Li ser Şevbihorka kek Şemdîn
Şeva dî, 03.02.2011 bernameya hunermednê hêja û rêzdar Şemdînî hebû. Hunermendê me yê hêja Şemdînî vê carê çend dengbêjên bijare ji navçeyek taybetî, ji navça Geverê gazî kiribûn.
Ez bixwe yek ji evîndarên bernameyên kek Şemdînî me û ji şîva şevê derbas bibim, lê ji şevbihorkên Şemdînî derbas nabim. Eger li malê jî nebim, mal da ji min ra bernameyên Şemdînî tûmar dikin.
Lê bernameya vê carê bi rastî jî bernameyek taybetî bû. Mêvanên vê carê hêjayan: Remzî, Evdî, Fehîme, Gulê û çend kesên dî bûn. Lê nav giring nînin, çunku giştî dengbêj û hunermendên me hêja û xoşdivî ne. Belam tişta ku taybetmendî dida vê bernameyê, naverok û rengê curbecur yên istiranan û zimanê van istiranan yê zengîn bû. Naveroka istiranên vê şevbihorkê û mijarên ku wan istiranan li nav xwe da hildigirtin, pirr giring bûn. Li vê bernamê da dengbêjan em digel xwe bi dengên xwe û bi şiroveyên xwe yên hozanane birin nav zozanên Kurdistanê yên bi nav û deng, zozanên wekî: Berçelan, Xenabîs, Feraşîn, çîyayê Sîpanê û carek dî em birin li nav çil û çîya, gelî û geboz, zang û zaxe, raz û şikêr, kevandek û givandek, girik û topik, mêrg û çîmen, kanî û avzêm, tavge û avşurk, çem û rûbaran gerrandin. Me bi dengên wan dengê berf û baran, şilove, gijgijlok, sawarok û tîpî û teyrokê bihîstin û bi guçkî canî ew dîtin. Me bi dengê wan guhdarîya şeqêna avên çem û kanî û rûbaran kir. Şiroveyên wan û zimanê wan hind şîrin û lihevhatî bûn, te digot qay em ne tenê guhdarîya dengê wan dikin, belkî em li ber perdeyek sînemayê rûniştine û dîmen û bînberên Kurdistanê zindî û bi çavên serî dibînin. Dengbêjên me her yekê bi şêweykê kanî yên kurdistanê şirove dikirin. Kanîyên buharî, yên havînî û yên payîzî û zivistanî. Û herikîn û şeqêna avên kanîyan û li hevketina avên çem û rûbaran bi dengên xwe yên zelal û pir kel û coş hanîn ber çavên me. Ewan rewşa çil, çîya, gelî û geboz, mêrg û çîmen, zozan û warên wê navçeya cuwana Kurdistanê bi şeşbendî û heftbendîyên xwe wisan xweşik şirove kirin, ku mirovî xwe li Kurdistanê da seh diki. Dengên wan em digel xwe birin nav kerîyên pez û terşan û me digel wan dengê çeng û zengilên ustuyê nêrîyên pêşengên kerîyan û dengê bilûra şivanan guhdarî kir. Em bi dengên wan dîsan çend kêlîyan paşve zivirîn. Me bi arîkarîya dengê wan meydanên şerrî û çek û rihelên kurdî û cil û bergên meydana şerrî dîtin.
Herdu xûşkên dengbêj bi gerrelawjeyên xwe perdeyek sînemayî ji eşq û evîna kurdewarî û dildarîya xort û xameyên kurd, evîna keça kurd û zor û zulma ku li ser wê yê ji me ra şirove kirin.
Ew şiroveyên wan yên romantîk û hozanane alîyekî, ciwanîya deng û xweşî û şîrinîya ziman û axiftinên wan alîyekî, alîyê dî zengînîya ziman û resenîya peyvan bala mirovî pir dikişandine ser xwe.
Li nav deriyaya peyvên ku ewan bi kar birin, peyvekê pirr bala min kişand. Ew peyv jî peyva „SΓ bû, ku li istirana; „Gerdensîyê ya di golê da“ li serê her serebendê da dupate dibû. Peyva „SΓ navê mirovan nîne. Sî navê baldarek somekar e „avjenkar“ e. Ev baldara baldareke pir xweşkok e û nav û wêneyê wê nîşane û sembola evîn û evîndarîyê ye. Navê baldara „SΓ bi farsî „qû“ bi turkî „kugu“ bi erebî „becee : بجعه „ bi almanî „Schwan“ bi înglisî jî „swan“ e. lê muxabin li gelek pirtûkên kurdî da, yên ku taze derketine, navê wê he bi farsî hatîye nivîsînê.
Serkêşê helbestkarên kurd, Melayê Cizîrê li helbesteke xwe da weha navê wê baldarê diîne:
Nêrgizên qametzumurrud sergiran hatin xeram
Çar etrafan bi ref ref lê bi meş tên SÎ û qaz
Lê ji hemûyê giringtir mirov ji rêkûpêkîya kêş û paşbend û li hevanîna peyên besteyên wan istiran û lawije û lawikan mendehoş dibû. Muxabin kêm helbestkarekî kurd yê îroyîn haya wî/wê ji van cure kêş û paşbend û hevanînan heye. Kêm nivîskarekî/e me yên ku xwe romannivîs û çîroknivîs dizanin dikarin wekî wan dengbêjên me bêy şaşî û çewtî biaxivin û binivîsin.
Ez bi berhaneya vê kurtegotarê bangî wan kesên ku kurdî zimanê wan yê duyeme û xwe nivîskarên kurd dihejmêrin, lê haya wan ji tewank, daçek û ergatîva kurdî nîne û kurmancîyê bi pîvaneya zimanê xwe yê perwerdê dipîvin û dixin nav amana wan zimanan da, bila tenê şeş mehan herin Gever, Mergever, Tergever yan jî Şipîranê, û li gundên wan navçeyan da bijîn û kurmancî baş fêr bibin û paşê bên û navê xwe bi kurmancî lê bi durustî û bê hele binivîsin.
Sipas ji boy kekê hêja Şemdînî ku ev bernameya rengîn û zengîn birêve dibe û weha dengbêjên zarşîrin li nav deriyaya denxoşan da gulbijêr dike.
Her şad û serketî bin.
Min wêneyên vê mijarê ji înternetê wergirtine. Sipas ji bo wan yên ku ev imkana afirandine.