ÊZDÎ Û ŞENGAL,êzdî,û,şengal

ÊZDÎ Û ŞENGAL

A+ A-

 

 

Îbrahîm Osman

 

Du evîndarên ji dîroka kevin ve li ser hev şengî bengî,

Du destgirtiyên bi soz û bext û bengî.

 

Du hebûnên bêzirar ku hawîrdora wan tijê dûpişk û koremar,

Du birînên bêderman,

Du hêsrên çavan,

du dilop ji xwîna dilan,

du hogirên dirêj salan

Du kulîlkên baxê evînê,

Du hevalên bedewiya vê jînê.

 

Îro li ser serê Êzdiyan û Şengalê, mîna carên berê dîsa bahoz, dîsa ferman û tofan e. Neviyên Şêx Ibêdê Hedad vê carê jî li hespê Herpagos siyar in, didin çargaviyan bi xar in.

Mîna reşkuliyên sahrayê ji bo mêtina xwînê bi biryar in.

Mixabin ku dîsa destik ji dara hewşê ye.

Dîsa yê tiyê xwînê yê dikoji kurmê birînêye.

 

Hinek destên bi gemar û bi xwîn, dixwazin van herdu evîndaran ji hev biqetînin.

Di sîtilên qîrê yên hûtan de, ava serê wan dikelînin.

Dixwazin vê carê mofirka pişta me bi yekcarî bişkênin.

Ma eger ew ji hev biqetin wê çi li dewsê bimîne?

Ma Şengal bêyî Êzdiyan û Êzdî beyî Şengalê dikarin bijîn?

 

Êzdî û Şengal wê çawa li darê dinyayê beyî hev debar bikin û bijîn ey Xweda?

 

Çawa goşt û nenûk, dar û ax bêyî hev nabin, her wisa Êzdî û Şengal bêyi hev nabin. Lewre ew bi hev re mezin bûne û bi hev ve keliyane. Bi hev ve hilya ne. Lewre ez ê li vê derê mînakekê bidim da ku rewş baş were famkirin: Ciwanên Şengalê yên ji ber pêla fermana dawî filitîn û xwe giyandin hinek welatên Ewrûpa, axilbên wan mîna berûya ji qalikê xwe der, tavilê xwe ji bîr kirin û bûne akinciyên lotikxaneyan. Îro di nava mij û morana çanda Ewrûpî de qulaç davêjin.

 

Di qurnên bi xwîn gişan de, Zalim û zulimkaran, ji bo Êzdiyan û Şengalê ji hev cûda bikin, destên wan jj hev biqetînin, li ser wan çendîn caran bû qal û galegal. Pişt re li çiyan û deştan olan da çingîna şûr û mertalan, bi vê boneyê hilweşiyan gelek text, tac û pergal.

Wêran bûn pir ocax û gelek mal. Lê ew her wekî xwe, hêjayî navên xwe resen û paqij man. Ew tu caran li ber dijminên xwe netewiyan, ji ber mirinê nereviyan, di tirsê de hilyan.

 

Ji ber neheqiya ku wan dîtî Xwedê û nebî mane ker û lal.

Êzdî û Şengal, bi hev re man gelek dem, serdem, qurn û sal.

Du navên bi evsûn.

Du navên ku ristikên wan bi suran, duran, nepenî û razan hûnayî.

Du navên ku bi qasî afirîna mirovên destpêkê kevn. Rehên wan bi dendika hebûnê ve girêdayi.

Du navên cêwî ên herî bedew û pîroz.

Du hevnavên resen.

Du hevnavên ku çand, ziman û dîroka Kurd û Kurdistanê û baweriya Ezdayî jê difûrin. Lê bi qasî giraniya navên xwe bi êş û jan.

Şengal û Êzdî du navên serhildêr ên bi rûmet in. Du navên xîretê ku tîpên wan bi xwînê di dirokê de hatine nivisandin.

 

Bêguman  ji destpêka dîrokê heta bi îro, ev her du nav bi hev re hatin hildan, bi hev re hatin ziman. Rojekê jî ji hev neqetiyan.

 

Dema cara pêşî hevaltiya Êzdiyan û ya çiyayê Şeng- Alê destpêkir, Êzdiyan bi piyên xwas, piştevala pêl axa pîroz kirin li ber agirê mezin kemberbest bûn û Ezda naskirin, hê Hewa sêv bi Adem nedabû xwarin. Ne Habîl hebû ne Kabîl. Hê Nebî Nûh darê keştiya xwe li Şêxan nebirîbûn. Musa hê derneketibê çiyayê Sina û peyama Xwedê danexistibû jêr. Firewnan hê şêr kedî nekiribûn. Îsa hê ji çarmîxa li Golgatayê hilnekişyabû ezman. Ûsiv, Ûnis, Eyûb hê nebûbûn nebî. Mihemed hê bi Xetîca Xiristiyan a ku 15 salan ji wî mezintir ku berê du mêr kiribûn re nezewicîbû û pêxemberiya xwe îlan nekiribû. Xelîfe Osman kurkê rûsipîtiyê li xwe nekiribû, Ebubekir nebûbû Sedîq, Omer hê rûpoşa dadê bi ser rûyê xwe ve wernekiribû, Elî hê şûrê xwe yê bi xwîn ji kalanê nekişandibû. Şêx Adî hê nehatibû Lalişê. (Delîlê vana Girê Miraza ye) Ji xwe ev dewlet û desthilatdarên îro, yek ji wan jî li holê nebûn. Ne îraq, ne Surye ne Osmanî û ne jî komara Tirk hebûn.

 

Em tev baş pê serwextin ku li herêma Rojhilata Navîn, xebroşkên herî bi bandor û pere dikin, ew ên ku bi trajediyan xemlandîne. Li vir ji çîrokan hilma tofanan difûre. Xwedayên li vir tev fitnok û  fêlbaz in, ku bi qasî hev û din daqurtînin bi kîn û rik in. Ji hizir û texmînan zêdetir bê rehim û hov in. Bê esil û bê tov in. Loma her kirêtî ji wan çêdibe. Bi gotin û kilamên xwe buhiştê diafirînin, bi kiryarên xwe ferqa wan ji zebaniyên li dojehê nîne. Û van gornepaşan dor li Êzdiyan û Şengalê girtine.

 

Kîjanî ji wana xwest bibe desthilatdarê herêmê, berê hespên xwe da ser Êzdiyan û ser Şengalê. Pêçekên zarokên Êzdiyan di bin simê hespên wan ên dirinde de perçiqîn. Dîjle û Ferat sor herikîn. Çavsoran şûr û rimên xwe, çek û sîlehên xwe pêşî li ser Êzdiyan ceribandin. Li gel ku Şengal bi sererd û binerda xwe ne warekî dewlemend e jî, lê bela û bobelat li ser kêm nebûn.

Sedemên vê yekê zelal in. Ola Ezdayî ola herî kevin, resen û mofirka pişta Kurdewariyê ye. Ev ol û bawerî maka olên herêmê teva ye. Bi gotineke din olên li herêmê pêşketin tev kopya Ezdayê ne. Şengal jî, her çiqasî ne çiyayekî mezin û asê be jî, di ciyê xwe de xwedî risteke stratejîk e.

 

Bi hêviya ku Êzdî û Şengal ji hev neqetin, bi dawî dikim.

 

01.04.21


Gotinên miftehî :