Yasaya navnetewî û pergala dewletê
Selîm Biçûk
Gelo pergala dewletê bi çi awayî çêdibe? Çi cudahî di navbera dewleteke navendî û dewletek e nenavendî de hene? Çi awayên dewleta nenavendî hene? Ev pirs min dixwest bi awayekî firehtir li gora yasaya navnetewî şîrove bikim. Ji ber ku niha li Rojava tenê pirsa nenavendî tê ziman û gelek kesên ji vê têgînê ne serwext in pir têgînên bi nenavendî ve girêdayî tevî hev dikim.
Dewlet bi du pergalan tê avakirin:
- Dewleta navendî
- Dewleta nenavendî ku pir awayên wê hene: Autonomie, federalî û konfederalî.
Pergala dewletê bi bingeha wê û bi rêxistinkirina desthilatdariyê re heye. Di yasaya navnetewî de, ev jî bi xwezaya têkiliya pêkhateyên dewletê û têkiliya bi dewletên din ve girêdayî ye.
Şîrovekirina qanûnî û destûrî ji her têgînekê re:
- Navendî (Unitary State):
Dewleta navendî dewleteke yekgirtî ye, desthilatên siyasî, yasayî û rêvebirî di destê navendê de ne. Biriyar û derxistina qanûnan di destê navendê de ne, bê ku rêvebiriyên xwecihî xwedî desthilat û azadiyeke siyasî bin.
Sînorên bicihkirina qanûnê:
- Eger rêvebirên xwecihî hebin jî nûneriya dewleta navendî dikin. Dewlet dikare bi rêya qanûnê wê nûneriyê rawestîne.
- Desthilatiya xwecihî tune ye, her weha jî destûreke xwecihî tune ye.
- Di qanûna navnetewî de ev dewlet yek bi tenê ye û bi tu awayî naskirina herêmên xwecihî serbixwe nayê pejirandin.
- Dewleta nenavendî (Decentralized State):
Dewleta nenavendî awayê yekbûna dewletê diparêze (navendî), lê hin aliyên desthilatê dide desthilatên xwecihî yan jî herêmî wek şaristaniyê yan herêman. Armanc ji vê yekê rêxweşkirina pisporiyeke rêveberî yan nûneriyeke siyasî ye.
- Awayên dewleta nenavendî:
- Nenavendiya rêveberiyê: Berpirsiyariya xizmetguzarî û pilankirinê dide desthilatên xwecihî bê ku desthilat û aliyê yasayî bide wan.
- Nenavendiya siyasî: Encumanên xwecihî yên hilbiratî tên avakirin. Mafê wan heye sagonan û awayê rêveberiyê destnîşan bikin. Lê desthilata wan tune ye serxwebûna xwe ragihînin.
- Nenavendiya aborî: Mafê desthilata xwecihî heye ku bûçeya xwecihî û pergala bêşê (bacê) ava bikin.
Sînorên qanûnî yên van nenavendiyan:
- Desthilatdarî dimîne di destê rêveberiya navendî de.
- Divê mafên van rêveberiyan di destûr û qanûnê de zelal hatibin ziman.
- Çênabe desthilatên xwecih karên li dijî destûrê bikin.
- Xweserî (Autonomy)
Rêveberiya xweser awayekî pêşketî ye ji nenavendiyê. Mafê herêmekê teqez dike ku ev herêm xwedî xwezayeke netewî yan jî xwedî çandeke taybetî ye. Ev maf bi berfirehî rêveberiya xwe ya hindurîn xurt dike, lê saziyên desthilatê yên mezin dimînin di destê dewleta navendî de wek balefirgeh, deriyên sînor û parastina sînorên welat.
Awayên xweseriyê:
- Xweseriya rêveberî: Rêveberiya herêmekê dike bê ku qanûnek wê taybet hebe.
- Rêveberiya Yasayî: Mafê wê rêveberiyê heye ku qanûneke wê teybet hebe, lê di hin babetan de.
- Rêveberiya dadmendî: Mafê wê heye ku dadwerên wê taybet di herêmê de hebin, lê di hin babetan de.
Sînorên qanûnî yên xweseriyê:
- Têkiliyên derve, parastin û desthilatdariyê di destê dewletê de dimînin.
- Ew têkilî bi destûra dewleta navendî ve girêdayî ne.
- Kêmkirin û piraniya mafên xweseriyê bi yasaya giştî ve girêdayî ne.
- Federalî (Federalism / Federal State):
Pergala federalî pergaleke ku dewlet ji gelek perçeyan pêk tê. Wek (parêzgehan, herêman û komaran, …). Her yek ji wan xwediyê desthilatdariyeke hindurîn e û destûreke taybet e. Lê hemî hevparên destdhilatdariyeke bitenê ji aliyê derve yanî dewletên biyanî.
Xisletên dewleta federalî:
- Hebûna destûreke federalî ku mafên herêman li hevpar dike.
- Li her herêmeke federal perlemaneke xwecihî heye û dibe ku dewletek jî hebe û her weha pergaleke dadweriyê jî heye.
- Li hevparkirina desthilatdariyê: Parastin û têkiliyên derve dewlet birêve dibe lê perwerdeyî û tendirûstî dibe ku herêm birêve bibin.
Sînorên yasayî yên federaliyê:
- Çênabe herêmên federal bi serê xwe serxwebûna xwe ragihînin.
- Têkiliya herêman bi destûra federalî ve girêdayî ye. Li gora wê destûrê nakokiyên herêman û navendê tê çareserkirin.
- Di qanûna navnetewî de, dewleta federalî dewleteke yekgirtî ye û xwedî desthilat e, nûneriya wê dewleta federal dike.
- Konfederalî (Confederation)
Konfederalî têkiliyeke hevkariyê ye, di nav gelek dewletên serbixwe û xwedî desthilat. Di nava xwe de li hev dikin ku di hin babetan de têkilî hebe wek parastinê yan jî siyaseta derve bê ku serxwebûna xwe ji dest berdin.
Xistetên dewletên konfederalî:
- Her dewletek xwediya kesayetiya xwe ya qanûna navdewletî ye.
- Biriyarên van dewletan bi tevahî tên girtin û ew dewlet ne mecbûr in bi wan biriyaran.
- Desthilatdariya rêvebirinê ya bihêz û yekgirtî tune ye.
Sînorên qanûnî:
- Her dewletek ji konfederaliyê dimîne xwediya desthilatdariya xwe ya tevahî.
- Her dewletek ji wam mafê wê heye her kêlî ji konfederaliyê xwe vekişîne.
- Di konfederaliyê de gelekî (milet) bi tenê tune, gelek gel tê de hene.
- Dewleta konfederalî di qanûna navnetewî de wek dewletek rastî nayê dîtin.
Di pergala avakirina dewletê de, yasaya navdewletî pir caran rê li pêşiya pergalên nenavendî xweş dike da ku xwe bigihînin konfederaliyê. Di bendên serdestûrî de, çiqas mafên siyasî, leşkerî, aborî û yên din fireh û bilind dibin ew nenavendî xwe digihîne sînorê konfederaliyê û dikare bibe derfetek ji bo serxwebûnê. Ev alî di xweseriyê de bêtir dikare bibe awayekî heta radeyekê serbixwe û azad. Di xweseriyê de li ser bingehên netewî û çandek taybet maf tên destnîşankirin. Di federaliyê de bêtir li ser gelê yeknetew û çand tê rawestandin.
