1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. GENGEŞÎ DIDOMIN!
GENGEŞÎ DIDOMIN!,gengeşî,didomin

GENGEŞÎ DIDOMIN!

... Piştî weşandina gotara Wezîrê K’aşaxî ya “Gotineke nû di warê lêger’înên ola kevnar a gelê k’urd – êzdîtîyê da” di t’ora medya civakî da gengeşî û govtûgoyên cihêr’eng ên xwendevanan r’û dan. Û min jî bi hinek kurteşiroveyan va bersîvên xwe ji bo waan nivîsîn û p’arvekirin... Lê piştî demekê pêdivîya hinek nirxandinên berfireh derk’et holê. Û bi wê pêdivîyê min gotara “Di derbarê pirsa jizûva gihîştî da, û bi boneya...” nivîsî. Ew jî di destpêkê da bi r’ûsî û paşê bi k’urdî hate weşandin ( http://www.amidakurd.net/ku/tekst/ DI_DERBARÊ_PIRSA_JIZÛVA_GIHÎŞTÎ_DA_Û_BI_BONEYA ).

A+ A-

 ... Piştî weşandina gotara Wezîrê Kaşaxî ya “Gotineke nû di warê lêgerînên ola kevnar a gelê kurd – êzdîtîyê da” di tora medya civakî da gengeşî û govtûgoyên cihêreng ên xwendevanan rû dan. Û min jî bi hinek kurteşiroveyan va bersîvên xwe ji bo waan nivîsîn û parvekirin... Lê piştî demekê pêdivîya hinek nirxandinên berfireh derket holê. Û bi wê pêdivîyê min gotara “Di derbarê pirsa jizûva gihîştî da, û bi boneya...” nivîsî. Ew jî di destpêkê da bi rûsî û paşê bi kurdî hate weşandin ( http://www.amidakurd.net/ku/tekst/ DI_DERBARÊ_PIRSA_JIZÛVA_GIHÎŞTÎ_DA_Û_BI_BONEYA ). 

Lê piştî vê jî pirs, gengeşî û govtûgoyên xwendevanan ranediwestyan. Û di derbarê wan da hinek bersîv û nirxandinên min ên dinê jî hatin weşandin...

Piştî demekê min dît, ku ew nirxandin-bersîvana li vir û wir di nav tora medya civakî da winda dibin, lewra jî min ew hemû gîhandin hev, wergerandin kurdî û wek nirxandineke giştî amade kir û pêşkêşî bala xwendevanên hêja dikim.

___________________

 

...Helbet, her kes mafê xwe heye, wisa raman bike, wek ku ew têdigihîje, û wê bîne zimên, ya ku ew r’ast dibîne. Ew mafê her mirovekî yê xwezyî ye! Lê hinek pirs û pirsgirêk hene, yên ku bi nêrînên kesî yên cuda nikarin bên nirxandin û şirovekirin. 

Lê, dîsa jî, jîyanê daye xuyan, ku gengeşî, ew çi rengî dibin, bila bibin, rê li pêşîya pêvajoyên lêgerînên zanistî vedikin…  

Heya ew pirs û helwest, ên ku em li benda wan bûne jî, dikarin bibin alîkar, ji bo ku goveka pirsên ku tên lêgerandin, berfirehtir bibe. 

Nêrîna xwe ya di derbarê vê mijarê da min di gotara xwe ya navborî da diyar kirye.

Lê govtûgo û gengeşî didomin, û pirs û raman û nêrîn dertên holê, yên ku pêdivîya xwe bi hinek şiroveyan hene...  

Vê carê jî, di şirove û nirxandinên hnek beşdarên gengeşîyê da dîsa heman şêwazê daxwîyanîyên katêgorîkî didomyan, a ku di destpêkê da derk’etibû holê... Li ser vê hîç pêwîst nake jî, ku mirov careke dinê jî bikeve nava gengeşîyan, lewra ku di gotara min a berî vê da di wê derbarê da hatye gotin, û ezê li vira her li ser hinek pirsan rawestim. 

 

Pirsa Lalişa pîroz!

 

Yek ji beşdarên govtûgoya me, yê bi navê Makho Kurdi, dinivîse, ku Laliş a xrîstîanan bûye, ...kû, wek ku êzdî bi xwe dibêjin, demekê xrîstîan hatine û di wê da bi cî bûne û ew bûye tenêgeha (manastîr) asorîyan...  

Bi rastî gotinên vî biraaderî bi xwe jî li hev nagirin, ew hem dibêje, ku Laliş a xrîstîanan bûye, hem jî dibêje, ku, wek ku êzdî dibêjin, demekê xrîstîan hatine û li wir bi cî bûne, û ew bûye t’enêgeha asorîyan... Helbet, ev gotinên hanê nû nînin, jizûva hinek wana li vir û wir belav dikin, hemma gotin tiştek e, lêbes r’astî tiştekî dinê ye! 

Divê bê gotin, ku Laliş hema di sêrî da pîrozgeha êzdîtîyê bûye. Ew  nêrîn, ku têkilîya wê bi ola asorîyan a nestûrî ra heye, bê bingeh e. Wek ku di gotara min a navborî da hatye gotin, Laliş, wek perestgeheke bi wê stîla mîmarîyê va, di Kurdistanê da yeke tenê nînine. Û îro jî di herêmên cuda yên Kurdistanê da bi dehan perestgehên vî rengî hene – qube, k’umeyt-peykerên ser mezelan, û stîla mîmarîya wan hemûyan jî, dîsa ew e, û îro jî gelek kurdên misulman diçin ber wan û dua-dirozgeyên xwe pêk tînin...  

Û ji bilî vê, ji dîrokê tê zanîn, kû beşekî kurdan (yên êzdî, zerdeştî) di dawîya sedsala yekem û di destpêka sedsala duyem a serdema me da xrîstîanî pejirandine, û êdî di sedsala duyem da dewleteke kurdî hebûye, û ola wê ya fermî jî xrîstîanî bûye...  

Pirs dertê hol, piştî hilweşîna wê dewletê, ew kurdên xrîstîan kuda winda bûn? – Bi demê ra beşek ji wan paşva vegeryane nava refên ola xwe, lê yên dinê an xwe dane ber dêra nestûrî ya asorîyan, an a hewarî ya ermenîyan, û bi demê ra di nav wan gelan da  helyane û gelek reng û rûçikên xwe yên netewî-kurdî dane wan gelan... Û ev pêvajoya jî, wê demê hê zûtir pêş ketye, dema dest bi îslamîkirina kardan bûye û îslam di Kurdistanê da bûye ola desthilatê. Weha, mînakek: netewzan (êtnograf) û arkêologê navdar ê ermenî yê dawîya sedsala XIX û destpêka ya XX, Lalayan Yê. A. (1864 – 1931) di dema xwe da çi nivîsye: “Poêzîya gelêrî ya aysoran bi piranî di bin bandora ya kurdî da ye; stranên wan ên gelêrî pir hindik in, lewra ku, kevneşopîyek a giştî heye, ku ew stranên kurdî distirên û çîrokên kurdan dibêjin”.   

Û ev agahîya bi serê xwe yeke t’enê nîne... 

Weha zanîyarê sovêtî yê bi nav û deng akadmîk Î. A Orbêlî çi nivîsye: “... Gelo, tê ber heşê kê, ku ew Selaheddînê ewqas êş û tengasî gîhandye xaçdaran, kurd e, ku torinên Dolgorûkî (Çepildirêj) yên navdar, ên ku di dîroka Ermenîstanê û Gurcistanê da ne ku tenê wek serleşker, lê wisa jî wek avakarên çandê yên navdar, bi eslê xwe kurd bûne, ku yên Şeddadî, yên ku ji bo avabûna dewletê di Kafkasîyayê da hevrikî bi Gurcistanê ra kirine û di Îranê da deshilatdar bûne, kurd bûne, ku Nîzamîyê helbestvanê mezin, ê ku bi farsî afirandye, di nîvî da kurd bûye. Evî gelî lawên xwe di nav îranîyan, tirkan, ereban, ermenîyan da windakirne, û navên wan wek navên helbestvan, awazjen (mûzîsyen) û serleşkerên bi nav û deng dîroka gelan dixemilînin (cudakirin a min e. – E. C.)”.  

Û ya balk’êş jî ew e, ku îro jî di nav ermenîyan û asorîyan da nivşên wan k’urdan hene, ên ku di nav wan da hatibûne bişavtin û ew  xwemukur’ tên, ku pêşîyên wan k’urd bûne... 

Helbet, mirov dikarbû hinek pirsên dinê bida û bi hev ra bersîvên wan bidîtana… Lê li şûna vê, helwesteke weha ya katêgorîk, rûdaneke weha dertê pşîya me! 

Û ev jî tenê mirov matma dike, û pirs dertê holê: 

– Û ev hemû ji ku tê, gelo?!

 

Û hewla biçûkxistin û bêterefkirinê!   

 

Wisa jî ew hewl û helwest mirov şaş û matma dikin, dema yek ji beşdarên gengeşîyêSîaban Balayêv, ji bo ku wateya nêrîna zanîyar û ezdezanê înglîz ê navdar ê serdema me Êndryû Kollînz a di derbarê kevnarîbûna êzdîtîyê da biçûk bêxe an bêteref bike, ewî zanîyarî wek nivîskarekî fantast nav dike (Science fiction writer)... 

Helbet, tiştên dinê yên bêwate dîsa hebûn, lêbelê,..! 

Di nav van gengeşîyan da wisa jî gotinên wisa derketine pêş, ên ku helwesta bêrêzîyê li hember her kurdekî didin xuyan (ew êzdî dibe, misulman an jî xrîstêan, hîç ferq nake!). Ezê li vira hinek gotinên ezdazanê xrîstîanîyê yê destpêka sedsala XX S. V. Têr-Manvêlyan ên di derbarê êzdîyan da bînim, û bila xudanên wan gotinan bixwînin û bi xwe jî biryarê bidin, ka helwesta rastîn a bêteref û ne hevsûd li hember pirsan çawa dibe:  

 

“Kurmancên êzdî, cînarên meye xêrxwaz ên îro, yên ku di destpêka vê berhema xwe ya sade da me di derbarê wan da bi bîr anîn, şaxekî medên cînarên meye demekê yên here bi hêz, peyhatîyên Astîyagê ji binemala  Vîştasp in...”

 

***

 “Li ber çavan e,  peyhatîyên dawîyê yên Êkbatanê  –dewleta demekêye gewre (Êkbatan. – paytexta Padşahtîya Medya kevnar bûye. – E. C.), kurmancên êzdî  di xewn û xiyalên ola pêşîyên xweye xwezayperest da bi zorekê xwe ji tevkujîyên  xwînrêj ên  fanatîkên îslamî, wisa jî ji stemkarîyên bêwijdan ên xrîstîanan, parastine. Lê, ji ber ku ewana bi bîrûbawerîya xwe ya serbixwe va, mala Xwedê ava, ne ji wan olan in, ên  ku îro  desthilatdar in, ji ber wê jî ewana ji hêla hemûyan va bi çavkorî wek gelê bê ol hatine pejirandin, heya ji hêla birayên xwe yên ji heman netewê va jî, yên ku ketine hemêza  muhemmedîyan. 

Û hemû jî weke hev ji wan zivêr in û wan nuxsan dikin” 

 

***

“... her çiqas jî êzdî di rewşeke giran da ne, paşdamayî ne, û bi xwe kêm jî mane, lê dîsa jî ewana bi taybetîyên xwe yên bi  nirx û hêja va diyar in, ên ku bi giştî li bal peyhatîyên netewên gewre hene”. (Bi hûrbînî di gotara “Ezdazanê ermenî yê destpêka sedsa XX di derbarê êzdîyan û êzdîtîyê da”http://www. amidakurd.net/ku/ tekst/ezdazanê_ermenî _yê_destpêka_sedsala_xx_di_derbarê_êzdîyan_û_êzdîtîyê_da

 

Pirsea di derbarê peyvên “sultan” û “xelîf” da. 

 

Kekê Mîroyê Qanat dipirse: “... Ma ne, em ji dîrokê dizanin û ew jî li ber çavan e, ku di cîhana erebî da erka Sultan nînbûye. Ev erka tenê di nav tirkan da hebûye”

Di vê derbarê da mirov dikaribû çi bigota? 

Zanîyarîyên dîrokî di derbarê tiştekî dine da dibêjin: p’eyva “sultan”, wek p’ir’anîya wan p’weyvan, ên ku îro t’irk ên xwe hesab dikin, t’u p’êwendîya xwe bi t’irkan û zimanê t’irkî r’a nîne!  

P’eyva “sultan” p’eyveke xur’û erbî ye (سلطان‎ sulṭān, ji šulṭānā aramêî tê – desthilat). Ev erka serdaran e di dewletên îslamî da, bi çend wat’eyên dîrokî va. Lê ji serdarên t’irkî-osmanî yê yekem, ê ku erka sult’anîyê li ser bûye, Mûrad ê I bûye (1362—1389)... Sult’anên osmanî hem jî xelîf bûne. Ango, ew hem desthilatdarên laîk, hem jî yên r’uhanî bûne.    

Eger em ji vê hêlê va di ola êzîdîtîyê da (lê ne di ya êzdîtîyê da!) li navê sultan Êzîd binihêrin, wê demê “t’emenê” êzîdîtîyê/yêzîdîzmê (lê ne yê êzdîtîyê!) dê bi dused salan jî kurt bibe... 

Wisa, eger....!

 

 

Pirsa, xwedêgiravî, pirtûkên pîroz ên êzîdîtîyê (dîsa jî, ne yên êzdîtîyê!) da. 

 

Eger şandeke xwedî nav û erk, a ku kekê Mîroyê Qanat behsa wê dike, çûye Londonê, û ew pirtûk nedîtine, wê demê ew hemû çîrokên di wê derbarê da, ku, xwedêgiravî, yekî ji yekî dinê bi hejmarek diravan ew pirtûk destanîne, hinekan ji ber xwe derxistine?! Û, hema, eger ew rast be jî, ya yekem, binihêrin, sernavên herdu pirtûkan jî ne bi kurdî ne, ew bi erebî ne (“Meshefa Reş” û “Kitab el-Cilwa”!). Û, ji bilî wê, nivîsarên wan pirtûkan (têkst), ên ku paşê hatine weşandin, bûne bingeh, ku lêgerîneran yên êzîdî  (dîsa, ne yên êzdî!) şeytanperest nav kirine. 

Û ev jî tiştekî nû nîne – di vê derbarê da lêgerînerên bîyanî êdî jzûva nivîsîne! 

Ji sedsalekê zêdetir e, di derbarê wan pirtûkan da cîhan dizane (hîç surek jî nîne!), wergerên wan hene, lêgerînerên bîyanî di derbarê wan da gotar nivîsîne û îro jî dinivîsin... 

Her bala xwe bidinê, ka sernavê lêgerîna Bîttnêrê zanyarê awstrî çi ye:  Bittner M., Die heiligen Bűcher der Yeziden oder Teufelsambeter (kurdish und arabish). Wien, 1913//Bîttnêr M., Pirtûkên pîroz ên êzîdîyan an şeytanperestan, Vîêna, 1913. 

Eger mirov bala xwe bide habûna van herdu pirtûkan, ên bi vî şêwazî û bi vê naverokê va, wê demê dertê holê, ku peydabûna van pirtûkan an pirojeyeke ruhanîya îslamê bûye, ji bo ku bi navê êzdîtîyê ra bilîzin û ewê heya dawîyê reş bikin, an jî, eger ew bi rastî afrandinên Şêx Adî ne, wê demê mirov dikare tevahîya vê torê jî wek projeyekê binirxîne. 

Ma ne, têknolojîyên cihêreng teze îro  peyda nebûne?!  

Û, divê bê zanîn, ku ev hemû tiştên dûrî heş û sewdayê mirov t’u têk’ilîyeke xwe bi êzdîyan û êzdîtîyê r’a nîne!     

Û piştî ewqas zanîyarîyan, îro di nava wan kesan da, yên ku xwe rewşenbîrên êzîdîyan dihejmêrin (an yên êzdîyan, çawa dixwazin, bila wisa jî niv bikin!), bêdengîyek desthilatdar e, û hemû bi biryar hewl didin (bi zanebûn, an bi nezanî, ferq nake!), wê projeya veşartî heya dawîyê bibin sêrî, ya ku ji sedsala XII va destpê bûye – projeya îslamîkirina êzdîyan, û ji bo wê heya derfet û hêmanên hemdemî yên gelê me bikar tînin – çapemenîyê, radîoyê û têlêvîzîonê. Û herçê kêm jî întêrnêt temam dike!  

Lêbelê, ji bo ku van derewên di derbarê êzdîtîyê û êzdîyan da bên redkirin, hemû derfet bi xwe di bîrûbawerîya êzdîtîyê da hene. Û ya sereke jî ew e, ku di ola êzdîtîyê da bi xwe têgeha r’uhê ne qenc û kesayîkirina wî (personification) ninin, ê  ku di olên kevneşopî da wek şeytan, satana, lyûtsêfêr, antîxrîst tê navkirin...    

Demekê min di vê derbarê da ji nûnerên oldarîya êzdîtîyê (ne ku yên êzîdîtîyê/ yêzîdîzmê yên îslamîbûyî!) û hinek rûspîyên êzdîyan ên bawermend û zane pirsî, û ewana şaş û matmayî bersîva pirsa min bi pirs dan: “Eger gotina wan di derbarê Xwedê da ye, ma ne her tişt di destê Xwedê da ye, ew Afrandarê cîhana me yê dilovan û mihrîvan e? Û di cîhanê û erşê asmîn da bêyî rayê Bînaya çavan hîç tiştek jî nikare pêk bê, ya ku Ew haş ji wê nîn be?! Ewî çawa dikaribû, ruhekî wisa bisêwiranda? Û, wisa bibûya, ku ew neqenca heya di Dîwan Xwedê da – li rex wî hebûya?!  Na, – ewana digot, – eger tiştekî neqenc heye jî, ew tenê di nav me – mirovên li rû erdê da ye!” 

Û, eger îro di nav yên êzdî da hinek têgihîştin di derbarê r’ewanê ne qenc da heye jî, ew bi “saya” nûnerên olên kevneşopî bûye, yên ku di dewr û zemanan da cînar, an zordarên wan bûne...

A, hema evê jî ew mirovana nikarin tê bigihîjin, ên ku heya derema dawîyê ya r’uh û mejûyê xwe va bûne terefdarên olên kevneşopî yên desthilatdar.  

Ya sereke ew e, ku divê mirov ne bi ç’avê nûnerên misulmanîyê, xrîstîanîyê an oleke dinê, lê bi ç’avê k’urdan, an jî bi ç’avê lêger’înerên serbixwe, bêt’eref û ne hevsûd li êzdîtîçyê binihêre...  

Û, ya here girîng, heya emê nikaribin van herdu ol û bawerîyên ji hev cuda (êzdîtîyê û êzîdîtîyê/yêzîdîzmê) ji hev ferq bikin, wan t’evî hev bikin, emê t’ucar nikaribin r’astîya vê ola kevnar a gelê k’urd tê bigihîjin.   

Lê ji bo wan, ên ku her carê wek îzbatî hinek qewl û beytên êzîdîtîyê pêşnîyar dikin, ewên ku bi peyv û gotinên erebî û têgehên îslamî va xeşivî ne, ez gotara xwe ya li ser vê mijarê ya yekem ji bo xwendevanên hêja pêşnîyar dikim: Êzdîtî.  Çend raman û nêrîn li ser rastîya vê ola kevnar, rewşa wê ya îro, nexwendîtîya olî ya di nav me da û leyîstokên siyasî (http: //www.pen-kurd.org/ kurdi/ezize-cawo/ezditi.html).  

 

 

Li gel slav û rêzên xwe, 

Ezîz ê Cewo

 

Hezîrana 2017an

  

 


Gotinên miftehî :