1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Xwenasîn û Rêya Kamilbûnê
Xwenasîn û Rêya Kamilbûnê,xwenasîn,û,rêya,kamilbûnê

Xwenasîn û Rêya Kamilbûnê

A+ A-

Mahabad Felat

Xwenasîn yek ji karên herî dijwar û girîng ên jiyanê ye. Ji bo wê hişmendiyeka kûr, wêrekiya lêpirsîna baweriyên xwe û dilxwaziya hemêzkirina hêz û qelsiyên xwe, divêtiyek e. Gelek kes bêyî ku bi vî awayî bi xwe re rû bi rû bimînin jiyana xwe derbas dikin û ji ber vê yekê jî, di nav qalibên tertgirtî yên ji aliyê tirs, norm û bendewariyên civakî ve têne birêvebirin de, asê dimînin.

 

Xwenasîn ne tenê rêwîtiyek bi serê xwe ye, lê xwe di asta kollektîf de jî nîşan dide. Dikare bê gotin ku mirovahî di serdema xwe ya balixbûnê de ye. Ev serdem, di qonaxên xwedî enerjiya hêzdar, veguherîner û carinan jî wêranker de derbas dibe. Ev serdemeka xwedî potansiyelên mezin e, lê di heman demê de bi metirsiyan jî dagirtî ye. Ev serdemek e ku mirov li nasnameya xwe digerin, avahiyên kevn didin ber lêpirsînê û hewl didin hevsengiyeke nû di navbera kevneşopî û pêşkeftinê de bibînin.

 

Wekî astengiya li ber pêşkeftinê, tirs

Yek ji astengiyên herî mezin ên li pêşiya pêşveçûna mirovan tirs e. Tirsa ji guherînê, tirsa windakirina kontrolê, tirsa ji nenasînê. Ol û pergalên ramana dogmatîk jî, hêza xwe ji vê bi dest dixin. Ev ji destpêka wan ve jî her wisa bûye. Xwe li ser pirs û tirsên mirovan şîn dikin. Dema tirs rê dide ber mirovan, mirov bêtir xwe nêzî bersivên hêsan dikin û xwe bi tiştên dinasin ve bêtir girê didin. Bi van re jî mirov, her tiştên li dijî pêşdarazîbûnên wan in, red dikin.

 

Lê pêşkeftina rastîn wêrekî divê. Wêrekiya pirs û lêpirsînê, ya guhartin û çîptazî dîtina cîhanê divê. Pejirandin jî wêrekî divê. Lê li cîhana tirs lê serdest e, tovê pejirandina rasteqîn tu carî şîn nabe.  Ji ber vê yekê, divê em biwêrin bi tirsên xwe re rû bi rû bimînin û avahiyên ku bi tenê ji bo parastina statukoyê hene, bidine ber lêpirsînan.

 

Di xwenasîn û pêşketinê de rola xwezayê

Mirov her ku diçe xwe ji xwezayê dûr dixe û bi vî awayî ji xwezaya xwe jî bi dûr dikeve. Li şûna di cîhana em parçeyeka wê ne de, li hêvî, aramî û rêberîkirinekê bigerin, ji bo em bikaribin hebûna xwe rave bikin me raman û pergalên razber afirandin. Lê xweza bi xwe mamosteyê me yê herî mezin e. Di kevneşopiya kurdî de têgînên Xweza û Xweda hene, ku her du jî tên wateya "xwe dide, xwe diafirîne". Hemwatebûna van her du peyvan, bi têgihiştineke kûr ve girêdayî bi peş ketiye û ev kûrahî bi me dide zanîn ku ev rastiyên jîyanê û yên ”xwedayî” ne, ji derî me ne, lê beşek ji me, ji heman hebûna bingehîn in.

 

Ger em careke din berê xwe bidine xwezayê - hem xwezaya xwe ya hundurîn û hem jî ya em di nav de - em dikarin çavkaniyên domdar û ragirbar ên wate û têgihîştinê bibînin.

 

Ji bo guherîneka rasteqîn, pêdiviya bi krîzekê

Dîrok nîşanî me dide ku guhertinên mezin pir kêm caran bêyî êş û alozî rû didin. Di pêşketina mirovahiyê de, beriya mirovahî ji bo gaveka din amade bibe, bi piranî divê krîzên kûr bijî û jê derbas bibe. Ev rastiya trajîk, timî xwe di dîroka mirovahiyê de dubare kiriye. Em vê di çarenûsên kesan de jî dibînin ku mirov beriya bikaribin xwe bigihîjînine têgihiştin û veguherîneka rasteqîn, çawa bi piranî neçar dibin di nav karesatan re derbas bibin. Ev ji bo civak û şaristaniyan jî wisan e.

 

Ev têgihiştin hem hêvî dide, hem jî tirsnak e. Ev tê wateya ku guherîn pêkan e, lê di heman demê de bi me dide zanîn ku beriya em bikaribin xwe bigihîjînine wir, em dikarin bi alozî û dijwariyên mezin re jî rû bi rû bimînin. Krîza avhewayê, aloziyên siyasî, krîz û têkçûnên aborî, şer, nezelalî, tirs; ev hemî dikarin wekî nîşanên nêzîkbûna gaveka nû, xaleka nû bêne dîtin. Pirs ev e ku gelo em ê bikaribin li dijî hemû van dijwariyan bi ser bikevin û wê gava nû bavêjin, bi pêş bikevin û xwe bigihejine xala nû ya vê jîyanê? An em ê di nav tirs û mekanîzmayên parastinê yên ku bi tenê pêvajoya êşê dirêj dikin de asê bimînin.

 

Banga hişyarî û çalakiyê

Rêya guherîna rastîn her dem bi kesan, ango ji xwe dest pê dike. Ger em dixwazin mirovatî pêş bikeve û kamil bibe, divê pêşî em ber û bala xwe bidine xwe û têgihiştina xwe. Divê em biwêribin tirsên xwe, şêwazên ramana xwe yên bi dîwar û qalibên hînbûyî ve hatine honan bidine ber lêpirsînan û ji nû ve bi xwezayê û bi çavkaniyên rastîn ên jiyanê ve werin girêdan.

 

Ya herî girîng, divê em têbigihêjin ku her çendî krîz pirê caran dikarin ji bo guhertinên mezin pêwîstiyek bin jî, lê em hê jî xwediyê wê hêzê ne ku biryarê bidin ka em ê bi çi şêwazê bersiva van krîzan bidin. An em ê destûrê bidin bila tirsên me û jihevbelavbûnên me me bi rê ve bibin û li ser me biryaran bidin, an jî em ê wan ji bo pêşerojeka ku dikare bê domandin, wekî katalîzator bikar bînin.

 

Balixiya mirovahiyê wê heta bi hetayê nedome. Ji bo vê yek pirseka bi tenê heye: em ê çawa bikaribin ji vê pêvajoyê derbas bibin?

 


Gotinên miftehî :