1. Tekst

  2. Gotar

  3. Hesen Harrani
  4. ŞİPİL-ŞEMİL Û ŞEMILANDIN
ŞİPİL-ŞEMİL Û ŞEMILANDIN,şi̇pi̇l,şemi̇l,û,şemilandin

ŞİPİL-ŞEMİL Û ŞEMILANDIN

Ez ê niha ji we re qala van navên Cil û Bergên di vî wêneyî de ne bikim. 

A+ A-

 

 Hasan Harranî 

 

 

Nizanim bala we jî kişand? 

 

 

 Navê van cil û bergan hemî bi tîpa -Ş- yê dest pê kirine.  

 

 

Qaydeyekî ziman heye. Zimanê hilberîn û çandinîyê yanî zimanê Zevîvanîyê-cotkarîyê bi awayekî komik sazî hatîye çêkirin û ev ziman bi temamî di nava pêşketinekî xwezayî de rû daye. Ji ber vê yekê, peyv li ziman bi awayekî lez nehatîye lêkirin. Û her wiha peyvên di ziman de jî pir kêm û pir dereng ji ziman hatine rakirin. 

 

 

 Ev yek bi guherîna navgînên hilberînê, bi tevlîhevî û lihevketinên civakî çêbûye.  

 

 

Yanî dema di jîyana civakê de di ware hilberînê de û di vedîtinên navgînên hilberînê ên nû çê bûne ev yek dijîyan û di pêşketina civakê de lezgînîyek, pêvgavekî dûr û dirêj çêkirîye. Van pêvajoyên wiha bi xwe re bi zêdayî peyv jî afirandine. Di van rewşên wiha de, di zimanê civakê de jî bixwazî nexwazî him hinek guherîn bûne him jî tevî ku gelek peyvan li ziman zêde kirine hinek peyvan jî ji zimanê civakê birîye. 

 

Zagon zagonekî pêşketina civakê ye û li ser ziman jî bandora xwe dike.  

 

 

Me got ku di zimanê ne çêker de yanî di zimanê ku bi  xwezayî hatîye afirandin de komiksazî heye. Ez ji vîya re komiksazî dibêjim lê hûn dikarin bêjin komikpeyv jî. Lê ji bo terîme zanyarî bi ya min komiksazî rastirîn e.   

 

Mînakên vê rewşê di zimanê Kurdî de pir in.  

 

 

Mînak ji bo rewşa sîrûştê, peyvên ku di vê komikê de hatine afirandin hemî bi tîpa -B- yê dest pê dike. Wekî Ba, Baran, Berf, Bager û her wekî din. 

 

Mînaka din navên ku li pirçên sewal û mirovan hatîye hatîye danîne. Ev komikpeyv jî bi tîpa  -P- yê dest pê kirine. Vana jî mirov wekî Por, Pûrt, pirç, Pûr û Per dikare bibêje.   

 

Di zimanê Kurdî de ji bo qeşengîya bejnê û ji bo kêrhatîbûna kesên çalak û jêhatîbûnê re ŞIPIL an jî bi hinek devokên din ŞEPIL hatîye gotin.  

 

 

Kesekî ku bejna wî dirêj, rast-tîk û lihevhatî ye û herwiha çalak, jêhatî û bilez û bezîbiliv e, jêre "bişipil" dibêjin.  

 

 

Peyva Xemlê di derheqê şemilandina mirovî de kengê ketîye zimanê me ez nizanim. Lê  ev jî mijarekî din e. Lê destpêk ŞIPIL e.  

 

Peyva ŞEPAL ku ji bo navê şêr a mê re hatîye gotin ji vê peyvê hatîye guhestin. Şepal ji bo bejna lihevhatî û bedew, jêhatî, bilez û beza sewalan hatîye gotin û paşê ev bi metaforekî wêjeyî ji bo jinên bedew û çalak jî hatîye gotin. Peyva "porşepal" herkes dizane.  

 

Niha em werin ser peyvên xwe û mijara van Cil û bergan.  

 

Me got ku Şipil, şepal ji bo bejna lihevhatî û çalak hatîye gotin. 

 

Ewçax xemilandina vê bejnê bi çi tên kirin û navê van bergan wê bi çi navî an jî bi çi tîpê dest pê bike?  

 

Bê guman wê bi dengê wekhev ê dengê peyva ŞIPIL dest pê bike. Ha berî ku em derbasî navê van bergan bibin peyva berîya peyva xemîlandinê jî çîye ez bêjim.  

 

Ew peyv jî Şepilandin, Şemilandin e.  

 

Binêrin Şipil, Şepal=Şepil-şemal. Hûn bala xwe didinê çawa li hev hatîne.  

 

Etîmolojîya Şipilê ŞIP-ŞIRP e.  

 

Şip an jî Şirp heman peyv e û tenê bi telefuzkirina devokan ji hev cuda bûne.  

 

Şirp an jî Şip ji leza herî berz tê.  

 

Gelo tê bîra we dema yek an jî sewalak bi gavî bi lez û bez ji ber mirov bazde here, an jî sewalek ji nişka ve ji ber mirov bireve ji wê rewşê re dibêjin şip û revîye, an jî şirp û bazda. Bingeha vê peyva Şipilê ev Şip e.   

 

Navê bergên şemilandinê jî dîsa bi heman tîpê dane destpêkirin.  

 

Çine vana?  

 

Şaşik, Şapik, Şûtik (ev jî ji şidêtê. Şidandin) Şal û Şekal.  

 

Vana hemî navê bergên ŞEMILANDINÊ ne.  

 

Îca we mezinbûn û qewînbûna zimanê xwe dît?  

 

Bi qîmeta zimanê xwe bizanibin û zimanê xwe winda nekin.