 1932'yan de li Şamê Kovara Hawar heya 15'ê Tebaxa 1943'an hate weşandin û 57 hejmar derket. Di 1941'ê de li Bexdadê Kovara Gelawej heya salên 1950'î weşana xwe domand. Dîsa di avrêla 1942'yan de li Şamê ji hêla Celadet Alî Bedirxan ve Kovara Ronahî hate derxistin. Kovara ku 28 hejmar derket di sala 1945'an de hate girtin. Di 1943'an de li Beyrût jî rojnameya heftane Roja Nû hate weşandin û 73 hejmar derket.

Hawar

Di kovara Hawar de yekem car di dîroka kurdan de zimanê kurdî bi tîpên latînî hatiye nivîsandin û ji ber vê yekê cihekî taybet ê kovarê di pêşveçûn û standartkirina zimanê kurdî de heye. Yekemîn hejmara kovara Hawar di 15'ê gulana 1932'a de derket û heta 15'ê gelawêjê 1943'a 57 hejmar derketine. Cîhê xebata û weşandina kovarê paytexta Sûrîyê Şam bû. Hawar mehê du caran derdiket. Kovara Hawar, kovarekî polîtîk û wêjeyî bû û ji aliyê Celadet Elî Bedirxan ve dihate derxistin. Kovara Hawar ku di dîroka weşanvantiya kurdî de xwedî cîhekî girînge, alîkariyeke wê ya mezin ji bo zimanê kurdî çêbûye. Di kovarê de bi giranî lêkolîn, çîrok û helbestên bi kurdî, ji edebiyata kurdî nivîsên bijartî hatin weşandin. Bi vi awayî Hawar di wêje û mijara zimanî da bûbû ekolek û heta sala 1943'ê weşana xwe berdewan kir. Celadet di hejmara pêşîn û di rêzên pêşîn da wiha got: "Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe-nasîn e. Xwe-nasîn ji me ra rêya felat û xweşiyê ye"

Li gel kurdî di her hejmarekî de 3-4 rûpelên frensî jî hebûn. Heta hejmara 23'an nivîsên kurdî ê kovarê bi alfabeyên latînî û erebî derdiketin. Piştî vê hejmarê ew temamî êdî bi latîni dihat weşandin. Naveroka hemî hejmara dora 808 rûpelan vedigirt. Di hejmarên pêşîn da zêdetir nivîsên Celadet û birayên wî Kamûran Elî Bedirxan, ko êdî ew jî wê çaxê hatibû Lubnanê, derdiketin. Piştî hejmara çarê gelek navên din jî tevlî wan bûn û gelek ji wan di demên dawîn da di wêjeya kurdî da bûn kesên navdar. Roja destpêka weşana kovara Hawarê (15'ê gulanê) îro weke Roja zimanê kurdî tê pîrozkirin.

Çapemeniya Azad

Ji destpêka çapemeniya azad ku di 15'ê Pûşbera 1988'an de bi Toplumsal Diriliş derkete rê û heya niha di ser 50'i rojnameyî de weşan hatine derxistin. Ji bilî Toplumsal Diriliş ku di demeke kin de hate îmha kirin, gava yekemîn di 22'yê Avrêla 1990'î de bi Halk Gerçeği ku tenê 9 hejmar hate weşandin û di bin pêşengiya derhênerê weşanê Huseyin Aykol de hate avêtin. Pişt re Yeni Halk Gerçeği jî tenê 3 hejmar derket û ji hêla rêvebiriya rojnamê ve hate girtin. Di 20'ê Kewçêra 1990'i Yeni Ulke dest bi weşanê kir û di roja ewil de buroya wê ya Amed'ê ji hêla Rêxistina Îslamî Cihat ve hate bombe kirin.

Rojnameya ku di mejî de cih girt: Ozgur Gundem

Di 30'yê Gulana 1992'yan de rojnameya rojane Ozgur Gundem dest bi weşanê kir. Ji 580 hejmarê rojnameyê di derbarê 486'an de doz hate vekirin û 147 sal ceza li editor û rojnamevanê wê hate birîn. Rojnameya ku biryara rêvebiriya wê hate girtin di 26'ê Avrêla 1993'an de di pêşengiya Gurbetelli Ersoz de carek din dest bi weşanê kir. Di 10'ê Berfambara 1993'yan de bi sedan polîsan bi ser rojnameyê de girt û xebatkarên wê tev xistin bin çavan. Pişt re Ozgur Ulke di 28 Avrêla 1994'an de dest bi weşanê kir. 3 buroyê vê rojnamê jî di 4'ê Berfambara 2004'an de di heman demê de hatin bombe kirin. Di êrîşa bombeyî de Ersin Yildiz jiyana xwe ji dest da û 21 xebatkar jî birîndar bûn. Piştre bi belgeyan derkete holê ku emrê bombeyan Serokwezîra demê Tansu Çiller daye. Digel vê êrîşê jî rojnameyê navber neda weşana xwe. Ozgur Ulke ya ku 247 hejmar derket di derbarê 220 hejmarê wê de biryara danehevê hate dayin. 7 mudûrê karê nivîsê yê rojnameyê hatin girtin. Ozgur Ulke, di 2'yê Sibata 1995'an de berî saleke xwe tijî bike ji hêla Dadgeha Sulh Ceza ya Stenbol'ê ve bi hinceta ku berdewamiya Ozgur Gundem e hate girtin. Pişt re di 13'ê Avrêla 1995'an de Yeni Politika dest bi weşanê kir. Rojname di hejmara yekemîn de rastî sansurê hat. Gelek nuçegihanê ojnameya ku 4 meha weşan kir hatin binçav kirin kuştin. Di 16'ê Tebaxa 1995'an de bi hinceta ku berdewamiya Ozgur Ulke ye hate girtin. Ji 126 hejmarê rojnameyê 117 hejmarê wê hatin sansur kirin.

Ji înadê re Ozgur Gundem

Piştî rojnameya Ozgur Gundem hate girtin kevneşopiya Çapemeniya Azad bi nav û teşekên din berdewam kir. Herî dawî li şûna rojnameya Gunluk di 4'ê nisana 2011'an de kevneşopiya çapemeniya azad ji înadê re dîsa Ozgur Gundemê dest bi weşanê kir. Rojnamea Ozgur Gundem piştî 17 salan dîsa gihişt destê xwendevanên xwe.

Rojnameya Ozgur Gundem salek xwe tije nekir dîsa hate girtin

Rojnameya Ozgur Gundem ku kevneşopiya xwe berdewam kir, hêj salek wê tije nebû di 24'ê Adara 2012'an de dîsa rastî mehek cezayê girtinê hat. 14'emîn Dadgeha Cezaye Giran a Stenbolê ji ber rûpelên wê yê 1, 8, 9, 10 û 11'an de bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kiriye" mehek ceza da. Parêzeran biryar îtîraz kir û di 30'ê Adarê de îtîraz hate qebûl kirin û biryar hate rakirin. Parêzeran girtina rojnameyê û zextên li ser çapemeniya kurd birin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê.

Ajans

Rojnamevaniya kurd her wiha di hêla servîskirina nuçeyan de jî di nava hinek hewildanan de ye. Bi vê armancê cara yekem di salê 1990'î de bi navê DEM Ajans li Almanya ajansek hate damezirandin. Piştre navê xwe bi Mezopotamya Haber Ajansı (MHA) guherand. Di 5'ê Îlona 2005'an de polîsê Alman bi ser saziya MHA'yê de girt û weşana wê rawesitand.Li ser vê yekê di 26'ê Kewçêra 2005'a Ajansa Nuçeyan a Firat (ANF) hate damezirandin.

Ji ber ku zextên Tirkiyeyê yên li ser ANF'ê encamek bi dest nexist dest bi girtina malpêrên ANF'ê yên li Tirkiyeyê kirin. ANF bi sedan caran rastî êrîşên sanal hatin.

Li Tirkiyeyê yekem ajansa nûçeyan a Kurdan DÎHA

Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi dirûşmeya "Ji Rastiyan Qet Tawîzan Nade" li pey kevneşopiya Apê Musa, Cengîz Altun, Hafiz Akdemîr, Ferhat Tepe û gelek generalên biçûk ên hatin qetilkirin ket rê û di 4'ê Nîsana 2002'an de hate avakirin li gel hemû pêkutî û astengiyan 10 sal li pey xwe hişt. DÎHA ku 10 sal li pey xwe hişt heta niha 23 nûçegîhan, edîtor û xwediyê îmtîyazê di girtîgehê dene. DÎHA, nûçeyên xwe li ser malpera bi navnîşana "www.diclehaber.com.tr", bi zimanên kurdî, tirkî û îngilîzî, pêşkêş dike. Bi rêgeza objektîf, rasteqîner û bilez, li ser xaka Rojhilata Navîn têkiliyên xwe yên nûçeyan hunand û nûçeyên xwe yên nivîskî, bi wêne û dîtbarî bi awayekî lezgînî û bêalî, dikin xizmeta aboneyên xwe. DÎHA ku navenda wê li Setnbolê ye, buroyên wê yên herêmî li Amed, Wan, Dêrsim, Enqere, Hewlêr, Edene, Mêrsîn, Îzmir, Êlih, Riha, Colemêrg, Şirnex, Mêrdînê hene.

AK-News-PNA

Li Herêma Federal a Kurdistanê jî di cotmeha 2008'an de li Hewler AK News û Payamner News Agency (PNA) û PUK media hatin avakirin.

Azadiya Welat

Rojnameya Kurdî Welat di 22'yê Sibata 1992'yan de dest bi weşanê kir. Rojnameya ku 115 hejmar derket ji ber ceza û dozan neçar ma weşana xwe rawesitand û pişt re jî bi rojnameya Welatê Me weşana xwe domand. Heta 1996'an 46 hejmar derket û piştî girtina Welatê Me Azadiya Welat dest bi weşanê kir. Azadiya Welat di 15'ê Tebaxa 2006'an de dest bi weşana rojane kir. Ji ber ku dem dem weşana Azadiya Welat hate rawesitandin ji bo tijîkirina vê valahiyê di 24'ê Adara 2007'an de Dengê Welat, di Sermawez'a 2008'de Welat, di 16'ê Avrêla 2009'an de Rojev, di 6'ê Gulana 2009'an de Hawar, di 13'ê Sermaweza 2009'an de Rojev û herî dawî di 31'ê Adara 2010'an de carek din Rojev derket. Di vê pêvajoyê de Midûrê Karên Nivîsan û Xwediyê Îmtîyazê yê Azadiya Welat Vedat Kurşun rastî 166 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat. Dîsa Midûra Karên Nivîsan Emine Demir rastî 138 cezayê girtîgehê hat. Herî dawî Midûrê Karên Nivîsan Ozan Kilinç rastî 21 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat û ev ceza li dadgeha bilind hate xerakirin. Her wiha dîsa ji dosyayek din 6 sal ceza jê tê xwestin. Kilinç û Kurşun, niha girtî ne. Midûrê Karên Nivîsan Mehdî Tanrikulu jî ji ber bi kurdî parastin kir hate girti û dîsa serbest hate berdan.

Li Herema Kurdistanê Îran û Suriyeyê hin rojname û kovar

Hin rojnameyên ku li Herema Kurdistan a Federal weşanê dikin ev in: Ala me, Alay Azadî, Aso, Awene, Barzan, Bedîrxan, Behdînan, Beyanî, Cemawer, Çavî Xelk, Çawdêr, Dengê Dîmoqratî, Dengî Komunîzm, Emro, Evro, Hawlatî, Heftename Deng, Hewal, Hewlêr, Hîway Nû, Kurdistanî Nwê, KurdistanReport, Mîdya, Pêşketin, Rêbazî Azadî, Rêgay Kurdistan, Resen, Rojî Gel, Rojî Welat, Rojname, Rûdaw, Serdemî Nû, War, Warwîn, Xebat. Bu gazeteler genelde Arap harfleriyle yayınlanırken; birkaç gazetenin dili de Arapça'dır. Bu arada, "Hewler Post" isimli gazete Türkçe ve "Kurdish Globe" isimli gazete ise İngilizce olarak yayınlanmaktadır. Güney'de yayınlanan bazı dergiler ise şunlardır: Aran Kurd, Aweza, Ayinda, Baneroj, Basere, Belavoka Mîdya, Besare, Bzaw, Ciwan, Dengê Laleş, Duhok, Gulan, Gulîstan, Hawara Nû, Heftename, Hêlîn, Hengaw, J.Nwê, Kange, Kepir, Kerkûk, Kurdish Herald, Kurdistana Azad, Kurdistanî, Laleş, Livîn, Medeniyat, Metîn, Mnalani Bawegurgur, Newe, Newsefeq, Nûbûn, Nûserî Kurd, Papûle, Peyam, Peyv, Pîro, Pişkko, R.Kurdistanî, R.Kurdistanî, R.Kurdstan, Raman, Ranîya, Rayan, Rebaz, Rewan, Rojî Gel, Ronahî, Serdem, Sibaî, Silav, Sîrove, Sîxurme, Şîrove, Taw, Têkist, Vajeh, Xak, Zanko, Zeng, ZengûBeng.

Dîsa Ruwange, Şoreş, Wilat, li Îranê Agirî, Dahênan, Kurdistan, Komall, Şirwan, Şoriş bi kurdî tên weşandin. Li Suriyeyê jî rojnameya bi navê Deng bi tîpên Latînî tê weşandin. Li Îranê dîsa kovarên wek Aso Tişk, Awêna, K. Jinan, K. Lawan, Mehabad, Zebar jî he ne.

Televîzyongeriya kurd bi Med Tv dest pê kir

Di weşanên kurd de gavek dîrokî di sala 1995'an de bi weşana televîzyona kurd Med TV hate avêtin. Bi televîzyona MED kevneşopiya weşana Peyke (satalayt) peş ket. Piştî Med Tv hate girtin li pey wê Medya Tv û Roj Tv dest bi weşanê kir. Roj Tv. bi suryanî erebî, tirkî ermeni, firansî û îngîlîzî 24 saetan weşan kir. Roj tv li gelek welatên cîhanê bi rêjeyek mezin hate temaşekirin û şopandin. Piştî ku hikûmeta AKP'ê zor li Danîmarkayê kir, Polisên Belçikayê bi fermana Dozgere Federal di 4'ê adara 2010'an de saet di 05.45’an de bi ser navenda Roj Tv de girt. Alav û amûrên Roj tv desteser kirin û xebatkarên Roj TV binçavkirin. Roj tv ji ber serdegiritnê bi 1 mîlyon û 200 hezar euro zerar dît. Pişt re der barê Roj Tv de di 31'ê Tebaxa 2010'an de li Danimarkayê doz hate vekirin. Lê dadgehê cezayê 700 hezar euro birî û Roj TV dîsa weşana xwe berdewam kir.

Dadgehê negirt, lê şîrketê xeta Peykê ya Roj Tv qut kir

Piştî ku dadgehê biryar da û destûr da weşana Roj Tv vê carê disa li ser zext û zordariyên Tirkiyeyê şîrketa Fransi ya Eutelsatê peyman xera kir û peyka Roj Tv qut kir. Eutelsatê di 19'ê Çile de weşana Roj Tv qut kir.

Stêrk Tv dest bi weşanê kir

Li ser girtina Roj Tv weşana Sterk Tv ku di 2009'an de hate avakirin û weşana testê dikir di 6'ê Sibata 2012'an de dest bi weşanê kir.

Yekem Qanal Nûçeyan a kurdan Nuçe Tv dest bi weşanê kir

Pieştî Stêrk Tv dest bi weşanê kir, di 4'ê Adara 2012'an de di weşanên gurdan de gavek din ya dirokî hate avetin. Di cîhanê de yekem weşana kurdan a nûçeyan NÛÇE Tv dest bi weşanê kir. Nûçe Tv, bi dirûşmeya "Dema Rastiye" dest bi weşanê kir. Nûçe Tv bi zaravayen kurmancî, soranî, dimilî, hewramani û zimanên tirkî, erebî û îngîlîzi dest bi weşanê kir.

Televizyonên kurd ev in: Nûçe Tv, MMC TV, Gun Tv, Newroz Tv, Ronahi Tv, Gkurdistan Tv, Kurdistan Tv, Kurdsat Tv, Rojhelat Tv, Zagros Tv, KNN Tv, Tishk Tv, Korek Tv, Vin Tv, GK Hewler, Kurd1 Tv, Asosat Tv, Payam Tv, Hawler Tv, Stêrk Tv, Kanal4 Tv, Jamawar Tv, KPC Tv, Kliksat Tv, Peyam Tv. Ev televizyon hem li ser satelaytê hem jî li ser înternetê tên temaşekirin. Herî dawî televizyonên kurd li ser Iphone jî tên temaşe kirin.

Dîsa îro li ser satelaytê û înternetê gelek radyoyê kurd weşanê d ikin. Radyoya Erîvan xweyî cihekî girîng e. Dîsa Gun Tv û Gun Radyo jî divê neyê jibîr kirin. Îro bi sedan malperên înternetê jî weşana kurdî dikin.

Zextên li ser çapemeniya kurd di 2011'an de derket asta herî jor

Di 20'ê kanûna 2011'an de bi fermana 9'emîn Dozgeriya Komarê ya Stenbolê di çarçoveya 'KCK'ê de li 7 bajaran li dijî buroyên DÎHA, Ozgur Gundem, Azadiya Welat, Etîk Ajans, Çapxaneya Gun û Kovara Moderniteya Demokratîk operasyon pêk hat û ji 48 rojnamegerên hatin binçavkirin jê 36 hatin girtin. Rojnamegerên hatin girtin, yên jin şandin Girtîgeha Bakirkoyê û yên zilam jî şandin Metrîsê. Yên zilam ji vir jî şandin girtîgehên Kandira 1 û 2 yên Tîpa F'yê.

Rojnamevanên kurd yên ku hatine kuştin

Di 25'ê Sibata 1992'yan de li Êlihê nuçegihanê Yeni Ulke Cengiz Altun, di 2'yê Pûşbera 1992'an de li Nisêbînê nuçegihanê Yeni Ulke Mecit Akgun, di 8'ê Pûşbera 1992'an de nuçegihanê Ozgur Gundemê Hafiz Akdemir, di 29'ê Tirmeha 1992'yan de li Êlihê xebatkarê kovara Ozgur Halkê Çetin Ababay, di 9'ê Tebaxa 1992'an de li Kercewsê nuçegihanê Ozgur Gundemê Yahya Orhan, di 9'ê Tebaxa 1992'an de li Serê Kaniyê nuçegihanê Ozgur Gundemê Huseyin Deniz, di 20'ê Îlona 1992'an de li Amedê nivîskarê Ozgur Gundemê Musa Anter, di 19'ê Çileyê 1993'an de li Wanê nuçegihanê Ozgur Gundemê Orhan Karaagar, di 18'ê Sibata 1993'an de li Rihayê nuçegihanê Yeni Ulkeyê Kemal Kiliç, di 28'ê Tirmehê 1993'an de li Bedlîsê nuçegihanê Ozgur Gundemê Ferhat Tepe, di 12'ê Adara 1994'an de li Sîwerekê nuçegihanê Gundemê Nazim Babaoglu, di 29'ê Gulanê 1994'an de li Êlihê nuçegihanê Ozgur Ulke Îsmaîl Agay, di 3'yê Berfambara 1994'an de li Stenbolê xebatkarê Ozgur Ulkeyê Ersin Yildiz, di 28'ê Tebaxa 1995'an de li Bedlîsê nuçegihanê Yenî Politikayê Seyfettin Tepe û dîsa Mehmet Şenol ji hêla kontrayan ve hate qetil kirin.

Belavkarên ku hatine kuştin

Belavkarê rojnameyan yên ku hatine qetil kirin jî ev in: Di 21'ê Sermaweza 1992'an de Halîl Adanir, di 31'ê Berfambara 1992'an de Lokman Gunduz, di 16'ê Sermaweza 1993'an de Kemal Ekinci, di 5'ê Pûşbera 1993'an de Tegmen Demir, di 14'ê Pûşbera 1993'an de Haşim Yaşa, di 28'ê Îlona 1993'an de Zulkuf Akaya, di 9'ê Sermaweza 1993'an de Adil Başkan, di 10'ê Sermaweza 1993'an de Yalçin Yaşa, di 19'ê Sermaweza 1993'an de Kadir İpeksumer, di 27'ê Sermaweza 1993'an de Adnan Işik, di 3'yê Berfambara 1993'an de Mehmet Sencer, di sala 1998'an de Nihat Yakut, di 2003'an de Hikmet Yakut, Mehmetcan ..., İhsan Yakut, Siraç Pençe, Yahya Yakut û herî dawî li Eden'ê di 3'yê Avrêla 2010'an de Metin Alataş ji hêla hêzên tarî ve hatin qetil kirin.

(ag/mae)