Netew dewletên bi fermana Îngîlîzan
Fêrgîn Melîk Aykoç
Gelek netew dewletên heyî bi destê Îngîlîz û Fransizan hatine damezrandin. Mînak fransî herî zêde li Afrîqayê tê axaftin. Îngîlîzî jî herî zêde li derê Bîrîtanyayê tê axaftin û niha zimanê dîplomasiya cihanê ye. Dema mirov vê rastiyê nebîne, nikare dîrokê jî, rast bixwîne. Piraniya dîplomatên cihanê jî vê rastiyê bi aşîkarî dibêjin.
Dîplomatê Amerîkayê, bi zimanekî din nûnêrê Trump /Amerîkayê Thom Barrack di axftina xwe ya li ser Turkiyê de wiha gotibû: „Fransiz û Îngilizan netew dewleta Tirk damezirandin!“ Lê ev ne tenê gotina wî ye, piraniya dîrokzan û dewletên sereke yên cihanê vê rastiyê bê kêmasî dizanin û ev di belgeyên xwe de jî bi cih kirine. Di wê serdema damezrandina dewleta Tirk de li Anatolya ne di warê zimanê yekgirtî, ne di pêkhatina çandî û dîrokî, ne jî di warê kemilandina gîyanî de bingehê neteweyeke bi navê Tirk tinebû, hew. Osmanîtî jî tenê girêdana imparatoriyekê bû, ew girêdan ne bingehê netewbûnê bû. Piştî hin derdorên leşkerî yên ji nava artêşa Osmanî hatibûn bi piştgiriya Fransiz û Îngîlîzan serkariyeke bi navê Tirkan afirandin, carna ji wan re „Jontirk“ dibêjin, a wan bi wê fermanê hewl dan ku ji jor ve bi kotekê bingehên netewîya Tirk daynin. Em ji ku dizanin, hima çend mînakên balkêş:
a)- M. Kemal taa li Filistînê bi generalê Îngiliz Falkenhayn re li hev kiribû, piştî lihevkirinê bê şer esker bi şûn ve kişand.
b) M. Kemal bi vîzeya îngîlîzan û erêkirina padîşah hatibû Samsûnê.
c) Di her warî de piştgiriya wan dewletan girtibû. Ev rastiya pêkanîna netewdewleta Tirk tenê li Tirkiyê ji bo xapandina gel û guwrkirina nijadperestiya ku bikanin herkesî bi dewletê ve girêdin û ev rastîya pêkhatina vê netewê bi afirandina dîrokek li ser bingehên derewan ji gel hatiye veşartin.
d) Di nava destnîşankirinên peymana Lozanê de jî ev rastî bi awayeke beloq xuya dike. Ji ber ku zimanê jê re tirkî dihat gotin têra perwerde û polîtîkaya netewî nedikir, bi hezaran peyvên îngîlîzî, fransî, erebî, kurdî û farsî tevê gotinên tirkiya hebû kirin (lîsteya wan gotinan di gotara min a bi navê „Oglou ne tirkiye“ di Amîdakurd de heye) Li gel wê bi qedexe û kotekê yekitiyeke ziman afirandin.
e) Min di gotara xwe ya bi navê „Ga bû Oguz, derew jî bû dîrok û netew“ de ku di malpera „Amîdakurd“ de hatibû weşandin, hin bingehên damezranidina wê dewletê û nijatperestiya wê destnîşan kiribû. Ji bo baştir zelalkirina vê mijarê em bi lêkolînî û tiştên hatine jîyîn dakevin kûrahiya wê.
Birêz Caner Yilbaşi di malpera „Bianet“ de ku malpereke ciddi ye, di bin serenavê „Şerê rizgariyê, Çerkez û Dewleta Tirk ya nû“ de behse rawşa wê serdema pêkhatina netew - dewleta Tirk dike. Radigîhîne ku li pey Tirk û Kurdan hêza sêyemîn a Çerkezan bûye. Çerkez piştî êrişên rûsan bi hêjmareke zêde revîne û hatine Anatolyayê û piraniya wan ketine xizmeta Osmaniyan, yanê di wê serdema damezrandina netewa Tirk de ji sedî heşte alîgirên dewleta Osmaniyan bûne. Bi wê ragihandina wê ve girêdayî şerê Çerkez Ethem û kemalîstan baş tê zanîn, şerê Înunu yê I. II. li dijê serhildana hêza Çerkez Etem bû. Eger li Ege û Marmarayê piştgiriya gel tineba Çerkez Ethem nedikarî li wê herêmê biba hêz. Yanê ev mînaka tenê bi serê xwe rastiya gelê herêmê destnîşan dike. Bêguman piraniya şêniyên Egeyê jî Rûm bûn, mînak; herî kêm nîvê eskerê Yunan yên li Egeyê li dij osmanî û kemalîstan şer dikirin Rûmên Egeyê bûn. Piştî têkçûna şer herkes çûn malên xwe û niha jî tirkên herî nijadperest û gotintûj zarokên wan in.
Birêz Caner di heman gotara xwe ya di „Bianet“ de derewê netewdewletê jî wiha radigîhîne:
„...Dema mirov vegotina şerê rizgarîya netewa tirk a di bin serokatiya Mustafa Kemal de dixwîne di nêrîna yekem de bi bawer xuya dike. Lê lê ev lihevanîn ji rastiya rewşa wê serdema damezrandina dewleta netewî pir dûr e û bi wê re hîç li hev nake. Gelê wê demê li Anatolyayê dijiya bi Siltanê Osmanî ku wek xelîfe dihat zanîn ve girêdayî bû. Rawşa Kurdan û mijara komên çekdar ên çerkezan bi tevahî cûda bû. Mirov vê rastiyê di nava belgeyên meclîsê de jî dibîne...
Ji bo hê baştir têgîhîştina rastiyê ez ji jiyana xwe hin mînakên balkêş bidim:
M. 1; Min di navbera salên 1966-1972 de li Manîsa - Demirciyê di dibistana mamostetiyê ya lêman (internat /yatili) de dixwend. 1969 an de şereke me zarê Kurdan û zarên wê herêmê yên ji xwe re Tirk digotin, çêbûn, ji ber wê pevçûnê em negihîştibûn xwarinê. Em dû re bi dizî çûn ba pêjerê me yê 75 salî, piştê wî xwarin da me, axîneke kûr kişand û ji me re wiha got: „Min kalikên wan kesên ji xwe re Tirk dibêjin û bi navê tirkayetî êrişê we kirin, yek bi yek nas dikir. Kalikên wan yek gotineke tirkî nedizanîn, bi rûmî diaxivîn!
M.2. Min di navbera salên 2000 -2020 li li bakûrê Almanyayê mamostetîya zimanê kurdi dikir. Di perwerdeyeke pîşeyî ya ji bo mamosteyên bîyanî de ez ketim nav komeke ogretmenên Tirk. Em pênc hev bûn, di nava wan de ez tenê Kurd bûm, bîsta li ser daxwaziya wan me derseke nû bi navê „Malbatê“ bi hev re amade kir. Di dema amadekirinê de wan gotinên tirkî dinivîsî, min jî gotinên kurdî nivîsîn. Yekê hem sofîyekî zir ê weke kêsegan, hem nijadperest hebû, ji ber nivîsên min ên kurdî, bi carê ve bi hemû hêrs û gira xwe ve qêriya û got: „Olan kürtçülük mü oynuyoruz“ (Kuro em kurdayetîyê dilîzin!) ji xwe ez û wî bi ti awayî li hev nebûn, û min dizanî ku ew ji Balikkesîrê ye, xwerû herêma wan tev de rûm bûne. Min jî hîn bi dengekî bilindtir got: „Yok be, senîn deden Nîko´nun türkçülügünü oynuyoruz!“ (Na lo, em tirkyayetiya kalikê te yê nav Nîko dilîzin!) Wî bi wê kîloyê xwe û rûyê xwe yê tapan ji cihê xwe qilda û hetanî têde hebû, qêriya û got; „Vî heqaret li min kiriye, ez êdî li vir nasekinim.“ Musteşarê Alman û hevalên wî çikirin jî, nesekinî lêxist û çû. Hevalê wî yê herî baş ku bi xwe jî ji navçeya wan bû. Nêzîkê min bû û bi nûgerî pirsî: „Lawê Kurd, te ji ku dizanî ku navê bavê kalikê wî Nîko ye?“
Çima min ev mînak da, bila herkes bi kêmasî navê çar - pênc bavên xwe bijmêre, em ê wê çaxê bizanin ka li Anatolyayê çiqas Tirk hene. Hima li endamê serkeriya îro (AKP) li Tirkiyê binêrin, hûnê di rûçikên wan de rastiyê bibînin. Yên rûçik mongolît gelek kêm in. Mêrikan bi kotek û perwerdeyeke nijadperest neteweyeke ji hemû norman der pêkanîne, lê her ditirsin ku rastî derkeve û ew ji hev belav bibîn, ji aliyeke ve dijminahiya Kurdan kirinê jî ji vê tirsê tê.
Ji bo têgihîştina mijarê ezê ji gotara xwe ya berê paragrafek cardin bikarbînim: Rojnameger Îsmet Berken di gotara xwe de wiha nivîsîbû:
„Ez gelek caran bi SK Turgut Ozal û S. Demîrel re çûm komarên Tirkî yên Asyayê. Gelek zanyar, dîrokzan, lêkolîner, rojnameger û Prof. Yusuf Halaçoglu jî bi me re hevrêyî dikir. Piştî mê Nivîsen Orhûn û Kul Tîgîn jî ziyaret kir, di navbera me de li ser nijada “Tirk” gengeşiyên bi tîn dest pê dikir. Di encama gengeşiyan de me giştan pejirand ku “BI NAVÊ TIRK NIJAD Û GELEK TINE,” lê zimanê Tirkî heye! Li gel wê me pejirand ku hemû nivîsên mixî (Yazitlar) û dîrokî bi zanistî şaş hatine tercumekirin. Lê me ev ranegihand bala giştî.“
Belê li Anatolya bingehê neteweya Tirk nebû, bêgûman gelên bi tirkiyeke kêm diaxivinîn jî li Anatolyayê hebûn. Bes ne bingeheke netewbûnê bû.
Ji bo ku bikarin li Anatolyayê neteweyekê biafirînin, ta di destpêkê de Serbazê „Teşkîlatê Mahsûsa“ Topal Osmanê (ew çerkez e) ku di komkujiya Ermenî û Rûman de roleke gelek bêbav lîstibû, bikaranîn. Di bingehê xwe de kongreya Sêvazê ne kongreyeke siyasî û hevgirtinê bû, ji bo afirandina neteweyeke sûnî plankirina komkujî û kotekê bû, ew kongre bi kesên weke Topal Osmanê kujêr re hatibû çêkirin. A di wê kongreyê de komkujî jî hatibûn pilankirin. Belgeya vê piştrast dike ev e: Hima piştî kongreya Sêvazê jî, wan Topal Osman li hemberê serhildana Koçgîrî bikaranîn. Dû re jî ew birin Enqerê ji bo armancên cûda xistin nava tevgerê. Li gel Topal Osman gelek serbazên „Teşkîlatê Mahsûsa“ cih bi cih wek serokên kujêran bikaranîn.
Me gotibû hemû cihan dizane, belê dizane, lê berjewendî deng û bengan dibire. Di kovara serkariya eyaleta Alman Baden Wurtenberg de (Landeszentrale für politische Bildung Baden Würtenberg) de wiha dinivîse.
„Piraniya kêmariyên li Tirkiyê: Anatolya warê pir gel û kêmaran ango pir etnîkî bû, li ser wê bingehî li gel grêkî, ermenî, kurdî, erebî gelek ziman û zaravayên din ên cûda, her wiha bi wan re zimanê tirkî jî hebû.“
Mirov di gelek çevkaniyên Ewropiyan de rastiya etnikî ya Anatolya, û wehşeta dagirkeriya Tirkan dibîne, Mînak di nava daneyên Zanîngeha Azad a Berlînê de jî gelek agahî hene. Ew li ser serhildana Kurdan a bi navê gorbihuşt Şeyx Seid tê zanîn wiha radigihîne:
Di sibata 1925 an de arîstokrasiya eşîrên Kurd di bin rêberiya Şeyx Seid de ji bo pêkanîna mafê peymana Sevrê de hatibû destnîşankirin, serî hilda. Lê Tirkan peymana Lozanê ya bi wê Komara Tirk hatibû damezrandin û tê de ti mafeke Kurdan tinebû derxistin pêş. Ji xwe di têgîhîştina wan de gelekî bi navê Kurdan jî tinebû....“ yanê înkar mafê kurdan nedinasî derxistin pêş, di wê peymanê de jî Kurd tinebûn.
Prefesorê Zanîngeha Sabancî di warê mijara komkujiya Ermeniyan de li ser bingehên daneyên berdest gelek agahiyan dide, li gel wê çeteyên di komkujiyan de cih girtine jî wiha vedinîvîse:
„... Li hemberê êriş û kuştinên gelên misliman bertekê Osmaniyan gelek bi hêrs bû. Sarkariya Osmaniyan komên kujêr ji kesên weke kirîmînal hatibûn damezirandin, kesên bi dili tevê bûbûn komên kujerî damezirandin û komkujiya Ermeniyan bi destê wan pêkanîn....
Encam: Belê Thom Barrack ne kesekî dost e, nûnerê berjewendiyê welatê xwe ye. Bes, wî di vê mijara damezrandina netewdewleta Tirk de rast gotiye. Belê belê, yên ku netew dewleta Tirk damezirandin Fransiz û xwerû Îngîlîz bûn. Yên ku Kurdistanê parçekirin û xistin bi destên wehşan jî ew bûn. Mirov ji daneyên di vê gotarê de jî vê rastiyê bi zelalî dibîne.
Hin Çavkanî
Gotarên min yên di Amîdakurd de https://www.amidakurd.net/ku/
Lêkolînên min yên bi salan
Bîranînên min (hê nehatiye çapkirin)
https://bianet.org/yazi/kurtulus-savasi-cerkesler-ve-yeni-turkiye-devleti-224428
Taner Akcam: A Shameful Act. The Armenian Genocide and the Question of Turkish Responsibility. Macmillan 2007, S. 342
1. Tessa Hofmann: Verfolgung, Vertreibung und Vernichtung der Christen im Osmanischen Reich 1912-1922. Lit-Verlag, 2007, S. 75.
2. Andrew Mango: Atatürk. London 1999, S. 213
https://www.buergerundstaat.de/1_2_23/100jahre_tuerkei.pdf
3. https://refubium.fu-berlin.de/bitstream/handle/fub188/4612/4_5Kap2.pdf?sequence=5
www.amidakurd.net
