1. Tekst

  2. Nirxandin

  3. Fêrgîn Melîk Aykoç
  4. Gelo Uguz /Ukuz /Oğuz mirov e, yan Conega ye?
Gelo Uguz /Ukuz /Oğuz mirov e, yan  Conega ye?,gelo,uguz,ukuz,oğuz,mirov,e,yan,conega,ye

Gelo Uguz /Ukuz /Oğuz mirov e, yan Conega ye?

Eger mirov dijberê xwe baş nas neke, dostê xwe yê rast jî nasnake!...

A+ A-

Fêrgîn Melîk AYKOÇ

Em pêkhateya navê wê kirine Tirk baş binasin! Tirk tevahiya Asyayê weke bingehê xwe dibînin, kevir û darên wê jî kirine Tirk, jiwê, em berê li ser vê mijarê çend gotinên girîng bêjin. Rojavayê Asyayê ne welatê Tirkan e, tevahiya wê cih û warên gelên Aryanî ye. Heta deryaça /gola Aral ê jî, navê xwe ji peyva „Arî“ digire, yanê deryaça gelê Arî /Aryanî, lewra hawîr dora wê bi tevahî axa gelê Arî bû. Eger îro navên welatên li Rojavayê Asyayê hatine damezrandin bi Tirkan ve hatiye girêdan, eger ev e: Di vê pêkanînê de ne tenê ew wehşeta organîzekirî ya serkariyên eşîrên Moxol û Tirkan, Sovyeta Kominist jî roleke gelek nerênî lîstiye. Kurdên Kurdistana Sor yên hatin sirgûnkirin vê rastiyê bi zelalî li ber çavan radixîne. Ji ber têkilî, hin armanc û berjewendiyan be, her çi be; di bingehê Sovyetê de jî, dijminahiya Kurdan /gelên Arî heye. Serkarên Tirkan li ser vî bingehî rengekî wisa afirandiye mîna ku tevahiya Asyayê axa bav û kalên Tirkan be, dane xuyakirin û pejirandin. Tirk yan jî gelê weke Tirk tê binavkirin berê li bakur-rojhilatê Moxolîstanê dijiyan. Em ji çevkaniyên wan hinagahiyan bidin: Di vî derbarî de Prof. Dr. Ahmet Taşağil wiha dinivîse: „Başûrê Sibîryayê ta ji berê mîladê ve cih û warê gelên cûda ne. Êl û êlatê Tirkan ta ji berê mîladê ve ev dever wek welat hilbijartine.....“ belê a ew êlana ji wir û ji rojhilatê Mogolistanê tim diçûn talana gelên Çînê û bi wê debara xwe dikirin, yanê talan di bingehê çand û xwîna wan de heye. Li pey Çînê dîwar lêkirin û rêya talanê birîn, wan hê berê xwe dan rojavayê Asyayê. Qaşo! Ergenekona wan jî di navbera Moxolîstan û Çinê de bûye. Wan ji wir êrişê Çînê dikirin, ji ber wê jî Çînîyan bi hezaran km. dîwar lêkirin. 

Rojavayê Asyayê yan jî başûr rojavayê Mogolîstanê bi giranî di destên gelên Arî /Aryanî de bû. Li vir ta berê mîladê gelek mîrîtî û serweriyên gelên arî hatine avakirin. Mînak; serweriya bi nav û deng „Masagetan“ serweriyeke gelê Arî, ya rast konfederasyoneke eşîrên Arî /eşîrên Kurd e. Mînak navê eşîra Masekan ji navê Masagetan tê. Serweriya Masagetan konfederasyona Sakan, Alanan, Masekan, Reşkotan, Reşan û yên din bû. Serwera Masegetan Keybanû Tomrîsa bixwe keça generalê Med Madahieas (Medhêz) bû (li Herodot bn.). Dema keyzadeyê Masagetan Mîr Surmasgada li ba Medan perwerdeya leşkerî dibîne, ew Tomrisa hev dinasin û dizewicin. Ji ber ku kurê wê Şipargapî bi destê Kuroş hatibû kuştin, wê jî Kuroş kuşt.  

Li gelek cihên derûdora gola Aralê gorên Kurd, bi giştî gelê arî hene. Dema Macar dîroka xwe ya li Asyayê lêdikolin nivîsên Yênîsey dibînin (Yenisey Yazitlari), ew nivîsana gişt yên devokên beşa kurdî ne. Mînak nivîsên li ser gora „Asp /Alspa Urangu,“ bi kurmanciya me ya îro jî tê fêmkirin. Di nivîsên Çîn û Hîndîyan de jî, behsa eşîrên Alanan û Sakan yên li vê herêmê dijîyan tê kirin. Ew jî wan weke gelên Arî destnîşan dikin. 

Têbinî: Li Kazaxîstanê fîlma Tomrîsayê hate kişandin, Tirkan jî, Tomrîsa wek „qiraliça Tirk“(!?) pêşkêşkirine. Ti têkiliya wê bi Tirk yan jî bi nijadeke xizmên moxolan re tine, çawa min li jor nivîsîye, ew keça Generalê Med e, heta nevîyê generalê Med Madaheas Faravartiş, li ber destê Meta xwe Tomrîsa mezin dibe, Darios wî dikuje, di rölyefê Behistunê de rolyefê Faravartiş jî heye. Piştî vê dazanîna kurt, em berê mijara Uguz, Oğuz> Öküz hinek vekin:

**

1 – Destana Oğuz Uguz /Ukuz: 

 

Destana Uguz Uz /Ukuz ya ku îro di destê Tirkan de heye, ne qopya ya orjîn, qopya nusheya li Muzeya pirtûkxaneya netewî ya Parîsê ye.Yanê qopya qopyayê ye. Ew qopya li Parîsê di sala „XIV.“ (14) de hatiye nivîsandin. Qopyaya ku Tirk herêcarê derdixin pêş jî, ji ber vê hatiye girtin, ne orjîn e. Hinek jî bi xemilandineke Okusfokus pêşkêşkirine. Alman dibêjin ya „getürkt“ yanê wekî tirkan li hev anîn.

 

Va Uguz, Ukuz, Uz bi zimanê tirkan Oğuz kî ye û çi ye?

 

Ji bo dek û dolap, çiv û xapandinên wan piçek sererstkirinê, em berê vê mijara „destana (Qaşo) nav Oğuz“ vekin, ji ber ku çîroka „Oğuz“ bûya bingehê hemû derew û îdiayên Tirkan. Anegorî hin daneyan orjîna vê destanê bi uygurî hatiya nivîsandin. Tirk uygurî hîç fêmnakin. Nîvê zimanê uygurî bi devoka Taxoriyan e. Taxorî jî ji gelên Aryanîne, hin wê wek zaravayek kurdî destnîşan dikin. Ew ji dora Azerbeycanê koçber bûne û çûne Taxorîstanê (niha navê wir kirine Uyguristan.)

Ji bo baş têgîhîştina vê mijarê, em berê vê bêjin; formeke vê destana Oguz /okuz di nava Çînan û yek jî di nava Tîbetan de heye, lê gernasê çîroka wan gelan rasterast „ga /öküz“ e. Em wiha bêjin; em nizanin ka, ev çîrokana qopyayê hev in, yan na! 1- Gûmana bingehîn ev e. (dizîn û ji xwe re malkirin hunereke serkariyên tirkan e.)

2 – Navê vê destanê di forma uygurî de weke „Uguz, Ukuz, Uz, Ugur“ derbas dibe. Yanê wer xuyaye ku navê „Oğuz“ du  re derxistine pêş, dibe ev tenê lihevanîna serkarên Tirkan yên dekbaz û nijadperestî jî be. 

Motîfên di vê destanê de bi giranî motifên budîstî û yên manaizmê ne. Jixwe li wê herêmê ev herdu bawerî serdest bûn, Uygur bûdîst, Taxorî jî manaîst bûn. Baweriyên din pir dû re gihîştine wê herêmê û lê belavbûye.

Di rastiyê de ev çîrok yan jî destan rasterast destana „GA“ yanê destana „Öküz >Oğuz“ e, ew di destanê de wekî ga tê venivîsandin. Em baş dizanin ku „Ga“ yan jî motîfê „GA“ di nava gelek çandên Rojhilat de weke pîroziyekê derdikeve pêş. Her wiha di nava çîrokên „Gor Gut“ de jî çîroka „ga“ bi navê „Boxaç Xan“ derbas dibe. Ev navê „Gor Gut“ li Azerbeycan û Tirkmenistanê tê bikaranîn, lê Tirkan bi okusfokus ev kirine „Korkut“ û jê rê „Dede Korkut Masallari“ dibêjin. (lihevanîneke dekbazî ye, yanê wekî Alman dibêjin „getürkt“ kirine. Ji ber ku peyva „Gor Gut“ ji peyvên „gor gotinê tê û bi kurdî ye, wan ev jî guherîne.) Divê ez vê jî bêjim; karekterê di „Boxaç Xan“ de jî „GA /conaga“ ye, gelek dişibe Uguzê destana „Oguz Xan /Ukuz Xan!“ 

Kovara zanîngeha Tirkan „Dergî Park“ destana Oğuz wek mijar girtiya û agahiyên gelek berfireh dide, lê ezê jê bi kurtî hin têbiniyan ji bo têgîhîştinê bidim:

„... Anegorî lêkolînerên Tirkan di destanên Tirk yên li başûrê Sîbîryayê tên vegotin de: „di binê erdê de gayekî çilqiloçî“ heye. Di baweriya eşîra Tersten Bala ya Kirgizan de ku şamanîst in, bi navê „Kentbux“  boxayek /conegayek heye û ji bo wan pîroz e. Li ba Yakutan jî di dema delindeza cenazeyan de şaman xwe wekî ga amade dike, cenaze nakin erdê, dibin dikin avahiyekê. Dema veşartina hestiyan de jî motîfên gayê pîroz bi kar tînin. Dîsa li ba Yakutan „conegayê bi navê „POROZ  /UGUZ“ pîroz e...

Di Dergî Park de ev mijare wiha tê domandin: „...Dema em ji serdema mîtolojîk berê xwe didin wê serdema destanan, „Conega /Boxe“ derdikeve pêş me. Di destana Oguz Xan de lingê Oguz Xan bi rengê sembola hêz dişibe lingê conegayan. Oguz Xan bi her awayî şibandina ajalan, fikra ew ji ajalekî bûye /welidiye, tîne bîra mirovan. Jixwe Sencer Divitçioglu dibêje: „Oguz Han: Ji bi hev re razana heyva mê/hirça mê (di nivîsê de „dîşî Ay“ gotiye) û Conega /boxe çêbûye.  Di nushayê Tirkan nivîsîne de jî dibêje keçek di nava tirîjê heyvê de xuyakiriya Oguz bi wê re zewiciye.Yanê Oğuz ajalek e, dê heyv/ hirç bav jî boxe /conega ye.“

Di malpera  „otuken.com.tr“ de wiha dinivîse: Kesê bi navê Riza Nur di sala 1925 an de bi navê „Ulu vuruşgu“ şahname ya Firdewsî texlît kiriye û kiriye xizmeta Tirkan (getürkt). Ev bi lêvkirina peyva „Uguz“ kirine „Oğuz“ û weke navê mirovan bikaranîye. Her wiha ev peyva „Uguz“ li Azarbeycan, navenda Asyayê û Türkistanê navê gelek cîgehan e jî, di rastiyê der ev peyv tê wateya kesê „gêj û bêhiş“ jî. Bi gotineke kurt, mêrikan çêkirine û li hev anîne, dewletê jî ev çêkirinana bi kotekê weke rasti be, di mêjiyan de daye rûniştin.

Birêz Şoreş Reşî yê di vî warî de gelek xebatê wî hene, di gotara xwe ya bi navê „Oguz kî ne“ de vê şiroveyê tîne: „Prof. Sumer, ji lêkolînerên biyanî jî van mînakan dide: ”J. Marquart dibêje peyva oxuz ji ok (-tîr) + uz (-zilam) pêk hatiye ku tê wateya mirovê xwedî tîr. Lê ew ji alî dîrokzanên din ve nehatiye pejirandin, lewra uz di tirkî de ne di wateya mirov de ye. Denis Sinor jî bi öküz-ga ya bi zimanê Yakutî ve girê dide. L. Bazin jî dibêje; ew tê wateya tosun-canegê. Gyula Nemeth ê macar jî dibêje ku ew ji ok+z derketiyê ku ok di wateya êl, z jî di wateya piranî de ye û tê wateya qebîleyan.” Di cihêkî din de dirokzanê wan Sumer xwe aşkera dike: ”Peyva „oxuz“ ne wateya zendeka tirkan e taybet-diyarde ye, ew rasteqîn tê wateya koma zendan”. Tirkî de zend (federasyon) boy ê lê kurd îl ê jî bikar tînin.“ 

Malpera  Idealonline. tr. jî van dîtinan tîne: „Mijara destana Oguz di civaka zanyariyê de bûye mijara gengeşîyên tund, ên ku bi salan serî êşandine, lê negîhîştiye tu encamî û dîtineke yekgirtî jê derneketiye. Çîrokek „Gor Gut“ (Ew alavêre dalavêre „Dede Korkut“ dibêjin) de jî, mijara Conega „Boxaç“ heye.  Wêneyê Conega yan jî Ga bavê Oguz  e. Yanê destan û vegotinan Oguz Han wiha venivsîne. Ev destana Uguz berê hatiye nivîsandin yan jî di sedsala XIV an XV. De hatiye afirandin û xêzkirin baş nayê zanîn, ji ber ku ti belge tine.....“

Di encamê de anegorî destanê qaşo ev êl û eşîr ji wî conegayî çedibin: anegorî destane ew êl ev in: „Uygur, Kangli, Kipçak, Kalaç û Karluk“  Di yên li Tirkiyê de jî ev hersê nav: „Roj, heyv û stêrk“ wek zarokên Oguz destnişan dike.

Li gel vê wer xuyaye ku peyva Oguz û Öküz (ga) eynî peyv in. Di çiroka Oguz de navê eşîrên (tirk boyleri) „kayi/gayi, kinik û bozok“ tine, tine tine tine.... Tenê derewê Ziya Gökalp e.

Emê di gotara din de jî mijara „Kino, Qeyo, Bozo“ yanî „kinik, kayi, bozoka“  ku  Ziya Gökalp ev xistiye nava lîteratura wan û bûye bela serê me, vekin.

 

Hin çavkanî

 

Xebat, berevkirinên min ên bi salan.

Not û têbiniyên min yên di semîneran de.

https://dergipark.org.tr/tr/download/article-file/173056

https://www.otuken.com.tr/u/otuken/docs/u/g/ug-uz-kag-an-destani-1670932197.pdf?srsltid=AfmBOoozcP4W_OL1s6Epq6NLQuyb999JdGErwKoFATnV98oF6g4M0vBl

https://www.idealonline.com.tr/IdealOnline/lookAtPublications/paperDetail.xhtml?uId=

https://www.isaozkan.com/dosyalar/O%C4%9Fuz%

https://www.facebook.com/ali.resvanoglu

https://www.butikkitap.com/oguz-kagan-destani-ozet

Şoreş Reşî:  https://xwebun2.org/oguz-ki-ne/

https://dergipark.org.tr/en/download/article-file/757137

dergipark.org.tr