1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Bi ‘Tîrêj’ bal kişandin ser berxwedana zindanan
Bi ‘Tîrêj’ bal kişandin ser berxwedana zindanan,bi,tîrêj,bal,kişandin,ser,berxwedana,zindanan

Bi ‘Tîrêj’ bal kişandin ser berxwedana zindanan

Di Mîhrîcana Şanoyê ya Mîtan de, şanogeran bi lîstika xwe ya bi navê “Tirêj” bal kişandin ser berxwedana li zindanan

A+ A-

5’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Mîtan ku bi dirûşmeya "Veger nêz e, em bi hêvî ne" ku 10’ê Çileyê li Hola Mîtan a li navçeya Ehdasê ya Şehbayê hatibû destpêkirin, didome. 

Şanoger bi listikên xwe balê dikişînin ser mijarên rojane, êrîşên dagirkeriyê û zordariya li zindanan tê meşandin jî.  

Duh jî şanogeran bi lîstika “Tirêj” bal kişandin ser berxwedana zindanan. Lîstik ji romana "Deryayê Reş" ya nivîskar Merwan Berekat hatiye wergirtin û şanoger Mehyedîn Erselan derhêneriya wê dike.

Lîsîtka ji aliyê koma Hîlala Zêrîn ve hat pêşandan, balê dikişîne ser berxwedana ku li zindanan dijî zordariyê dê meşandin.

Derhênerê lîstikê Mehyedîn Erselen, destnîşan kir ku festîval di demeke ku dorpêça li ser Şehbayê û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser heremên Bakur û Rojhilatê Sureyeyê didomin de tê pêkanîn. Erselen da zanîn ku mijarên şanoyên wan jî vegotina vê rewşê ye û got: “Gelê di nava berxwedaniyê de jiyan dike. Em jî hunerek şoreşgerî çêdikin. Me xwest balê bikişînin ser dagirkirina Kurdistanê. Dagirker kurdan bi awayên cur bi cur îşkence dikin, dixwazin wan tune bikin. Lê bi berxwedanê însan dikare bigihîje hêviyê."

(zş)

ANHA