Mar û Belengaz
Fêrgîn Melîk Aykoç
Ev „Mar û Belengaz“ navê çîrok ya rast metelokeke kurdî ye. Mirov dikare navê dostaniya „Tirk û Kurd“ jî li vê çîrokê bike. Bes nav ne girîng e, ya girîng; peyama ku ev metelok dide me, bi xwe ye. Divê ez berê vê bêjim; ta niha bi nivîskî rastê vê metelokê nehatime, eger yekî nivîsîbe jî, haya min jê tine. Bi hêviya bexşandinê...
Ev metelok rasterast têkiliya me û Tirk / Ereb / Farisan bi awayê felsefeya têgîhîştina rastiyên di dîrokê de rûdane vedinivîsîne. Yanê hemû rastiyan bi metelokeke manîdar li ber çavan radixîne. Ya girîng jî bîra gelê me ev li ser bingehê vê têgîhîştinê afirandiye. Hin pirsgirekên ku rîçalên we di kûrahiya dîrokê ve girêdayîne di navbera me de hene. Şirove û nirxandin bila li ser xwinêran bimîne. Ji bo têgîhîştina rastiyê hêvî dikim ku were xwendin û bibe bingehên gengeşiyên têr. Lewra berê jî û îro jî rastiya ev metelok vedibêje li ber derê me ye....
Ji bo wisa zuha bîra me ne xitimîne, em bimeşin hêdî hêdî ya rast anegorê vegotinên berê „ nepirsin li kuderê, geh li bin sivderê, geh li ber bêderê, hin jî dibêjin; „na bi serê we li her derê, rebenan êşên xwe bi çîrok û metelokan didan ber kêrê.“ A ez jî bi rengê vê vegotina gel bêjim, ne li ti derê a li vê derê birîn der bû, ji ber axîn û êşên her sal tên serê.
Hebû nebû, zeman qutbû, guhdar geh hebû geh nebû, nizanim deşt bû, çiya bû, çolistan bû. her ku dibe bila bibe, bes kesek nebû, zarok birçî bûn, rebenê xwedê geh rûnişt geh rabû, li kar û ber gerya, serî diber de çû parsê jî, lê nebû û nebû! Rojek ji rojan bilûra xwe girt û berê xwe da beyarê zip û zuha, li kokên giha geriya, ti tiştek biba xwirek nebû. Li ser zinarek rûnişt, berê têra xwe girîya, pişt re bilûra xwe girt û bi rondikê çavan re lê da. Wê bîstê marekî cûn ji bin zinar derket, serê xwe hilda û li ber guvîna bilûra belengaz xwe narîn narîn hejand û lîst. Dû re hêdîka kişya, çû wê qulik binê zinar, zêrek kir devê xwe anî û di ber Belengaz de danî û cardin kişiya, çû kuna xwe ya di bin zinar de. Ji devê Belengaz gotina: „Maro xwedê zewal nede te, her hebî!.. Ji bo carekê jî be, te kewja dilê min danî. Nûra xwedê li te be!“
Belengaz zêra xwe girt, çû, bajarokê nêzîkê gundikê xwe, ji zarokên xwe re xwarin kirî û anî. Vê bêhna wî ya li ser têkçûnê vekiribû. Wê rojê pêva hevaltiya wî û Mar ya bilûrvanî û reqsê bi salan kudand. Ew ji ber debarê bextewar, Mar ji ber guvîna bilûrê kêfxweş her domiya roj û meş.
Rojek ji rojan Belengazê reben nexweş ket, nekaribû ku biçe ber wî zinarî ji mar re bilûrê lêxe û zêrek weke miza xwe bigir, bîne û pê debara xwe bike. Çend roj derbas bûbû nedizanî, lê zarokan ji bavên xwe nan dixwest. Neçar bilûra xwe da destê kurê xwe û ji wî re got:
„Here filan dîharî, zinarek heye, li wir bilûrê lêxe, mareke cûn derdikeve li ber guvîna bilûrê dilêze, dema lîstik qediye, mar diçe zêrek tîne, datîne ber te, zêrê xwe bigire û were. Lê lê! Nebe nebe tu pêşkalê mar bibî û zirarek bidî mar!...“
Kurê wî got: „Baş e bavo! Ezê biçim bilûrê lêdim, zêra xwe bigirim û werim!“
Kurê belengaz diçe bilûrê lê dide, mar derdikeve, direqise, dikişa kuna di bin zinêr de, zêrekî tîne û di ber Kurê Belengaz de datîne.. Dema Mar dixwazi bi şûn ve bikişe, biçe kuna xwe ya di bin zinêr de, fikreke xirab tê Kurê Belengaz. Dibêje;
„Ya baş ez mar bikujim, zinar rakim, hemû zêran bigirim û biçim!“
Bi dasa di destê xwe de hêrişê mar dike. Bes tenê dikane dêlya mar jêke. Mar bi wê êşê xwe davêje ser kurik, pêva vedide û bi jehra xwe kurik dikuje. Û bi êşa dêlya xwe ve dikişe diçe kuna bin zinêr.
Belengaz li ser nehatina kurê xwe dikeve nava gumanan, neçar bi wê nexweşiya xwe radibe û diçe. Di nava şîn û şîwanê de termê kurê xwe li wê derê vedişêre û vedigere malê.
Dem tê dem derbas dibe, lê malmîrata belengazîyê pêsîra wê bernade. Neçar dimîne, dibêje; „ez biçim ez û mar em li hev werin, da ku zêr bide min, ez pê debara xwe zarê xwe bikim!... Wekî din ti rêyeke min tine.“
Radibe, serî di ber de tê û diçe, neçar e, bi rondikên çavan diçe, li ser heman kevirî rûdina, bi bilûra xwe newayeke şînê lê dide. Piştê bistekî mar derdikeve, lê nareqise, demekê bi xemgînî li wî dinêre û ji wî re dibêje:
„Belengazê xwedê, bide rê biçe mala xwe!... Hetanê gora kurê te were ber çavên te û ev dêlya min a qutbûyî were berçavên min, em nikarin bibin dostê hev û bi hev bawer bin!...“
Bi axa pîroz ya Kurdistanê sond dixwim , Dostaniya me û Tirk/ Ereb/ Farisan nepêkan e!.. Xwîna hezaran salan hene, ew bi avê û silavek çaresernabe!.. Li aliyê din ew her bi dek û dolaban, bi vir û xapandinan li pê man. Ew dek û dolab êdî bûye hevîrê têgîhîştin û wîjdana wan.
