1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Nakokiya Navbera Hêviya Têkbirinê û Îsrara Paradîgmayê
Nakokiya Navbera Hêviya Têkbirinê û Îsrara Paradîgmayê,nakokiya,navbera,hêviya,têkbirinê,û,îsrara,paradîgmayê

Nakokiya Navbera Hêviya Têkbirinê û Îsrara Paradîgmayê

A+ A-

 

Mahabad Felat

1. Hevoka "Ew ne dixapîne û ne jî dikare were xapandin" tê çi wateyê?

Hevoka Mustafa Karasu di rastiyê de şêwaza siyasî ya Öcalan vedibêje, ne ku wî ji hêla exlaqî ve bilind dike:

Öcalan ne wekî "xwelêanîna rojeva aliyê din", lê li ser bingeha parastina çarçoveya xwe ya dîrokî danûstendinan pêk tîne.

Bi gotineka din:

• Ew li gorî hêviyên taktîkî yên aliyê din helwesta xwe naguherîne,

• Di danûstandinan de bi awayekî paradîgmatîk tevdigere, ne bi awayekî amûrî.

 

Ji ber vê yekê her cara dewlet bi wî re dikeva nava danûstendinan, piştî demekê hêvîşikestî dibe.

 

Parlamenterê AKPê Şâmil Tayyar di hesabê xwe yê X´ê de dibêje "Me digot qey em ê tiştek bi dest bixin, lê wî çarçoveya xwe ferz kir.”

 

 

2. Hêviyên dewleta tirk çi bûn?

Ji perspektîfa hişmendiya dewletê ve, hêviyeke klasîk a "hevdîtina bi Öcalan re" ev e:

• Hilweşîna hêza çekdarî.

• Lawazkirina bandora hêza îdeolojîk û leşkerî ya Rojava.

• Birêvebirina vîna navendî ya tevgerê li gor daxwazên dewletê.

 

Ev hêvî û daxwazên ji bo aştiyê nînin lê bi armanca hilweşandina tevgerê endezyariyeka siyasî ye.

 

Ji ber vê yekê jî, rêveber û hemû xizmetkarên dewletê, bi rêya medyayê, civaka xwe bi van propogandayan diwerimînin, manîpule dikin û hêviyên xwe bi vê rêyê xwedî dikin, bi nan û dan dikin:

• "Ocalan dê tevgerê neçar bike ku vê bikin"

• "Ocalan dê tevgerê biqedîne".

Ev endezyariya têgihîştinê ye.

 

3. Çima peyama dawî ya Ocalan ne li gorî van bendewariyên dewletê ye?

 

Ji ber ku ev peyam:

• Banga çekdanînê nake,

• Xweradestkirinê (teslîmbûnê) birêve nabe,

• Li ser bingeha xweradestkirinê, Rojava ji xwe re nake armanc,

• Zimanekî ji bo hilweşîndina tevgerê bikar nayne.

 

Lê berevajî vê:

• Di paradîgmaya xwe de îsrar dike,

• Li ser girîngiya xwebirêxistinkirin, hêza ciwanan, sosyalîzma demokratîk û xwe ji nû ve pêkanîn û pêşxistina civakê radiweste.

 

Bi gotineka din:

Bendewariya dewletê ya "Wê Ocalan xizmeta me bike" û îsrara Ocalan a di paradîgmaya xwe de, dîsa li hev nekirin.

 

Ji ber vê yekê, peyama cîgirê AKP gelek tiştan dibêje:

• Gotina wî ya "Em şaş bûn," lixwemukurhatina wê yekê ye ku bendewariyên dewletê ji destpêkê ve jixwe pûç bûne.

 

 

4. Şikestina sereke li vir

Têkiliya bingehîn a navbera dewletê û Ocalan:

 

Dewlet dixwaze Ocalan çawa bibîne?: Amûrek çareseriyê; Kesê ku wê tevgerê têk bibe; Bêçekbûnê li ser tevgerê ferz bike; Krîzê bi dawî bike.

 

Pozîsyona ku Ocalan xwe lê bi cî kiriye: Avakerê paradîgmayê; Kesayetek veguherîner; Avakerê civakê; Kesek ku zemîna siyasî ya nû ava dike.

 

Ev herdu rol ji hêla avahîsaziyê ve li hev nayên.

 

 

5. Ji ber vê yekê, tiştê ku îro diqewime ne ecêb e.

Ev rewşek nû nîne;

Heman hêvîşikestina dewletê di navbera salên 2009-2015an de jî bû. Dewlet li benda "têkbirinê" ye → Ocalan "paradigmayeka nû" ava dike → Dewlet dibêje "em şaş bûn" → Pêvajo radiweste.

 

Loma jî, tiştê ku îro diqewime, dubarekirineka dîrokî ya pir nas e.

 

Kurt û kurmancî:

Ev peyama dawî nîşan dide ku Ocalan hêviyên dewletê careka din têk birin. Ango ne ew Ocalan e ku dewletê hêvî dikir, lê heman Ocalanê berê ye.

Ji ber vê yekê, ev helwest ji aliyê dewletê û derdorên nêzî dewletê ve wekî hêvîşikestin hatibe xwendin jî, ji aliyê kesên Ocalan, felsefe û paradîgmaya Ocalan dinasin ve, wekî "îstîqrar" hat xwendin.

Ev di heman demê de şerê navbera du hişmendiyên siyasî, du armanc û du hêviyên cuda ye.