
Tirsa monîzmê ji ramana azad
Mahabad Felat
Her tişt bi ramanekê dest pê dike. Monîzm, ew raman e ku dibêje tenê yek rastî, yek ol, yek netew, yek serok pêkan e. Ew di serî de wekî lêgerîna hevsengiyekê xuya bike jî, di rastiya xwe de jahr e ji bo azadiyê. Lewre ramana monîst pirrengî, cudahî û ramana azad wekî tehdît û metirsiyekê dinirxîne, loma jî pêdivî bi xweparastinê dibîne. Zeviya monîzm bikaribe xwe li ser şîn bike û bijîne, li ser wê zeviyê rê û cî ji ramana azad re namîne.
Ramana azad mezintirîn tirsa monîzmê ye. Ne ji ber ku ramana azad bi serê xwe metirsiyek e, lê ji ber teqeziyê têk dibe. Ji ber, yên desthilatdariya xwe li ser yek rastiyeka bi tenê -olî, siyasî, yan jî bîrdozî- ava kirine, her lêpirsînek dibe derzek li bingeha desthilatdariya wan. Raman bi xwe êdî dibe wekî şoreşekê. Loma ku ji bo ewlehiya desthilatdariyê, divê ramana azad were tepisandin, fetisandin.
Ev rastî di hemû hukûmet û dewsthilatdariyên dewleta tirk de hatine dîtin, herî zêde jî di van 20 salên dawîn ên desthilatdariya Recep Tayyip Erdoğan de, ku dewletê bêtir bir ser xeteka monîstîk.
Tenê yek nasnameya neteweyî heye – Kurd, an rengên din, wekî cudaxwaz têne dîtin.
Tenê yek ol heye – nirxên sekuler û her rexneyeka li ser olê, wekî tehdît têne morkirin.
Tenê yek serok heye – her gotin û rexneyeka li dijî ”serok”, ji aliyê rojnamevan, helbestvan, nivîskar an hemwelatiyek ji rêzê bê kirin, bi cezayê zîndanê re rûbirû dimîne.
Rewşa rojnamevan û nivîskarê swêdî Joakîm Medîn, mînakeka vê rastiyê ye. Medîn, ji ber nûçeyên xwe yên derbarê rewşa kurdan û dewleta tirk de, li Tirkiyeyê hatiye zîndankirin. Lewra belgekirina wî ya rastiyan ne wekî rojnamevanî lê wekî pêlêkirina ewlekarî û pergala desthilatdariyê tê nirxandin. Ev kiryar bi Joakim Medin re bisînorkirî nîne bêguman, lê ev kiryar, sembola hêrsa dewleta tirk a li dijî raman û dengên serbixwe ye.
Monîzm ne tenê bi zilm û zordarî tê, lê gelek caran di bin rûpoş û drûşmeyên mîna yekîtî, biratî, serbilindiya neteweyî de jî, bi dizî dikeve nava jîyana civakê. Lê xala wê ya dawîn her tim yek e. Kontrola li ser ramanê, tirsa axaftinê, daxwaza bêdengiyê.
Fîlosof Karl Popper derbarê vê mijarê de wiha hişyarî dide:
"Heke em xwe ji lêpirsînan dûr bikin, em ê azadiya xwe wenda bikin; ne bi saya şidet û zordestiyê lê bi saya dogmayan.”
Isaiah Berlin jî vê bibîr tine:
"Azadî her gav bi şer nayê kuştin, lê gelek caran di nav teqezî û ewlehiyê de difetise.”
Em dikarin çi bikin?
Nivîskar, rojnamevan, ramanwer, parazvanên mafên mirovan, berpirsyariya herkesên ku bawerî bi hêza gotinê anîne heye. Normalîzekirina ahenga zimanê desthilatdariyê divê neyê pejirandin. Li ser navê kesên hatine bêdengkirin divê em dengê xwe bilind bikin. Divê em platforman vekin, dengên li sirgûnê ne biparêzin, sûîstimalan belge bikin û bi biryar û xurt bidine zanîn ku azadiya ramanê ji her cure bazar û bazariyan re girtî ye.
Rêxistinên wekî PEN, Rojnamevanên Sînornenas û Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan, xwedî rolên grîng in. Ew dikarin li seranserê cîhanê bi hevkarî tevbigerin û divê vê bikin jî. Ne tenê bi protestokirinan, lê bi avakirina deverên ewle, derfetên weşan û danezaniyê û pêkutiya li ser desthilatdariyan.
Gava hêz û desthilatdarî daxwaza yekdengiyê kir, em ê bi pirrengiyê bersivê bidin.
Gava desthilatdar doza bêdengiyê kir, em ê dengê xwe bilind bikin.
Gava raman were tehdîtkirin, erka me ye em bêtir biramin.