1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Di salekê de xebatên ziman
Di salekê de xebatên ziman,di,salekê,de,xebatên,ziman

Di salekê de xebatên ziman

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN – Li kantonên Kobanê, Efrîn û Cizîrê yên Rojavayê Kurdistanê xebat û çalakiyên zimanê kurdî derketin astek jortir. Di nava salekê de bi hezaran mamote hatin gihandin û bi sedhezaran şagirt di perwerdeyan re hatin derbaskirin. Her wiha gelek materyalên bi kurdî hatin amadekirin û li hemû dibistanan dersên kurdî hatin dayîn.

Kanota Kobanê

Xebatên ziman ên li Kantona Kobanê, beriya êrîşên çeteyan, di dema êrîşan de û piştî rizgarkirinê bênavber dom kirin.

Saziya Zimanê Kurdî di navbera kar û xebatên xwe yên salekê de çar dewreyên perwerde yên mamostan bidawî kirin û bawername dan 80 mamosteyan. Her wiha 4 hezar û 500 şagirtên refa 1. û 2’yan hatin perwerdekirin. Niha jî zêdetirî 6 hezar şagirt li bajar û gundan tên perwerdekirin.


Li gorî gahiyên ku rêvebera Saziya Zimanê Kurdî (SZK) Gulistan Hesen dane, beriya êrîşên çeteyan ji bilî navenda bajar, 6 navendên dîtir li gundan hatibûn vekirin û ders dihatin dayîn. Her wiha 230 mamosteyan ders didan.

Akademiya Viyan Amara

Akademiy Viyan Amara bi armanca xebatên pisporiyê û zanistiyê di sala 2013’an de ji aliyê SZK’ê ve hate vekirin. Wekî destpêkê ji bo xebata akademiyê komîteyên, “Rêziman, wêjeya devkî û nivîskî, pedagojî, pêşdibistan, tîprêzkirinê (zimanê kurdî û erebî), sererastkirinê (radekteya kurdî û Erebî” hatin avakirin. Hemî endamên van komîteyan xwedî bingeheke akademîk bûn û perwerdeya zimanê kurdî dîtibûn û hîn jî berdewam dikirin. Dîsa li ser dîrok û pêşketina zimanê kurdî de gelek seminer hatin dayîn. Li Akademiyê çar dewreyên ziman û wêjeya kurdî hatin vekirin û nêzî 80 kesî tevlî bûn.

Di dema êrîşan de xebatên ziman

Piştî ku herêma Kobanê rastî êrîşên çeteyên DAIŞ`ê hat, hemû xebatên sazî û rêxistinên herêmê rawestiyan û gel derbasî Bakûrê Kurdistanê bû. Li Bakurê Kurdistanê piştî ku kamp hatin vekirin SZK’ê jî di kampan de dest bi xebatên xwe yên ziman û perwerdeya zarokan kir. Yekemîn dibistan li Pirsûsê li kampa Rojava hate vekirin. Piştre her ku kampek dihat vekirin dibistan jî tê de hatin vekirin û xebatên ziman hatin meşandin. Di vê çarçoveyê de dibistanên bi navê “Kobanê, Arîn Mîrkan, Qeder, Şehîdan, Şehîd Gelhat û dibistana Kampa Şehîd Nejdet” hatin vekirin. Li van dibistanan 65 mamosteyan ders dan 3 hezar û 450 şagirtan.

Her wiha li bajar û navçeyên Bakûr ên wekî Semsûr, Amed, Edene, Farqîn, Qoser û Licê 16 mamosteyan li kampên van deran zêdetirî hezar zarok perwerde kirin.

Li Bakurê Kurdistanê gelek saziyên wekî TZP-Kurdî û Yekîtiya Mamosteyan alîkariya perwerdeyê da SZK’ê.

Kar û xebatên piştî rizgarkirina herêma Kobanê

Piştî rizgarkirina Kantona Kobanê, hemî sazî û dezgehên herêmê vegeriyan û ketina nava tevgera ji nû ve avakirinê. Yek ji wan saziyan jî SZK bû. Ji ber avahiya wê hemû hatibû hilweşandin, li aliyekê xebatên ji nûve avakirinê hatin meşandin, li aliyê din jî amadekariyên domandina perwerdeyê hatin destpêkirin. Di vê çarçoveyê de 8 konteynirên ku li kampên Pirsûsê dersên ziman tê de dihatin dayîn, anîn Kobanê û li rex Akademiya Viyan Amara hatin bicîhkirin. Piştî ku hemû mamoste ketin nava xebatê, rêberiyeke demkî hate derxisitin. Her komîteyên wekî “Arşîva saziyê, ezmûn, malî, vekirina kursên ziman û perwerdehiyê” hatin avakirin.

Di çarçoveya xebatan de li navenda kantonaê 3 dibistanên bi navê, “Şehîd Osman, Şehîd Berfîn û Miştenûr” hatin vekirin. Dîsa li gelek gundan jî dibistan hatin vekirin û dest bi xebatên perwerdeyê hatin kirin.

Heta niha bi giştî 6 hezar zarok li dibistanan hatine qeydkirin û têne perwerdekirin. Mamosteyên dibistanan li gorî derfetên heyî bi zarokan re mijûl dibin da ku wan ji bandora hejarî û ji şer dûr bixin. Mamosteyên zimanê kurdî waneyan bi lîstok, wênesazî, mûzîk, pêşbirk, çand, exlaq û bi tiştên jiyanî derbas dikin.

Xebatên akademiyê

Piştî rizgarkirina Kobanê Akademiya Viyan Amara ji nû ve hate vekirin. Xebatên ji nûve birêxistinkirinê berdewam dikin. Niha her hefteyê ji mamosteyên dibistanan re li ser pedegojiyê semîner tên dayîn.

Dîsa komîteyeke wergerê ku ji 5 mamosteyan pêk tê hatiye avakirin. Ji bo nivîsandina berxwedana Kobanê jî komîteyeke ku ji 6 kesan pêk tê hatiye avakirin. Ev komîte wê dest bi tomarkirin û arşîvkirina berxwedana Kobanê bike.

EFRÎN

Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ya Kantona Efrînê di sala borî de perwerdeyên zimên ji 21 hezar û 15 welatiyan re vekirin û bawername li wan belav kirin. SZK’ê ji bo meteryalên dibistanên kantonê bike kurdî gelek xebat dane meşandin û di encamê de Desteya Perwerdeyê biryar girt ku di sala bê de tevahî meteryala dibistana seretayî bibe kurdî. SZK’ê her wiha tabûreke parastina cewherî ku ji 85 endaman pêk tê ava kir.

SZK’ê li Kantona Efrînê ev çar sal in, di perwerdekirina zimanê kurdî de ku gel jê bê par mabû di nava serferberiyê de ye û di van salan de gavên dîrokî avêtin.

Çalakiyên SZK’ê di du qonaxan re derbas bûn. Qonaxa yekemîn beriya şoreşa Rojavayê Kurdistanê bû û bi awayekî veşartî û teng dihat meşandin. Qonaxa duyemîn jî bi saya şoreşa Rojava derfeta perwerdeya bi zimanê zikmakî ji hemû welatiyên Rojava re hate dayîn.

Derbarê xebatên SZK’ê di sala borî de û pilansaziyên wan di sala bê de nûçegihanên ANHA’yê bi Rêvebera SZK’ê Roksan Hesen re hevdîtinek pêk anîn.


Meteryalên 3 refên destpêkê bûn kurdî

Roksan destnîşan kir ku di sala borî de SZK’ê ji bo meteryarlên hersê refên destpêkê yên dibistana seretayî bike kurdî xebatên mezin meşandin û hemû derfetên xwe ji bo peydakirina pirtûkan û kadroyên perwerdeyê xistin xizmeta vê pilasaziyê.

SZK’ê her wiha ji bo perwerdekirina bi zimanê kurdî di dibistanên kantonê de 960 mamoste amade kirin û hemû di perwerdeyên teybet re ku 3 mehan dom kirin, derbas bûn. Her wiha komîteyên çavdêriyê ji bo çavdêriya hemû dibistanan bikin ava kirin û navên dibistanan jî bi navên têkoşerên azadiyê bi nav kirin.

‘Me girîngiya zimanê kurdî bi welatiyan da nasîn’

Roksan diyar kir ku wan bi riya mamosteyan ên li seranserî herêmê gelek semîner ji welatiyan re li dar xistin û di van semîneran de girîngiya zimanê kurdî û pêwîstiya perwerdeya bi zimanê zikmakî ji bo hemû welatiyan hate pênasekirin. Roksan got ku wan serdana hemû navendên SZK’ê yên navçeyan kirine û hevkariya xwe bi Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re xurt kirin û wiha got: “Ji bo kadroyê perwerdeya bi zimanê kurdî ji bo hemû refên dibistana seretayî ew di nava xebatan de ne.”

21015 bawernameyên zimanê kurdî belav kirin

SZK’ê di sala borî de 21 hezar û 15 welatî bi zimanê kurdî perwerde kirin û bawernameyên zimên li wan belav kirin. Bawernameyên hatine belavkirin 8005 ji bo şagirtinê asta yekemîn, 7001 ji bo şagirtin asta duyemîn û 6009 jî ji bo şagirtinê asta sêyemîn hatin belavkirin.

Ji bo amadekirina mamosteyan akademî hatin vekirin

Piştî ku şagirtên zimanê kurdî hersê astên zimên derbas bikin, ji bo ku wekî mamoste bixebitin, derbasî akademiyên zimên tên kirin. SZK’ê li herêma Efrînê du Akademîn ji bo vê yekê vekirin. Li bajarê Efrînê Akademiya Şehîd Arîn Mîrkan û li navçeya Cindirêsê jî Akademiya Şehîd Ferzat Kemenger vekirin.

Akademiya Şehîd Ferzat Kemenger bi riya 9 perwerdeyan 250 mamoste derxistin. Akademiyê her wiha ji bo amadekirina mamosteyên metodên “Dîrok, xaknîgarî, çand û exlaq” bi zimanê kurdî ji bo dibistanên navîn û amadeyî jî perwerde destpê kirin.

Akademiya Şehîd Arîn Mîrkan jî perwerdeyên fikrî û siyasî ji şagirtên bawernameyên asta yekemîn wergirtine re vedike. Her wiha waneyên wekî “Rastiya rêvebertiyê, dîroka Kurdistanê, dîroka jinan û exlaq” tên dayîn.

SZK’ê beşdarî xebatên parastinê jî bû

Li gel xebatên perwerdehî û fikrî, 85 mamosteyên SZK’ê tabûreke xwe ya parastina cewherî îlan kirin û bi alîkariya hêzên YPG’ê û YPJ’ê perwerdeyeke bikaranîna çekan dîtin. Mamosteyan navê tabûra xwe bi navê Şehîd Canda Welat bi navê kirin û tabûra xwe bi merasîmeke leşkerî îlan kirin.

SZK’ê konferansa xwe li ser asta kantonê li dar xist

SZK’ê di 18’ê çileya 2015’an de duyemîn konferansa xwe li ser asta Kantona Efrînê li dar xist. Di konferansê de gelek biryar hatin girtin. Hin ji van biryaran jî ew e ku SZK’ê ji bo çespandina sîstema perwerdehiyê ya li gorî rêgezên netewa demokratîk tevbigere. SZK’ê ji bo hemû welatiyên herêmê beşdarî perwerdeyên zimanê kurdî bike, divê asta xebatên xwe bilind bike. Divê SZK’ê meteryalên dibistanan bike kurdî û ji bo demsala xwendinê ya 2015-2016’an mamosteyan amade bike. Her wiha bi hevkariya Şaredariya Gel navên hemû qad, kolan, gund û taxên bajarê Efrînê li gorî pêkhateyên van deveran veguherîne zimanên kurdî û erebî.

Proje û pêşniyarên ji bo sala bê

SZK’ê pilansaziya gelek proje û pêşniyar ji bo demsala xwendinê ya bê wiha diyar kirin: “Bi hevkariya Desteya Perwerde û Hînkirinê û Desteya Jinan re buhuşteke zarokan vebike. Meteryalên hemû refên dibistana seretayî bike kurdî. Metodên dîrok û xaknîgariyê yên dibistanên navîn û amadeyî biguherîne. Metodên zanistî ji bo dibistanên seretayî amade bike. Pirtûkên zimanê kurdî, dîrok û xaknîgarî ji bo dibistanên navîn û amadeyî amade bike. Her wiha perwedeyên taybet ji mamosteyên jin û dayîkan re vebike.

Amadekariyên cejna zimanê kurdî

SZK’ê ji bo amadekariyên 15’ê gulanê cejna Zimanê Kurdî gelek mamosteyên zimên ji bo semînerên derbarê roja zimanê Kurdî û girîngî û dîroka wê erkdar kirin.

SZK’ê çalakiyên roja Zimanê Kurdî ji 7’ê gulanê ve dest pê kirine û li hemû navçeyên herêmê semîner û şahî li dar xistin. Her wiha amadekariyên şahiya giştî ku dê 15’ê gulanê li bajarê Efrînê were lidarxistin, dike. Derbarê vê yekê de jî hevkariya xwe bi Tevgera Çand û Hunera Demokratîk re zêde kir. Di vê şahiyê de komên taybet bi SZK’ê jî dê beşdar bibin û dê gelek dîmenên şano, stran, helbest û dîlan bêne pêşandan.

Rêvebera SZK’ê Roksan Hesen di dawiya axaftina xwe de bang li hemû welatiyên kantona Efrînê kir ku bi coş beşdarî şahiya Zimanê Kurdî bibin.

Kantona Cizîrê

Tevgera Ziman û Perwerdeyê (TZP) ya Kantona Cizîrê jî li seranserî herêmê ji bo belavkirin û perwerdekirina zimanê kurdî kar û xebatên xwe didomîne. Derbarê mijarê de Rêvebera Akademiya Celadet Bedirxan a ziman û wêjeya kurdî Peyman Bêrî ji ANHA’yê re axivî û got ku TZP’ê di sala borî de 7 hezar û 142 şagirt bi zimanê kurdî perwerde kir û bawername li wan belav kirin.

TZP’ê her wiha hezar û 282 mamosteyên zimanê kurdî amade kirin. her wiha 446 perwerdeyên zimanê kurdî birêve birin. TZP’ê di sala borî de zimanê kurdî di 450 dibistanên fermî de birêve bir.

TZP’ê di sala borî de 15 navendê nû yên zimanê Kurdî li seranserî herêma Cizîrê vekirin.

Peyman Bêrî di dawiya axaftina xwe de got ku li tevahî herêma Cizîrê 882 hezar û 287 bawernameyên kurdî li dibistanên fermî dane şagirtan.

(ekip/aq)

ANHA


Bêjeyên Miftehî