1. Tekst

  2. Gotar

  3. Îbrahîm Seydo Aydogan
  4. Derew û Virrên Rojnamegerên Me Nirxandinek Li Ser Çapemeniya Azad û Bûera Şingalê
Derew û Virrên Rojnamegerên Me Nirxandinek Li Ser Çapemeniya Azad û Bûera Şingalê,derew,û,virrên,rojnamegerên,me,nirxandinek,li,ser,çapemeniya,azad,û,bûera,şingalê

Derew û Virrên Rojnamegerên Me Nirxandinek Li Ser Çapemeniya Azad û Bûera Şingalê

A+ A-

Îbrahîm Seydo Aydogan

Çapemenî karekî engaje ye. Erê, li ser bidestxistin û belavkirina agahiyan e; lê belê di nava agahiyên bidestxistî de, kîjan li hesabê rojnamegêr were, ew wê dide, wê agahiyê bi pêş ve derdixe û li gorî fikir û îdeolojiya xwe an jî li gorî hesabê xwe û koma xwe ya siyasî nirxandinekê li ser dike. Ev yek dikare bandorê li ser girseyan bike. Lê ji bo vê jî, divê xwe bigihîne wan girseyan.

Ji ber ku her kes li heman televizyonan nanihere û heman rojname û malperan naxwîne, tora civakî ya înternetê di vî warî de bûye qada hevpar. $errê herî mezin li vê qadê tê birêvebirin.

Di vê qada hevpar de, qaîde û etîk nîne. kî karibe bi kê! Kesên ku heta nuha xwe ji her ti$tî re kerr kirine, rojekê tiştekî te neecibandine an jî nirxandin li ser nekiriye, dikarin ji nişka ve mudaxale bikin, bi taybetî jî gava ku keysê bi dest bixin. lewma, divê mirov hişyar be û nehêle ku nîskek bibe gîsk û ji bo kêçekê lihêfek were şewitandin. Ji ber ku ew kes xwe didin bende mirov.

Di vê dewra me de ku agahî zû belav dibin, lê her weha zû jî kevn dibin, rola çapemeniya dîtbarî girîngtir dibe. Wêneyekî ku ji filîmekî amerîkî hatibû girtin, di $errê Israîl û Filîstinê de çend roj berê bûbû wêneyê ku herî zêde hatiye parvekirin: behsa jinekê dikir ku bi bombeyekê ve bûye du parçe an jî zarokekî ku serê wî parçe bûye; lê belê, ew wêne hemû fotomontaj bûn.

îroj di nava çepemeniya kurdî de jî heman kar tê kirin. Milîtanên ser înternetê hene û milîtanên nava çapemeniyê hene ku karê wan dezenformasyon e, yanî bi agahiyên çewt û guhertî an jî çêkirî ve dixwazin propagandaya tevgera xwe bikin an jî antîpropagandaya tevgereke din bikin û berjewendiyeke siyasî jê werbigirin.

Divê were bibîrxistin ku her tevgera siyasî, partî an jî koma îdeolojîk, li gorî xwe hin rêyên agahdariya girseyî ava dike û karê rojnamegeriyê fînanse dike. Her yek ji wan dikarin ji vî karî re bibêjin "rojnamegeriya azad" û "rojnamegeriya murîd". Lewre "azadî" peyveke relatîf e. Di eslê xwe de, yê azad jî murîd e û yê murîd jî xwe azadkirî dihesibîne. Ev her du jî heman tişt in. Rojnamegerê ku ji pê$mergeyan re bibêje "Hûn çima direvin? hûn çima $ingalê naparêzin? we $ingal ji kê re hi$t?" û rojnamegerê ku bibêje "YPG hevalê rejîma Esed e, YPG û hêzên rejîmê mil didin hev û êrîşî DAI$'ê dikin" di eslê xwe de heman karî dikin. Yê ku li ser Facebook û Twitterê dibêje "Ocalan û dewletê li hev kiriye û Kurdistan firotiye" û yê ku dibêje "Hin kes hene ku di jiyana rehet de serokekî di destê dijmin de rexne dikin" di eslê xwe de heman karî dikin û milîtanên îdeolojiyan in. Yên ku derdiketin televizyonên tirk û diavêtin PKK'ê û BDP'ê jî, her çend weke rew$enbîrê kurd, werin naskirin jî, di çarçoveya xwe de temsîl û xizmeta fikra Antî-PKK dikin ku berî her kesî Dewleta TC li piştê ye.

Kesên ku van karan dikin gellek caran weke rojnameger tên naskirin. Karta wan ya rojnamegeriyê hebe jî, mikrofon û teyb û kamera di dest de be jî, ew ne rojnameger in, ew milîtanên fikrekê ne. Ji sifreyekê dixwin û divê xizmeta îdeolojiya wê sifreyê bikin.

Karê ku Rûdaw û malpera Avestayê dike (ji bo PDK'ê), karê ku ANF û Stêrk û Ronahî dike (ji bo PKK'ê û PYD'ê) û karê ku Nefel (ji bo AKP'ê û di dewra açilimê de dest pê kiribû) dike, her divê li ser vî esasî were nirxandin. li Tirkiyeyê Samanyolu TV, Dunya Tv û Kanal 24 û Kanal 7, hemû weke îslamî xuya bibin jî, bala xwe bidinê, hûn ê di cîh de bibînin ku ji heman kaniyê avê venaxwin, lewre xizmeta tevgerên cuda dikin.

Wekî din, her rêxistineke kurdî xwedan malperekê an jî rojnameyekê ye ku bi tenê alîgirên wê dixwînin. Her yek jî heman agahiyê dikare li gorî xwe binirxîne ku mînaka girtina Şengalê ya ji aliyê DAI$'ê ve û veki$îna pêşmergeyan di vî warî de mînakeke weke zêr dide destê mirov. Ji bo hin kesan pêşmerge ji ber DAIŞ'ê reviyaye û xelkê kurd bi destê çeteyan de berdaye; ji bo hinên din jî ev taktîkek e.

Têkçûyin bi xwe xwedan wateyeke mezin e. Hingê pêdivî pê nîne ku rojnameger nirxandinên $exsî bixe nav, da ku bandorê li girseya xwe bike. Gava ku mirov bibêje "xelkê kurd bi destê çeteyan de berdane", ev beş dibe nirxandineke şexsî, lê beşê din jî bi peyva "reviyaye" ve hikumekî datîne ser vekişîn an jî têkçûyineke leşkerî.

Agahiya rastîn di nava van dezenformasyonan de bêqiymet ma: fermandarê pê$mergeyan agahî daye çapemeniyê û gotiye "alîkarî nehatiye û em mecbûr mane ku vekişin, sîlehên giran di destê me de nînin". Ji xwe, em jî dizanin ku hikumeta Kurdistanê sîlehên giran ji Amerîkayê xwestine. Hingê "pêşmergeyên qehreman bê sîleh in". Ewqas qesr li Kurdistanê hatine avakirin, ewqas rê hatine çêkirin, bi hezaran milyoner çêbûne, lê belê sîlehên pêşmergeyan nînin ku li dijî DAIŞ'a xeternak rawestin. (ev nirxandineke şexsî ye). Belkî hejmara wan kêm be, belkî yekîneyên pêşmergeyan xwe bi wan ve negihandine (ev jî nirxandineke şexsî ye). Her hal, pêşmergeyan têkçûyin qebûl kir. (ya rast ev e).

Yanî, qehremaniya ku dibêje "heta gulleya dawîn şerr kir" bi tenê propagande ye; gava ku ji mirov neyê, mirov direve.

Li dora vê bûyera Şingalê, ev şerrê agahiyan û dezenformasyonê, bû sedem ku em careke din jî rewşa xwe bibînin û li ser bifikirin. Şerr êdî ne bi tenê bi dijmin re tê kirin, rêxistin û partiyên kurd, (û bi rêya rojnamegeran ve) pêşmerge û YPG di eslê xwe de li dijî hev şerrî dikin. Ji vê re dibêjin "birakujî" ku îroj bi destê rojnamegeran ve û klavyeşorên ser Facebook û Twitterê ve tê kirin. Hin kes hene ku heger YPG'î hemû ji aliyê DAIŞ'ê werin kuştin jî dilê wan rehet nabe. Dixwazin ku PYD têk biçe, da ku ew li ser mîrasa wê rûnin; weke hin kesên ku ji Ewropayê hesaban li ser mîrasa têkoşîna PKK'ê ya Bakur dikin. Hin kes jî hene ku dixwazin ku DAIŞ bikeve Herêma Kurdistanê û Kurdan serjê bike, da ku keys bikeve destê wan.

Yanî, em hemû pişta DAIŞ'e digirin, ew DAIŞ'a ku çav berdaye namûsa me û ew ê jin û keçên me bixe bin xwe û mêr û zarokên me hemûyan serjê bike. Li Rojavayê weha bûbû û lewma jî xelkê ji YPG'ê û YPJ'ê hez kir. Lewre YPG'ê û YPJ'ê namûsa xelkê me parast. Wê dewrê hêzên din her $errê desthilatdariyê li dijî PYD'ê dida.

Di bûyera Şingalê de, pirr wêne û dîmen hatin belavkirin. Hin helbestvanan, tiştên ecêb dinivîsandin û digotin "pêşmergeyê ku reviyaye, xayin e". Ji Ewropayê gotina "xayin" gellekî hêsan e. Şerr li hember DAIŞ'ê ye birako, ne li hember pêşmergeyan e. Hin kesan digot ku YPG nehatiye Şengalê, digotin ku ev hemû derew in, hin kesan jî digot ku pêşmerge nereviyaye û hwd.

WÊNEYEKÎ CUDA

Lê, li ser Facebookê û Twîtterê ya ku bêtir hate "hezkirin" û "nirxandin" û "parvekirin" ew wêne û dîmen bûn ku pêşmerge û YPG alî hev dikin. Yanî xelkê kurd yekîtiyê dixwaze. Ev agahîya li ser wan wêne û dîmenan û ev hevoka dawîn jî nirxandina me bi xwe ye, lewre tu îstatîstîkên rasteqîn nîn in. We dît? Mirov dikare bi hêsanî bandorê li her kesî bike. We jî di cîh de bawer kir ku her kes yekîtiya her du hêzên kurd dixwaze, ne weha? Na, hûn bi hestên xwe yên kurdayetiyê tev digerin.

Hingê çapemeniya azad derewek e. Di eslê xwe de, yê azad, îroj şexs bi xwe ye.

Di vê rewşê de mirov divê çi bike?

Gava ku we heman agahî li ser du çavkaniyên cuda dît, mafê we heye ku hûn baweriya xwe pê bînin. Heger na, îhtimal tê de heye ku derew û xapandin be. Yê rojnameger agahiyekê bi kêmanî bi du çavkaniyên serbixwe ve dide teyidkirin.

Lê, ma kî serbixwe ye?

Bi taybetî jî guh medin nirxandin û şîroveyên (qaşo)rojnamegeran; guh bidin agahiyan û hûn bi xwe wan bi hev ve girê bidin. Ji ber ku agahî bi xwe ji mirov re dipeyivin û behsa rewşên cuda dikin. Gava ku we dît ku pêşmergeyekî û gerîllayekî YPG'ê xwe bi hev re avêtiye çeperê û pişta xwe dane hev û li hember DAIŞ'ê şerrî dikin, divê kêfa we were ku cengawer hene (ev jî daxwaza me ye). Wekî din, hemû derew in, dezenformasyon e.

5'ê tebaxa 2014'an