Li Hemberî Metirsiyên Dîrokî Dînamîkên Yekîtiyê
Ji Îngilistana Anglo-Saksonî ya Kevin heta Tevgera Kurd a Îroyîn
”Dermanê me yekîtî, xwîn û xwendin e” Cegerxwîn
Mahabad Felat
Di nav herikîna dîrokê de gel û civakên parçekirî, li hemberî erîş û metirsiyên ji derve, ji bo tune nebin yekîtiya xwe pêk anîne û bingeha dewletên neteweyî yên mezin danîne. Dîrok bi mînakan wiha dagirtî ye. Bi qasî xuya dibe, ev pêvajo bi gelemperî li gorî hişmendiya “yan em ê bibine yek, yan kêr bibin yek bi yek” dimeşe û nakokiyên navxweyî (bi kêmasî ji bo vê demê) di bin bandorê de dihêle. Ev gotar, li hemberî êrîşên Vîkîngan, ji mînaka yekbûna keyaniyên Anglo-Saksonî yên sedsala 9’an dest pê dike. Ev yekîtî bû bingeha Îngilîstanê ya nûjen. Gotar li ser mînakên dîrokî yên din jî diponije û van mînakan bi rewşa Kurdan a îroyîn re dide ber hev, dînamîkên dîrokî gav bi gav vedibêje, rewşa Kurdan li hemberî metirsiyên heyî û pêşniyazên stratejîk nîqaş dike. Armanc bi vê gotarê ew e ku bikaribe nirxandineke objektîf bike û bikaribe jê dersên dîrokî bêne derxistin.
Derketina holê ya Îngilîstana Anglo-Saksonî û Metirsiya Vîkîngan
Di sedsala 9’an de herêma ku îro Îngilîstan e, di bin navê ”Heptarchy” (Ev peyv ji yewnanî tê: hepta (ἑπτά) = heft - arhia (ἀρχία) = serwerî, desthilatdarî, keyanî - Tê wateya "Heft serwerî / Heft keyanî".) de, ji heft keyaniyên Anglo-Saksonî (Wessex, Mercia, Northumbria, East Anglia, Kent, Sussex, Essex) pêk dihat û pir parçekirî bû. Di nav van keyan de şer, hevpeymaniyên demkî û rikberiyên kevin û domdar hebûn; hev û du nedipejirandin û ji bo li ser hev û du bibine serwer têdikoşiyan. Êrîşên Vîkîngan, bi taybetî ji sala 865’an ve bi Artêşa Mezin a Paganî (Great Heathen Army) dest pê kir û vê parçebûna navxweyî bi temamî guherand. Hêjayî gotinê ye ku Vîkîng bi tundî û hoveberiya xwe navdar bûn. Bi vî awayî beriya her tiştî tirsê belav dikirin. Tirs çeka wan a herî mezin bû û wan bi vê pir baş dizanîbû.
Vîkîng bi lez pêş ketin:
- Di 866-867’an de Northumbria dagir kirin (York`ê girtin).
- East Anglia hilweşandin (key kuştin).
- Mercia bi piranî kontrol kirin an jî kirin bendewar.
Tenê Wessex (Wesseks) mabû. Wessex jî biketa, Vîkîng dikaribûn tevahiya herêmê bikin binê desthilatdariya xwe. Lê keyê Wessexê Alfredê Mezin (Alfred the Great, 871-899) li ber xwe da û bû destpêka dîrokeka nû:
- Di Şerê Edingtonê yê 878’an de Vîkîngan têk bir.
- Bi Guthrum re aştiyê kir û sînorê Danelawê xêz kir.
- Pergala parastinê xurt kir (bajarên bi kelehan ku wekî ”burh” dihatine binavkirin û artêşeka mezin a deryayî ava kir, artêşê ji nû ve organîze kir).
- Nasnameya Anglo-Saksonî xurt kir (Anglo-Saxon Chronicle dest pê kir, di perwerdeyê de reforman kir).
Alfred hemû keyaniyên Anglo-Saksonî li dora xwe kom nekir, lê bi rizgarkirina Wessexê ve, rê li ber pêşketina Vîkîngan girt û pêre jî pêvajoya yekîtiya keyaniyan dest pê kir. Kurê wî Edward the Elder (Edwardê Pîr) û neviyê wî Athelstan, Danelawê paşde standin û di sala 927’an de Athelstan xwe wekî “keyê hemû Îngilîzan” ragihand hate pejirandin. Ev bû bingeha Îngilîstana nûjen.
Ger keyaniyên Anglo-Saksonî nebûna yek:
- Herêm diket binê desthilatdariya Skandînaviyan.
- Ziman û çanda Anglo-Saksonî têk diçû.
- Dagirkirina Normanî (1066) dibe ku qet rû nedana.
- Îro dibe ku li şûna dewleteka yekgirtî, avahiyeke parçekirî (mîna Skotland û Galler) hebûya.
Erîşên Vîkîngan bi awayekî paradoksal yekîtiya Anglo-Saksonî pêk anî. Ev mînaka herî klasîk a wê yekê ye ku metirsiyên ji derve, dijberî, rikberî û pêşbaziyên navxweyî di bin bandorê de dihêlin û dikarin bibine sedema yekîtiyeka mayînde.
Mînakên dîrokî yên din ên balkêş
Ev dînamîk di dîrokê de gelek caran dubare bûye. Li vir çend mînakên herî balkêş hene:
- 1. Fransa (Keyên Capetian û Metirsiyên ji Derve): Di sedsalên 10-11’an de Fransa bi mîrnişînên wekî Normandiya, Aquitaine, Anjou hwd. parçebûyî bû. Tehdîd û metirsiyên ji derve (bi taybet Împaratoriya Angevin a Plantagenet a Îngilîstanê û pêşketina misilmanan di dema Seferên Xaçparêzan de) keyên Capetian (bi taybetî Philippe Auguste) xurt kirin. Şerê Bouvines (1214) û serkeftinên din bûne sedema pêkanîna keyaniya navendî. Ev yekîtiya navbera mîrnişînên Fransayê nebûna, herêm dikaribû wisa parçekirî bimana û bibûna armanca hêzên mezin.
- 2. Konfederasyona Swîsreyê: Di sedsalên 13-14’an de herêma Swîsreyê ya îroyîn di bin bandora malbata Habsburg (Avusturya) de, ji kantonên piçûk pêk dihat. Li hemberî zordariya Habsburg, kantonên Uri, Schwyz û Unterwalden di sala 1291’an de Peymana “Eternal Alliance” îmze kirin, di şerên Morgarten (1315) û Sempach (1386) de artêşên Habsburg têk birin û serxwebûn bi dest xistin. Ev peyman paşê kantonên din jî kir nava xwe û bû bingeha dewleta federal a Swîsreyê ya nûjen. Eger nakarîbûna yekîtiya xwe pêk bînin, wê herêm ji aliyê Avusturya an Burgundiyê ve bihata dagirkirin.
- 3. Almanya (Ji Împaratoriya “Romaya Pîroz” ber bi Yekîtiyê ve): Di destpêka sedsala 19’an de piştî belavbûna Împaratoriya “Romaya Pîroz”, bi sedan dewletên piçûk (di Konfederasyona Alman de 39 dewlet) hebûn. Erîşên Napolyon û tirsa ji Fransayê bû sebeba pêşketina neteweperestiyê. Piştî Şerê Leipzigê (1813-1815), di bin serokatiya Otto von Bismarck de, Prusyayê, Avusturyayê (1866) û Fransayê (1870-71) têk bir û Împaratoriya Alman ava kir. Ne ji van êrîş û metirsiyên ji derve bûya, ev yekîtî dibe ku qet çê nebûya.
- 4. Îtalya (Risorgimento): Di sedsala 19’an de Îtalya di bin bandora Avusturyayê de parçekirî bû (Lombardiya-Veneto, Dewleta Papayî, Padîşahiya Sicîlyaya Duyemîn, Sardînya-Piemonte). Zordestiya Avusturyayê û êrîş û dagirkirinên Fransî, rê li ber geşbûna neteweperestiyê vekir. Bi serokatiya Cavour (Piemonte) û Garibaldi, di navbera salên 1859-1870’an de yekîtiyek pêk hat. Eger nebûna yek, herêm dibe ku di navbera Avusturya, Fransa û Papa de parçekirî bimana.
- 5. Rûsya (Piştî dagirkirina moğolan): Di sedsala 13’an de li Rûsyayê, di bin dagirkeriya Moxolan de mîrnişînên parçebûyî hebûn. Ev mîrnişînên rûs, di bin serokatiya Îvan III de bûne yek û bingeha Rûsyaya îroyîn ava kirin
Xala hevpar: Êrîş û metirsiyên ji derve, bi gelemperî li dijî hebûnê ne. Loma jî dijberî, rikberî û pêşbaziyên navxweyî grîngiya xwe wenda dikin. Metirsiya li dijî hebûna gel pirê caran dibine sedema yekîtiyekê û ev yekîtî, pirê caran mayînde ne. Daxwaza hebûn û mayînê, ji dijberî, rikberî û pêşbaziyên navxweyî pir grîngtir, mezintir û xurttir e.
Li hember van mînakên dîrokî rewşa Kurdan
Dikare bi van dînamîzm û refleksên hundirîn rewşa Kurdan jî bê nirxandin. Kurdistan di navbera çar dewletên dagirker (Tirkiye, Iraq, Îran, Sûriye) de hatiye parçekirin. Aktorên cuda (PKK, KDP, YNK, PYD/YPG, PJAK) û cudahiyên hişmendî û îdeolojîkî, bi van re derxistina pêş a berjewendiyên rêxistinî û îdeolojîkî, bi xwe re dijberî, rikberî û pêşbaziyên navxweyî ên kûr diafirînin. Ev rewş dişibe ”Heptarchy” (Heptarşî) ya Anglo-Saksonî.
Êrîş û metirsiyên ji derve ên li dijî hebûnê:
- Êrîşên DAIŞ’ê (2014-2015): dorpêçkirina Kobaniyê bû çirûska refleksên neteweyî; koordinasyona YPG-Peşmerge çê bû.
- Operasyonên Tirkiyeyê (2016+): Efrîn, Serêkaniyê û yên din.
- Êrîş û zordestiya Tirkiye, Îran û Sûriyeyê.
Ev metirsî dînamîkên civakî/neteweyî dixebitînin: bangên “yekîtî/yekdengî”, piştgiriya dîasporayê.
Bangên Abdullah Öcalan ên sala 2014’an (û di 2025’an de nûkirî) ji Mesûd Barzanî re “Kongreya Neteweyî divê bê avakirin, serokatiya wê divê birêz Mesûd Barzanî bike” dişibe bang û hewldanên serokatiyên dîrokî (Alfred the Great, Otto von Bismarck): di nav çarçoveyeka hevpar de vîzyona yekkirina parçeyan.
Helwesta Barzanî ya îroyîn: di 2026’an de kampanyayên alîkariyê ji Rojava re, hevdîtinên bi heyeta Rojava re, nêzîkbûneke xwedîlêderketinê – mîna rola Piemonte di yekîtiya Îtalya de.
Wekhevî: Metirsiya bi tevahî li dijî gel û civaka kurd, dijayetiya navxweyî ranagire, loma jî nasnameya neteweyî xurt dike. Li şûna berjewendiyên komî, rêxistinî, îdeolojîkî, berjewendiyên neteweyî grîngtir dibin û derdikevine pêş.
Cudahî: Metirsî kronîk û pirjimar in; Dijberiya navxweyî kûr e, mudexeleyên derveyî dîwar lê dikin. Înîsiyatîfên Kongreya Neteweyî (2013-2014) hatin paşxistin. Ger metirsî zêde bibin, dibe ku “momenta Alfred” çê bibe; an na metirsiyeka mezin a parçebûn û ji hev belavbûnê heye.
Metirsiyên îroyîn û tiştên divê bêne kirin
Metirsiyên heyî (Sibat 2026): Entegrasyona QSD’ê bi hukûmeta veguhêz a Sûriyê re ji bo demeka dirêj û bi taybet li gor daxwazên Elqeîde/Turkiyeyê, pêkan xuya nake. Operasyonên Tirkiyeyê, zordestiya Îranê, nakokiyên navxweyî yên hêzên kurd riska parçebûna navxweyî zêdetir dikin.
Pêşniyazên stratejîk (li ser bingeha realîzm û teoriya lîstikan):
- 1. Yekîtiya Navxweyî: Divê Kongreya Neteweyî tavilê bicive; cudahiyên îdeolojîk bi tu rengî dernekevine pêş, avahiyeke konfederal were ava kirin (modela Swîsreyê).
- 2. Dîplomasî: Lobî li DYA, YE û NYê bêne avakirin û xurtkirin; bi Tirkiye, Îran û Sûriyeyê re muzakere bêne kirin, ji bo dema nêzîk û navîn rêyên çareseriyê bêne dîtin .
- 3. Parastin: Berxwedana koordîne (modela Rojava were parastin û xurtkirin), rêbazên ji derî şer bêne dîtin, xurtkirin û pêşxistin.
- 4. Xurtkirina Aborî/Çandî: Parastin û dabeşkirina çavkaniyan, reformên perwerdeyê, mobîlîzekirina dîasporayê.
- 5. Rêvebirina Metirsiyan: Plansaziyên senaryoyan (stratejiya tit-for-tat – stratejiya bi heman tundiyê bersivdayînê).
Ev pêşniyaz dînamîkên serkeftinên dîrokî derdixin pêş: Metirsî dibine fersend, lê divê bi sazûmaniyên neteweyî werine mayînde kirin.
Çarçoveya herdu şerên Cîhanê û di tevlîheviya Îroyîn de Rewşa Kurdan
Di Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyemîn de Kurd ji ber berjewendiyên hêzên mezin (Osmanî, Îngilîz, Fransî) hatin marjînalîzekirin: sozên Sewrê (Sèvres) nehatin pêkanîn, zordestî, înkar, talan, komkujî, sirgûn, asîmîlasyon pir zêde bûn. Îro jî tevlîheviyeka mîna ya wan serdeman heye (metirsiya êrîşa li ser Îranê: hişyariya Xamaney, zextên Trump). Êrîşeke li ser Îranê kaosê çêdike (Hormuz, penaberî, rabûna DAIŞ’ê). Li hember vê kaosê amadekariya herî mezin Kongreya Neteweyî û hêza leşkerî ya yekgirtî û yeknavendî ye. Di wê navendê de ji her hêzên kurd dikare berpirsyar hebin, lê hêz divê bibe yek. Di rewşekî wisa de cîhana Rojava, DYA û hemû hêzên din ên dijberên bloka Rojhilat in wê destekê bidine hêza yekgirtî ya kurd û bibine hevkar û hevparên kurdan. Bê guman ji bo berjewendiyên xwe. Lê cîhaneka bi tena serê xwe jixwe ne pêkan e, lê tunebûn e û me vê rastiyê di van salên dawî de bi zelalî dît.
Dîrok jî nîşan dide ku metirsiyên derve katalîzatorên yekîtiyê ne: Ji bo Kurdan îroj fersendeka mezin heye: Metirsî dibin sedema lêgerîn û hewldanên yekîtiya navxweyî, lê sazûmaniya neteweyî divêtiyeka erê-na ye. Bangên Ocalan û Barzanî mîna yên serokatiyên dîrokî ne. Ger neyên pêkanîn, wê parçekirin bidome. Lê eger ev yekîtî li gor daxwaz û xiyalên gel pêk were, Kurdistaneka serbixwe û azad wê êdî ne xiyal be.
2026-01-07
