1. Tekst

  2. Gotar

  3. Selîm Biçûk
  4. Xweza, dîn, netewe û sînorên çêkirî - 2
Xweza, dîn, netewe û sînorên çêkirî - 2,xweza,dîn,netewe,û,sînorên,çêkirî,2

Xweza, dîn, netewe û sînorên çêkirî - 2

Gelê Kurd ji qedexekirina siyasetê ber bi afirîn û çêkirina wê ve diçe

A+ A-

Selîm Biçûk

Kurd sîmir in, her ku dişewitin ji nû ve ji xweliya xwe zîl didin û tên vejînê


Di pênasîna siyasetê de, her dem ev hevok tê ziman: „Siyaset hunera bicihkirina tiştên pêkan e“ (hunera tiştê mumkin e). Aliyê afirîner yê siyasetê pir caran tê ji bîrkirin yan jî aliyên ku vê yekê didin ji bîrkirin hene. Yên ku vî alî ji bo xwe dihêle, ew bi xwe ne ku siysetê çêdikin, di wê siyaseta çêkirî de, ji bo siyasetmedarekî asa hin tişt pêkan in, hin tişt jî na yan jî bi kêmayî weha xuya dikin. Pir caran jî ew tiştên pêkan ne di berjewendiya siyasetmedar de ne. Eger siyaset hunera pêkanîna tiştên mumkin be, li rûyên din yê siyaset afirîn û çêkirina siyasetê bi xwe heye. Siyasiyên ku li her du rûyê siyasetê bihizirin dikarin tiştên ne mumkin biguherînin tiştên mumkun, her weha ew bi xwe di çêkirina siysetê de rolek mezin bilîzin û di berjewendiya xwe de bi kar bînin.

 

Tiştên pêkan di siyaseta kurdistana dagîrkirî û talankirî de ticaran ji bo kurdan nebûn. Tevgerên kurdî dema siyaset dikirin hin sûd ji nakokiyên nav dagîrkeran de werdigirtin û li ser wan nakokiyan demekê dijiyan, li aliyêkî, li ser pirsa kurdî ew dagîrker hemî yek bûn, li aliyê din ew dagîrker bi xwe nûnerên hêzên navnetewî bûn, bi ferman û hêza wan kurdistan dagîr kiribûn. Gelek serhildanên kurdan li cihên cuda ji Kurdistanê rabûn, lê di cihekî teng de, bê têkiliyên bi kurdên din û dinyayê re berdewam dikirin digihan cihekî û têk diçûn. Serhildana Başûrê kurdistanê yekem bû ku statûyek ji bo kurdan anî, lê tevî wê statûyê jî hîn di metirsiyê de dijî, li aliyekî derdora wê ji dijminan hatiye çeper kirin, rêyên bazirganiyê yên bi dinyayê re bi tevahî li pêş wê girtîne.

 

Piştî serhildanên cuda ku li cihên Kurdistanê rabûn, tevgerek berfireh û kurdistanî derket, ew jî tevgera PKK bû, meydana kurdistanî kir cihê livbaziyên xwe yên tevgerekê ji bo azadiya gelê kurd. Bi banga yekkirin û serxwebûna kurdistanê dest bi rêxistinkirina gelê kurd ya leşkerî û organîzekirina civakî kir. Lê wek herdem hêzên navnetewî û nûnerên wan yên dagîkeriyê bi hemî hêzên xwe û teknolojya xwe li hember vê tevgerê derketin, dewleta duyemîn ya Nato û bi hemî hêza nato bi xwe û nûnerên dagîrkeriyê şerekî bê mînak li hember tevgera azadiya kurdistanê dan meşandin. Di çarçoveya hewqas hêz de, vê tevgerê rêya siyasetê karîbû firehtir bikire. Dema hêza tevgera azadiyê gihîştibû bilinbûna xwe, berjewendiyên navnetewî bi hemî hêza xwe rê li ber girtin. Di encamê de, bi komployeke navnetewî Serokê vê tevgerê birêz Öcalan girtin û birin Tirkiyê, ev 26 sal e di zindaneke derveyî dinyayê de girtiye, ji wê zindanê ew bi xwe ye ku siyaseta Tirkiyê li ser tiliyên xwe digerîne û bandoreke mezin li siyaseta hêzên navnetewî dike.

 

Di ser dewletên dagîrker yên bi sînorên çêkirî sed sal derbas bûn, ew peymanên ku sînorên dagîrkeriyê neqişandibûn hatin dawî, lê pergala cihanî jî pê re xetimî. Divê êdî pergalek nû bê danîn, awayê dagîrkeriyê jî bi tevahî bê guherandin. Ew sînor, ew xêz û şopên mirinê divê dîsa bi xwînê ji nû ve xêz bibin. Hin dewlet dê têk herin, dewletên nû tên avakirin. Hin system têk diçin û hin jî ji nû ve tên avakirin. Li bin avakirina van hemiyan projeyên aborî û kontrolkirina wan heye, ji bo li hevparkirina xêr û bêrên dinyayê hene. Lê çawa ev hemî tên cih? Van hêzên navnetewî hin hêzên ku vî karî ji wan re bikin amade kiribûn, di serî de dîn û neteweperestî. Ji aliyê dînî ve tevgera Ixwan almuslimî ku maka hemî tevgerên sunî yên tundrew e, li hember wê avakirina îranê ya şîyî ku hêdî hêdî baskên xwe li herêmê belav dikirin. Ji bo ku sînoran biçirînin, ev herdu hêzên ku ji 1500 salî ve hev û din dikujin û herdu jî bi fermana xwedê û bi navê xwedê kuştinê dikin. Îranê xwe li Libnan, Filestînê, Yemen, Îrakê û Sûrî û hin cihên din xwe bi çih kirin. Ji bo ku Ixwan almuslimîn bikin dewrê Bihara Ereban dest pêkir, li Tunis, Libiya, Yemen, Misir û heta gihîşt Sûriya û derketina Daiş ji Îrakê. Pilan ew bû ku sînoran rakin û ew xwe bi xwe hev û din tune bikin. Di nav wê pilanê de tunekirina tevgera azadiya kudistanê jî hebû. Ew hêzên ku wan wek terorîst didîtin, çep yan rast, dînî yan jî ne dînî, ev pilan bi navê „hêlîna mozan“ hat naskirin. Daxwaz ew bû ku hemî hêz û kesên dixwazin ji wan xelas bibin di cihekî de kom bikin, hem ew bi xwe hev û din bikujin û di wir de hemiyan bifetisînin. Di wî wextî de, şervanên azadiya kurdistanê bêtir li Îraqê û Sûriyê û Îranê kombûbûn. Rêxistinkirina civakî li tevahiya Kurdistanê û li her deverên cihanê çêkiribû.

 

Civîna êrîşên Daiş li Urden hat pilankirin, ji Îraqê hat xwestin ku silah bi dest wan ve berdin, ji pêşmergeyan hatibû xwestin ku xwe ji rêyên wan bi şûn ve bikişînin. Li mûsilê bi hezaran leşkerên îraqî sîlahên herî li pêş yê Amerîkî bi dest Daiş ve berdan ku hejmara wan dora 200 heta 250 kesî bû. Di şûn de berê xwe dan Şengalê, tevî ku Daiş soz dabû bi ser Herêma Kurdistanê ve neçe, lê hema di êrîşê de berê xwe da Herêmê jî. Pilan komkujiya êzîdiyan bû û pê re tunekirina Gelê Kurd bû û pêkhatiyên din yên Herêmê. Şervanên tevgera azadiya kurdistanê ji Rojava û Qendîl berê xwe dan Şengalê, bi wan re jî  ji hemî perçeyên Kurdistanê û cihên cuda berê xwe dan Şengalê. Pilana tunekirina êzîdiyan di wir de nîvco ma û neçû serî, vê carê Amerîkî jî tevî wî şerî bûn û di şûn de Pêşmerge jî vegeriyan şer. Tiştê balkêş ku serkêşiya êrîşên Daiş û bihara erebî Tirkiyê dikir. Eger em bînin bîra xwe berî wan êrîşan gelek caran Erdoxan digot, rojhilata navîn dê bê guherîn û ez serkêşiya vê yekê dikim. Di bernameyekî Çira TV de, birêz Salih Mislim li ser komkujiya Şengalê weha digot: „Eger dijmin bixwaze miletekî tune bike dê pêşî koka wî tune bike“. Ji komkujiya Şengalê têkiliyên Amerîka bi şervanên tevgera azadiya kurdistanê re çêbûn, lê li aliyekî din dixwest komên çeteyên Tirkiyê yên sûrî bi silah û alîkariyê bihêz bike, lê wan çeteyan tevî sîlahê xwe çûn ba Daiş û gelekan ji wan silahê xwe firotin Daiş, heta şerê Kobanî jî ku Kurd hatin ber tunekirinê jî, serkêşiya Daiş di destê Tirkiyê de bû û herweha serkêşiya pilan û guherînên Rojhilata Navîn dikir. Miletê kurd weha hatibû organîzekirin û bi imakanê biçûk berxwedanek mezin li hembêr Daiş kir. Hêzên navnetewî naskirin ku ev milet dikare hemî pilanên wan têk bibe. Di vê tevgerê de, herkes dikare bibe şervan, civat bi tevahî dibe şervan. Di şerê Kobanî de, berê rêya siyaset û awayê proje û pilanên xwe guherandin. Tevgera azadiya kurdistan bû perçepilanek ji Rojhilata Navîn ya nû. Tirkî bi tevahî ji pilanên xwe dûrkirin û ji nav projeyên xwe derxistin. Ji bo ku Tirkî pêşiya projeyên wan bigire bi leşkerê xwe derbasî Sûrî bû û çeteyên xwe li hember kurdan dan xebitandin û her weha dûrî siyaseta Nato çû ber bi Rusiya ve. Rasterast jî bi Daiş re li dijî pilanên amerîkî ket tevgerê. Bi berxwedan û organîzekirina civaka kurd tevgera azadî ji siyastên lê qedexekirî bû afrîner û çêkera siyasetê bi xwe. Ji bo ku hêzek bibe afrînera siyasetê divê pilan û projeyên hêzên navnetewî nas bike û wan pilanan baş bixwîne û sûdê jê wergire. Pilan û armancên xwe bi wan pilanan re bike yek. Piştî ku kurd bûn aktorên pirojeya Rojhilata Navîn ya nû diviyabû nava xwe asê bikin da dijmin nikaribe bi çi awayî derbasî nava wan bibe. Çi dengê li derveyî karwan bilind dibe divê bikişîne nava xwe ji bo dengê dijmin bilindtir neke. Divê hemî deng li dora berjewendiyên netewî bilind biqîrin û bibin yek. Ji bo vê yekê jî helwesteke netewî yekgirtî gerek bû. Di vê armancê de konferansa Li Qamişlo li dar ket, ev konferans ne tenê ji bo Rojava bû herweha ji bo yekrêziya gelê kurd bi tevahî bû. Serkeftina vî konferansî rasterast li pey banga birêz Öcalan hat û gihîşt qonaxekê. Ev qonax destpêka karekî dijwar bi gelek qubaniyan dikare here serkeftinê. Bingeha vê serkeftinê ji nû ve vejîna hestên netewî yên gelê kurd e ku bi sedên salan di bin pergalên cuda de, bi kotekê dane ji bîr kirin, gihîştiye cihekî ku gelek kurd ji kurdayetiya xwe ketine û ji xwe biyan bûne. Ev babet bi serê xwe şoreşeke herî dijwar e, ji bo pakî û paqijiya kurdaweriyê. Pêşî divê berjewendiyên gelê kurd yên bilind di ser her tiştî re bin. Ji bo pêkanîna vê divê aşîtiyeke navxweyî di nav kurdan de bi cih bibe. Kurd êdî gav bi gav ji kirina siyasetê ber bi afirîn û çêkirina siyasetê ve diçin, ji bo vê jî hişmendiyeke netewî û civakî bilind gerek e.