Ê Z D Î T Î 1,ê,z,d,î,t,î,1

Ê Z D Î T Î 1

Çend r’aman û nêr’în li ser r’astîya vê ola kevnar, r’ewşa wê ya îro, nexwendîtîya olî ya di nav me da û leyîstokên siyasî

A+ A-

              

 

 


 

“Ji çi welat destpê dibe?!..”

(Ji straneke rûsî ya sovêtî)

EZÎZÊ CEWO 

Dema hinek hevalên me yên Yekîtîya êzdîyên K’urdistanê ji min r’a digotin: “Tu çima tiştekî ji kovara me “Laliş” r’a nanivîsî?”- Ez di nav mitalên xwe da diger’îyam, min dixwest têbigîhîjim, k’a çi dikarim binivîsim û t’u bersiveke erênî nedidît: “Ê, ezê çi binivîsim?- Min digot, - Ez ne amade me û naxwezim hema wisa, ji bo xatirê nivîsekê tiştrkî binivîsim. Pirs û pirsgirêkên êzdîtîyê pirsne giran in, mijara wê jî ne wisa pir hêsan e!..”  

Her çiqas jî min gotibû-na, dîsa dem bi dem tişt di mejûyê min da digerîyan, min li ser wan  serê xwe dêşand, lê dîsa ez ji xwe r’azî nedimam... Heya ku em gihîştin demekê û min dît,  ku hinekan êzdîtî kirine mijara gotin û nivîsên çewt û vala: her kesek, çi tê serê wî, dibêje û dinivîse, nêr’înan davêje holê; hemîn di vê r’ewşê da nedost û neyarên ola êzdî û net’ewa kurd jî  dest avîtine van nezan û hêsîrên heş û sewdayê xwe yên di nav me da û ev hemû kirine nijara k’ir’în- firotana siyasî...  

Û ev pirsgirêka wek gêjger’îngekê li hev zivir’î – zivir’î û ji xwe r’a nêr’îneke mejûyê nexweş û dûrî heş û aqilan derxist holê. Gotin: “Êzdî ne k’urd in!” Li hemberî vê di nav gel da helwestekê r’û da: “Eger êzdî ne k’urd in, êdî k’î k’urd e?...”

Û van hemûyan ez veger’andim zarotîya min. Û min ji wir va dest bi lêger’îna bingeha xwe ya êzdîtîyê kir: Em- êzdî kî ne? Ji bo çi ji me ra dibêjin êzdî? Êzdîtî bi xwe çi ye? Van û  pirsên din t’abetî nedidan min...

...Bi r’astî, hingî min ç’avên xwe vekirine, ji mirovayê û cîhanê r’a têgihîştina min çê bûye, min xwe êzdî nas kirîye... R’asttir dibû, ku mirov bigota, me hemûyan, ên ku di gundê me da mezin dibûn, me xwe wek lawê êzdî nas dikir. Êzdî jî, ne wek tiştekî cûda, wek r’engekî k’urdan,  ên here k’urdmayî, yên li ser bingeha net’ewî dombûyî, û zimanê xwe jî me k’urdî dizanibû... Ev ji çi dihat? – Her çiqas bavê min- Cewoyê Emerê Mamo, mamostayê zimanên k’urdî û ermenî bû, endamê Partîya komûnîst a Yekîtîya Sovêtê bû, û îdêolojîya vê partîyê jî  at’êîzm ferz dikir, lê kalik- pîrikên min û dayîka min bawermend bûn, êzdîtî dip’arêzîn, şêx, p’îr, xûşk û birayên axiretê, k’oçek ji mala me kêm nedibûn. Her cejneke olî bi girêdaneke p’ir’ mezin dihate pîrozkirin, şev r’adibûn paşîvê û r’ojî digirtin, dîwar, stûne û banê xanîyan ên ji tenîya dûyê tendûrê r’eşbûyî bi êr dinitirandin, êvara cejna Xidirnebî xwe bi hêlikanan dik’ilan, ji bo ku “gunehên xwe dawşînin” . Dolîdang diger’andin: keç’ û xortên 10-12 salî r’adibûn ser xanîyê her malekê, goreke r’engîn, an tûrikek di k’uleka wê malê da dadiliqandin û bi hev r’a wek stranekê deng didin hev:

“Dolîdangê, dolîdangê,

 Xortê malê zavangê,

 Pîra malê qurbangê...

Tiştekî bixin vê dolîdangê!”

Lê hema wê şevê di sinîyekê da ar dadanîn ser stêr’, t’emezîyeke hevtrengî davîtine ser û  hîvîya hatina Sîyarê Mirazbexş – Xidirnebî bûn. Û eger şop’a sima hespê Xidirnebî li ser êr bihata dîtin, bizanibe, çerxa wê malê r’ast dizivire û ewê bibe xwedî mal û hebûneke mezin, mala wanê t’ije keç’ û kur be, wê keç’ û xortên wê malê bigîhîjin bext û mirazê xwe...

Û her çiqas jî ev hemû hebûn, ev r’a- r’izmên net’ewî, t’oreyên kevneşopî dihatin parastin, vî gundî bi êzdîtî bîn dida, lê dîsa jî navê wî P’ampa k’urdan bû. Û hemû p’ampîyan bi serbilindî digotin em ji P’ampa k’urdan in. Her paşê, dereng navê gund guhar’tin û danîn Sîp’an. Lê dîsa heya îro jî kesekî ji gundê Sîp’anê ji xwe ra nabêje sîp’anî, dibêjin p’ampî...

Ev r’ewşa me ya xwezayî bû. Û t’u carê jî nedihate heşê me, ku emê vê r’ewşa xwe ya xwezayî ji hinekan r’a şirove bikin... Dibe ku, eger ev nezanîya ji nav me derketî nînbûya, me di derbarê van tiştan da behs jî nekira.  

A li vir e, ku dibêjin: “T’u tiştekî xirab t’une, ku tiştekî qenc tê da nînbe!”

Belê, em dîsa veger’in ser P’ampa k’urdan. Ev gund li Ermenîstanê, bakûrê ç’îyayê Elegezê, di nav sêgoşeya r’êzeç’îyan da destpêka sedsala 19’an ji hêla êzdîyên ji t’evkujîya R’oma r’eş filitî va hatibû avakirin... Û van êzdîyan hê 200 sal berê dizanibûne, ku ew bi ola xwe va êzdî ne, lê bi net’ew k’urd in, ango k’urdên êzdî ne. Û ji bo wê jî navê gundê xwe danîbûn P’ampa k’urdan.  

Mirov dêşe jî, ku di destpêka sedsala 21’î  û hezarsala sisîyan van tiştan şirove dike, lê çawa bikî, kortî û nezanîyê t’imê di dîroka me da r’oleke r’eş û k’irêt lîstine, û ên ku bi van nezanan dilîzin jî wek seên birçî, yên ku li der- dorên malan diger’in, ji bo hestûyekî bir’evînin, dest davêjin wan û dijî yekîtîya net’ewî didin lîstin!..

Lîstik bi lîstikan, lê em bên ser êzdîtîyê.  

Di Sovêta berê da, bêhtir jî di Ermenîstanê da k’urdan êzdîtîyan xwe baş p’arasîtne. Ev jî ji ber ku 24 gundên me yên xur’û k’urdî li Ermenîstanê hebûne- bi zîyaret û ocaxên xwe va, bi oldar û bawermendên xwe va, bi xanî û tendûr-kuç’ikên xwe va, bi şîn û şahîyên xwe va. Hemû  bi r’eng û naver’oka xwe va- net’ewî – r’eng û awazên ola k’urdan a kevnar – êzdîtîyê lê.

Bi hemû r’abûn – r’ûniştina xwe va van k’urdan bi êzdîtî bîn didan – r’ojîyên xwe digirtin,  cejnên xwe pîroz dikirin, şîn û şahîyên xwe pêk danîn, diçûn ser mezelan, li gor’istanan mirîyên xwe bîr danîn, nanê mirîyan derdixistin, xêr didan, wek ku şanê êzdîyan dik’eve, li hev dipirsîn: diçûn hewarî-gazîyên hev, dibûn xwendîyên şayîyan, diçûn ber ocax û zîyaretan tîya dibûn, serê xwe dadanîn, hêvîya jîyaneke bextewar dikirin û bi vî r’engî jîyana xwe ya net’ewî didomandin.

Lê kuloç’a sersalê? Ev jî hema-hema diket dema ku şev û roj weke hev dibûn – dema sersala k’urdî ya net’ewî – Newrozê. Wan r’ojan li fêza gundê me – li Davanê berfînek derdik’et- ne wek kulîlkên berfê yên din bû – bejna wê bilind bû, serê wê wek ku zengilekî lêvên wî tîş-tîşî bibin û paşva zivirîbin- vajî bibûn, wek p’elên serbixwe. R’engê wan sût bû. Û di navenda her p’elekî tûdirêjkî r’a kêleke zerê vekirî (qîçik) derbas dibû – teyê bigota yekî ta û derzî hidlaye û ew kêl daye... Û hûn dizanin navê vê berfînê çi bû? – Newroz! Berfîna sersalê, mizgînîya biharê – Newroz – Newroza delal! Lê dema ku kuloç’ ker dikirin?! Her we bidîta, em- zarok çawa li dorê  dicivîyan, me çît digirt, û bê sebir hêvîyê bûn, k’a wê morîyê p’ara k’ê bik’eve. Mezinê malê jî, – demekê kalkê min, lê paşê jî bavê min, kuloç’ ker dikir û ji bîna petinî û temtîskan hewayê li  ber bêvila me fûrdida û dengê mezinê malê guhê me dihingavt: “Ev p’ara Mêrê R’ojê, ev p’ara Xudanê Malê, ev p’ara Zîyayê zer, ev p’ara Mamer’eşan, ev p’ara Mamê Şivan, ev p’ara Gavanê Zerzan, ev p’ara Xeta cot, ev p’ara malxwê malê, ev p’ara... r’êwîyê me, ev p’ara ...xwendevanê me, ev p’ara!..

A, êzdîtî ev bû!.. Û îro jî ev e, eger em bi r’astî êzdî bin – bi çûk û mezinên xwe va, bi oldar  û bawermendên xwe va – bê qîle û lêpî... Êzdî bin, ji ber ku êzdî ne, ji ber ku r’ewşa k’urd a xwezayî êzdîtî ye... Û êzdîtî û êzdîbûn jî ne wisa hêsan e!  

Û li vir fêlbazî, lêpokî ne pêwîst in. Êzdîtîyeke nû- ya ji ber xwe hinartî, bê bingeh nikare hebe, dûmka wê kin e, ji ber ku êzdîtîya r’ast û ya pîroz a destpêneketî li ser zarê kal û pîrên me maye, di r’ewan û r’amana wan da ye, ya ku bi zarê pîroz ê oldarên me yên r’ast û paqij tê gotin û dibe p’erwerdeya me ya r’ewanî2... Ev jî di jîyana me ya herr’ojî da hema wisa hêsa çê nabe. Zar’oka ku bi çanda bîyanî ya xerîb mezin bû, ya ku heya bi xurekê xerîb hate mezinkirin, di  mala xwe da bi êzdîtî nejîya û bîn neda, nikare bibe êzdî. Bi gotinekê: “Ez êzdî me!” – mirov nabe êzdî. Êzdîtî di destpêkê da bi p’erwerdeya dayîkê r’a tê– dayîka êzdî, ya ku ew bi şîrê xwe r’a, bi lorîkên xwe dide zar’okên xwe... Eger em dixwezin zar’okên êzdî mezin bikin,  divê her dayîkekek êzdî bikin mamostaya ola êzdî. Ol bawerî ye, bawerî jî bi r’êya têgîhîştina r’amanî digîhîje, ji vê r’a jî k’ar û xebateke bêhemp’a pêwîst dike...  

Bingehek weha çêbûyî jî wisa hêsa hilnaweşe, nayê t’unekirin. Ev hezar û sêsed sal e, ola Îslamê di Kurdistanê da cîyê xwe girtîye, giranîya gelê me (80-90%) vê olê dip’arêze, lê hê jî, piştî ewqas sal, gelek kevneşop’îyên êzdîtîyê di nav wî da mane...

Havîna 1993’an meyê li K’omara Adîgêyê ya Fêdêrasîyona R’ûssîyayê di gundê Bêloyê da konfêransa Yekîtîya k’urdên Sovêtê lidarbixista. Wê demê ez der-dorê 15 rojan li wir mam û malmêvanên min jî du malbatên k’urdên misilman bûn... Û dê û dapîrên van malan, dema sond dixwarin, digotin: “Ez bi vê R’ojê!”, “Ez bi vî nanê germ û texte – sivrê sar!”, “Ez bi vî agirî!”... Ma ev ji k’u tê?  

Lê eger em sondên nav me- êzdîyan binihêr’in?- “Ez bi vî Şemsî!”, “Similayî!” (ango, “Bismilayî!”), “Ez bi milyak’etan!”, “Ez bi Cin Teyar!”, “Ez bi Şêşims!”- Ma ev ji k’u tên?

Wek ku ji van herdu mînakan tê xuyanê, li bal hinek k’urdên misilman hinek  tiştên bingehîn ên êzdîtîyê bêhtir hatine p’arastin, ne ku li bal k’urdên êzdî.

Demekê oldarekî êzdî bû mêvanê me- mirovekî hêja, oldarekî pîroz! Min demekê xizmeta wî kir. Û her carê, dema ez bi wî r’a têkildar dibûm, zar’otîya min dihate bîra min, dema kalikê min Emerê Mamo ez dişandim pey şêx, an pîrê xwe, digot: “Her’e, lawo,  bêje p’îr K’erîmê Biro,  bila bê, bîna min teng bûye, min bîra wî kirîye... Ya Xwedê hêvîyê ji min kêm nekî, ez  gunehk’arek im, li r’û erdê dijîm... Ya Xwedê!” – Digot û ez dilezandim: “De bilive, ha!”

Û her carê, dema ez bi oldarê bi r’êz û hurmet r’a diaxivîm, min hîsdikir, ku wek ku dema zar’otîya min, bîna kalikê min bi K’erîmê Bro fireh dibû, bîna min jî- bi kekê p’îr...

Lê piştî van, deman dihat bîra min, ku ev zarokên me yên îro, ji hebûn û bawerîya xwe bê zanebûn mezin dibin, ez bînteng dibûm...

Û di demeke weha da, carekê wî p’îrê me yê pîroz ê r’ûheden ji min r’a got: “Ez ji te r’a gorî bim, xwezî êzdîyên mîna te p’ir hebûna!”- Min ber xwe neda, ez “teqîyam”: “Ez çi êzdî me!”- Min got.

“Ma, li te xweş nayê, ku êzdî yî?” – Wî pirsî.

“Na! Ne ku li min xweş nayê! Ma êzdîtî weha dibe? Em û hemû yên derdorê me, heya gelek zar’okên we oldaran jî, nizanin êzdîtî çî ye, mirov çawa bi êzdîtî dijî, mercên êzdîbûn û êzdîtîyê çi ne? Gelo, eger van femkorên nav me zanibûna, wê bigotana, ku êzdî ne k’urd in?..” – Min bi dengekî bilind gotina xwe bir’î.  

“Ma, tu çawa tiştê wisa dibêjî, - p’îr ber dilê min da hat, - her êzdîtyek ji dayîka xwe êzdî dibe! Ma dê-bavê te ne êzdî bûn? Belê! Tu jî êzdî yî!..”  

Min dîsa ber xwe neda, vê carê ez bînteng bûm (bila keko min biborîne!), û bi min xeyd lê veger’and: “Keko, ez gorî, ez ji dê-bavê xwe wek mirov hatime cîhanê. Paşê ez bi çanda k’urdî wek k’urd mezin bûme! Êzdîtîya min jî, dema ez bi dayîka xwe r’a çûme ber zîyaret û ocaxên me, şêwaz-girtîye; dema oldar hatine mala me, wan û kalikê min sowbet kirine, wan drozge xwendine, qewl û beyt gotine, dema hatine ser mirîyan, r’ojên çûyîna ser mezelan... Û hew! Hema kesekî ez êzdîtî fêr nekirime, dayîka min ji min r’a lorîk, an mercên êzdîtîyê negotine. Ewê bi xwe jî ew nizanibûne. Kesekî ew jî fêr nekirîye. Hê ya me baş e, me gund dîtin, me êzdîtî (p’ir’ an hindik!) dît û jîyan kir. Lê van zar’okan, ên ku di mêtropolên bîyanî da mezin dibin – bi çanda xerîb, di nav hewa û dor û berê olên xerîb da, emê çawa bip’arêzin?”  

“Çawa?!-“ P’ir bê hemdî xwe pirsa min dubare kir.

“Ê ku xwe êzdî dibîne, - min got, - divê ji bo êzdîtîyê tiştekî bike. – Kekê p’îr bi pirs li min nihêrî.- “Çi?” – Min bersîva pirsa wî ya bê deng bi zar lê zivirand.- Vê jî hûnê bibêjin! Û barê herî giran li ser milê we – oldaran e! Hûnê ji bo r’uhê her zar’okekê têk’oşînê bimeşînin, têk’oşîna olî-net’ewî ya qazenckirinê. Bes nîne, ku hûn her’in ser mirîyan, dirozga bixwînin, divê hûn her’ine her maleke êzdîyan, li bal zêndîyan, her yekî r’a têk’ilîdar bin, r’ewan û mejîyê wan bi êzdîtîyê p’erwerde bikin. Hûn in hostayên r’ewana wan! Nizanim, ez ne oldar im, lê ez dibînim, ka ên olên din çawa k’ar dikin. R’oj-nava r’ojê kerîyê we ji destê we diçe. Eger wisa bidome, demê bê, hûnê bibin wek şivanên bê kerî...”  

Kekê p’îr bi melûlî li çavê min nihêrî, min hîskir, ku di r’uhê wî da hêwarzeyek r’abûye...

Ew hêwarze îro jî di nav min da k’el dide. Dihatûya van zar’okan wê çawa be? Emê vê ola kevnar a gelê k’urd çawa bip’arêzin- wek p’arçeyekî xezîna çanda mirovahîyê? Ev nezanîya ola net’ewî – nexwendîtîya olî emê çawa ji holê r’akin û bingeha xwe ya r’uh û r’ewanî nas bikin? Ev pirsana dikin hêwarze û bersiva xwe dixwezin.

Ji hêla din va goftûgohên cûda, yên ku îro li ser ola Êzdî derk’etine holê, net’abetîyê didin her k’urdekî têgîhîştî (ew êzdî be, an-na!) û mirov dixweze têbîgîhîje û bersivê wan pirsan bibîne...  

Dema em dibêjin êzdîtî ola k’urdî ya kevnar e, yên dijmberî me van tiştên han didin pêş me:

- Eger êzdîtî ola kurdan a kevnar e, lê ev p’eyv û têgehên weha, yên ku di vê olê da hene, hûnê çawa şirove bikin? -Şems, Şêşims, Sult’an Êzîd, cinet, cehneme, r’uh, cin, miilyak’et, melek’, Tawisî Melek’, şêx, Nasrêddîn, Sicadîn, Melek’ Ferfxeddîn, Şêxûbek’ir, Ebûbek’ir, Cinteyar, Şîxadî (Şêx Adî), similayî (bismilayî), R’ebê alemê/ R’ebilalem, Xuliqellah, Xaliq...- Û dibêjin, ku ev navên bingehîn ên ola Êzdî, ne ku t’enê yên erebî ne, lê her weha giranîya wan p’eywirên ola Îslamê destnîşan dikin...  

Heya r’adeyekê ev r’ast e. Lê t’enê heya r’adeyekê! Heya destpêka dema Şîxadî r’ewş cûda bû, bi hatina Şîxadî û hemû r’êformên bi navê wî r’a girêdayî serdemek nû di dîroka ola êzdîyan da destpê dibe, ya ku emê bi mercî serdema Şîxadî nav bikin. Lê serdema berî Şîxadî jî emê wek serdema Êzdîtîya kezî, ya bihurtî (pîroz) nav bikin.   

Êzdîtîya îro, nîgara vê ola me ya kevnar û pîroz bi hatina Şîxadî r’a şêwazekî din wergirt. Wek ku ji ç’avkanîyên dîrokî tê zanîn, Şîxad (Şêx Adî) di dema xwe da (sedsala pêncan a k’oçî) di Bexdayê da xwendina olî standîye (binihêre gotara Feqî Huseyîn Saxniç a “Şêxadî”,  kovara “Laliş”, 2004, hejmar: 21, rûpel: 24-26.). Û wê demê jî di Bexdayê da xêncî p’erwerdeya ola Îslamê t’u p’erwerdeke din nikaribûye hebe, ji xêynî misilmanan yekî ji oleke din ji bo p’erwerdeyê nehatye p’ejirandin, ji ber ku ew p’erwerdeya ola Îslamê bûye. Ji bo wê jî ew êzdîtîya serdena Şîxadî bi r’engê xwe va p’ir nêzîkî Îslamê bûye, heya wek tarîqateke wê, û hemû zanista wî ya olî bi têrmînolojîya îslamî hatîye- gihîştye me, heya hemû navên Xweda û  Xwedawendên ola Êzdî werger’andine erebî, ango kirasekî îslamî lê kirine. Ev jî xwezayî ye, ji ber ku wî p’erwerdeya ola Îslamê standîye, ne ya ola Êzdî. Heya r’adeyekê ev zanista Şîxadî, ya ku oldarê serdema wî t’enê zarkî hîn bûne (oldarên êzdî dibêjim, “ew dînekî sînem-devt’erî ye û li ser balgî digîhîje hinek oldarên şaraza û pispor”), di nava çarç’oveya oldaran da t’enê teng maye. Lê êzdîtîya berî Şîxadî, ya ku bêhtir gelêrî bûye, di nav gel da, di nav zargotina me ya gelêrî da hatîye p’arastin.  

Em hema li van peyvan, ên ku hê jî di nava êzdîyan da zindî mane, binihêrin: Mêrê R’ojê3, Xudanê malê, Zîyayê zer, Memê Şivavn, Gavanê Zerzan, Mamer’eşan, û navên din ên pîroz, eger ne navê xwedewandan in, lê çi ne? Her çiqas jî di nava sedsalan da dikare hinek tişt di wan da hatine guhartin!

Û bi vî awahî, piştî r’êformên Şîxadî hêdî-hêdî, berekê va şûna p’eyvên : Xweda(ê)4, r’ewan, bihuşt, r’aman, dojeh, firêştê, ol, tep, R’oj, bi hêvîya Xwedê van p’eyvan bik’ar tînin: Ellah, R’eb, Xuliqellah, R’ebilalem (R’ebê Alemê), r’uh, cinnet, cehnime, fikir,  Milyaket, dîn, cin, Şems.

Dibe ku dehsal pêwîst bin (dibe ku sedsal?), ku lêk’olînerên ola êzdî bingehên wan ên net’ewî bibînin.  

Êdî em di derbarê nexwendîtîya hinek oldarên me da nabêjim, ên ku li ser şîn û xêran li şûna drozgeyên ola êzdî heya ayatên Qurana pîroz dibêjin û haş jî pê nînin...

Îro êzdîtî ji çarç’oveya teng a monopolîya çend oldaran t’enê derk’etîye. Di dema xwe da gelek berevk’arên zargotina k’urdî her weha qewl û beyt’ û drozgên ola Êzdî jî berevkirine û  weşandine, weşanên bi sazî û r’êxistinên bi ola Êzdî r’a p’êwendîdar îro bi lêk’olînên xwe va goftûgoheke berfireh li ser vê ola k’urdan a kevnar vekirine. Û ew  goftûgoyên di civakê da (hinek cîyan bi tirs, hinek cîyan bi şerm û dizî) îro cîyê xwe didin lêk’olînên zanistî yên li ser r’ûpelên weşanan û bi r’adîyo-têlêvîzîyonan...

Wek me li jorê jî got, hê jî di nav me da hinek ji nezanî û nexwendîtîya olî êzdîyan ji net’ewa k’urd cûda dikin. Ji bo van tiştan jî bingehên cûda-cûda hene: yek, wek ku me got, nezanîya olî ya di nav me da ye, ya duyem, cûdaxwezîya olî, ya ku bingeha xwe ya obyêktîvî heye û di nava gelek gelên cîhanê da jî r’û dide5, a din, faktora siyasî ye: dema destekî ji derva van tiştan t’evger û destek dike, ji bo ku derbê bigîhîne yekîtîya net’ewê bi giştî. An jî cîh-cîhna ev hemû faktor bi t’evayî dertên holê.

Û em, wek êzdî û, her weha, lêk’olînerên ola Êzdî, gihîştine qonaxekê, ku divê vekirî bi hev r’a biaxivin, hemû t’erefên pirsê yên tarî r’onî bikin, ç’avê cîhanê li ser r’astîya êzdîtîyê, nezanî-nexwendîtîya di nav me da û leyîstokên siyasî vekin.

Divê mirov ne li vê pirsê, ne jî li xetera leyîstokên siyasî yên ser me- êzdîyan, bi çavekî biçûk nenihêre...

 

Li şûna peyvnivîsarê

... Du sal berê ji Lalişê peywirdarek hatibû Rûssîyayê. Ew bi temenê xwe ciwan, lê p’ir’î zane bû. Bi zanistî nêzîkî pirs û pirsgirêkên olî dibû, ji bo wê jî ji hêla gel va hate hezkirin.

Dema hevdîtinekê k’urdekî êzdî jê pirsî: “K’oç’ekê bir’êz, li vir hinek êzdî derketine û dibêjin, êzdî ne k’urd in. Ev çi tişt e, ji ku hat? Hûn li vê pirsê çawa dinihêrin!”

Koçek hizingek r’ahişt û, bêyî ku lez bik’eve, peyv bi peyv, yeko-yeko gotinên xwe r’êz kir: “Ewên ku wisa dibêjin, dibe ku ne k’urd bin. Û, ger wisa ye, ew ne êzdî ne jî. Wê demê ew divê ji pîrik û dayîkên xwe bipirsin, k’a ew ji ku tên... Eger ewên ku wisa dibêjin ne k’urd bin jî, ew nayê wê wat’eyê, ku êzdî ne k’urd in, ji ber ku t’u têk’ilîya mirovên weha bi êzdîtîyê r’a tuneye.  

Eger êzdî ne k’urd in, êdî k’î k’urd e?- K’oç’ek gotina xwe domand. – K’î k’urd e – ne k’urd e, ez nzianim, lê ku êzdî k’urd in, ew jî k’urdên li ser bingeha kal û bavan mayî ne, ez vê dizanim. Û cîhan jî vê dizane... ”

                                                        ___________________________________

                                    

Nasî:

1. ... Îro di weşanên cuda û çapemanîyê da bi şaşî navê ola gelê k’urd a kevnar – ola êzdî – wek yêzîdîzm, an ola êzîd dinivîsin, lê bawermendên vê olê jî yên êzîdî nav dikin.

Bi vê boneyê dive bê gotin, ku navê vê olê ne ku ola êzîdî ye, lê – ola êzdî ye. Ev civaka net’ewî-olî bi xwe jî wek êzdîtî, an êzdîxane tê zanîn. Ji gelên cînar, ermenî ji êzdîyan r’a dibêjin yêzdî, lê yên dinê –yêzîd.

Divê bê gotin, ku t’u grêfterîyek di navbera navê ola k’urdan a kevnar Êzdî û navê Sultan Êzîd da nîne. Navê ola Êzdî yek ji navên Xwedê ye. Di qewlek a ola Êzdî da tê gotin: “Hezar û yek navên Xwedê hene, Êzdî jî navekî Xwedê ye!”. Her navekî Xwedê tê r’avekirin: P’eyva Êzdî ji p’eyver’êza Yê ez dayî”  tê. Paşê, hê dereng, ev p’eyver’êz di axavtina zêndî da hey hatîye gotin û di wê da guhartin çê bûne, deng jê werîyane, gihîştine hev û ew bûye p’eyvekê. P’eyver’êza yê ez dayî” bûye Yêzdî, ev jî ji hêla xwe va bûye Êzdî zdî zdayî<Yêzdayî<yê ez dayî). Hê jî di nav gelek êzdîyan da ji êzdîyan r’a dibêjin ezdayî...  

Lê Yêzîd bên-Maewî bên- Ebî- Sifyan benî –Omeya ji eşîra ereban a Qurêşîya ya li Mekkê, pismamê Mihemed P’êxember ê dûr e, yek ji Xelîfê (Sult’an) cîhana îslamê bûye.

Yezîd (an, wek yên êzdî wî nav dikin, Sult’an Êzîd) kur’ê Maewî bên Ebî – Şifyan e. Heya Êzîd (Yezîd) xelîftî di dest malbata P’êxember da bûye. Ji vê malbatê Elî xelîfê 4-em ê dawîyê bûye. Tê gotin, ku kuştina wî bi destê maewîyan çê bûye. Hesenê kur’ê Elî, tê jehirdadaykirin, ê dinê- Huseyn û hemû malbata wan, bi giştî 22 kes, di K’erbelayê da ji hêla Êzîd va tên kuştin. Û, bi vî awahî, dawî bi desthilatdarîya malbata P’êxember tê û pismamên wan ên dûr – meawîyan desthilatdarîyê hiltînin destê xwe. Û Êzîd dibe Xelîf (Sult’an). 

Lê ew pirs, k’a gelo bawerîya Yêzîd (Sultan Êzîd) çawa anîne nava ola êzdî, hê bersîveke bi zanistî ya pêbawer ji bo wê nîne. Dibe ku ev bawerî dema r’êformên Şêx Adî anîbin nava ola êzdî, ji bo ku herç’ê êzdîyên ji t’evkujîyan firitîne, bip’arêzin, an jî…? Dibe ku zaniest îro ne amade ye, ku bersîva vê û pirsên dinê bide, lê mirov dikare bi bawer bibêje, ku hîç p’êwendîyek di navbera ola êzdî û navê sultan (xelîf) Êzîd da nine. Êzdîtî ola gelê k’urd a berî zerdeştîyê ye. 

Têrmîn û navên bi vê olê r’a p’êwendîdar ên r’ast evin: êzdîtî, ola êzdî, yên êzdî, ya êzdî, yê êzdî.

2. Rewan, ango, ruh di k’urdî da p’eyva Pakrewan (pak+rewan), tê wat’etya ruhê pak/paqij, ango şehîd. Her weha di Avêstayê d jî p’eyva ravan tê wat’eya ruh (li ser ruh û rewan li nasîya 3. binihêr’e).

3. Di k’urdî da wat’eya p’eyva mêr teng nîne (mêr û jin). Di zargotina me da p’eyver’êzên weha  mane û gihîştine me: Mêrê Rojê, Mêrê Dîwanê, Mêr-Milyaket. Dema em di çarç’oveya zimanên hind-ewropî (hind-gêrmanî) da hemberî hev dikin, dibînin, ku di hinek cîyan da wat’eyên wan digîhîjin hev. Mînak, di înglîzî da peyva merit (‘mrit) tê wateyên qazenc, hêjayî, qazenckirin, hêjayî tiştekî bûyîn.  Di r’ûsî da p’eyva mêr di nava p’eyverêza “mêr goroda” da tê wat’eya r’êvebir, serok (rêvebirê/şaredarê bajêr). Dema mirov van mînakan dide ber hev, dibîne, ku di k’urdîya kevn da mêr hatîye wateya peywirdarekî payebilind (Mêrê dîwanê), peywirdarekî pîroz di “pantêona” xwedawendan da (Mêrê Rojê, Mêr–milyaket). Eger em p’eyver’êza mêr-milyaket r’avekin, emê bibînin, li vir mêr bi wat’eya milyaket hatîye têgihîştin: dema pêşîyên me peyveke bîyanîyan di nav axavtina xwe da anîne, ew bi peyveke k’urdî r’a tevayî bik’ar anîne, ji bo ku bê têgîhîştin: horî-melek, mêr-milyaket, ruh û rewan, roj û şemal, şert û merc, dua-dirozge, heş-aqil, derî-bacî...

Mêr peyvek e, ya ku di k’urdî da wat’eya wê fireh bûye, an du p’eyvne cûda ne, yên ku tenê bi şêwazên xwe va di nava demê da bûne wek hev?! Ji bo bersiveke r’ast û zanistî bê dayîn, divê lêk’olîneke zanistî ya k’ûr û berfireh bê kirin...

4. Wek ku me li jorê jî got (binihêre nasîya 1-em), her navekî xwedê şiroveya xwe heye. Xwedê  jî wat’eya xwe heye, ango, yê ku bi xwe xwe daye. Di qewleke êzdîyan da hê jî şroveya wê maye:

                                                        Xwedê cîhan sêwirand,

                                                        Kesekî Xwedê nesêwirand-

                                                        Xwedê xweda ye!

Li hinek deverên Kurdistanê naha jî li şûna peyva Xwedî(Xudê) va Xweda(Xuda) tê bikaranîn.

Her weha navên Xwedê yên din jî hene: Yekê jorîn, Yê bê heval, Padişahê Padişahan û.y.d..

5. Em zêde dûr neçin: ev êdî zêdetirî heyştê salî ye, Ermenîstan wek k’omar heye, siyasteke net’ewî ya yekgirtî tê meşandin, dibistanên net’ewî hene, lê hê jî ermenîyên kat’olîk xwe frang nav dikin û bi dijwarî hal û zewacê bi ermenîyên grîgorîyan r’a pêk tînin. Ew xwe frang dihesibînin, ên din- ermenî, ji zaravê xwe r’a nabêjin ermenî, dibêjein frangî (bi ermenî- frangêrên), hema em hemû jî dizanin, ku ew r’engekî ermenîyan in. Êdî em di derbarê ermenîyên hemşî da nabêjin, yên ku misilman in…

 

Gulan- hezîran- 2004                                                                                                             Moskova

 

 

http://www.pen-kurd.org/kurdi/ezize-cawo/ezditi.html

 

http://www.mezopotamya.gen.tr/gotar-makale/gotareka-dewlemend-di-der-bar-ola-zdt-de-h2140.html

http://www.ezdinas.com/ezditi/

http://sher-bekas.ucoz.ru/news/1/2010-11-26-110

 

 


Gotinên miftehî :