1. Tekst

  2. Gotar

  3. Hesen Harrani
  4. Xwê û Elîyê Kurê Mitalib
Xwê û Elîyê Kurê Mitalib,xwê,û,elîyê,kurê,mitalib

Xwê û Elîyê Kurê Mitalib

A+ A-

Hasan Harranî

Efsaneyên li ser Elî yê kurê Mitalib dişibin efsaneyên mêrên Sêwregîyan.
(Biborînin pênaseya Sêwregîyan ne îcada min e. Bila Sêwregî li min sil nebin)


Elî kesekî cahil, nexwendayî bûye. Xuyaye ku di derheqê wî de gelek gotin û wecizên ku li ser navê wî tên gotin ew jî wek kesayetîya wî dibe ku efsanebin. An jî dibe ku ji jîyana xwe ya bi gelek tengezarî têgihiştîye û wan gotinan wek encamnameyekî serpêhatîyên xwe gotîye.


Serpêhatî û tecrûbe carinan mirov dike alim jî. Zanebûn û ew gotinên ku di derheqê Elî de tên gotin dibe ku encamên van tiştên me gotîye be.


Lê ev rastîyek e. Elî ne mirovekî hezkirî bûye. Her mirovên demên pêvajoya şoreşê di dema pêvajoya şoreşê de tên hezkirin û kesên şoreşê birêve dibin mihtacê van kesanin. Ev kes kesên mîna Elî tûnd, bihêz û wêrek in. Ji ber van xisletan Elî, di demên pêvajoyên şoreşê de miheqqeq hatîye hezkirin. Ev nayê înkarê. Lê mixabin rûyê şoreşê yekî din jî heye ku, ger kesên bi rewş û mercên  pêvajoyên şoreşê hatine teçşekirin xwe neguherînin ne tên qebûlkirin û ne jî tên efûkirin. Van teqez bûne qurbanên şoreşê. Şoreşên di dîrokê de bi van mînakan tije ne. Elî jî di demên pêvajoyên şoreşê de bê nîqaş hatîye hezkirin û ew berçavê Mihemmed bûye. Û di wê demê de Mihemmed li ser Elî gelek gotinên erênî û baş jî gotîye. Lê mixabin ev rewç di dema pêvajoyên aştîyê de xuyaye ku guherîne û Mihemmed bi nerazîbûnekî sergirtî li Elî nihêrîye. Ev rewş ne tenê ji hêka Mihemmed ve rûdaye. Ya rastî ev nerazîbûna Mihemmed jî ji hêla derdorên din û bi zext û gotegotên wan hasil bûye. Sedema din jî mentiqê baqîyetê û berdewamîya aştîyê ye. Ji ber van sedeman xezûrê wî, pismamê wî û Resûlê wî Mihemmed bi xwe di demên dawî de ji Elî aciz bûye û xwestîye zû ji jîyanê he re. Fatîma li gorî temenê Elî biçûk bûye.


Lewma ji ber van sedemên ki me li jor dîyar kir Mihemmed xwestîye ji Elî xelas bibe. Lewma tim xwestîye xwêh bixwe. Ev tewsîya Mihemmed ji Elî re ku jêre gotîye her êvaran (bi qasî du-sê giramî) xwêh bixwe, du tiştan bi me dide zanîn. 1- Elî mirovekî ne zêde zana bûye li ser gelemperîya jîyanê. 2- Mihemmed xwestîye zû ji jîyanê here û jê xelas bibe.


Xwê tiştek gelek bi zirar û xisare jibo jîyan û tendiristîya mirov. Baş e çima Mihemmed tiştekî wiha xwestibe? Du îhtîmal hene. Dibe ku ev daxwazekî Qureyşîyan be.


Me got her şoreş serê zarokê xwe dixwe. Şoreşa Îslamê jî serê zarokê xwe bi awayekî dijwar xwarîye. Heta şoreş çênebûbû Elî alîl û delîlê Mehemmed bû. Lê piştî Qureyşî neçar man û bîadê Mihemmed kirin Elî bû mebesta wan ya herî pêşî ku ji holê bê rakirin. Lewre Elî jibo wan astenga açtîya navxweyî bû. Arguman ev bû. Çi rast çi şaş armanc li ser van argumanan dimeşîya.


Her tifaq û lihevkirinek bi xwe re gelek guherîn û qurbanîyan tîne. Bîadkirina Qureyşîyan di rastîyê de destpêka guherîna şoreşa Îslamê bû. Îslam bi bîadkirina Qureyşêyan duqat-sêqat xurt bû li Mekkê û gelek deverên derdora Mekkê.


Mafê Qureyşîyan çêbû ku ew jî îddîa bikin ku di vê xurtbûn û firehbûnê de donê wan jî heye û di gelek hêlên serkidekarîyê de bibin xwedî maf. Her wiha vî mafî xwestin û gelek mirovên wan bi vê serkeftinê di nava serkirdekarîyê de cî girtin. Nûnerê Qureyşîyan li pêş Muawîye xuya bike jî li pişt perdê gelek mirovên wan hebû êdî. Neqebûlkirina daxwazên wan ku ji hêla Osman û piştre Mûawîye ve qebûl nebe ne mimkun bû. Heta Mihemmed li jîyanê bû Qureyşîyan dew û doza mal û milkê ku Mihemmed ji wan girtibû û bexşê dara dewletê kiribû nekirin.

Lewre Qureyşî mirovên zana û cîhandîtî bû. Serkirdenas bû. Çerx û dewra serkirdetîyê çawa dizivire û çawa tê bi destxistin baş dizabîbû. Ger  di qadê de bibinbikevî israrkirina şer nîne û ehmeqîye. Jibo vê yekî bîadkirin û kelayê ji hundirve fetihkirin prensîba herî aqilaneye.


Qureyşîyan jî vê prensîbê esas girtin. Jibo demekî dirêj stratejîyekê ji xwe re esas girtin. Prensîb ev bû: Bi Mihemmed û mirovên wî yên xas re xweş derbaskirin, di nava serkirdekarîyê de di her warî de cî girtin.


Qureyşîyan vê stratejîyê bi awayekî gelek serkeftî meşandin û di demekî kurt de di gelek cî de bicî bûn. Her wiha bala Mihemmed û hevalên wî tim ji qada navxweyî dûr xistin û tim bala wan kişandin ser cîyên ne kifşkirî, cîyên nebidestxistî.


Yanî dixwestin fetîhan bikin. Lê Mihemmed aqil bû vê yekê zêde rast nedidîtin. Lewre ji nava xwe ditirsîyan. Îhtîmal bû ku di van seferan de gelek hevalên xwe yên xas bi dek û dolabên cur be cur wenda bike û tenê bimîne. Lewma jî destûr neda van daxwazan.


Lê baş dizanî bû Mekkeyî û Qureyşî ji Elî heznakin. Heya Elî sax bû nabeyna Qureyşî û Mihemmed jî zêde baş nedibû û di her firsendê de Qureyşîyan sedema vê yekê Elî nîşan didan. Êdî ev şîkayet û nerazîbûn êdî ewqas hatin radeyekî ku Mihemmed jî ji Elî aciz bûbû û ji ber ku êdî kal bûbû neçar ma bi Qureyşîyan re bêtir baş derbas bike. Dibe ku ew jî xwestibû nigekî zû ji Elî xelas bibe ku ev metoda xwêdayînê ceriband.


Wekî me li jor jî got Elî kesekî nezan, xwedî metodên tûnd û mihefezekar bû. Ji ber vê yekî Qureyşîyan ji Elî heznedikir. Elî girêdayîyî prensîbên şoreşê bû. Ji pêvajoya aştîyê re ne miseîd bû. Piştî wefata Mihemmed şûrê Qureyşîyan li hember Elî bi lez tûş bû. Pêşî Qureyşêyan alîgirên Mihemmed û yên Elî yeko yeko ji holê rakirin. Elî ji hêla sîyasetê de ne xwedî ferasetekê xurt bû. Bi gorî Qureyşîyan Elî qesab bû. Ew mirovekî destbixwîn, qesab û qatil bû. Di nava miletê Mekkê de bi sedan efsaneyên nebaşîyê di derheqê Elî de digerandin. Ev jî dibû sedema ji çavketina Mekkeyîyan ya Elî. Elî hêdî hêdî tenê diman û qad lê teng dibû. Bi dehflêdana Ammar Fatîma dimire lê deng ji Elî dernayê. Alimê Îslamê sankî tenê Xelîfa hatine kuştin dizanin. Lê ev ne rast e. Heya pêşîya van cînayetan gihaşt Xelîfan bû êvar. Heta dor hate Xelîfan gelek mirovên durist û dilsozê şoreşê bi cînayetan û bi komployan hatin kuştin. Şoreşa dijber bi van cênayetan temam bû.


Pêvajoya şoreşa dijber pêşî bi beşa ji holêrakirina zarokên şoreşê temam bû. Lê ev ne çareserîya armancê bû. Hêlên îdeolojîk hîna li pîya bû û îhtîmal hebû ku piştî zanebûna civakê disa civak xwe bi qeweta wê îdeolojîyê yanî bi qeweta wê olê xwe komî serhev bike û dîsa şoreş çêbike. Ji ber tirsa vê îhtîmalê demildest bi amedekarîya amedekirina olekî li gorî xwe kirin. Elî vê hemleyê baş didît lê mixabin neçar bû û di Mekkê de ti hêzekî wî tine bû ku pê pêşî li van hewldanan bigire. Elî neçar ma ji Mekkê revîya û xwe avête bextê Kurdan, Faris û Durzîyên Kûfeyê. Kurd Faris û Durzî û gelek kêmnetewên din ji xwe ji barbarî û talanên Erebên Mekkê tijebûn. Elî bi ew tûndravîya xwe jibo wan wekî rizgarîyê bû. Lê Elî nezan, xam û bêferaset bû. Ji sîyaset û sazîmanîya civakî fam nedkir.  Xanedana Emewîyê Qureyşî guherîn û jinûve sazkirina ol û dewleta xwe jibo çêbikin dest bi pêvajoyek nû kirin. Ev pêvajo hinek direj dewam bike jî bi hemleya şerê nabeyna Mûawîya û Elî bi dawî bû û Mûawîye li hember Elî serkevtina xwe bi dest xist.


Gotinên miftehî :