1. Tekst

  2. Gotar

  3. Hesen Harrani
  4. Bawerî, Felsefe û Ziman
Bawerî, Felsefe û Ziman,bawerî,felsefe,û,ziman

Bawerî, Felsefe û Ziman

A+ A-

Hasan Harranî

Ewqas pirsgirêkên me hene ku mirov gelek caran neçar dimîne bê ka mirov pêşî dest bavêje kîjanê.

Di vê kurtenivîsê de dixwazim li ser mijara bawerîyan, felsefe û ziman rawestim. Ev mijar bi ya min mijarekî herî girînge. Sedema hasilbûna vê mijarê ji ber bawerîya rêya heq bû.

Wekî hun jî dizanin her miletek dema bawerîyek, felsefeyek an jî ramanek biafirîne teqez bi zimanê xwe dirist dike. Ev tiştekî asayîye.

Bawerî û ramanên felsefî yên her miletekî bi zimanê wîye.

Ev dişibe avahîyan.

Ti li ku xanîyek çêbikî tuyê kevir û xerca wî jî ji wê axê bihevirî. Ev rastîyeke.

Ola îslamê ya Erebaye û bi zimanê wan hatiye diristkirin. Rih û hestên wî miletî, kevneşopî û adetên wan dide nasîn û hisandin.

Ola cihûyan ya Cihûyane û bi zimanê wan hatîye diristkirin. Ola Zerdeştî jî bi zimanê Kurdî ya kevnare hatîye diristkirin.

Mirov dikare gelek mînak bide lê vana besin.

Ev tişt her wiha jibo rêçûnên felsefî û ramanî jî derbase. Felsefeya Manî bi zimanê Farisî hatîye kirin. Her çiqas afirînerê vê felsefê Kurd be j. Lê dema te bi zimanê miletekî din çêkir tuyê rih û hestên xwedîyê wî zimanî têde bidî raxistin û teşekirin.

Felsefeya Greekîyan bi zimanê Grekî çêbûye û hemî têgeh û rih yê wan dide nîşandan.

Ola Zerdeştî bi zimanê Kurdîya kevnare dirist bûye û piştî 2700 salan dîsa bêhna Kurdî û germahîya rihê Kurdî jê tê. Kesekî hîna jî nekarîbûye bi temamî xera bike.

Dîsa mînaka bawerîya Rêya Heq û Êzdayîyê jî di vê xalê de mirov dikare nîşan bide.

Rêya Heq jêderk û avahîya wî tev Kurde û Kurditanîye. Hemî peyv û têgehên wî Kurdîne. Bawerîyek gelek kûr û xurte. Lewma jî her tim bûye sedema metirsîyê jibo hêz û serkarîyên miletên din.

Lewre hêza herî xurt û gewre hêza ramanî û felsefîye. Ev di dîrokêde jî wihabû îro jî wihaye. Lewre têkilîya kar û barê civakî, dan û standinên nav mirovî û nav miletî bi rêya ramanê tê çêkirin û amûra vê yekê jî ya bênîwaş ziman e. Loma jî ti hêz heya îro negihaştîye hêza raman û ziman.

Dema hêzekî ramanî xurt û zexim be û ti hêzekî nekaribe xera bike an jî ji holê rabike, serî li metoda rêya manîpûlekirinê didin. Ev rêya xerakirinê her tim di dîroka milet û mirovahîyê de hatîye ceribandin û hîna jî metoda herî xurt eve. Îro ev tişt bi wergirtina hişmendî û famayîyê de tê bikaranîn.

Wekî bawerîya rêya heq ku tiştên bi serê wî de hatîye mînaka herî berbiçav û dramatîke.

Ev rastîyek bênîqaşe ku diristkirina rêya heq bi zimanê Kurdî hatîye kirin. Wekî Êzdayîyê.

Lê çi ecêbe ku ewqas lîstandin li ser vê bawerîyê çêbûye û ewqas hatîye manîpûlekirin. Bawer nakim ku ti ol û ti bawerîyek wekî vê bawerîyê hatibe xerakirin û manîpûlekirin. Ev xerakirin di cihê herî girîng de hatîye destpêkirin. Di têgeh û peyvan de. Di têgeh û peyvên ruknî yên hîmî de çêbûye.

Sazkarîya peyvan yên mikabil bi heman şêwe, deng lê di bingeh de di warê nêrîn û famkirinê de û wateyê de bi temamî dijber hatîye diristkirin.

Ev îcadekî herî xurte ku mirovahîyê jibo têkoşîna ramana dijber afirandîye.

Binêrin temamê peyvên bawerîya Elewîtîyê an jî Riya Heq bi Kurdîne lê bi guhestina hinek tîp û dengan hatiye farisîkirin û bi vî awayî ji wate û armancên xwe an dûrketine an jî veguhezîne dijberê xwe. Ev karesatekî mezin e.

Bi zanîna min divê ev bawerî jibo bigihêje kok û cewherê xwe divê pêşî kifşa peyv û têgehan ji nûve bike. Wê demê wê herkes bibîne ku rastî pir pir cudaye.

Xwezî dem û hêza min hebûya min di vî warî de xebatek berfireh bikira. Lê ne gengaze.

Hêvîdarim kesên bi mereq li ser vê mijarê hûr bibin


Gotinên miftehî :