1. Tekst

  2. Lêkolîn

  3. Fêrgîn Melîk Aykoç
  4. Kevneşopîyên baweriya Rêya /Ra Heq ya ji baweriyên „Navend Kurdistanê“
Kevneşopîyên baweriya Rêya /Ra Heq ya ji baweriyên „Navend Kurdistanê“,kevneşopîyên,baweriya,rêya,ra,heq,ya,ji,baweriyên,navend,kurdistanê

Kevneşopîyên baweriya Rêya /Ra Heq ya ji baweriyên „Navend Kurdistanê“

Jêderka naveroka vê Lêkolînê

A+ A-

Di vê hêjmara „Lêkolînê“ de ne tenê dîrok, naverok, perestin û kevneşopîyên baweriya Rêya /Ra Heq ya ji baweriyên „Navend Kurdistanê“ hatiye vekirin, her wiha hin restiyên bi aliyên dagirkeriya Tirk, Faris û Ereb ve ji bo xapandinê hatine belivajîkirin jî, bi zimanekî zelal li ber çavan raxistiye. Dema mirov rastiya baweriyeke kurdistanî vedike, xweber mijara dîroka Kurd û Kurdistanê û dekbaziyên dagirkeran jî vedike. Em di vir de hin xalên girîng yê ji van nivîsên lekolînî bigirin û berbi rastiya dîrokê ve biçin.

 

1- Mijara peyva „Elewîtîyê“. Êdî lêkolîner û kesayetiyên durist yên wekî Mehmet Bayrak, Erdal Gezîk, Munzur Çem, Erdogan Yalgin û yên din anegorî daneyên berdest, bi aşîkarî îspat dikin ku ev peyveke yan jî pênaseyeke dema Îttahat-Teraqî ye. Heta kemalîst jî, gihîştine wê encamê, ji bo ku têkiliya bawerîyê û Kurdan ji hev biqetînin, hewl didin ku bi deverên din ve girêdin, lê belgeyekê nabînin. Ev peyv di serdema komara kemalîst de derbasî nava Kurdan bûye. Bi rêya vê têgînê endamên Rêya /Ra Heq yênKur d jî hetanî radeyekê hatine îslamîzekirin. Bi vê îslamîzekirinê re gelek kevneşopîyên çanda qedîm û bi nirx jî, ji nava gelê me rabûye û wendabûye.

 

2 – Ji dîrokê

a) Dema rêzdar Mehmet Bayrak ji bo mijara xwe, hin rûpelên dîrokê vedike, vê re rastiyeke sextekariya dagirkerên Tirk jî, li ber çavan radixîne. Wan dîrokeke bê çavkanî û ji rastiyên dîrokî dûr bi rengê sêwirandî afirandine û ev bi hêza xwe ya kotek û diravî bi gelek derdoran dane pejirandin. Rêzdar M. Bayrak li ser vê mijarê wiha dinivîse:

„Tevgera Îttahat Terakkî weke mijareya Kurdan, di vê warê tarîqat û baweriyê de jî, lêkolînên di rengê pêkenokî û lihevanînê de didan nivîsandin û derdixistin pêş, bi rêya wê her hewl didan ku ji bo wê bîrdoza xwe piştgiriya bala civakî bikişîne aliyê xwe. Vê tevgera Tirk ya bi rewşenbîrê xeyalî yê wekî Dr, Friç/Fritsch (Habîl Adem, Nacî Îsmaîl Pelîşler) li ser Kurdan pirtûk dabûn nivîsandin. Li gel wê bi kesê di bin navê „Baha Said“ de jî, li ser Elewîyan pirtûk dane nivîsandinê.“

Ev rastiyekê gelek beloq e, mixabin ku niha êdî bi zanîngeh û têzên li ser bingehê çavkaniyên wiha bi sextekarî dagirtî, rûniştî, weke rastî bin dane nivîsandin, li gel wê piraniya wan jî, bi cihanê dane pejirandin. Carna ewropî jî van derewan bikartînin.

b) Ji nivîsa Fêrgîn Melîk Aykoç

Tirk û projeya Tirkiyeyê projeya Cemyeta Îttahat Teraqî ye. Bingehê wê di pirtûka Talat Paşa ya bi navê „Karakapli Kîtap“ de bi berfirehî tê zelalkirin, Dibe pirtuka sor ya qanûna bingehîn jî ev be. Ev mijarana di pirtûka bi navê „Anadolu Türkiye Olacak mi? (Wê Anadolû bibe Tirkiye)“ û Pirtûka „Îskanî Muhacîrîn“ de bê kêmasî tê vekirin. Di ven pirtûkan de ev projeya nav „Tirkiye“ bi kurtî wiha tê şirovekirin: „Divê neteweyeke sûnî - henifî û yan jî bi baweriya navenda Asya (şamanizm) were afirandin.“ Peyva „Kizil Elma“ yanê „sêva sor“ jî ji wê demê ve maye.

Bêguman divê mirov dekbazên weke profesorê wan „Hasan Reşît Tankut“ jî ji bîr neke. Afrînerekî dîroka wan ya li ser derewan jî ew e.

c) Mînakeke giring jî, di mijara bi aliyê M. Şerif Firat ve bi fermana dagirkeriyê guhertina navên eşîrên Dêrsimê ne. Birêz Munzur Çem, di xebata xwe ya lêkolînî ya bi navê „Kurêşan Eşîretî ve „Gandî“ Kemalîn Türkmenleşmesî“ de (her kes dikane li ser internetê (PDF) bixwîne.) vê mijarê bi berfirehî vedike û vê mînaka ser û binkirina navên eşîran dide:

„Li hemberê vê, Sey Kekilê Kurêşan di pirtûka xwe ya navborî de cih dide secereyê. Navên eşîran yên di vê secerê de derbas dibe û navên M. Ş. Firat dane de hin cûdahî hene.(...)

Di secereya Seyîd Kekil daye deDi lîsteya M. Şerîf Firat de

Desînler       Delîsenler

Şavak          Alan

Îlyas            Ba- Îlyas

Xinîtan         Karsan

Arap Tahîr    Çakir Tahîr

Zudolyan     Zor Veliyan

Merdinî        Merdîs“

 

Dema mirov li secereya Şeyx Dilo Belincan (Berxêcan) dinêre, ku piraniya secereyan ji ber wê hatine wergirtin. Ku Erdogan Yalgin di mijara secereyê de vê mijarê baş zelal dike. Ji van secereyên navborî yek jî ya Dewrêşê Gewr e. Mirov bi hêsanî rastiyên dû re hatine belovajîkirin di wan de dibîne. Bi gotineke kurt, serkarên Îttahat -Teraqqî û Kemalîst serî li her dekbaziyan dane, her kesên dikane were bikaranîn, bikaranine ku bikanin bi awayekî hemû rastiyan belovajî bikin.

d) Mijara Tongus /Ogus (Oĝuz) û tiştên wisa ji rastiyê dûr û bê bingeh û belge lihevanînê. Rêzdar Şoreş Reşî xwerû di warê dîroka Kurdên Anatoya Navîn de pispor e, di vî warî de gelek berhemên wî yên hêja, yên ku divê werin xwendin, hene. Mijara Oguzan bi wê mijareya eşîrên navenda Anatolya ve girêdayî ye.

Lewra îdeologên Tirk hemû eşîrên derbasî navenda Anatolya bûne, wek eşîrên Oguzan nîşandane. Rêzdar Şoreş Reşî di vê mijara Oguzan de wiha dinivîse:

„Aliyê hevbeş yên lêkolînerên wan ev e; ew nikanin bersiveke zelal li ser peyva „Oguz“ bidin. Ez li ser orjînîya wî ya „ev, ne evbûnê“ gelek biguman im. Dema em wek rastî bigirin, (Buğduz, Boğduz, Bığuz di kurdî de tên wateya hêrsbûn û rikberiyê.) Lê bi dîtina min navê wan ê rast „Saka“ ye. Li ser „Oguz Han!“ çîrokeke gelek balkêş jî tê vegotin. Ew çîrok bi kurtî wiha ye: „Oguz, Guxdiz Emen ê simêl li ser xwînsorî wek serokê şandeyekê dişîne ziyareta Hz. Muhammed. Emen kesekî rûtirş, bedengirsê di helwesta xwe de nedihat zeftkirin bûye. Hz Muhammed jê dipirse; „Tu ji kîjan gelî yî?“ Ew jî radigîhîne ku ew Kurd e.“

Ango hem bi xwe derewan dikin, peyva Oguz“ diafirînin û hem jî bê gumanekê bikişînin ser xwe, dibêjin; „me derew kir, lê divê hûn bawer bikin!“ Mixabin ku yên wisa çavgirtî bi wan bawer dikin jî gelek in.

Rastî jî weke Şoreş Reşî ye. Dagirkerên Tirk „Sakan“ weke Oguz nîşan dane. Lê di hemû daneyên ewropî, Çîn û Hindîstaniyan de ew weke eşîreke gelên Arî tên binavkirin û zimanê wan jî wek devoka Arî ya Başûrrojhilat (di navbera Belûcî û Kurdî de) tên pênasekirin. Hê îro jî li Tacîkîstan, Belûcîstan û Kurdistanê eşîra „Sakan“ heye. Yên bixwazin dikanin li ser Internetê „Sakalarin dugunu“ bigerin û stranên wan ên kurdî guhdarî bikin.

Navê „Sakan“ di zimanê cuda de: Bi Arîya kevn „Saka“, bi latînî „Sacae“, bi çînî „Pînyîn say“ Grekiya kevn „Sak“, hîndî Sankristî „saik“ Ew û Skiti ji yek eşîrê ne. Ji ber ku li ser Skîtan xwerû li Rûsyayê gelek lêkolînên kûr hene, heta Kozak jî xwe digîhîne wan, lema Tirk behsa Skîtan nakin. Yanê xwe bi sikîtan ve girênadin, lê bi Sakan ve pîne dikin.

 

Giring:

Heta Alman jî xwe bi Skit û Sakan ve girêdidin, lema Tirkan hewldane ku xwe bi rêya Sakan ku

kirine „Oguz“ têkin bavên her kesî, jixwe di bin her kevirî û hejî de Tirk derdikevin ya! Tew lo!..

 

3 – Mijara Ziman û afirandina wêjeyekê: Li ser vê mijarê jî gelek nivîs hene. Mînak: Murat Belge di

kovara „Bîrîkîm“ de vê mijarê bi berfirehî vedike, yê bixweze dikane li ser înternetê bixwîne. Em

mînakekê kurt ji wê nivîsa Murat Belge bidin. „Ittihat Teraqi“ ji nivîskaran afirandina wêjeyeke netewî(ni jadparast) xwastiye, xwerû ji bo vê jî hêjmareke zêde pere daye nivîskaran û bi wî awayî bingehê wijeyeke netewperest afirandiye. Di dema şer de, bi boneya şer hemû kovar û rojnameyên serbixwe qedexekirin û girtin. Di kovarên dewletê derdixist de wêjeya netewperesti derdixistin pêş. Vê mejiyê, bi hêza desteya polîtîk a ser kar mudaxeleyê pekhateyên wêjeyê kir û tenê rêyeke di nav çarçoveya polîtîka xwe de rêyek ji wan re hîştin, ji bo têgîhîştina rewşa heyî pir balkêş e.“

Bê vê bîsta mirov gotara Murat Belge ya bi navê „Türkçe Sorunu“ Ya di Kovara „Bîrîkîmê“ de bixwîne, wê polîtika wan baş dibîne. Dîsa di nivîseke xwe de dinivîs ka Zîya Gökalp çawa ji tîpên erebî peyvên tirkî çêkirine. Wek mînak dinivîse ku Ziya Gökalp ji tîpên „HMR“ peyva „hamûr çêkiriye û gelek peyvên din. Îro çevkaniyên dîrokî yên nivîskar, lêkolîner û dîrokzanên Tirkan ew nivîskarên Îttahat - Teraqî ne.

Bi gotineke Kurt dema dewlet ava dibe, ew dewlet ji xwe re gelekî, zimanekî, dîrokekê, çandekê û

wêjeyekê diafirîne. Bigiranî jî, li se mînaka virên Îttahat - Terakiyan. Yanê bi awayê „Okus fokus

sextekarîkus!“ Mînak berê Suriye, Iraq û Tirkiye tinebûn, dîrok, îdeolojî, ziman û wêjeya wan jî tinebû. Lê niha Kemalîzim, Oguz, Baasîzma Sûrî û Iraqî û her wisa mij û moranekê reşandine ser rastiyan.

 

4 – Di bingehê xwe de ji belgeyên mîsyonerî wê de ti wateyeke secereyan tine. Di hemû secereyên heyîde jî tenê navên eşîrên Kurdan derbas dibin. Ango ji boku bikanin Kurdan têkin misliman û bi xwe ve girêbidin, ereban, xwerû jî Selçûkiyan, gelek mîsyoner şandine nava Kurdan. Mînak; seyîdên sunî yên li Mêrdîn, Şirnax û Sêrtê jî bi secereyan xwe bi derekî ereban ve girêdidin. Her wiha di secereya herî kevn û bingehê hemû secereyan ya Şêx Dilo Belîncan (Berxêcan) de navê 42 eşîrên Kurdan derbas dibe, bê Kurdan navê eşîrên gelên din tine. Mînak Ermenî û Rûmê Anatolya jî ne misliman in, lê di secereyan de behsa wan tine. Tev de eşîrên Kurdên Reya Heq û ne misliman in. Her wiha navên ku M. Ş. Firat tehrîf kirine û kirine qaşo Tirkî jî, di nava wan de ne. Yanê tev de ji bo Kurdan îslamîzekirinê weke mîsyoner hatine şandin. Divê ev jê bê gotin. Gelek caran tiştên nerênî hin tiştên erênî jî li ber çavan radixîne. Ev secereyana ji aliyekê ve jî îspat û delîlên ku li Anatolya û Kurdistanê tinebûna Tirkan û Tirkman (okusfokus tîrkîkus, yan jî bi farisî “Tirk-manend” e,) lewra ti navekî wan derbas nabe.

 

5 – Giringiya di secereyan de derbasbûna navên hin eşîran û lîstikên îro derxistine pêş me:

 

a) Di secereya Şeyx Dilo Berxêcan de (960 -1017) eşira di hêjmara 41 de wek „Zerzanî / Zaza derbas dibe. Ev ji bo me û gelê me yên ji eşîrên Dimilî pir girîng e.

 

b) Heman nav di mijara Mir Caferê El Kurdî (Zerza /Zaza, Dasinî /Desinî) de jî derbas dibe. (Kurdische Handschriftin Dr. Kemal Fuat ji rêvebirên YNKê). Zerza di navbera Musil û Hekarî de navê Herêmekê ye.

Hê jî beşekî eşîra Dimilyan yên li wir Kurdên Êzdî ne. Mir Cafer Dasinî el Kurdî rêberekî Kurden Zerzanî/Zaza ye. Di navbera salên 800 û 900 piştê mîladê de jiya ye.

 

c) Di Şerefnameya Şerefxanê Bîtlîsî de di beşa şeşan de (rupel 325 bi kurdî) mijara Mîrên Dimilî

/Dimbilyan vedibe. Di wir de dinivîse ku Dimilî ji devera Bohtan yanê ji herêma „Zerzan“

hatine. Ango peyva „Zaza“ navê cigeha ku eşîra Dimilyan jê hatine ye, ne navê pêkhate, kêmar, yan jî gelekî ye. Di nava Kurdan de gelek eşîr bi navê cîgehên jê hatine û tên bi navkirin. Mînak; Herkî (deverekê ye), dîsa li Palû (gundê Kurimê), Solaxan û her wiha li gelek cihên Çewlîgê eşîra Botî /Botan heye û ji wê herêmê hatine û bi kirmanckî dimilî diaxivin.

 

d) Li gel wan Mîrzikê Zaza ku gernasekî gel yê bi aliyê herkesî ve tê nasîn, li devera Bişêrî û Batmanê serî hildaye, raste rast têkiliya xwe bi Malbata Desiniyên li herema Zerza re heye û ew ne tenê bi aliyê baweriyê ve aliyên bavikan ve jî xizmên hev in. Yanê mijara Zaza çawa derxistine pêş ne wisa ye. Tenê û tenê navê heremekê ye.

 

Têbinîyeke girîng:

Em dizanin ku dewleta Tirk ji bo parçekirina gelan û bikaranîna wan xwedanê azmûnên gelek berfireh in.

Mînak: Ji Pomagatên (bi Sirbî; Cerdevan /Korucu) li Balkanan (Bulgarîstan) ji Osmaniyan re cerdewanî kirine re „Pomak“ gotine û ji wan qetandine, niha bi navê Pomak kêmarek heye. Dîsa gelên Silav yên li dora çemê Bosn ê, kirin misliman û wek cerdewan bikaranîn, dû re jî navê çemê Bosn kirine „Boşnak“ li wan kirine û niha ew bûne neteweyeke serbixwe. Yanê çi lîstik tên lîstin gelek zelal e. Divê li ser mijara Zerza /Zaza jî hinek di vê çarçoveyê de kûrbûn hebe.

 

6 – Di Secereya Seyîd Kekil daye de navê eşîrekî „Desini“ heye. M. Ş. Firat jî li ser wê lîstiye û ew kiriye „Delisenler“. Di mijara Mîr Cafer Desinî /Dasinî El Kurdî de (bawer Êzdî ye) û ev nav navê eşîra Mîr Cafer e. Li Dêrsimê jî, behs vê eşîrê tê kirin. Her wiha hê jî gelê me ji Dêrsimê re „Dêsin /Dêsim“ dibêjin.

Ev mijareyeke gelek balkêş e û hêjayê lêkolînê ye. Li gel wê baweriya Dêrsim û ya eşîra Dimiliyên Êzdî hima bigire ji % 99 wekî hev in. (Li rûberandina herdu baweriyan ya birêz Mehmet Bayrak û ya Fêrgîn Melîk binêrin.) 

Gelo ev rastiyana ji bo lîstikên heyî vala derxistinê ne bes in?

 

7 – Mijara Deylemî: Em dizanin ku di Ansiklopedîya Îranîka ya bi îngîlîzî de bi aşîkarî dinivîse ku eşîrên li Deylemê ji dora çemê Firat û Muradê hatine, heta hinên wan wek soldner (leşkerên bi pere) li ba Selçûkî û Romayê xebitîne, ji ber ku ew şerwanên gelek baş bûne. Birêz Faîk Bulut vê Mijarê wiha zelal dike:

Ji hevpeyvîna nivîskarê PÎRHA Nesîmî Aday bi Faîk Bûlût re çêkiriye. Jî mijara bingehê eşîrên Dêrsimê zelal dike.

„...Deylem û Mazandaran ji Xorezmê /Horasanê cûda ye, lê di warê erdnigariyê de cîranên hev in. Gava mirov li berhemên cidî û zanistî yên weke Encyclopedia Iranica ve Encyclopedia Britannica bi îngîlîzî hatine weşandin dinêre, di wan de bi aşîkarî dinivîse ku gelên li Deylemîstanê bi zazakî (kirmanckî) dipeyîvin, ji navbera Firat û çemê Tigrîsê (Dîcle) koçberê wir bûne. Her wiha anegorî dirokzanê Bîzansî jî beşeke ji wan eşîran ji dora bajarê Musil û Kerkûkê ji bo şer çûne bakurê Mezopotamya û Anatolyayê.

Min ev tiştên van ansîklopodiyan nivisine, di nava berhemên li pirtûkxaneya mezin ya Îmam Riza ya li Îranê de jî dît. Min li şiroveya peyva „Deylem“ nêrî, bi îngîlîzî wiha dinivîse: „êl ê êlatên herî girîng yên Deyelmê berê li devera Xarpêtê li dor çemê Firat û Dîclê jiyane, pir dûr e, ji wir koçberê vir bûne. Ew şervanên gelek baş in, Selçûkiyan li Îsfahanê berpirsiyariya lewendîya qesrê dane wan. Hinên wan jî weke leşkerên bi pere hetanî Misrê birine.

Yanê ji devera Firat û Xarpêtê hatine Deylemê, hinên wan cardin bi paş ve vegeryane hatine cihê bav û kalên xwe. Di rastiyê de ew îdîaya derdorên ku dibêjin; „Em ji Deylemîstanê hatine, em ne kurd in!“ bingehê xwe tine. Peyva Deylem, tenê ji bo xwe ji rastiya xwe dûr girtinê, tê bikaranîn. Bi gotineke din, gotina; „Em ji Deylemîstanê hatine,“ gotinek encama bê destpêk e. Dixwazim bi wê ve girêdayî bêjim; Devvera Hewreman li başûrrojavayê Îranê erdnigariyeke otantîk Kurd e. Li wir Hewremanîya devokeke zarava Goranî tê axaftin. Gava yekê dêrsimî, yan jî Zaza biçe wir, di nava çend saetan de serbest bi wî zimanî diaxive.“

 

8 – Mijara bektaşîtiyê: Ev mijareya weke fantom bi aliyê osmaniyan, Îttahat- Teraqî û Komara Kemalîst ve baş hatiye bikaranîn. Dema mirov li nivîs û şiroveyên dîrokzanê Osmanî Aşik Paşazade (1400-1500)dinêre, ew Bektaş bi awayê kesekî dîvane, ne di wê heredariye ku bikane di warekî de rêberî bike de bûyîna wî, dinirxîne. Ev awayê pênaseyê di hin çavkaniyên Grêkan de jî heye û wek „Baxî Taso“ tê pênasekirin. Yanê bi gotineke Kurt; ev kesayetîya wek Heci Bektaş hatiye binavkirin, ji bo armancekî hatiye bikaranîn. Afrînerê vê kesayetiyê jî Bazîdê II. e. Wî Balim Sultanê devşîrmeyê Balkan û Kalender çelebê şindiye wê herêmê, fantomeke wisa daye afirandin û weke îdeolojiya Yênîçeriyan bikaraniye. Wan yenîçeriyan jî di dema sefera Yavuz ya Çaldiranê de 40 000 kurdên Rêya Heq kuştiye. Her çendî rastî di hemû nivîsên di vê hêjmarê de hatine weşandin de zelal bûye jî, em dîs çend mînakan bidin.

Frederick William Hasluck di berhema xwe ya bi navê „Christianity and İslam under the Sultans“ ya di sala 1929 de hatî weşandin de wiha dinivîse: „..Ti rastiyeke dîrokî ya kesayetiyeke wekî Hacî Bektaş tine.

Ti têkiliya wî jî. bi tarîqata Bektaşî re tine. Ew serokê ezbetekî bû, tenê navê wi dû re wek marqekî ji bo tarîqatê hatiye bikaranîn...“

Tirkolog Iren Melikov: (kesayetiyeke kemalîst e) di berhema xwe ya bi navê „Ji Efsaneya Haci Bektaş berbi rastiyê ve“ de bi kurtî wiha radigîhîne: „Welo di dîrokê de kesayetiyekî wekî Haci Bektaş jiyabe jî, ti têkiliya xwe bi kesayetiya Heci Bektaş ê ku Elewî pê bawerdikin re tine!“ Yanê mijar gelek zelal e. Ti guman lê tine.

Me hewl da ku em rastiyan bigîhînin xwinêr û zanyaran, em wek redaksiyona Lêkolînê hêvî dikin ku me di vê warî de hin rastî bi daneyên bingehîn ragihandiye û pirsiyarên wê rêya lêkolînên hê berfirehtir vekiriye.

 

Bi navê redaksiyona kovara Lêkolînê Fêrgîn Melîk Aykoç

 

Nivîsa Mehmet Bayrak û Fêrgîn Melîk Aykoç

https://birikimdergisi.com/guncel/906/turkce-sorunu

https://www.kurdenanatolien.com/oguzlar-i-sores-resi/

https://www.kurdenanatolien.com/oguzlar-ii-sores-resi/

https://de.wikipedia.org/wiki/Saken

Fressl, Johannes: Die Skythen-Saken: Die Urvater Der Germanen (1886) (Bingehê Almanan)

https://www.jstor.org/stable/23865207

https://silo.tips/download/kurean-aret-ve-gand-kemal-n-trkmenlemes-5

(6) Bn. Nejat Birdogan: „Îttahat- Terakki`nin Alevilik-bektaşilik araştirmasi.“ (Baha Said Bey.

Doç. Dr. Îsmail Görkem; Baha Said Bey`in „ Türkiye de Alevî Bektaşî, Ahî ve Nusayri

Zümreleri.“ Üstüne çalişmalari. Ank. 2000.