TOBEYA NESÛH
Nesûh hebû dewrê berî
Xwediyê wechek enwerî
L' hevhatî bû xortê ciwan
Kêlqamet bû wek ta rihan
Kose bû ew şibhê jinan
Hem l' xwe dikir libsê jinan
Tellaqî kirbû bo xwe pîş
Jin ber desta dibûne şîş
Hemaman da dikir ev kar
Lê kes nedikir jê fikar
Talib dibûn ji dûr û nêz
Xwirthogeç bû nav bira pêz
Bi vê terzê gelek hêsan
Dest ve dihatin ramûsan
D'hatin ber dest çi gerdenzer
Rûsipî him dêmê qemer
Lêv kaxedên diranmircan
Vedizelan li her kuncan
Rêzêda bûn l 'ber ava germ
Çeq tazî bûn tinebû şerm
Ne dizanîn Nesûh mêr e
Nîşê didan jor û jêr e
Dûşişt serê wan yek û yek
Qet jê ne d'birin şibh û şek
Digirtin wa reqs û semah
Ta bigre keçên padişah
Dil diket xwezaya bihûşt
Gava laşê jinan dişûşt
Xweş dihûnand bisk û kezî
Mest dibû wek marê tezî
Salan dewam kir vê lewnê
Rokî hişyar bû j'vê xewnê
Ji kirnê xwe bû poşiman
Levzek fesîh anî ziman
Got : Min tobe ji vî karî
Neçim hemaman yek carî
B'rastî tobe ne ji dil bû
Dîtna qîza dilda kul bû
Ew şehweta li dil serdest
Wek zamahra Nesûh digest
Dikir bêriya reşkakul
Sipîsingên te'm bi kakil
Nefsa xeddar lê nebû qam
Karê xwe wî kir berdewam
Eyamek borî di navbeyn
Dîsa tobe li xwe kir deyn
Qest kir çu cem şêxek meşûr
Derdê xwe jê re got bi kûr
Got :Ji bo min tu ke nîda
Qedrê te pire l'ba Xweda
Ev şehweta dil da zûhur
Wek masiya xisti me tor
Şêx civata Nesûh vema
Dest wî rakir erş û sema
Got :Ya Rebbê bê cihmekan
Ser 'alemê tû yî xaqan
J'bo vî ' ebdî be alikar
Felat bike ji tengîzar
Hingav ji şêx xwest wî xatir
Riya mal girt şeng û şatir
Hat mal raza lê bû sibe
Avêt pijguh şêx û tobe
Çibke nika dev jê berde
Hatye l'ber çavê reş perde
Demek bi zû hilda wî tas
Hatin dîsa biyanî , nas
Keça padişah da derî
Digel wê carî û zerî
Hebû guharek li guha
Qaşmercanekê pir biha
Qaş ji guhar ket wê demê
Qalka xalî ma li cem ê
Pir lê geran nebû diyar
Keçka lawîn ma hustuxwar
Gotin jin bila bêne nêz
Temamê wan bikevin rêz
Tev yek û yek bêxin kiras
Li wa bigerin bê libas
Gava Nesûh bihîst ev deng
Kete nav dil ar û peleng
Sirra mezin bit eşkera
Xelas nabe b'zêr û pera
Kete tirsa canê şirîn
Herdû çeşman berda girîn
Got: Ya Xaliq tû yî Settar
Pir mehzûn im û hem neçar
Ger tû nebî li min delîl
Li nav 'êlê dê bim zelîl
Şerma dinê ya Rebbê jor
Xerabtir ji ezabê gor
Tu xelas ke j'vê zehmetê
Tobedar im heta hetê
Xweda nîşan da mû'cîzat
Ji tengasî ew kir azad
Berî camêr mabû yek kes
Nişka ev deng bihîst herkes
:Mizgîn li we min dît mercan
Nexe Nesûh ! libs û kincan
Ji bo Nesûh çi xweş seda
Felat bû can ji gor heda
Nema xem dil bûne goşad
Tilîlî rabûn semawat
Ji şahiya girtin dîlan
Xoxan li paxlan kir hêlan
Reben mabû şaş û heyret
Çawa xelas bû ji zûlmet
Recfekê girt ling ,kab û pa
Çû secdê nav bû dû ta
Pir bi nazî kirin gazî
Ew jinên ûryan û tazî
Gotin :Nesuh nemîne dûr
Ey lîfikvana pir meşûr
Keça padşah amade ye
Tas û lîfka te hewce ye
Pir hûner î bi karê xwe
Qurban vede tu zendê xwe
Bihûne kezî û biska
Lêwerke 'ember û miska
Da xwe rabû li ser piya
Ew xortê wek jinan xuya
Bê pêjin girt riya derî
Li pey xwe êdî nenêrî
Matmayî man ehlê hemam
Ji wê sirrê man bê 'ilam
Ev bûyer bû derbûmesel
Çi xweş we'ze ji bo ' emel
Rehma wî pir hingî bê bes
Na'enire Xweda ji kes
Derî vekirî her midam
Ji bo tobê heta qiyam
Ji Nesuh tu ne kêmî Mem
Gunehkarek her terkexem
Aqil nagrî j' mu'cîzatan
Hem keramên welîzatan
Nefsa te jî hertim Keya
Şahsuwar e tu l'pê peya.