1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Serokkomarê berê yê Fransayê: Komkujiya Parîsê operasyonek dewleta Tirk bû
Serokkomarê berê yê Fransayê: Komkujiya Parîsê operasyonek dewleta Tirk bû,serokkomarê,berê,yê,fransayê,komkujiya,parîsê,operasyonek,dewleta,tirk,bû

Serokkomarê berê yê Fransayê: Komkujiya Parîsê operasyonek dewleta Tirk bû

A+ A-

ROJNEWS

 

Serokkomarê berê yê Fransayê Françoîs Hollande têkildarî qetilkirina sê şoreşgerên Kurd ên li Parîsê, diyar kir ku ‘operasyonek’ bi destwerdana dewleta Tirk bû.

 

Serokkomarê berê Françoîs Hollande 15’ê Gulanê roja Çarşemê li kampusa Zanîngeha Bretagne Sud a li bajarê Lorîentê ji 300 xwendekarî re li ser parastina Ewropayê axivî.

 

Di konferansê de xwendekarekî Kurd bi bîr xist ku di Çileya 2013’an de sê jinên Kurd ên şoreşger hatin qetilkirin û li destwerdana dewleta Tirk pirsî.

 

Françoîs Hollande diyar kir ku rewşek ji destwerdanê jî wêdetir e û got: “Ev rewş gelekî cidî ye, ji ber ku operasyoneke welê bû ku em baş nizanin bê kîjan qedemeya dewleta Tirk biryar li ser dabû. Lê belê eşkere ye ku ji bo kuştina Kurdek li Fransayê xwedî kesayetek gelekî xurt bû, destwerdana operatoran hebû.”

 

Hollande bi vê gotinê bal kişand ser yek ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz û got: “Ev yek bi rastî jî destwerdaneke dewleteke biyanî bû ku endamê NATO’yê ye û bernamzetê Yekîtiya Ewropayê ye.”

 

Hêjayî gotinêye ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê yek ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama tevgera ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) hatibûn qetilkirin.