1. Hemû Nûçe

  2. Zanistî

  3. Karger Xwerû Kurdî Derket
Karger Xwerû Kurdî Derket,karger,xwerû,kurdî,derket

Karger Xwerû Kurdî Derket

Pergala Rêveberiya Naverokan (Content Management Sistems) xwerû kurdî ya bi navê Karger ku ji aliyê fîrma nivîsbariyê ya Koberz ve hatiye amadekirin, cara yekem ji aliyê Amîda Kurd ve tê bikaranîn. Di pergalê de gelek taybetiyên nû hene. Pergal ji aliyê Koberzê ve ji hemû kesên daxwazkar re tê avakirin. Pergal bi guherotya (versiyon) g1.0 derket bazarê.

A+ A-

Pergala Rêveberiya Naverokan (Content Management Sistems) xwerû kurdî ya bi navê Karger ku ji aliyê fîrma nivîsbariyê ya Koberz ve hatiye amadekirin, cara yekem ji aliyê Amîda Kurd ve tê bikaranîn. Di pergalê de gelek taybetiyên nû hene. Pergal ji aliyê Koberzê ve ji hemû kesên daxwazkar re tê avakirin. Pergal bi guherotya (versiyon) g1.0 derket bazarê.

Di Pergalê de çi taybetî hene ?
Pergala Karger ku wekî malper tê avakirin, gelek derfetan pêşkêşî xwediyê malperan û xwendevanên wan dike. Di pergalê de her kes dikare bibe endam, lê endam ji aliyê rêveberan ve li koman tên belavkirin. Komên wekî "nivîskar, moderator, edîtor, nûçegihan, endamên bilind û endamên nu" ji aliyê rêveberên malperê ve li gor armanca malperê tên avakirin.

Di pergala Karger g1.0 de rêveber piştî ku komên endaman ji hev cuda dikin, dikarin raye û peywirên wan cuda cuda saz bikin. Li gor vê yekê mînak nivîskar dikare bixwe nivîsa xwe li quncika xwe binivîse, moderator jî dikare nivîsên hatine nivîsandin têxe weşanê an jî ji weşanê rake. Heke rêveber bixwaze nivîsa nivîskar ji aliyê nivîskar ve were erêkirin û bê kontrol bikeve weşanê jî, dikare mîhengên komê wisa saz bike.

Bi van taybetiyan jî rêveber dikarin rêveberiya malperê li koman û kesan parve bike û nehêle kes tiştekî zêde di malperê de biguhere.

Yek ji taybetiyên guheroya 1.0 jî ew e ku xwendevan û hemû endam dikarin deng bidin zimanê hevdu. Bi vî rengî di malperê de nivîskar an jî endamekî ku zimanê wî ji aliyê xwendevanan ve neyê hezkirin, dikare were nirxandin. Bi saya vê taybetiyê hemû endam dê hewl bidin ku bi kurdiyeke xweştir û rêzimaneke rastir binivîse. Her wisa hemû endam dikarin her wekî Facebookê ji hev re peyaman bişînin. Di guhertoyên nû yên pergalê de dê sohbetên zindû û gelek taybetiyên din jî hebin.

Karger g1.0 ji aliyê naverok û nûçeyan jî gelek taybetiyên pêşketî pêşkêş dike. Mînak nûçegihan dikarin ji bo hemû nûçeyên xwe galeriya wêneyan jî ava bikin. Xwendevan dema nûçeyê vedikin, galeriya nûçeyê jî dikarin bibînin û li wêneyan binihêrin.

Fîrmaya nivîsbariyê ya Koberz ku li Amedê vî karî dike, dide xuyakirin ku de guhertoyên nû yên pergala Kargerê de ew dê gelek taybetiyên nû pêşkêş bikin û bi teknolojiyên nû dê hewl bidin hemû pêdiviyên bazarê bibersivînin.

Karger g1.0 li gor taybetiyên tên daxwazkirin bi bihayê cur bi cur derket bazarê.


Bêjeyên Miftehî