Rojhilata Navîn Ya Kevinenû
Selîm Biçûk
Gengeşe hîn berdewam in. Guherîna rojhilata navîn, yan jî rojhilata navîn ya nû dê sînoran jî biguherîne û dewletên nû ava bike? Ev guherîn bi rastî nû ye, yan kevin e û ji zû ve dest pê kiriye? Ev guherîn ji bo rojhilata navîn e yan guherîna pergalek nû ye ji bo cihanê? Ev pergal dê çawa be? Kîjan dewlet tên guherîn û kîjan tên avakirin? Û gelek pirsên din jî tên gengeşekirin.
Helbet e em ji Kurdistanê dest pê dikin. Lê divê em ji bîr nekin ku Kurdistan kevireke ji domînoya cihanî, dikare di rewşekê de rabe û di yek din de bikeve. Ev ketin û rabûn li aliyekî bi rewşa hêzên cihanî ve girêdayî, li aliyê din jî bi rewşa gelê Kurdistanê ya navxweyî ve girêdayî ye. Ev domîno ya kurdistanî ne tenê bi kevirê pêş xwe û li paş xwe, dikare bikeve û rabe. Dibe bi kevirekî ji dawiya dinyayê jî bandorê bigire. Mebest em wek perçeyekî ji siyaseta cihanî ne. Ev tê wateya ku em bi xwe wê siyasetê baş têbihîjin û baş binirxînin û xwe li gora wê amade bikin. Wek ku em dizanin cara yekem kurdistan li gora Peymana Qesir Şirîn hat perçekirin. Beşê Rojhilat ket bin dagîrkeriya Sefewiyan û beşên din di bin dagîkeriya Osmanî de man. Pişt re peymanên Sykes-Picot, Lozan, Sêfer û yên din li pey hev ketin rê. Di rastiyê de ew peyman ne ji bo dagîrkirin û perçekirina Kurdistanê bûn. Ew ji bo perçekirina Osmaniyan bûn, lê beşên kurdistanê yên di bin dagîrkeriya wan de dîsa hatin perçekirin û dagîrkirin ji aliyên hêzên netewî yên ne kurd ve. Bi fermî kurdistan bû çar perçe û hin perçeyên biçûktir. Wî wextî jî, navê rojhilata navîn ya nû dihat bikaranîn. Kurd wê demê ji bo mafên xwe ne amade bûn. Li aliyekî hestên netewî yên kurdî wek hişmendî cih negirtibûn, li aliyê din gelek êl, ol û baweriyên cuda di nav kurdan de çêbûbûn û piraniya kurdan vegeriya bûn ser ola dagîrkerên xwe. Em dikarin bi awayekî din bibêjin di wê rewşê de nikaribûn berjewendiya hêzên navnetewî biparêzin da ku bixwe bibin desthilatdar, ne di hişmendiyeke weha bilind de bûn ku rewşa cihanî binirxînin û li gora wê xwe bidin pêş. Serhildanên kurdî ku çêbûn jî, dereng hatin, di wextekî windabûyî hatin. Dema dest pê kirin dagîrkerên wan bi her awayî piştgiriya hêzên navnetewî misoger kiribûn.
Di wê demê de Soviet hat avakirin. Dewleteke wek Tirkiyê dihat xwestin li hember wê bihêz bibe û li dij wê bê bikaranîn. Hemî tevgerên kurd jî bêçare mabûn tenê dest bavêjin sozialismê ji ber ku hemî dagîrkerên wan hevalbendên hêzên navnetewî yên din bûn û ev yek bi xwe jî bû belayek li ser serê kurdan. Perçebûna di nav kurdan de ya êlî û olî perçeyekî heta radeyekê bîrdozeke din lê zêde bû.
Wek tê dîtin hin dewletên kargêr yanî xwedî rol û ne ji yek nasnameyê hatin avakirin. Nasnameyên din hatin binpêkirin. Mînakên van dewletan; Soviet, hemî dewletên ereban, Îran, Tirkî û yên din. Ji bo vê yekê berdewamiya rojhilata navîn ya nû dora sed salî rawestiya, niha jî, ji nû ve dest pê dikin. Ev destpêk çawa dimeşe? Bi qasî tê xuyakirin li ser bingeha vegera hemî pêkhateyan ser kokên xwe yên resen û avakirina dewletê bixwe, di çarçoveya pilanekî aborî giştî de û bi serkêşiya Israel dê vê carê birê ve here. Hin dewlet dê bên perçekirin û dewletên nû jî dê bên avakirin. Yanî sînorên dewletên heyî dê bên guherîn. Lê pirsek serke heye mirov li ser bihizire ew jî ev e: Di vî sedsalî de gelek guherînên demografî çêbûne, di vê rewşê de çawa pêkhate dê vegerin ser koka xwe? Eger mirov piştî derketina daiş û niha jî, li rewşa Sûrî temaşe bike dikare bibîne ku ev yek tenê bi komkujiyan û qirkirinan çareser dibe. Bi veqetandina pêkhateyan û komkirina wan li ser yek erdnîgariyê. Pişt re jî, pêkhateyên xwedî hêz û organîzekirî ku dikarin li ber xwe bidin, dibin xwedî maf û li gora rewşa cihê lê dijîn di çarçoveya dewletên bixwe de, dibe ku ev maf ji federalî, konfederalî û heta bi serxwebûnê here. Di çarçoveya pirojeyeke abûrî cihanî de dewletên kargêr yên berê têk diçin. Rola wan bi dawî dibe û tune dibin. Yan bi şerên navxweyî yan jî, bi awayekî sînorkirî bi şerên ji derve.
Dinya hêdî hêdî bi tevnek ji deriyên aborî yên deryayî yan jî bejayî bi hev ve tê girêdan. Ji Fenzûela heta Somalîland, Ji Hindistanê heta Heyfa û Geza, ji Sangazûr heta deriyê Dêrsimê û Rojava, ji rêya Daud ku Başûrê Sûrî (dewleta Başan) di ser Rojava û Başûr re heta bi Rojhilat û her weha deriyên din tevneke ji agir li derdorê gelek dewletên kagêr tê rêsan, di nav van dewletan de Tirkiya û Iran û gelek dewletên ereban cihên sereke digirin. Ji ber ku rola van dewletan bi dawî bû. Ev dewlet derdikevin derveyî pergala aborî ya cîhanî ku tê neqişandin. Hêzên ku li dijî vê pergala abûrî rawestin yan jî bibin kelem bi hesanî dikarin têk herin, çi dewletên mezin û bi hêz bin û çi pêhateyên bihêz bin, tu cudahî tune ye. Gelo ev dewletên bixwe ku tên avakirin dê bibin dewletên resen? Di serî de, na ew bi xwe jî dewletên kargêr in lê dikarin bibin resen û cihê xwe di pergala cihanî de bigirin.
Dewletên kurdî yên bixwe ku bên avakirin çawa dikarin bibin dewletên resen? Yan jî dewletên ku di nava pergala cihanî ya nû de cihê xwe bigirin?
Divê em berî her tiştî pergala nû nas bikin, divê em bizanibin em ê çawa li aliyekî bikevin xizmeta vê pergalê û li aliyê din çawa wê pergalê bikin xizmeta xwe, yanî bi awayekî din bibin hevparê pergala nû. Di bingeha xwe de ev pergala nû tevnek ji rêyên aborî, deryayî û bejayî pêk tê, navenda rêvebirina wê Israel e. Rêyên aborî ji her cihî tên Israêl û ji wir, bi çûn û hatin li dinyayê belav dibin. Kurdistan bi xwe navendeke bingehîn e û dibe girêbendek ji wan rêyan. Ev rê divê bên parastin? Lê çawa?
Dewletên bixwe ku tên avakirin, wek dewletên kargêr çi serbixwe, çi konfederalî û çi federalî amdekirineke ji bo guherîna sînoran. Ji bo ku ev dewlet bibin dewletên pergala cihanî ya resen divê wan rêyên di sînorên xwe de, parastî û aram bihêlin. Di bingeha vê parastin û aramiyê de, di serî de divê ew gel xwediyê felsefeya avakirina dewletê bin. Ev felsefe ne tenê girêdayî hêza leşkerî ye. Ji ber ku çeka bê hizir dikare xwediyê xwe tune bike. Hişmendiyeke bilind, aboriyeke bihêz, yekîtiyeke tund û aşîtiyeke navxweyî gerek e. Di serî de jî, tunekirina hemî idiologiyên tundrew, dînî yan jî siyasî. Bi awayekî din hemî ideologiyên dînî, netewî, siyasî û yên din yên tundrew nemînin da ku rêyên aborî bi awayekî aram û xweş biherikin, bê tevîhevî û kaus.
Gelo em kurd amade ne bibin dewletek di pergala cihanî de?
Ez bawer dikim ku manîfestoya birêz Öcalan hema di wê rêyê de hatiye. Dûrketina ji hizirên netewî yên regezperest, dûrketina ji hizirên markisî, rola jinê, pejirandina bihevrejiyanê li ser bingehên jihev cuda û her weha avakirina hêzên leşkerî û gavên baş ber bi yekîtiya kurdan ve.
Ev hizir hîn karekî baş jê re divê ku di çarçoveya giştî de pêş ve herin û baş bên têgihîştin û gelê kurd bigihînin hişmendiyeke mezin daku nasnameya kurdî ji astengî û kirîzan rizgar bike.
