Serdanên Erdogan ên Amedê
11:09 15.11.2013 1 / 6 HAYRÎ DEMÎR
AMED (DÎHA) - Serokwezîr Erdogan dawiya hefteyê ku 12'emîn car e tê Amedê, timî bi şermezarkirinan tê pêşwazîkirin û bi daxuyaniyên xwe yên berevajî çareseriya demokratîk a kurd balê dikişîne. Erdogan car caran BDP'ya ku li bajêr ji sedî 70 deng wergirtine "rêxistina terorê" îlan dike car caran jî ji daxwaz û bendewariyên gel dûr daxuyanî dan.
Serokwezît Erdogan di çarçoveya bernameya xwe ya du rojan de tê Amedê. Erdogan di her serdana xwe de ku pirsgirêka kurd ji nedîtî ve tê, bi daxuyaniyên xwe, hêviyên gel ên ji bo aştiyê jî taloq dike. Di bernameya serdana vê carê de ku weke ji bo hilbijartinan tê nirxandin, Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî û Şivan Perwer ê tê diyarkirin wê Barzanî wî bi xwe re bîne jî heye. Piştî hat diyarkirin wê Barzanî bê, bi taybet ji derdora BDP û KCD'ê tevî ku bû mijara rexneyan, hat destnîşankirin ku di demeke wiha de hatina Barzanî pir manîdar e. Li ser hatina Erdogan nîqaş ku dewam dikin, di gera rabirdûyeke kurt de serdanên Erdogan ên mîna demên OHAL'ê û tiştên di wan serdanan de derketine pêş têra fêmkirinê dike.
Erdogan serdana yekemîn a Amedê ya diviyabû meha Sibata 2005'an pêk anîba di Tebaxa 2005'an de pêk anî. Ev serdan piştî di bi dawîanîna agirbesta yekalî ya Hezîrana 2004'an de ku pêk hat beriya serdana Erdogan rêxistinên civaka sivîl deklarasyeneke ku balê dikişîne ser pirsgirêka ya li hember polîtîkayên hikûmetê ji bo ragihînin Erdogan weşandin. Di deklarasyonê de ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd wê hatiba xwestin ku rêyên diyalogê bên tercihkirin. Erdogan di vê serdana xwe de bi daxuyaniya "Pirsgirêka kurd beriya her kesî pirsgirêka min e" rojevek ava kiribû. Ev daxuyaniya ku hêvî çêkiribûn piştî serdanê hatibû jibîrkirin û dema di balafirê de diçû Rûsya ji rojnamegeran re gotibû, "Eger hûn nefikirin nîn e."
Erdogan ê got, 'Ya pêwîst wê bê kirin' bi hêrs hat pêşwazîkirin
Erdogan di serdana xwe ya duyemîna 7'ê Gulana 2006'an de ku çûbû Duyemîn Kongreya Awerte ya Rêxistina AKP'ê ya Amedê pêk anî. Erdogan ku têkildarî bûyerên Adara 2006'an a wek "Întîfadaya Amedê" dihat binavkirin, got, "Jin be jî zarok be jî ya pêwîst wê bê kirin" li kolanên Amedê li hember Erdogan hêrseke mezin hebû. Beriya serdana Erdogan bi rojekê jî bi hinceta li hember Erdogan wê sûîqestek çêbibe polîsan bi ser malan de girtin û 5 kes hatibûn binçavkirin.
Serokwezîr guhdarî bike bê pêre lahmacûnan bixwe!
Serdana Erdogan a Gulana 2007'an jî di nav tedbîrên ewlekariyê yêm zêde de pêk hatin. Ji bajarên derdor bi otobûsan ku mirov dianîn Qada Îstasyonê bê pere lahmacûn, selate û dew li welatiyan dihat belavkirin. Di vê serdanê de ku destûr nedan nûçegîhanê DÎHA serdana Erdogan bişpoînin, Erdogan tekildarî pişrsgirêka kurd tiştek negot, tenê CHP rexne kir.
Yek millet,...
Erdogan ku di Çileya 2008'an de jî hat Amedê zimanê aligiriya şer bi kar anî. Erdogan di vê serdana xwe de bi gotina, "Em bi gotina yek dewlet, yek al, yek welat, yek millet derketin rê" daxwazên gelê Amedê ji nedîtî ve dihat. Di vê serdanê de jî bi sedema wê Erdogan şermezar bikin bi giştî 90 kes hatin binçavkirin.
Gelê Amedê li hember Erdogan derket qadan
Erdogan di 20'ê Cotmeha 2008'an de ku aloziya têkildarî êrîşa fizîkî ya li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di rojevê de bû di heman salê de 3'yemîn serdana Amedê kir. Li Amedê ku dikan girtîbûn, maşîne nehatin bikaranîn û xwendekaran dibistan boykot kirin. Piştî nîvro şûnde bêdengiya li bajêr cihê xwe ji xwepêşandanên şermezarkirinê re hişt. Ji gelek bajarên derdor polîs hatin teqwiyekirin. Polîsan ku cih bi cih gulleyên rastî bi kar dianîn nêzî 60 kes hatin binçavkirin, bi dehan mirov birîndar bûn.
Çareserî nîn e komur heye
Piştî serdana 2008'an a rastî şermezarkirinên mezin hatibû, Erdogan di bin pankarta "Erdoganê dijminê zarok û jinan ji Amedê bicehime" di çarçoveya hilbijartinên herêmî yên 21'ê Sibata 2009'an de hat Amedê. Li bajêr ku dikan nehatin vekirin, ciwanan li ser rêyan Erdogan şermezar kirin. Ji bajarên derdor mirov anîn mîtîngê. Erdogan têkildarî çareseriyê tiştek negot, alîkariya komurê parast û TRT-6 wek propagandayeke hilbijartinê bi kar anî.
Li şûna aştiyê soza girtîgehên nû
Beriya referandûma destûra bingehîn a di 12'ê Îlona 2010'an de pêk hat Erdogan careke din hat serdana Amedê. D serdana Erdogan de dîmenên salên 1990'an ku li bajêr xuya dikirin, ji bo 11 rojan destûra kontrola giştî hat wergirtin. BDP'ê ku referandum boykot kir afîşên BDP'ê yên li bîllboardan ji aliyê AKP'yiyan ve bi paçên spî hatin nixûmandin. Erdogan di mîtîngê soza girtîgehên nû dida.
BDP wek rêxistina terorê îlan kir
Erdogan serdana xwe ya 10'emîn jî di 1'ê Hezîrana 2011'an de kir. Tevî hemû hewldanan jî tenê 5 hezar kes beşdarî mîtîngê bûn. Erdogan di mîtîngê de BDP wek rêxistina terorê bi nav kir. Erdoganê ku di 2'ê Hezîrana 2012'an de careke din ji bo beşdarî kongreya bajêr a AKP'ê bibe hat Amedê careke din bi şermezarkirinan re rû bi rû ma. Dikan ku mîna di her serdana Erdogan de girtîbûn, li gelek deverên bajêr gel derneket kolanan. Erdogan di vê serdana xwe de ku soza mizgefteke 10 hezar kesî da, pirsgirêka kurd wek pirsgirêka terorê bi nav kir.
Serokwezîr Erdogan ku di serdanên xwe yên bajêr de bi wan daxuyaniyên xwe bal dikişîne û rastî nerazîbûna kurdan tê di serdana xwe ya 12'emîn de jî tê payîn ku ji çareseriya demokratîk zêdetir li ser hilbijartinên herêmî raweste. Wê roja serdana Erdogan, BDP çalakiyeke girseyî pêk bîne.
(yş/mae)
